Komeleya Şêx Seîd: Tunehesibandina kurdan ji 1925’an cudatir nîn e

  • rojane
  • 15:22 13 Sibat 2024
  • |
img
AMED - Sekreterê Giştî yê Komeleya Perwerde, Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd Ahmet Kaya bal kişand ser serhildana Şêx Seîd û got: “Ji hêla tunehesibandina mafên kurdan ve roja me ji 1925’an cudatir nîn e. Tunehesibandina mafê neteweeykê nayê qebûlkirin." 
 
Bi boneya salvegera Serhildana Şêx Seîd a di 13’ê sibata 1925’an de, Komeleya Perwerde, Çand û Pişteveaniyê ya Şêx Seîd li avahiye komeleyê daxuyanî da. Sekreterê Gştî yê Komeleyê Şêx Seîd Ahmet Kaya, tevî rêveberiya komeleyê daxûyanî da û anî ziman ku serhildan bandora xwe li ser roja me ya îro jî kiriye û der barê serhildanê de wiha axivî: “Serhildana ku gelê kurd daxwazên xwe yên rewa aniye ziman e.” Kaya, destnîşan kir ku serhildan piştî hewldana provakasyonê, wek bertek dest pê kiriye û wiha nirxand: “Serhildana Şêx Seîd ji perçeyeke bingeha têkoşîna kurd a neteweyî ye.” 
 
‘LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BIRYARA TÊKOŞÎNÊ TÊ DAYÎN’
 
Kaya, diyar kir ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û bi piştgiriya mêtingeriya Ingilistanê, Kurdistan kirin 4 perçe û di navbera dewletên tirk, ereb û farisan de hate parvekirin û wiha pê de çû: “Civaka kurdan wek siyasî, çandî, dîrokî hate înkarkirin. Ataturk jî di pêşiyê de soza xweseriyê dabû kurdan lê belê saziyên perwerde û medreseyên kurdan hatin girtin û li dijî kurdan pêvajoya asîmîlasyonê dane meşandin. Kurdên di bin banê Tevgera Azadiyê li hev kom bûne û ji bo mafên xwe bi dest bixin xebat dane destpêkirin. Ji serokê Tevgera Azadiyê Xalid Begê Cibranî û mebûsê Bedlîsê Yûsûf Ziya Beg hatin girtin û serî li îfadeya Şêx Seîd jî dane. Li ser vê yekê Şêx Seîd ji Xinûsê derbasî Pîranê dibe. Li ser rêyê serdana gelek cihan dike, civînan li dar dixe û pêşniyarên serokeşîrên kurd digire. Li ser van nêrînan hin pêşniyar derdikevin pêş û biryara têkoşîna hevpar dide.” 
 
Kaya, anî ziman ku dema  civîn li mala Pîranê dihat kirin, leşker hatin û ji xwediyê malê xwestine ku şervanê kurd Nebiyê Vartoyî teslîmî wan bikin û da zanîn ku piştre pevçûn derketiye. Kaya, diyar kir ku “provakasyona” ku tê de çek hatine bikaranîn, weke “serhildan” dane pênasekirin û da zanîn ku daxwazên rewa yên Şêx Seîd û hevalên wî, weke serhildanê girtin dest û ji bo mudaxileya leşkerî kirin bingeh.
 
‘TUNEHESIBANDIN JI SALA 1925’AN CUDATIR NÎN E’
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Kaya anî ziman ku piştî bûyer qewimîn, li Kurdistanê nerazîbûn û protestoyên mezin pêk hatin û wiha pê de çû: “Piştî îtîraza Şêx Seîd, di bingeha têkoşîna heya roja me tê maşandin de daxwaza nasname, ziman, nirxên însanî, mafên civakî û siyasî hene. Ev daxwaz, daxwazên însanî û pêdiviyên demokrasiyê ne. Ji hêla tunehesibandinê ve roja me ji salên 1925’an de cudatir nîn e. Qedexekirina ziman, înkarkirin û  zext, girtin, sirgûn û qetlîamên bi vê armancê tên kirin jî ne kiriyarên olî, wijdanî, exlaqî û hiqûqî ne. Bi tu awayî nayê qebûlkirin.” 
 
‘DIVÊ EM LI ÇARESERIYÊN BIDAWÎKIRINA ZILMÊ BIGERIN’
 
Serokê Komeleyê û neviyê Şêx Seîd Kasim Firat jî destnîşan kir ku di dîroka kurdan de rojên reş û komplo pir in û wiha got: “Divê em çareseriyên xelaskirina zilma ku bi sedan sal in tê meşandin bigerin. Em ê çawa bidawî bikin, divê em vê bifikirin. Partiyên siyasî, pêşeng, rûspî û alim divê li ser vê mijarê bifikirin û li rêyeke çareseriyê bigerin.” 
 
 
 

Sernavên din

17/02/2024
13:25 DEM Partiyê ji bo ‘Mitînga demokrasî û azadiyê’ bang kir
12:47 Di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de qonaxeke nû dest pê dike
12:27 X’ê hesaba kurdî ya JINNEWS’ê asteng kir
12:11 TJA’yê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir: Tekane rêya xelasiyê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye
11:55 Cenazeyên 2 muretabatên keştiya kargoyê ya noqî avê bûbû hatin dîtin
11:42 Posterê Ocalan hilawistin pirê
11:40 Li Bursayê 2 kes hatin girtin
11:12 Zextên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûn
10:35 Konak: Li Rûsyayê muxalîf ji ber xwe ve namirin
10:07 Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin
10:05 ‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’
09:36 Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan
09:15 Şakar: Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a bi komployê jê hatibû derxistin
09:07 Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne
09:06 Greva birçîbûnê di roja 83’yan de berdewam dike
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 116 roj in agahî nayên girtin
09:04 Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin!
09:03 Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne
09:00 ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN
16/02/2024
21:27 Li PE’yê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
21:09 Hakan Fîdan, hevdîtin bi Nêçîrvan Barzanî re kir
21:03 Şanoya 'Qral û Travîs' berî bê lîstin bi saetekê hat qedexekirin
19:47 Namzetên hevşaredariya Xirvat a Colemêrgê diyar bûn
19:15 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
18:46 Li Amedê panela 'Wêje û Ziman'
17:14 Nobeta Edaletê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Ocalan dê bidome
17:06 Namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê serdana esnafan kirin
16:53 Li Edîrneyê jinek ji hêla polîsekî ve hate qetilkirin
15:56 Wergirtina îfadeyên rojnamevanan dest pê kir
15:56 Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Navalnî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
14:59 Girtiya nexweş Karaguzel ji dil emeliyat bû
14:57 Endama SGDF’ê Polat hate binçavkirin
14:39 Li Stenbolê panela 21’ê sibatê dê bê lidarxistin
14:38 Baroya Stenbolê giliyê Mûrat Kûrûm kir
14:07 4 roj in nekarîn xwe bigihînin karkeran
14:00 11 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:27 Dozger ji bo rojnamevanên îfadeyên wan negirtin daxwaza girtinê kir
12:12 Sêyemîn Konferansa Kurd bi dawî bû: Em ê têkiliyên dîplomatîk têxin nava tevgerê
11:42 Rêveberê JMO’yê Alan li dijî karesata hawîrdorê ya dê bi salan bidome hişyar kir
11:40 Hunermendan ji bo 17’ê Sibatê bang kirin
11:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:23 Daxwaza bajar bi bajar, navçe bi navçe olan da: Ji Abdullah Ocalan re azadî
11:22 Bernameya DEM Partiyê ya 21'ê Sibatê aşkere bû
10:39 DEM Partî dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de dakeve kolanan
09:41 Tosûn ê AKP’î ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê dîsa namzet e
09:36 30 meh in kurê xwe yê li ber lêhiyê ketiye digere
09:15 Girtiyê 30 salan Şahîn: Divê azadiya Serokatiyê bêhtir bibe rojev
09:14 Greva birçîbûnê di roja 82’yan de berdewam dike
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 115 roj in tu agahî nayên girtin
09:04 Parêzer Sarsilmaz: Şert û mercên berdana bişert ên Abdullah Ocalan çêbûne
09:01 Namzeta hevşaredariyê ya jinên koçer: Dem dema serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê SIBATA 2024’AN
08:39 Nûçeyên rojnamevanên di bin çavan de ji wan hate pirsîn
15/02/2024
23:12 Li Zappîonayê daxwaza 'Xelata Nobelê bidin Abdullah Ocalan'
22:15 Rojnamevan Kaygûsûz hat berdan
20:41 Sindoqên ku hilbijêr dengên xwe lê bikar tînin diyar bûn
20:37 Kesên li Sêrt û navçayên wê hatinbûn binçavkirin hatin berdan
20:05 Dest bi îfadeya rojnamevanan hat kirin
19:18 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Karadag hat girtin
18:23 Nûçegihana Pîrhayê Atmaca hat berdan
18:21 Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê hat berdan
17:15 Şaredarekî din ê AKP’î ku namzet nehate nîşandan îstîfa kir
17:10 Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî hat protestokirin
16:40 Çalakiyên Roja Reş: Di çaryeka sedsalê de Abdullah Ocalan û fikrên wî bi ser ketin
16:17 DFG ji bo rojnamevanan xebatên hashtagê dide destpêkirin
15:09 4 HDP’î û DBP’î hatin berdan
15:02 Dê îfadeyên rojnamegeran îşev bên girtin
14:49 Meşvanên Azadiyê ber bi Amarayê ve ketin rê: Ev meş meşa milyonan e
14:15 Dema ku di parastina xwe de qala komployê kir, SEGBÎS qut bû
14:14 Sendîkaya Basin Îş’ê: Rojnamegeran demildest berdin
13:49 Ji parlamenterên DEM Partiyê pêşnûmeya tecrîdê
13:48 Namzetê DEM’ê yê Dîlovasiyê Avci: Ji bo serbikevim bi rê dikevim
12:45 Bi deh hezaran kes komploya navneteweyî protesto dikin
12:42 Ji AYM’ê biryara Komkujiya Madimakê
12:33 TJA: Ne komplo ne jî tecrîd nikare têkiliya me ya bi Ocalan re qut bike
12:10 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
11:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Roja Reş’ tê şermezarkirin
11:32 Karkerên di bin axê de ev 3 roj in hêj nehatine dîtin
11:15 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Meşvanên Azadiyê gaveke din nêzî Amarayê bûn
10:30 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:13 Rêwiyên Azadiyê ji ber meşa Amarayê bi kelecan in
09:53 Li Colemêrgê ji ber berfê rojek navber dan perwerdeyê
09:36 Li Marmarayê keştiya kargoyê noqî avê bû
09:24 Greva birçîbûnê di roja 81’an de berdewam dike
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 114 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Rojnamevan Dîcle: Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe komplogeran têk bir
09:04 Dozger ji parêzerên ku der barê wan de biryara girtinê tune ye re got, 'em ê tiştekî bibînin'
09:03 Xizmên windayan li dijî biryara ‘demboriyê’ bi bertek in: Em ê çawa ji bîr bikin?
09:01 Hevdîrektorê MLSA'yê Ok: Ber bi hilbijartinê ve çapemeniya kurd cardin bûye hedef
09:00 Dayikên cizîrî: Li dijî tecrîdê rabin
09:00 Mehmet Ocalan: Birayê min li Girava Îmraliyê ye yan na?
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2024'AN
08:49 Li Yozgatê otobûsa rêwiyan wergeriya: 19 kes birîndar bûn
08:46 Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê kir
08:12 Zem li benzînê hat kirin
14/02/2024
21:21 Banga meşa Kolnê ya ji bo Abdullah Ocalan
19:14 Di Doza Kobanê de grevên birçîbûnê hatin silavkirin
17:03 Texsîvanên li Wanê qeyûm protesto kirin