Laura Castel: Îmrali, li ser axa Konseya Ewropayê çalereşeke

  • rojane
  • 10:03 14 Sibat 2024
  • |
img
ENQERE - Wekîla Parlamentoya Îspanyayê Laura Castel, diyar kir ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîdeke di cîhanê de mînaka wê nîne tê pêkanîn û wiha got: “Îmrali, li ser axa Konseya Ewropayê çalereşeke.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku hêzên kurewî li pêş mudaxileya li dijî Rojhilata Navîn weke astengiyekê didîtin, bi komployeke navnetewî di 15’ê sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê. Ocalan ji wê rojê ve li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. 
 
Komploya ku Ocalan weke “Operasyona herî mezin a Gladiyoya NATO’yê” penase dike, di nava 25 salan de weke ku tecrîda li dijî wî tê sepandin hate berdewamkirin. Ji ber ku bi qedexeyên hevdîtinên malbat û parêzeran û mafê telefonê yê nayê nasîn, tecrîd veguheriye agahînegirtineke mûtleq û 35 meh in bi tu awayî ji Ocalan agahî nayên wergirtin. 
 
Parlamentera Koma Çep a Îspanyayê û di heman demê de keseke di nav Şandeya Aştiyê ya Navnetewî de cih digire, di salvegera komploya navnetewî de têkildarî tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin kirin. 
 
‘ÎMRALI LABORATUVARA PÊKANÎNÊN HERÎ XERAB E’ 
 
Laûra Castel, anî ziman ku rejîma tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê laboratuvara pêkanînên herî xerab e û ji bo tevahiya pergala girtîgehên li Tirkiyeyê bûye mînak û ev rewş li ber çavan tê dîtin. Laûra Castel, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Tu rejîmên ku em dizanin name, axaftina bi telefonê, serdan û têkiliya derve bi awayekî demdirêj nesekinandine.”
 
‘DIFIKIRIN KU BI BÊDENGKIRINA OCALAN DÊ GELÊ KURD BÊDENG BIKIN’ 
 
Castel, diyar kir ku tê dîtin rayedarên tirk bi tevgera kurd re ji bo jinûve destpêkirina muzakereyên siyasî yên aştiyane bi tevgera kurd re eleqedar nabin û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê birêz Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê bi temamî tê tecrîdkirin. Yekane kesê ku li ser navê kurdan bikare ji muzakereyan re rêbertiyê bike jî ew e. Difikirin ku bi bêdengkirina Ocalan dê gelê kurd bêdeng bikin.”
 
Castel, da zanîn ku di meha gulana 2023’yan de weke Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê piştî serdana Tirkiyeyê ji bo Girava Îmraliyê serî li CPT’yê dabûn lê CPT’yê hêj bersivek nedaye wan û wiha lê zêde kir: “Em parlamenter di her civîna lijneya giştî ya Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê dikarin dem û amûrên xwe derbarê rewşa birêz Ocalan de ji saziyên Konseya Ewropayê bipirsin û ji bo ji wan daxwaza avakirina aştiyeke civakî bikin dikarin bikarbînin. Di rûniştina dawî de hinekan ji me ev mijar anîn rojevê û rewşa Abdullah Ocalan di nav de şermezar kirin.”
 
‘DEWLETA TIRK ŞER Û TUNDIYÊ TERCÎH DIKE’ 
 
Laura Caste, anî ziman ku dema mirov li tecrîda 25 salan û agahînegirtina mûtleq dinêre, dibîne ku dewleta tirk di meseleya kurd de şertên hiqûq, diyaloga siyasî û demokratîk terk kirine û şûna vê şer û tundî tercih kiriye. Caste, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dijberiya li dijî diyalog û muzakereyan a ji bo aştî û çareseriya demokratîk tercîha siyasî ya kesên ku sûdê ji domandina şer digirine. Lê ev tercîh dibe sedem ku welat ber bi krîzê ve dibe û ev jî dibe sedemên gelek cidî û ev rewş dikare bi çareseriyeke demokratîk were derbaskirin. Ev yek jî rakirina sîstema tecrîdê ferz dike û dihêle ku birêz Ocalan di garantîkirina çareseriya demokratîk û avakirina aştiyê de rola xwe bilîze.”
 
BANG LI CPT’YÊ KIR
 
Castel, bi lêv kir ku rawestandina name, axaftina bi telefonê, hevdîtin û têkiliyeke bi derve re rewşeke “zalim” ku di tu rejîman de nîne ye û wiha got: “Li Guantanamoyê, li Girava Robbenê an jî li Blokên H ên Îrlandaya Bakur jî nînin. Îmrali li ser axa Konseya Ewropayê çalereşeke rast e û divê bêyî nêrîn û destûra Tirkiyeyê CPT rapora xwe demildest biweşîne.”
 
YEKANE ÇARESERÎ MASEYA MUZAKEREYÊ YE
 
Castel, destnîşan kir ku tevî tecrîda hovane ya li dijî Ocalan jî ew rêberê gelê kurd e û wiha got: “Yekane çareserî, avakirina maseya muzakereyan a di navbera her du aliyan de ye û vekirina rêya ber bi aştiyê ve diçe ye. Lê li gorî min rayedarên tirk, ji karizmaya Ocalan ditirsin û tercih dikin ku wî bêdeng bikin.”
 
Castel, destnîşan kir ku daxwazên li ser azadiya Ocalan bi awayekî baş nayên rojevê û sedemê wê jî geşedanên navneteweyî ne û wiha pê de çû: “Ewilî pandemî bû, pişt re şerê li dijî Ûkraynayê. Dû re dagirkirina Qerebaxa Çiyayî niha jî li Filistînê qirkirin tê kirin…Ev hemû şerên çêdibin zehmet dike ku daxwaza azadiya birêz Ocalan bikeve rojevê. Eynî weke Julian Assange yê li girtîgeheke ewlehiya bilind a Ingîlistanê de di rewşeke zalimane de tê ragirtin.”
 
‘SERKEFTIN, BERXWEDAN E’ 
 
Castel, herî dawî ev tişt gotin: “Nebaşî belavî her derê cîhanê dibe. Gelek serokên welatin ji vê sûdê digirin. Di heman demê de ji bo ku ditirsin mûxalîfên siyasî di girtîgehê de radigirin. Lê em weke gel em xwedî hêza ku bi rêyên aştiyane şoreşê pêk bîninin. Serkeftin, berxwedan e.”

Sernavên din

14/02/2024
13:48 Erdogan ji bo hevdîtina bi Sîsî re çû Misirê
13:36 Meşvanên Azadiyê li Curnê Reş in: Yekane muxatab birêz Ocalan e
13:33 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:27 Nasnameya hinek karkerên di bin hezazê de diyar bûn
13:26 DEM Partî ya Dêrsimê: Berpirsyarê vê karesatê AKP ye
13:05 Plana îmarê ya Kanal Stenbolê hate betalkirin
12:48 Têkildarî karesata madenê 4 kes hatin binçavkirin
12:33 Rojnamevan bi kelemçekirina bi paş ve hatine binçavkirin
12:27 Walîtiya Dêrsimê ketina Erzînganê qedexe kir: 4 kes hatin binçavkirin
12:12 Li Sêweregê ‘Meşa Azadiyê’
11:29 Ji bo Silêman Ehmed dê li Dadgeha Federe ya Iraqê serlêdan bê kirin
11:00 Cemal Yilmaz ê dayik û kurê wê qetil kirî hate girtin
10:46 Gelê Amedê ‘Rêwiyên Azadiyê’ bi dilgermî pêşwazî kir
10:16 Temellî: Heta ku azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were dê çalakî bidomin
10:15 Tehliyeya Demîr asteng kirin û pirsa ‘Çi karê te di nava siyasetê de heye?’ kirin
10:03 Laura Castel: Îmrali, li ser axa Konseya Ewropayê çalereşeke
09:53 Bijîşkê nexweşxaneyê sepanên derhiqûqî li girtiyên jin ferz kir
09:10 Endamên Xeta Jinê ji bo Rojvelat pankart daliqandin
09:09 113 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:07 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 80’yan de didome
09:06 Parêzer Demîr: Berxwedana Îmraliyê komplo pûç kir
09:05 Togûrlû yê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir: Dê azadiya Ocalan rê li ber aştiyê veke
09:04 Namzetê ku ji AKP'ê derbasî YRP'ê bû bi sûcê 'gefxwarin' û 'heqaretê' tê darizandin
09:02 Li Amed û Êlihê bi ser malan de hate girtin
09:02 Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê di bin navê 'bexşên mecbûrî' de ji nexweşan pere distîne
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2024'AN
13/02/2024
21:38 Ji TJA’yê bernameya xwendinê
21:35 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
19:55 Doza Kobanê: Hûn hebûna me didarizînin
19:41 Hevserokên DEM Partiyê: Tevî hemû hişyariyan hilweşîn pêk hatiye
16:49 Dayikên di Nobeta Edaletê de li dijî komployê meşiyan
16:46 Meşvanên Azadiyê li ber Minareya Çar Ling in: Ji xeynî azadiyê tu rê rêyeke din tune ye
16:27 Li Erzinganê li madenê hezaz çêbû: Karker di bin axê de ne
16:18 Erdogan û Barzanî hevdîtin kir
15:50 MKG û DFG’ê bertek nîşan dan: Dev ji sûcî berdin û hevalên me tavilê berdin
15:43 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
15:22 Komeleya Şêx Seîd: Tunehesibandina kurdan ji 1925’an cudatir nîn e
15:02 Di lehiya li Antalyayê de kesek mir
14:49 Li Geverê ajokarên servîsan kontak girtin: Bi hezaran xwendekaran mexdûr bûn
14:13 DAIŞ’iyê ku Înterpol lê digeriya li Santrala Akkûyûyê hate girtin
14:10 Bakirhan: Em fermanan ji qesran nagirin, ji gelê xwe digirin
13:56 Li Dîlokê tundiya mêr: Gulhan Korkmaz û kurê wê hatin qetilkirin
12:43 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
12:19 Ada ku ji ber îfadeyên Akbiyik dihat darizandin beraet kir
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:05 ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê bi saetan dom kir û coşeke mezin hebû
10:40 Baskên Meşa Azadiyê piştî 13 rojan gihiştin hev
10:30 Li Antalyayê lêhî rabû: Perwerde hate taloqkirin
10:29 Abdullah Ocalan: Bi komployê xwestin dubendiya Îsraîl-Filistînê biafirînin
10:28 Li Îzmîrê rojnameger hatin binçavkirin
09:51 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 79’an de didome
09:41 112 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:41 Gursel Tekîn ji partiya xwe îstîfa kir
09:40 Motorîn careke din hate zemkirin
09:35 Her du baskên ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê digihijin hev
09:09 Mehmet Reşît Ocalan: Di 15'ê Sibatê de li qadan dengê xwe bilind bikin
09:07 Qeyûman ji bo ronîkirina pirê 6 milyon TL xerc kir
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2024'AN
12/02/2024
22:10 Li Wanê posterê Abdullah Ocalan bi pirê ve hat daliqandin
22:07 Bi etîketa '#ÖzgürlükYürüyüşçüleriAmedde' banga beşdariyê
21:58 Civînên gel ên Meşvanên Azadiyê didomin
20:20 Cenazeyê Kizmazê hat definkirin
18:47 Rojnamevan Tûran hat girtin
17:07 Di doza êrişa bombeyî ya li Cadeya Îstîklalê de mutala hate aşkerekirin
17:05 Hevserokên SYKP’ê yên nû diyar bûn
16:56 Meşvanên Azadiyê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:41 Girtiyên muayeneya bikelemçe red kirin hatin îşkencekirin
16:04 Meşvanên Azadiyê li kuçe û kolanên Bismilê meşiyan
16:00 Mehmet Sîncar li cihê hatiye qetilkirin hate bîranîn
15:58 Ji bo navenda Dêrsimê û 7 navçeyan tifaq hate avakirin
15:57 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê belgeya helwestê ya hilbijartinê aşkere kir
15:28 Rojvelat Kizmaz dê li gundê Hermêsê bê definkirin
15:26 Girtiyên siyasî: Heke tecrîd bidome em ê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin
14:52 Leşkerên li Mêrdînê di şer de birîndarbûne anîn nexweşxaneyê
14:49 Nameyên ku peyvên Ocalan û Îmrali tê de hene tên desteserkirin
14:37 Girtî Olbecî: Heke Kobanê têk biçûya dê ev doz nehata vekirin
14:36 Bertek nîşanî girtina parêzerên ÇHD’î dan
14:19 Li keleha dîrokî bi gotinên Abdullah Ocalan bang kirin
14:03 Koçyîgît: Azadiya Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a çareseriyê
12:45 Cenazeyê Rojvelat Kizmaz a winda bûbû hate dîtin
12:20 Ciwanên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:11 Danişîna rojnamevanan hate taloqkirin
12:08 Bêkariya berfireh derket ji sedî 24,7’ê
11:52 Baskê Qersê li Êlihê bi coş hate pêşwazîkirin: Nirxên gelê kurd hene û ew nirx jî Ocalan e
11:32 Meşvanên Azadiyê: Jin pêşengtiya têkoşînê dikin
11:11 Li Wanê bi ser malan de girtin: 5 kes hatin binçavkirin
11:05 Her ku Meşvanên Azadiyê nêzî Amarayê dibin kelecana wan zêdetir dibe
10:55 Meşvanên Azadiyê li Şemrexê ne: Dem dema azadiyê ye
09:38 Dayikên Aştiyê yên Sêrtê: Heke Serok derkeve dê aştî ji bo me jî ji bo tirkan jî pêk were
09:12 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 78’an de didome
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 111 roj in tu agahî nayên girtin
09:10 Îsraîlê êrişî Refahê kir: Bi dehan kes hatin qetilkirin
09:08 Zêdetirî 3 mehan e agahî ji Ehmed nayên girtin: Destûr nayê dayîn ku hevdîtinê bike
09:07 Girtiyên di greva birçîbûnê de di bin zextan de ne
09:05 Ji Tokatê tev li Nobeta Edaletê bû: Şerê birakujiyê dikare bi azadiya Ocalan bi dawî bibe
09:04 Rojnamevan Campbell: Welatên kapîtalîst Ocalan weke gefekê dibînin
09:02 Muslim: Heta ku Ocalan azad nebe em çi bikin jî kêm dimîne
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2024'AN
08:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Ev dem ew dem e’ derket