Bi cil û bergên xwe yên kurdî li her derê digere

ŞIRNEX- Ciwanê bi navê Mûrat Çarkçi li kar, li malê, li kuçeyan û bajaran bi cilên xwe yên kurdî balê dikşîne ser xwe. Çarkçi, anî ziman ku gelek caran ji bervan kincên xwe rastî êriş û astengiyan hatiye û got: "Ji min re dibêjin, 'Ev kincên terorîstan in em naxwazin hûn van kincan li xwe bikin.' Ev kinc nîşaneya nasnameya min a kurd e."   

 
Li Kurdistanê di van salên dawî de, polîtîkayên şerê taybet û çewisandinê berbelav bdibin. Ji van polîtîkayan herî zêde jî çanda kurdî para xwe digire. Çand, nasname û hebûna gelan e û di heman demê de hêmana ku neteweyan ji hev cuda dike jî her çand e. Çand ziman, bawerî, dîrok, taybetmendiyên gelan di nava xwe de dihewîne. Kurd jî yek ji qewmê xwedî vê taybetmendiyê ye. Cil û bergên kurdî ew cil û berg in ku taybet bi neteweya kurd in û beşeke girîng a çanda kurdî pêk anîne û neteweya kurd bi cil û bergên xwe yên resen ve tê nasîn. Lêbelê ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê û MHP'ê ev çand her tim di hedefê de ye. Di çarçoveya van polîtîkayan de hat xwestin ku bi Pakêta Asayîşa Hundir, “Cilên ku wekî cilên endamên rêxistinê bên dîtin, tên qedekirin” kurdên ku niha berxwedana hebûn û çandê didin di her qadên jiyanê de rastî êrişan jî tên. Yek ji van jî Murat Çarkçi ê 32 salî ye. 
 
Çarkçi ê ku ji ber pirsgirêkên aborî 21 sal bûn ku li bajarê Enqereyê dijiya, di 7 saliya xwe de dest bi lixwekirina wan kiriye. Çarkçi ê  ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî diçû dibistanê gelek caran destûr nedan ku bi van kincan bikeve dibistanê. Lê Çarkçi tu carî dev ji israra xwe ya lixwekirina cil û bergên neteweyî yên kurdî berneda û her carê piştî ku ji dibistanê derdikeve diçe malê û cil û bergên xwe li xwe dike. Her çend li Enqereyê carinan rastî êrîş û bertekên neyînî tê jî, li kar, li malê û di her warê jiyanê de bi kincên xwe re tevdigere. Çarkçi, di sala 2016'an de vedigere cihê ku li dayik bû, navçeya Cizîr a Şirnexê.Çarkçi ê ku ji ber karê xwe piranî diçe rojavayê Tirkiyeyê, gelek caran rastî êrîşan jî tê. Berxwedana wî ya Çarkçi 25 sal in dev ji cil û bergên xwe yên netewî bernedaye û bi wan re bûye yek.
 
Çarkçi bi minesebeta 10'ê Adarê Roja Kincên kurdî axivî.
 
LI MAL, LI KAR Û LI KOLANAN BI KINCÊN KURDÎ YE 
 
Çarkçi diyar kir ku dema ku bi cil û bergên neteweyî dikeve nav civakê herkes li wî  matmayî dinire û got ku lixwekirina cil û bergên neteweyî bersiveke ji polîtîkayên  qirkirina çandî re û wiha axivî: "Dema ku ez bi van cilan diçim kar û yan jî derdikevin ji min re dibêjin,' Tu li Tirkiyeyê ye' ez li hemberî van gotinan dibêjim,' ev kincên me ne û kurd van li xwe dikin' Dema ku ez diçin Stenbol, Eskîşehîr, matmayî dimînin. Lê xelk çi bibêje bila bêje eslê me ev e. Li Rojavayê Tirkiyeyê wiha dibêjin û li Kurdistanê jî ji min re dibêjin,' tu dê biçî dewatê te ev kinc li xwe kirine?' li gorî min divê ku em bi zimanê xwe biaxivin û cilên xwe yên kurdî li xwe bikin. Dar li ser koka xwe û mirov jî li ser ziman û çanda xwe şîn dibe. Gelek kurd van kincan li xwe nakin. Dema ku ez diçim kar xelk dibêje,' ez te re nayêm kar, heke ku tu van kincan li xwe bikî ez kar jî nadim te û pere jî nadim' ez jî ji wan re dibêjim,' ez ê birçî bimînim lê ez ê heta ku hebim kincên xwe li xwe bikim' derdor dibêje van kincan li xwe neke, malbat dibêje li xwe neke, bajarên tirkan êriş dike. Lê ez dibêjim,' cilên me şerefa me ne"  
 
HETA NIHA GELEK CARAN RASTÎ ÊRIŞAN HAT 
 
Çarkçi anî ziman ku ji ber ku ew kincên kurdî li xwe dike gelek caran jî rastî astengî û êrişan tê û wiha got: "Di sala 2017'an heta niha ez di nava jiyana rojane de van kincan li xwe dikim.Kincên min ev in. Beriya vê ez li Enqereyê bûm. Li wir jî min kincên xwe li xwe dikirin. Eslê min berê çi be niha jî ew e. Herkes her roj dema ku bi van kincan dibînin dibêjin,' tu diçî dewatê ma her roj dewate?' lê ez ji wan re dibêjim,' na ez ê biçim ser karê xwe' dibêjin,' tu çima van kincan li xwe dikî' ez ji wan re dibêjim,' ez kurd im' ez ji wan re dibêjim,' hûn çawa dibêjim pantolun xweşe, îşlik xweşe li gel min jî şal û şepik xweşe. Dema ku ez wê rojê bi otubûsên dihatim Cizîrê leşkeran otobûs da sekinandin û gotin,' ev çi halê te ye?' min jî ji wan re got,' çibû' ji min re dibêjin,' ev der Tirkiye ye' min got,' erê Tirkiyeye lê ez kurd im' hem zimanê me qebûl nakin û hem jî çanda me qebûl nakin. Li cem min hevalê min hebû wî jî got,' van kincan derbixîne' lê min dernexist. Ev ne meseleya rikê ye, ev meselaya şeref û namûsê ye. Ji ber van kincan ez gelek caran rastî êrişan hatim. Hem di nava şantiyê de, hem di otogarê de û hem jî di nava otobûsê de rastî êrişan hatime. Lê ez dîsa jî bernadim. Çimkî kincên netewa kurd şerefa me ne. "
 
TEVÎ HEMÛ ASTENGIYAN JÎ DEV JÊ BERNADE
 
Mûrat Çarkçi bi lêv kir ku kincên kurdî jî tên qedexekirin û got ku li tevî hemû astengiyan jî ew dev ji çanda xwe bernade û wiha domand: "Bila ciwanên me pantolon li xwe nekin kincên xwe yên netewî li xwe bikin. Sedî 70'ê kurd dema ku diçin dewatê kincên kurdî li xwe dikin. Mirov di vê cîhanê de her tiştekî hin dibe lê hûn nikarin piştre çanda xwe jibîr bikin. Kî çi bibêje bila bêje ez ê dev ji çanda xwe û cilên xwe bernedim. Dema ku ez van kincan li xwe dikim rastî êrişan têm û ji min re dibêjin,' Hûn terorîstin em naxwazin di nava otobûsê de tu bi van kincan bigerî' Lê çareseriyê jî ez xwe bi xwe dibînim. Dibêjin,' ev ne kincên we ne yê terorîstan in heke ku hûn li xwe bikin em ê we bikujin' em çawa ku hebûna xwe înkar nakin em kincên xwe jî înkar nakin. Pirsgirêkên mezin hene lê em çareser dikin.  "
 
'KINCÊN ME NÎŞANEYA NASNAMEYA ME YE'
 
Çarkçi anî ziman ku her gelek bi çanda xwe tê nasîn û bang li ciwanan kir ku xwedî li çanda xwe derbikevin û got: "Tenê ciwanên me dema ku diçin dewatan van kincan li xwe dikin. Em dibêjin bila ciwanên kurd kincên xwe yên kurdî li xwe bikin. Bila xurtên Cizîra Botan kincên kurdî li xwe bikin. Dema ku em diçin Rojavayê Tirkiyeyê xelk ji me re dibêje,' tu kurdî yan tirkî em nizanin' lê heke ku em bi kincên xwe biçin dê herkes rengê me nas bikin. Ev nîşaneya nasnameya me ye. Çawa ku em bi zimanê xwe diaxivîn divê ku em wisa xwedî li kincên xwe yên kurdî jî derbikevin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 
 
 

Sernavên din

11/03/2024
13:49 Bernameya Newroza li Îzmîrê hate aşkerekirin
13:28 Dadgeh: Di doza rojnamevan Yilmaz de beyanên şahidan nehatin piştrastkirin
13:20 Bakirhan: Hewcehiya me ne bi tank û topan bi aştiyê heye
12:19 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê: Em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêya
12:17 Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin hatin derbkirin
11:51 Hatîmogûllari: Her dengê ji bo ampûlê tê dayîn ji MHP’ê re diçe
11:46 Qedexeya li Çiyayê Gabarê cara 6’emîn hate dirêjkirin
11:43 Li Hezexê mirina biguman a jinekê
11:10 TUÎK: Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,1
11:08 Qeyûm ji bo pereyan ji şaredariya AKP’î re bişîne şaredarî xist bin deynan
11:05 Ji bo tevlibûna Newroza Wanê bang hate kirin
10:52 Bersûcên girtî yên di dosyaya Temer de bi beraetê hatin berdan
09:23 Hunermendên dê di Newrozê de derkevin ser dikê eşkere bûn
09:18 DEM Partî li Qereyaziyê li pey rekorê ye
09:16 139 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:11 Greva birçîbûnê di roja 106'an de didome
09:04 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lekeya 36 serran a sîyaye” derket
09:01 Xwezaya gundê kurdên elewî Kapazê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN
08:45 Di êrişên DAIŞ’ê yên li çolê de 195 kes hatin kuştin
10/03/2024
23:58 Li Îdirê şahiya gel a bicoş: Em ê serkeftina xwe dîsa pîroz bikin
22:35 Li Amedê ji bo Cejna Tipa Alternatîf şahiyek hate lidarxistin
22:05 Vîdeoya ‘Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome!’ hate parvekirin
21:37 Li ser medyaya dîjîtal kampanyaya #RabeNewrozHat
20:24 Li Wanê êrişî jinekê hate kirin
20:09 DEM Partiyê forûm li dar xist û buro vekirin
18:54 Li Antalyayê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
17:32 Endama ESP’ê Otlû ya hatibû binçavkirin hate girtin
17:21 Hatîmogûllari: Em ê sindoqan weke çavê xwe biparêzin
17:00 Amedsporê Arnavutkoy Belediyespor 5-1 têk bir
16:52 Bakirhan ji Tetwanê bang kir: Ev hilbijartin di navbera we û tifaqa JÎTEM’ê de ye
16:49 Namzetên DEM Partiyê xebatên xwe bênavber didomînin
16:37 Bakirhan ji AKP’ê re got: Serê wan li ser cilnimêjê aqilê wan li ser heramiyê ye
15:50 Nobeta Edaletê: Pirsgirêka kurd pirsgirêka gelan e
14:57 Girtiyên piştî 30 salan hatin berdan hatin ziyaretkirin
14:54 Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê şahî li dar xist
14:50 Piştî deklarasyonê agirê Newrozê hat vêxistin
14:44 Hatîmogûllari: Em ê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi dest bixin
14:40 DEM Partî dê helwesta xwe ya ‘Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî’ eşkere bike
14:07 Di hefteyekê de li Efrînê 16 kes hatin revandin
14:06 Bayindir: Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya Ocalan
13:45 Bakirhan: Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin li Weysel Qeranî duayan dikin
13:31 Di deklarasyona Newrozê de banga çareserkirina pirsgirêka kurd
11:14 Deklarasyona Newroza 2024’an: Dem dema azadî û yekitiya neteweyî ye
11:11 Bertek nîşanî namzetê AKP’ê yê pereyan belav dike dan: Bêşerm!
09:59 Dayika Al a bi ser hucreya wê de hatiye girtin: Zextan bi dawî bikin
09:14 Berdana Salih Gun ê 30 sal girtî û nexweş 2 sal in tê astengkirin
09:13 Mûşî: Rêya xelasiyê DEM Partî ye
09:09 Dirûşma Newroza 2024’an: Rabe dema azadî û serkeftinê ye
09:05 Hejmara nû ya Kovara Jînê derket
09:02 Greva birçîbûnê di di roja 105'an de didome
09:01 138 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2024’AN
09/03/2024
22:18 Li Pirsûsê 17 kes hatin girtin
19:05 Mîtîngên 8'ê Adarê: Dê têkoşîna ji bo cîhaneke bê şer û kedxwariyê bidome
18:36 Ahmet Turk: Mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye
18:25 Nobeda Edaletê ya bi daxwaza 'azadî ji bo Ocalan' didome
17:56 Namzetên DEM Partiyê bi ciwanan re civiyan
16:52 ÎHD: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:43 Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn
16:27 ‘Heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna me bidome’
15:55 Bakirhan: Dê şaredarî bibe mala hevpar a sêrtiyan
15:10 Li Edeneyê hunermend bi hinceta ‘lêpirsînê’ hatin astengkirin
14:29 Li Xezayê hejmara miriyan derket 30 hezar û 960 kesan
14:28 Hatîmogûllari: Fîrewn dê biçin, demokrasî dê were
14:14 Namzetên Amedê bi ciwanan re hatin ba hev
13:50 Bakirhan li Misircê ye: Muxabatê çareseriyê Abdullah Ocalan e
13:17 Li Rihayê daxuyaniya 8’ê Adarê: Em ê vê tarîtiyê bi hev re derbas bikin
13:07 Bakirhan li Dihê ye: Mîratgirên Yakûp Axa em in
12:44 Li Dêrsimê mitînga 8’ê Adarê: Em di têkoşînê de bi biryar in
12:16 Jina ku hevjînê wê tundî lê dikir, bav û kekê wê hatin qetilkirin
11:58 Hatîmogûllari banga seferberiyê kir: Em hemû kesên deng bikarbînin veguhêzin
10:48 Li girtîgeha Samsûnê zext zêde bûn
10:47 Jinên qersî: Heke DEM Partî serbikeve dê her kes serbikeve
10:00 Li dijî sosyalîstan operasyon: Lingê kurê serokê sendîkayê şikest
09:33 DEM Partî dixwaze li bajarê ol û zimanan serbikeve
09:14 Li Dîlovasiyê ji ber depoya kîmyewî koçberî li taxekê tê ferzkirin
09:11 Greve birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkiririn di roja 104'emîn de didome
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed ev 137 roj in agahî nayê girtin
09:07 Bi cil û bergên xwe yên kurdî li her derê digere
09:03 Bajar bi bajar dema pîrozkirina Newrozê
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2024'AN
08/03/2024
21:57 Li Hezexê leşkeran gundekî dorpêç kir
21:52 Bi hezaran jin li Stenbolê di ‘Meşa Şevê ya Femînîst’ de ne
18:25 Gultan Kişanak: Em ê bajarekî adîl û wekhev bi hev re ava bikin
18:21 Li Sêrtê kelecana 8’ê Adarê: Em ê bi hêza 8’ê adarê biçin ser sindoqan
17:40 Ûçarê serdana Nobeda Edaletê kir
16:43 Li Qoserê di mitînga 8’ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin
16:39 Mitînga 8’ê Adarê bi dirûşma ‘hezar silav ji Îmraliyê re’ bi dawî bû
16:21 Jinên serhedî di govenda 8’ê Adarê de ne
16:12 Destûr nedan ku Kişanak ji bo hilbijartinê wêne bikişîne
16:03 Li Akdenîzê şahiya 8’ê Adarê: Em ê pergala mêr têk bibin
16:01 Leyla Guven: Dilê me bi we re ye
15:55 Turkoglû: Em ê bi ser kevin, dê jin bi ser kevin, dê civak bi ser keve
15:53 Li Depê coşa 8’ê Adarê: Em peyhatiyên Sara û Berîtana ne
15:11 Jin bûn yek deng: Em dest ji jiyana xwe jî û mafên xwe jî bernadin
14:55 Hatîmogûllari: Em ê serî li ber şerê taybet netewînin
14:53 Li Êlihê peyama 'Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadiyê serbikevin' hate dayîn
14:52 Uçar: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:05 Li Kapazê protestoya bendavê