Di doza êrişa bombeyî ya li Cadeya Îstîklalê de mutala hate aşkerekirin

  • rojane
  • 17:07 12 Sibat 2024
  • |
img
STENBOL - Dozgerê ku têkildarî êrişa bombeyî ya li Cadeya Îstîklalê mutalaya xwe aşkere kir, ji bo Ahlam Albashir a tê îdiakirin faîla êrişê ye 7 caran cezayê hefsê yê muebeta girankirî û ji 1949 salan heta 3 hezar û 9 salan cezayê hefsê xwest. 
 
Di 13’ê mijdara 2022’yan de li ser Cadeya Îstîklalê ya li semta Taksîmê ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê êrişeke bombeyî pêk hatibû. Di êrişê de 6 kes miribûn. Ji ber vê Ahlam Albashir ku bombe danîbû Kolana Taksîmê jî di nav de 15 jê girtî der barê 37 kesan de doz hatibû vekirin. Danişîna dozê îro li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Edliyeya Çaglayanê hate lidarxistin. 8 jê girtî 9 bersûc tev li danişînê bûn, hin bersûc jî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. 
 
Dozgerê derbarê esasê de mutalaya xwe aşkere kir, ji faîla êrişê Ahlam Albaskir re ji sûcê “Xerakirina yekîtî û yekparebûna dewletê” cezayê muebeta girankirî, ji sûcê “Endamtiya rêxistina terorê ya çekdar” ji 7 sal 6 mehan heta 15 salan, ji sûcê “bi armanca bombekirina plankirî ya li dijî zarok, kuştina bi qestî” 5 caran cezayê muebetê yê girankirî, ji sûcê “bi armanca bombekirina plankirî hewldayîna kuştina bi qestî” ya li dijî 99 kesan ji 1930 salan heta 2 hezar û 970 salan û ji sûcê “Li cem xwe peydakirin û dayîna hinekên din a madeyên xeternak ên bêdestûr” ji 12 salan heta 24 salan bi komî 7 caran cezayê muebeta girankirî û ji 1949 salan heta 3 hezar 9 salan cezayê hefsê xwest. 
 
‘ÇI CEZA BIDIN JÎ EZ ÎTÎRAZ NAKIM’ 
 
Bersûc Alham Albashir a piştî aşkerekirina mutalayê mafê axaftinê dayînê wiha got: “Min nedizanî ku ew bombe ye. Têkiliya Ahmet, Ammar tu mirovan bi vê mijarê ve nîne. Ji min re tenê gotin ‘weke tûrîstan here wêneyan bikişîne’. Ji ber van mirovên jiyana xwe  ji dest dan bi şevan nikarim razim. Ez miroveke sêwî me, naxwazim tu kesên din sewî bibin. Ji bo ku ez xwe bigihînim hin mirovan min her tiştê ku ji destê min hat kir. Ji bo ku kesên çûne Sûriyeyê bên girtin ji bo biçim Sûriyeyê ez amade me. Ez çûm mala Ranayê min xwarin dixwar. Ez demekê li mala Fatmayê mam, tu eleqeya wan bi terorê re nîne. Ew di vê bûyerê de hatin xapandin tu sûcê wan nîne. Çi ceza bidin min ez ê îtîraz nekim.”
 
JI BO 5 BERSÛCAN DAXWAZA BERAETÊ 
 
Dozger di berdewama mutalaya xwe de jî xwest ku dosyaya 10 bersûcên fîrarî bê veqetandin. Di mutalayê de hate xwestin ku derbarê zarokê bi navê Ahmed E. yê 18 salî ku arasteyî sûc hatiye kirin de biryara girtinê bê dayîn. Her wiha ji bo bersûc Zekariya Muhammed Şemnûnî, Mahmûd Haso, Mesût Hesso, Salîh Carkes û Muhammed Şiho hate xwestin ku ji hemû sûcan bên beraetkirin. Dozger xwest 20 bersûc bên cezakirin. 
 
DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN 
 
Şandeya dadgehê ya biryara xwe aşkere kir, ji bo bersûcên girtî Mahmûd El Yûsûf, Rama El Taha û Mehmûd Elabîd îhtîmala guhertina wesfê sûc û dema girtina wan li ber çav girt û derbarê wan de biryara berdanê da. Şandeyê biryar da ku girtina bersûcên girtî Ahlam Albashir, Ahmad Alhaj Mwas, Ahmad Haj Hasan, Ahmed Carkes, Ammar Jarkas, Fatma Berkel, Ferhat Habeş, Hasan Alî, Haznî Golge û Huseyîn Guneş berdewam bike. Dîsa ji ber ku tê zanîn bersûc Bîlal Elhacmos li derveyî welat e, biryar hat dayîn ku biryara girtina paşpenî ya der barê wî de bê berdewamkirin. Danişîn ji bo kesên tên darizandin li dijî mutalayê parastinê bikin taloqî 15’ê nîsanê hate kirin. 
 
 
 

Sernavên din

16/02/2024
17:06 Namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê serdana esnafan kirin
16:53 Li Edîrneyê jinek ji hêla polîsekî ve hate qetilkirin
15:56 Wergirtina îfadeyên rojnamevanan dest pê kir
15:56 Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Navalnî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
14:59 Girtiya nexweş Karaguzel ji dil emeliyat bû
14:57 Endama SGDF’ê Polat hate binçavkirin
14:39 Li Stenbolê panela 21’ê sibatê dê bê lidarxistin
14:38 Baroya Stenbolê giliyê Mûrat Kûrûm kir
14:07 4 roj in nekarîn xwe bigihînin karkeran
14:00 11 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:27 Dozger ji bo rojnamevanên îfadeyên wan negirtin daxwaza girtinê kir
12:12 Sêyemîn Konferansa Kurd bi dawî bû: Em ê têkiliyên dîplomatîk têxin nava tevgerê
11:42 Rêveberê JMO’yê Alan li dijî karesata hawîrdorê ya dê bi salan bidome hişyar kir
11:40 Hunermendan ji bo 17’ê Sibatê bang kirin
11:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:23 Daxwaza bajar bi bajar, navçe bi navçe olan da: Ji Abdullah Ocalan re azadî
11:22 Bernameya DEM Partiyê ya 21'ê Sibatê aşkere bû
10:39 DEM Partî dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de dakeve kolanan
09:41 Tosûn ê AKP’î ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê dîsa namzet e
09:36 30 meh in kurê xwe yê li ber lêhiyê ketiye digere
09:15 Girtiyê 30 salan Şahîn: Divê azadiya Serokatiyê bêhtir bibe rojev
09:14 Greva birçîbûnê di roja 82’yan de berdewam dike
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 115 roj in tu agahî nayên girtin
09:04 Parêzer Sarsilmaz: Şert û mercên berdana bişert ên Abdullah Ocalan çêbûne
09:01 Namzeta hevşaredariyê ya jinên koçer: Dem dema serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê SIBATA 2024’AN
08:39 Nûçeyên rojnamevanên di bin çavan de ji wan hate pirsîn
15/02/2024
23:12 Li Zappîonayê daxwaza 'Xelata Nobelê bidin Abdullah Ocalan'
22:15 Rojnamevan Kaygûsûz hat berdan
20:41 Sindoqên ku hilbijêr dengên xwe lê bikar tînin diyar bûn
20:37 Kesên li Sêrt û navçayên wê hatinbûn binçavkirin hatin berdan
20:05 Dest bi îfadeya rojnamevanan hat kirin
19:18 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Karadag hat girtin
18:23 Nûçegihana Pîrhayê Atmaca hat berdan
18:21 Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê hat berdan
17:15 Şaredarekî din ê AKP’î ku namzet nehate nîşandan îstîfa kir
17:10 Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî hat protestokirin
16:40 Çalakiyên Roja Reş: Di çaryeka sedsalê de Abdullah Ocalan û fikrên wî bi ser ketin
16:17 DFG ji bo rojnamevanan xebatên hashtagê dide destpêkirin
15:09 4 HDP’î û DBP’î hatin berdan
15:02 Dê îfadeyên rojnamegeran îşev bên girtin
14:49 Meşvanên Azadiyê ber bi Amarayê ve ketin rê: Ev meş meşa milyonan e
14:15 Dema ku di parastina xwe de qala komployê kir, SEGBÎS qut bû
14:14 Sendîkaya Basin Îş’ê: Rojnamegeran demildest berdin
13:49 Ji parlamenterên DEM Partiyê pêşnûmeya tecrîdê
13:48 Namzetê DEM’ê yê Dîlovasiyê Avci: Ji bo serbikevim bi rê dikevim
12:45 Bi deh hezaran kes komploya navneteweyî protesto dikin
12:42 Ji AYM’ê biryara Komkujiya Madimakê
12:33 TJA: Ne komplo ne jî tecrîd nikare têkiliya me ya bi Ocalan re qut bike
12:10 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
11:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Roja Reş’ tê şermezarkirin
11:32 Karkerên di bin axê de ev 3 roj in hêj nehatine dîtin
11:15 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Meşvanên Azadiyê gaveke din nêzî Amarayê bûn
10:30 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:13 Rêwiyên Azadiyê ji ber meşa Amarayê bi kelecan in
09:53 Li Colemêrgê ji ber berfê rojek navber dan perwerdeyê
09:36 Li Marmarayê keştiya kargoyê noqî avê bû
09:24 Greva birçîbûnê di roja 81’an de berdewam dike
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 114 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Rojnamevan Dîcle: Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe komplogeran têk bir
09:04 Dozger ji parêzerên ku der barê wan de biryara girtinê tune ye re got, 'em ê tiştekî bibînin'
09:03 Xizmên windayan li dijî biryara ‘demboriyê’ bi bertek in: Em ê çawa ji bîr bikin?
09:01 Hevdîrektorê MLSA'yê Ok: Ber bi hilbijartinê ve çapemeniya kurd cardin bûye hedef
09:00 Dayikên cizîrî: Li dijî tecrîdê rabin
09:00 Mehmet Ocalan: Birayê min li Girava Îmraliyê ye yan na?
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2024'AN
08:49 Li Yozgatê otobûsa rêwiyan wergeriya: 19 kes birîndar bûn
08:46 Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê kir
08:12 Zem li benzînê hat kirin
14/02/2024
21:21 Banga meşa Kolnê ya ji bo Abdullah Ocalan
19:14 Di Doza Kobanê de grevên birçîbûnê hatin silavkirin
17:03 Texsîvanên li Wanê qeyûm protesto kirin
16:32 Nobeta Edaletê: Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin
16:26 Şêniyên gundê ku karesata madenê lê çêbû: Em bi tenê ne û bêparastin in
16:23 Giliyê berpirsyarên karesata Licikê hate kirin
16:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Em ê serî li ber zextan netewînin
15:44 Erdogan bi Sîsiyê ku jê re digot ‘kujer’ û ‘darbekar’ re ye
15:37 Hatîmogûllari li cihê karesatê ye: Em ê hesaba wê bipirsin!
15:29 DEM Partiyê ji bo Licikê pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeş kir
15:22 Meşvanên Azadiyê li Rihayê ne
15:12 Dadgeha Bilind got ‘sûc nîne’: Dozên KCD’ê têk çûn
14:47 DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Semsûrê eşkere kir
14:36 Li 22 bajaran 179 kes hatin binçavkirin
14:33 TMMOB: Divê kana madenê were girtin
14:01 Li Stenbolê 25’ê sibatê dê ‘Mitînga Azadiyê’ bê lidarxistin
13:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
13:48 Erdogan ji bo hevdîtina bi Sîsî re çû Misirê
13:36 Meşvanên Azadiyê li Curnê Reş in: Yekane muxatab birêz Ocalan e
13:33 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:27 Nasnameya hinek karkerên di bin hezazê de diyar bûn
13:26 DEM Partî ya Dêrsimê: Berpirsyarê vê karesatê AKP ye
13:05 Plana îmarê ya Kanal Stenbolê hate betalkirin
12:48 Têkildarî karesata madenê 4 kes hatin binçavkirin
12:33 Rojnamevan bi kelemçekirina bi paş ve hatine binçavkirin
12:27 Walîtiya Dêrsimê ketina Erzînganê qedexe kir: 4 kes hatin binçavkirin
12:12 Li Sêweregê ‘Meşa Azadiyê’
11:29 Ji bo Silêman Ehmed dê li Dadgeha Federe ya Iraqê serlêdan bê kirin
11:00 Cemal Yilmaz ê dayik û kurê wê qetil kirî hate girtin