Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî hat protestokirin

  • rojane
  • 17:10 15 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeta Edaletê a ku bi pêşengtiya xizmên girtiyan hatiye destpêkirin îro jî li gelek bajaran bedewam kir. Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate protestokirin. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin li gelek bajaran berdewam kir. Di çalakiyan de komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatibû kirin hat şermezarkirin. 
 
AMED 
 
Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşgntiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 73’yan de berdewam kir. Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û radestkirina wî ya Tirkiyeyê, çalakvanan cilên reş li xwe kirin. 
 
Serdanên ji bo piştevaniya bi Nobeta Edaletê re îro jî berdewam kirin. Ziyaretvanan jî pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û piştgirî dan çalakvanan. Ji ber ku li dijî komployê şîn dihat girtin, di çalakiyê de stran nehatin gotin û tililî nehatin avêtin. 
 
Têkildarî girîngiya rojê axaftin hate kirin û piştre jî dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.
 
ÊLIH 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), xizmên girtiyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl hatiye destpêkirin di roja 15’an de berdewam kir. Çalakî li avahiya DBP’a Êlihê tê lidarxistin û nûnerên rêxistin girseyî yên demokratîk ên bajar û siyasetmedar hatin serdana nobetê. Di heman demê de di nava rojê de gelek kes tev li çalakiyê bûn. 
 
Kesên tev li nobetê bûn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kirin. Di tevahiya nobetê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Bijî serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 
 
STENBOL
 
Li Stenbolê jî bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin. Nobet, di roja 66’an de li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Esenyurtê berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankarta “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin û çalakvanan pêşmalkê bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. 
 
Dayikên girtiyan ên di çalakiyê de cih girtin ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê laçikên reş li xwe kirin. 
 
Li gel rêveberên DEM Partiyê yên rêxistinên Başakşehîr û Esenlerê, her wiha gelek welatî jî hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Di Nobeta Edaletê de stranên şoreşgerî hatin gotin, çepik hatin lêdan û tililî hatin avêtin. 
 
Hat diyarkirin ku Nobeta Edaletê dê sibe li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Kuçukçekmeceyê bê domandin. 
 
WAN
 
Nobeta Edaletê ya Wanê li Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 73’yan de berdewam kir. Çalakî li avahiya DBP’a Bajar tê domandin û îro rêveberên DEM Partiyê yên navçeyên Seray û Rêya Armûşê û şêniyên taxên Cevdetpaşa û Cumhuriyetê hatin serdana çalakvanan. 
 
‘PIRSGIRÊK DÊ ÇARESER BIBE’
 
Di çalakiyê de endama Meclisa Dayikên Aştiyê Aynûr Hayat Atabay axivî û xwest ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin. Atabay, wiha domand: “Ev nêzî sê meh in em vê çalakiyê didomînin. Îro 15’ê Sibatê ye çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan didome. Em li vir bangî hemû cîhanê dikin; Meşa Mezin a Azadiyê ev 15 roj in tevî hewayê nebaş jî bajar bi bajar dom kir. Van meşvanan ji bo dengê xwe bi cîhanê bidin bihîstin bi rê ketin. Bila tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan êdî bi dawî bibe. Dema ev tecrîd bi dawî bû, dê tecrîda li ser girtîgehan jî bi dawî bibe. Di esasê xwe de dê tecrîda li ser gelê kurd rabe. Weke dayik em dibêjin ‘êdî bes e.’ Îktîdar li hemberî me kerr û lal e. Ev 73 roj in em nikarin dengê xwe bi tu kesî bidin bihîstin. Çalakiya me ya ji bo aştî û azadiyê didome. Divê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin. Ji ber ku nifteya çareseriyê Îmrali ye. Heke deriyên Îmraliyê bên vekirin dê her tişt çareser bibe.” 
 
Çalakiya nobetê bi stran û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir. 
 
MÊRDÎN 
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan çalakî domandin û gelek kes hatin serdana çalakiyê. Di heman demê de qursa ziman jî domiya. Ji ber salvegera komploya navneteweyî, têkildarî komployê nîqaş hatin meşandin. Her wiha li ser medyaya dijîtal jî Meeşa Azadiyê hate şopandin. Dayika Aştiyê Halîme Kaya di çalakiyê de axivî û wiha got: “Ez vê roja reş lanet dikim. Têkoşîn û çalakiya me ji bo Serok e. Bila her kes vê baş bizane. Em ji bo aştî û Rêbertiya xwe têdikoşin.” 
 
Dayika Aştiyê Mehdiye Yalçin jî xwest ku Ocalan azad bibe û aştî pêk bê. Dayika Aştiyê Remziye Akar jî ev tişt anî ziman: “Em dixwazin serokê me ji girtîgehê derkeve. Em dixwazin aştî çêbibe û temamiya gelê me aram bijî.” 

Sernavên din

06/05/2024
15:22 KESK: Girtî û binçavkiriyan berdin
14:53 OHD’ê rapora ‘binpêkirinên li girtîgehên Egeyê’ eşkere kir
14:36 Li İslahiyeyê qeza: 8 kesan jiyana xwe ji dest da.
14:27 Hiqûqnas bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a Kozagaçli û Tîmtîkê dan
14:23 Cenazeyê rojnameger Başlangiç dê li Kolnê bê definkirin
14:02 Bi pitika xwe ya 11 mehî re li qereqolê tê ragirtin
13:58 Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê siyaseta jiyanê û aştiyê bidomînin
13:56 Li ber şaredariyê banga îstîfayê li Begît kirin
13:33 Temellî: Divê şandeyeke lêkolînê biçe Îmraliyê
12:50 DFG-MKG:Rojnamegerî ne sûc e
12:49 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn: Têkoşîn dê serbikeve
12:36 Danişîna doza Weqfa Hîranûrê hat taloqkirin
12:20 Hejmara kesên li Brezîlyayê di lehiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 78
12:11 Dema binçavkirina derhêner Kesîk cara sêyemîn hate dirêjkirin
12:04 Dê parlamenter li Licikê lêkolînê bikin
12:01 Barzanî bi rojeva ‘hilbijartinê’ çû Îranê
11:19 DEM Partî: Meşaleya di 68’an de hatiye vêxistin rêya azadiyê ronî dike
10:58 Li Samsunê jinek hate qetilkirin
10:12 Îsraîl amadehiya operasyonê dike: Refah tê valakirin
09:56 Berdevka TOP’ê: Hewl tê dayîn ku sosyalîst bên krîmînalîzekirin
09:55 Gava ewil a komployê: Êrişa bombeyî ya li dijî Abdullah Ocalan
09:11 Malbata xwe qetil kir û piştre jî întîhar kir
09:10 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 195 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:06 Hevserokê PADÊ Hecî: Li dijî tifaqên qirêj Şengal xwedî helwest e
09:05 Eren Keskîn: Em di pêvajoyeke ku her cure rexne qedexene de derbas dibin
09:04 Li parêzer doza ‘te çima parêzerî kir’ hate vekirin
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2024'AN
08:12 Li Amedê serdegirtinên malan: Rojnamevan hatin binçavkirin
07:40 Xwebûn bi manşeta “Hiqûqa dijminantiyê” derket
05/05/2024
23:40 Li Wanê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
22:55 Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû
22:47 Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan
21:45 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne
21:05 Pisporan ji bo erdheja gengaz a li Çewligê hişyar kirin
19:43 Lawê midûrê polîsan di şaredariyê de bi rêk û pêk meaş digire!
19:19 Li Kenya û Brezîlyayê lehî rabû: 294 kesan jiyana xwe ji dest da
18:58 Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
18:48 Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e
17:52 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye
17:42 Li Mereşê cînayeta kar
16:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn
15:57 Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
15:39 Denîz Gezmîş û hevalên wî li Mêrsînê hatin bibîranîn
15:30 Şaredariyên DEM Partiyê ji bo Cizîrê seferber bûn
15:30 Ji bo bîranîna Kenan Mak dê pêşbirka helbest û çîrokan bê lidarxistin
14:37 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin
13:37 Li Hesekê teqîn
12:56 Li gelek bajaran Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
12:55 DEM Partî: Girtiyên 1’ê Gulanê berdin
11:49 Bakirhan û Hatîmogûllari çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
11:15 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:14 Li 6 bajaran dê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ bên destpêkirin
10:55 Gundên Şêrawa û Şehbayê hatin topbarankirin
10:20 Rejîma Îranê hunermend Hamza Cehferî binçav kir
10:05 Şaredariya Artukluyê li xebatkarên xwe yên ‘winda’ digere!
09:29 Hejmara 62’yan a Kovara Jînê derket
09:21 Weşanxaneyên kurd di dorpêça krîza aborî û qedexeyan de ne
09:17 Mehmet Ocalan: Ger tecrîd tune be, çima em nikarin hevdîtinê bikin?
09:15 'Berê xebera mirinê ji girtîgehan bê divê em berpirsiyariyê hilgirin'
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:05 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 194 roj in agahî nayên girtin
09:04 Nîqaşên ji bo mufredata nû: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê
09:03 Piştî DEM Partî bi ser ket, wezaretê doza wesayîta xwe ya çopê kir
09:01 Bolunmezê AKP'î bîrên avê yên gundiyan teqand: Mehek e gundî bê av in
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2024’AN
08:51 Meteorolojiyê ji bo 18 bajaran bi koda zer hişyarî kir
08:17 Ji binçavkiriyên Stenbolê 38 jê hatin girtin
04/05/2024
23:19 Di meha Nîsanê de 32 jin hatine qetilkirin
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan
16:35 Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:17 Li Edeneyê 2 kes hatin girtin
16:06 Aktîvîstên mafên mirovan: Guvel û Odabaş bila bên berdan
15:49 Li 2 bajaran bangawaziya ‘binçavkiriyan berdin’
15:14 Li 4 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
15:01 Maça Amedspor û Menemenê dest pê kir
14:57 Meclisa Jinan a Egîtîm Senê: Em mufredata zayendperest red dikin
14:41 Li Cizîrê 3 kes hatin girtin
14:36 Di bîranîna Komkujiya Dêrsimê de banga ‘hevrûbûnê’
14:29 ÎHD: Bi Komkujiya Dêrsimê re hevrû bin
13:54 Parêzeran bersiva wezareta got ‘tecrîd nîne’ da: Li Îmraliyê hemû maf tên binpêkirin
13:52 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman ê ev 32 sal in winda ye pirsîn
13:23 Rojnameger Dal ev 9 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:50 Woman Press Freedom: Di girtîgehê de 92 rojnamegerên jin hene
11:42 Hêzên Îranê kolberek bi giranî birîndar kirin
11:02 Kurê Qureshiya hatiye qetilkirin hate girtin
11:01 Li komeke cigareyê zam hate kirin
09:56 Pîroglû: Divê darbeya li AKP’ê hatiye xistin, bi îstîfaya Erdogan dawî bibe
09:48 Di êrişa DAIŞ’ê de 17 leşkerên Şamê hatin kuştin
09:46 Parêzerê Hatîce Yildizê: Divê demildest emeliyat bibe
09:18 Gef li girtiyên hatin îşkencekirin hat xwarin
09:16 'Tecrîd tenê ne meseleya kurdan e'
09:14 Li Hênê cîsmek teqiya: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 193 roj in tu agahî nayên girtin