‘Heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna me bidome’

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban ê tev li çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” bû wiha got: “Heta ku li ser vê axê aştî pêk were û windakirî bên dîtin dê lêgerîna me ya edaletê bidome.”

Çalakiyên “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” ên her hefte ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windakiriyan ve tên lidarxistin vê hefteyê jî li gelek bajaran dom kir. Malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan vê hefteyê li Amedê aqûbeta Zozan Eren a di 25’ê îlona 1997’an de hate windakirin; Abdûrrahman Acar ê di 23’yê adara 1993’yan de li Êlihê, li Rihayê nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû yê di 12’ê adara 1994’an de hate windakirin; li Colemêrgê jî Nûrettîn Tûrgût ê di sala 1993’yan de di bin çavan de hate qetilkirin; li Îzmîrê jî bi boneya 8’ê Adarê aqûbet û faîlên jinên hatin qetilkirin hate pirsîn. 
 
AMED 
 
Şaxa ÎHD’a Amedê û malbatên windakiriyan li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê çalakiya xwe ya 787’emîn li dar xist. Li cihê çalakiyê pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser hate vekirin û malbatên windakiriyan wêneyên windakiriyan hilgirtin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo, rêveberên DEM Partiyê, namzeta hevşaredariyê ya Rezanê ya DEM Partiyê Leyla Ayaz beşdar bûn. 
Di daxuyaniyê de aqûbeta Zozan Eren a di 25’ê îlona 1997’an de li navçeya Pasûr a Amedê di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn. 
 
KUÇUKBALABAN: FAÎL DIYAR IN 
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban ê di çalakiyê de axivî, wiha got: “Weke malbatên windakiriyan heta ku li ser vê axê aştî pêk were û windakirî bên dîtin dê lêgerîna me ya edaletê bidome.”
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo jî bi bîr xist ku kesên di salên 90’î de ev sûc kirin li Xarpêtê Walîtî malovaniya wan dike û got: “Em faîlan nas dikin. Em li benda roja ku dê hesabê bidin disekinin.”
 
Yek ji Dayikên Şemiyê Besna Tosûn jî diyar kir ku çîroka wê beriya 29 salan li Amedê dest pê kir û destnîşan kir ku heta windakiriyên xwe nebînin û hesabê nepirsin dê têkoşîna wan berdewam bike. Rêvebera Şaxa ÎHD’a Amedê Berfîn Elçiyê jî çîroka Zozan Eren a di sala 1997’an de hate windakirin xwend. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê malbatên windakiriyan û endamên Şaxa ÎHD’ê di hefteya 623’yan a çalakiya xwe li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê kom bûn. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin de wêneyê windakiriyan hatin vekirin. Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê Gulistan Sonuk, TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê, DEM Partî, DBP, OHD, rêveberên Baroya Êlihê û malbatên windakiriyan beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de faîlên bavê parlamentera HDP’ê ya berê Ayşe Acar Başaran ê di 23’yê Adara 1993’yan de hate qetilkirin hate pirsîn. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Rêzan Baytar ê di çalakiyê de axivî, diyar kir ku careke din ji bo aqûbeta windakiriyan bipirsin li qadê ne û çîroka Acar parve kir. 
 
‘DUH BI ÇEKAN ÎRO BI SIYASETÊ ÊRIŞ DIKIN’ 
 
Pişt re hevjîna Acar, Sûltan Acar bi bîr xist ku wan rojan gelê bajêr ji aliyê Hîzbûlkontrayê ve di nava kolanê de dihate qetilkirin û wiha got: “Em ê ne Bozo ne jî hevalên wî ji bîr nekin. Kesên wê rojê bi çekan êrişî me dikirin niha bi siyasetê êriş dikin. Em ê wan efû nekin, nedin efûkirin.”
 
COLEMÊRG 
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û malbatên windakiriyan di hefteya 113’emîn a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin bahev. Rêveberên DEM partiyê yên navçeyê, Dayikên Aştiyê û malbatên windakiriyan tev li bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hatin vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Ozan Akbaş çîroka Nûrettîn Tûrgût ê dema li Geverê teqsîvaniyê debara xwe dikir, di sibata 1993’yan de hate binçavkirin û qetilkirin û cenazeyê wî li navçeya Tetwan a Bedlîsê hate dîtin, xwend. 
 
Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Sîbel Çaprazê bal kişand ser hevdîtina Serokkomar Tayîp Erdogan a bi Wezîrê Karên Hundir ê berê Mehmet Agarê ku di Doza Susurlukê de ji sûcê “avakirina çeteya çekdarî" hatibû darizandin û ceza lê hatibû birîn û yek ji berpirsyarê bi hezaran cînayetên kiryarnediyar e. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÎZMÎR 
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” a 2 hefteyan carekê li dar dixe, li ber Sumerbank a Kevin a Konakê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne” hatin vekirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî jî tev li bûn. Di daxuyaniya vê hefteyê de bi boneya 8’ê Adarê Roja jinan a Cîhanê faîlên jinên hatin qetilkirin hate pirsîn. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş daxuyanî bi kurdî, rêvebera Şaxa ÎHD’ê Gulay Gun Bîlîcî jî bi tirkî xwend. 
 
Gumuş ku aqûbet û faîlên jinên hatine qetilkirin û windakirin pirsîn, destnîşan kir ku heta ku berpirs hesabê bidin dê dest ji têkoşîna xwe ya heqîqet û edaletê bernedin. 
 
RIHA  
 
Şaxa ÎHD’a Rihayê û malbatên windakiriyan, li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan hatin bahev. Di daxuyaniya gelek kes tev li bûn de wêneyê windakiriyan hate hilgirtin û pankarta “Em ê dest ji lêgerîna windakiriyên xwe, ji Qada Galatasarayê û daxwaza xwe ya edaletê berneden” hate vekirin. Di daxuyaniyê de aqûbeta nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû yê di 12’ê adara 1994’an de dema li Sêweregê çû nûçeyê careke din agahî jê nehate wergirtin û hate pirsîn. 
 
Hevserokê Şaxa İHD’ê ya Rihayê Îsmaîl Tutal ê di çalakiyê de axivî, diyar kir ku xizmên windayan ev 30 salan zêdetir e li windakiriyên xwe digerin û ew ê têkoşîna xwe bidomînin
 
Dû re kekê Babaoglû, Cemal Babaoglû yê axivî, qala pêvajoya windakirina wî kir û anî ziman ku dê pirsîna aqûbeta birayê xwe bidomînin û ji bo faîl werin darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” bi dawî bû. 

Sernavên din

11/03/2024
13:49 Bernameya Newroza li Îzmîrê hate aşkerekirin
13:28 Dadgeh: Di doza rojnamevan Yilmaz de beyanên şahidan nehatin piştrastkirin
13:20 Bakirhan: Hewcehiya me ne bi tank û topan bi aştiyê heye
12:19 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê: Em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêya
12:17 Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin hatin derbkirin
11:51 Hatîmogûllari: Her dengê ji bo ampûlê tê dayîn ji MHP’ê re diçe
11:46 Qedexeya li Çiyayê Gabarê cara 6’emîn hate dirêjkirin
11:43 Li Hezexê mirina biguman a jinekê
11:10 TUÎK: Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,1
11:08 Qeyûm ji bo pereyan ji şaredariya AKP’î re bişîne şaredarî xist bin deynan
11:05 Ji bo tevlibûna Newroza Wanê bang hate kirin
10:52 Bersûcên girtî yên di dosyaya Temer de bi beraetê hatin berdan
09:23 Hunermendên dê di Newrozê de derkevin ser dikê eşkere bûn
09:18 DEM Partî li Qereyaziyê li pey rekorê ye
09:16 139 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:11 Greva birçîbûnê di roja 106'an de didome
09:04 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lekeya 36 serran a sîyaye” derket
09:01 Xwezaya gundê kurdên elewî Kapazê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN
08:45 Di êrişên DAIŞ’ê yên li çolê de 195 kes hatin kuştin
10/03/2024
23:58 Li Îdirê şahiya gel a bicoş: Em ê serkeftina xwe dîsa pîroz bikin
22:35 Li Amedê ji bo Cejna Tipa Alternatîf şahiyek hate lidarxistin
22:05 Vîdeoya ‘Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome!’ hate parvekirin
21:37 Li ser medyaya dîjîtal kampanyaya #RabeNewrozHat
20:24 Li Wanê êrişî jinekê hate kirin
20:09 DEM Partiyê forûm li dar xist û buro vekirin
18:54 Li Antalyayê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
17:32 Endama ESP’ê Otlû ya hatibû binçavkirin hate girtin
17:21 Hatîmogûllari: Em ê sindoqan weke çavê xwe biparêzin
17:00 Amedsporê Arnavutkoy Belediyespor 5-1 têk bir
16:52 Bakirhan ji Tetwanê bang kir: Ev hilbijartin di navbera we û tifaqa JÎTEM’ê de ye
16:49 Namzetên DEM Partiyê xebatên xwe bênavber didomînin
16:37 Bakirhan ji AKP’ê re got: Serê wan li ser cilnimêjê aqilê wan li ser heramiyê ye
15:50 Nobeta Edaletê: Pirsgirêka kurd pirsgirêka gelan e
14:57 Girtiyên piştî 30 salan hatin berdan hatin ziyaretkirin
14:54 Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê şahî li dar xist
14:50 Piştî deklarasyonê agirê Newrozê hat vêxistin
14:44 Hatîmogûllari: Em ê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi dest bixin
14:40 DEM Partî dê helwesta xwe ya ‘Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî’ eşkere bike
14:07 Di hefteyekê de li Efrînê 16 kes hatin revandin
14:06 Bayindir: Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya Ocalan
13:45 Bakirhan: Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin li Weysel Qeranî duayan dikin
13:31 Di deklarasyona Newrozê de banga çareserkirina pirsgirêka kurd
11:14 Deklarasyona Newroza 2024’an: Dem dema azadî û yekitiya neteweyî ye
11:11 Bertek nîşanî namzetê AKP’ê yê pereyan belav dike dan: Bêşerm!
09:59 Dayika Al a bi ser hucreya wê de hatiye girtin: Zextan bi dawî bikin
09:14 Berdana Salih Gun ê 30 sal girtî û nexweş 2 sal in tê astengkirin
09:13 Mûşî: Rêya xelasiyê DEM Partî ye
09:09 Dirûşma Newroza 2024’an: Rabe dema azadî û serkeftinê ye
09:05 Hejmara nû ya Kovara Jînê derket
09:02 Greva birçîbûnê di di roja 105'an de didome
09:01 138 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2024’AN
09/03/2024
22:18 Li Pirsûsê 17 kes hatin girtin
19:05 Mîtîngên 8'ê Adarê: Dê têkoşîna ji bo cîhaneke bê şer û kedxwariyê bidome
18:36 Ahmet Turk: Mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye
18:25 Nobeda Edaletê ya bi daxwaza 'azadî ji bo Ocalan' didome
17:56 Namzetên DEM Partiyê bi ciwanan re civiyan
16:52 ÎHD: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:43 Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn
16:27 ‘Heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna me bidome’
15:55 Bakirhan: Dê şaredarî bibe mala hevpar a sêrtiyan
15:10 Li Edeneyê hunermend bi hinceta ‘lêpirsînê’ hatin astengkirin
14:29 Li Xezayê hejmara miriyan derket 30 hezar û 960 kesan
14:28 Hatîmogûllari: Fîrewn dê biçin, demokrasî dê were
14:14 Namzetên Amedê bi ciwanan re hatin ba hev
13:50 Bakirhan li Misircê ye: Muxabatê çareseriyê Abdullah Ocalan e
13:17 Li Rihayê daxuyaniya 8’ê Adarê: Em ê vê tarîtiyê bi hev re derbas bikin
13:07 Bakirhan li Dihê ye: Mîratgirên Yakûp Axa em in
12:44 Li Dêrsimê mitînga 8’ê Adarê: Em di têkoşînê de bi biryar in
12:16 Jina ku hevjînê wê tundî lê dikir, bav û kekê wê hatin qetilkirin
11:58 Hatîmogûllari banga seferberiyê kir: Em hemû kesên deng bikarbînin veguhêzin
10:48 Li girtîgeha Samsûnê zext zêde bûn
10:47 Jinên qersî: Heke DEM Partî serbikeve dê her kes serbikeve
10:00 Li dijî sosyalîstan operasyon: Lingê kurê serokê sendîkayê şikest
09:33 DEM Partî dixwaze li bajarê ol û zimanan serbikeve
09:14 Li Dîlovasiyê ji ber depoya kîmyewî koçberî li taxekê tê ferzkirin
09:11 Greve birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkiririn di roja 104'emîn de didome
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed ev 137 roj in agahî nayê girtin
09:07 Bi cil û bergên xwe yên kurdî li her derê digere
09:03 Bajar bi bajar dema pîrozkirina Newrozê
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2024'AN
08/03/2024
21:57 Li Hezexê leşkeran gundekî dorpêç kir
21:52 Bi hezaran jin li Stenbolê di ‘Meşa Şevê ya Femînîst’ de ne
18:25 Gultan Kişanak: Em ê bajarekî adîl û wekhev bi hev re ava bikin
18:21 Li Sêrtê kelecana 8’ê Adarê: Em ê bi hêza 8’ê adarê biçin ser sindoqan
17:40 Ûçarê serdana Nobeda Edaletê kir
16:43 Li Qoserê di mitînga 8’ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin
16:39 Mitînga 8’ê Adarê bi dirûşma ‘hezar silav ji Îmraliyê re’ bi dawî bû
16:21 Jinên serhedî di govenda 8’ê Adarê de ne
16:12 Destûr nedan ku Kişanak ji bo hilbijartinê wêne bikişîne
16:03 Li Akdenîzê şahiya 8’ê Adarê: Em ê pergala mêr têk bibin
16:01 Leyla Guven: Dilê me bi we re ye
15:55 Turkoglû: Em ê bi ser kevin, dê jin bi ser kevin, dê civak bi ser keve
15:53 Li Depê coşa 8’ê Adarê: Em peyhatiyên Sara û Berîtana ne
15:11 Jin bûn yek deng: Em dest ji jiyana xwe jî û mafên xwe jî bernadin
14:55 Hatîmogûllari: Em ê serî li ber şerê taybet netewînin
14:53 Li Êlihê peyama 'Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadiyê serbikevin' hate dayîn
14:52 Uçar: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:05 Li Kapazê protestoya bendavê