Jinên qersî: Heke DEM Partî serbikeve dê her kes serbikeve

QERS - Jinên ji Qersê destnîşan kirin ku qeyûm li bajar tu xizmet nekirine û gotin: “Heke di hilbijartinan de DEM Partî serbikeve, dê her kes serbikeve.” 
 
Ji hilbijartina herêmî re 21 roj man û partiyên siyasî xebatên xwe li Qersê didomînin. Partiyên kurdan di hilbijarina 2019’an de cara yekem Şaredariya Qersê bi dest xist. Piştî ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) şaredariyê bi dest xist, li bajarê ku gelek gel û bawerî tê de dijîn bi xizmetên hêja re her çiqas di dilê gel de cih girtibe jî di 2’yê cotmeha 2020’an de qeyûm hate tayînkirin. Piştî tayînkirina qeyûm, projeyên ji bo gel dê bihata kirin jî nîvco man. Qeyûm gelek saziyên xizmetê girtin û ev yek jî ji herî zêde jin bandor kirin. 
 
Xebatên hilbijartinên herêmî yên DEM Partiya ku ji bo Namzetên hevşaredariyê Qersê Kenan Karahanci û Arzu Savaş Derman diyar kirine, berdewam dikin. Jinên ku duh tev li şahiya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhan bûne destnîşan kir ku ew ê dîsa şaredariyê bistînin.
 
‘HEKE DEM SERBIKEVE DÊ ŞAREDARÎ BIBE YA HER KESÊ’
 
Kîne Tozûn a tev li şahiyê 8’ê Adarê bûye anî ziman ku ew ê şaredariyê ji qeyûm bistînin. Tozûn diyar kir ku qeyûm xizmeta gel nake û wiha axivî: “Qeyûm ne pirsgirêka me ya avê ne jî ya rê çareser kir. Rêyên me tev herî ne û em pirsgirêka avê dijîn. Li Qersê tenê kurd najîn. Di heman demê de tirk, terekeme û azerî jî dijîn. Ez bang li wan dikim, bila werin em bi hev re bixebitin û şaredariyê ji destê qeyûm xelas bikin. Ji ber dema ku DEM Partî şaredariyê bi dest xist dê şaredarî bibe ya me hemûyan û dê xizmeta me tevan bike.” 
 
‘QEYÛM JI BO JINAN ÇI HEBE GIRT’
 
Ayşe Erkmen da zanîn ku ew ê qeyûman bişînin û wiha axivî: “Li vê derê kooperatîfa jinan hebû lê belê qeyûm girt. Kafeya Mor a Jinan hebû hate girtin. Ser navê jinê çi hebe qeyûm hemûyan girt. Ji ber vê yekê em wek jin ji bo ku destkeftiyên xwe bi dest bixin dê qeyûman bişînin. Bila jin xwedî li xwe derbikevin. Bila gelê me dengên xwe bikar bînin û xwedî li sindoqên xwe derbikevin.” 
 
‘DÊ SILAVÊ JÎ NEDIN GEL’
 
Dayika Zerro diyar kir ku ew li taxa Ataturk rûdine, rêyên wan xerab in û derbarê pirsgirêk xwe de ev tişt gotin: “Qeyûm ji bo taxê tu tiştan nake. Herwiha silavê jî nadin. Heke ew bi ser kevin dê dîsa silavê nedin. Lê belê dema ku me şaredariyê bi dest xist, dê gelek fêdeya me ji gel re çêbe. Li vê derê ecem, terekeme, kurd û tirk bi hev re dijîn. Pirsgirêka me bi tu kesî re nîn e, lê belê Erdogan tim pirsgirêkan derdixe. Ez bawer dikim dema ku me şaredariyê bi dest xist, dê tevahiya pirsgirêkên bajarê me çareser bibin.” 
 
‘JI BO ME DEMA SERKEFTINÊ YE’
 
Tevî temenê xwe yê mezin Husniye Anli jî tev li şahiyê jinan bû û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Bila êdî mafên gelê kurd werin dayîn. Me wek kurd gelek êş kişandin. Êdî ji bo me dema serkeftinê ye. Em dixwazin partiya me serbikeve. Em dengê xwe nadin kesan, didin partiyê. Em ê dengê xwe bidin xwe. Tevî ku qeyûm tiştekê nekiriye ji bo gel bêyî serêşiyê tiştekê nake. Em azadiya birêz Ocalan û gelê kurd dixwazin.” 
 
‘DEM PARTÎ WEKHEV NÊZÎ HER KESÊ DIBE’
 
Rûken Hancî destnîşan kir ku partiya wan wekhev nêzîkî her kesê dibe. Hancî got ku ew tu xizmeta qeyûm nabînin û ev tişt gotin: “Dê DEM Partî cihakariyê li tu koman nake, dê xizmetê wekhev bide her kesê. Lê belê partiyên din wisa nîn in, gelê kurd tim weke welatiyên çîna duyem dibînin. Em vê yekê qebûl nakin. Heke partiya me serbikeve, dê her kes serbikeve.” 
 
Gulay Bûlût a ji navçeya Dîgorê ji bo şahiyê hatiye navenda Qersê jî wiha axivî: “Wekî navendê, qeyûm tayînî Dîgorê jî kirin û heya îro tu xizmetan nekir. Em ê ji bo bidestxistina şaredariyê bi hev re têbikoşin û AKP’ê bişînin.” 
 
MA / Mehmet Guleş
 
 

Sernavên din

11/03/2024
13:49 Bernameya Newroza li Îzmîrê hate aşkerekirin
13:28 Dadgeh: Di doza rojnamevan Yilmaz de beyanên şahidan nehatin piştrastkirin
13:20 Bakirhan: Hewcehiya me ne bi tank û topan bi aştiyê heye
12:19 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê: Em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêya
12:17 Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin hatin derbkirin
11:51 Hatîmogûllari: Her dengê ji bo ampûlê tê dayîn ji MHP’ê re diçe
11:46 Qedexeya li Çiyayê Gabarê cara 6’emîn hate dirêjkirin
11:43 Li Hezexê mirina biguman a jinekê
11:10 TUÎK: Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,1
11:08 Qeyûm ji bo pereyan ji şaredariya AKP’î re bişîne şaredarî xist bin deynan
11:05 Ji bo tevlibûna Newroza Wanê bang hate kirin
10:52 Bersûcên girtî yên di dosyaya Temer de bi beraetê hatin berdan
09:23 Hunermendên dê di Newrozê de derkevin ser dikê eşkere bûn
09:18 DEM Partî li Qereyaziyê li pey rekorê ye
09:16 139 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:11 Greva birçîbûnê di roja 106'an de didome
09:04 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lekeya 36 serran a sîyaye” derket
09:01 Xwezaya gundê kurdên elewî Kapazê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN
08:45 Di êrişên DAIŞ’ê yên li çolê de 195 kes hatin kuştin
10/03/2024
23:58 Li Îdirê şahiya gel a bicoş: Em ê serkeftina xwe dîsa pîroz bikin
22:35 Li Amedê ji bo Cejna Tipa Alternatîf şahiyek hate lidarxistin
22:05 Vîdeoya ‘Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome!’ hate parvekirin
21:37 Li ser medyaya dîjîtal kampanyaya #RabeNewrozHat
20:24 Li Wanê êrişî jinekê hate kirin
20:09 DEM Partiyê forûm li dar xist û buro vekirin
18:54 Li Antalyayê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
17:32 Endama ESP’ê Otlû ya hatibû binçavkirin hate girtin
17:21 Hatîmogûllari: Em ê sindoqan weke çavê xwe biparêzin
17:00 Amedsporê Arnavutkoy Belediyespor 5-1 têk bir
16:52 Bakirhan ji Tetwanê bang kir: Ev hilbijartin di navbera we û tifaqa JÎTEM’ê de ye
16:49 Namzetên DEM Partiyê xebatên xwe bênavber didomînin
16:37 Bakirhan ji AKP’ê re got: Serê wan li ser cilnimêjê aqilê wan li ser heramiyê ye
15:50 Nobeta Edaletê: Pirsgirêka kurd pirsgirêka gelan e
14:57 Girtiyên piştî 30 salan hatin berdan hatin ziyaretkirin
14:54 Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê şahî li dar xist
14:50 Piştî deklarasyonê agirê Newrozê hat vêxistin
14:44 Hatîmogûllari: Em ê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi dest bixin
14:40 DEM Partî dê helwesta xwe ya ‘Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî’ eşkere bike
14:07 Di hefteyekê de li Efrînê 16 kes hatin revandin
14:06 Bayindir: Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya Ocalan
13:45 Bakirhan: Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin li Weysel Qeranî duayan dikin
13:31 Di deklarasyona Newrozê de banga çareserkirina pirsgirêka kurd
11:14 Deklarasyona Newroza 2024’an: Dem dema azadî û yekitiya neteweyî ye
11:11 Bertek nîşanî namzetê AKP’ê yê pereyan belav dike dan: Bêşerm!
09:59 Dayika Al a bi ser hucreya wê de hatiye girtin: Zextan bi dawî bikin
09:14 Berdana Salih Gun ê 30 sal girtî û nexweş 2 sal in tê astengkirin
09:13 Mûşî: Rêya xelasiyê DEM Partî ye
09:09 Dirûşma Newroza 2024’an: Rabe dema azadî û serkeftinê ye
09:05 Hejmara nû ya Kovara Jînê derket
09:02 Greva birçîbûnê di di roja 105'an de didome
09:01 138 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2024’AN
09/03/2024
22:18 Li Pirsûsê 17 kes hatin girtin
19:05 Mîtîngên 8'ê Adarê: Dê têkoşîna ji bo cîhaneke bê şer û kedxwariyê bidome
18:36 Ahmet Turk: Mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye
18:25 Nobeda Edaletê ya bi daxwaza 'azadî ji bo Ocalan' didome
17:56 Namzetên DEM Partiyê bi ciwanan re civiyan
16:52 ÎHD: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:43 Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn
16:27 ‘Heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna me bidome’
15:55 Bakirhan: Dê şaredarî bibe mala hevpar a sêrtiyan
15:10 Li Edeneyê hunermend bi hinceta ‘lêpirsînê’ hatin astengkirin
14:29 Li Xezayê hejmara miriyan derket 30 hezar û 960 kesan
14:28 Hatîmogûllari: Fîrewn dê biçin, demokrasî dê were
14:14 Namzetên Amedê bi ciwanan re hatin ba hev
13:50 Bakirhan li Misircê ye: Muxabatê çareseriyê Abdullah Ocalan e
13:17 Li Rihayê daxuyaniya 8’ê Adarê: Em ê vê tarîtiyê bi hev re derbas bikin
13:07 Bakirhan li Dihê ye: Mîratgirên Yakûp Axa em in
12:44 Li Dêrsimê mitînga 8’ê Adarê: Em di têkoşînê de bi biryar in
12:16 Jina ku hevjînê wê tundî lê dikir, bav û kekê wê hatin qetilkirin
11:58 Hatîmogûllari banga seferberiyê kir: Em hemû kesên deng bikarbînin veguhêzin
10:48 Li girtîgeha Samsûnê zext zêde bûn
10:47 Jinên qersî: Heke DEM Partî serbikeve dê her kes serbikeve
10:00 Li dijî sosyalîstan operasyon: Lingê kurê serokê sendîkayê şikest
09:33 DEM Partî dixwaze li bajarê ol û zimanan serbikeve
09:14 Li Dîlovasiyê ji ber depoya kîmyewî koçberî li taxekê tê ferzkirin
09:11 Greve birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkiririn di roja 104'emîn de didome
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed ev 137 roj in agahî nayê girtin
09:07 Bi cil û bergên xwe yên kurdî li her derê digere
09:03 Bajar bi bajar dema pîrozkirina Newrozê
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2024'AN
08/03/2024
21:57 Li Hezexê leşkeran gundekî dorpêç kir
21:52 Bi hezaran jin li Stenbolê di ‘Meşa Şevê ya Femînîst’ de ne
18:25 Gultan Kişanak: Em ê bajarekî adîl û wekhev bi hev re ava bikin
18:21 Li Sêrtê kelecana 8’ê Adarê: Em ê bi hêza 8’ê adarê biçin ser sindoqan
17:40 Ûçarê serdana Nobeda Edaletê kir
16:43 Li Qoserê di mitînga 8’ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin
16:39 Mitînga 8’ê Adarê bi dirûşma ‘hezar silav ji Îmraliyê re’ bi dawî bû
16:21 Jinên serhedî di govenda 8’ê Adarê de ne
16:12 Destûr nedan ku Kişanak ji bo hilbijartinê wêne bikişîne
16:03 Li Akdenîzê şahiya 8’ê Adarê: Em ê pergala mêr têk bibin
16:01 Leyla Guven: Dilê me bi we re ye
15:55 Turkoglû: Em ê bi ser kevin, dê jin bi ser kevin, dê civak bi ser keve
15:53 Li Depê coşa 8’ê Adarê: Em peyhatiyên Sara û Berîtana ne
15:11 Jin bûn yek deng: Em dest ji jiyana xwe jî û mafên xwe jî bernadin
14:55 Hatîmogûllari: Em ê serî li ber şerê taybet netewînin
14:53 Li Êlihê peyama 'Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadiyê serbikevin' hate dayîn
14:52 Uçar: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:05 Li Kapazê protestoya bendavê