Hatîmogûllari: Em ê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi dest bixin

RIHA - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Qerejdaxê bi gel re hate gel hev û got ku dê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi dest bixin. 

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li gundê Şêxûlî yê navçeya Sêwereg a Rihayê tev li hevdîtina bi gel re bû. Namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Rihayê Celaleddîn Erkmen û Golşen Ozer û namzetên Sêweregê Alî Dusak û Yildiz Çetîner jî di nav de girseyeke qelebalix şandeya DEM Partiyê pêşwazî kir. Hevdîtina li herêma Qerejdaxê hatiye kirin bi coş dom kir. Welatiyan şande bi nîşaneyên serkeftinê û tililiyan pêşwazî kir. Bi sedan kes tev li hevdîtinê bûn. Hatîmogûllari di hevdîtinê de axivî û bertek nîşanî girtina 17 endamên partiyê da. 
 
POLÎTÎKAYÊN ÇANDINIYÊ REXNE KIR
 
Hatîmogûllari bal kişand ser mitînga serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a li duh li Rihayê li dar xistibû û wiha got: “Hevserokê wan ê bajar di mitîngê de hate protestokirin. Xelkê Rihayê bersiv da AKP’ê. Erdogan gotiye ‘em ê siyaseta xizmetê bikin.’ Ez ji we dipirsim; gelo heta niha ji bo Rihayê çi xizmet kirine? Xelkê Rihayê îro bi birçîbûn û xizaniyê re rû bi rû ye. Ciwanên me ji ber bêkariyê dikevin rêyên koçberiyê. Riha bajarê çandiniyê ye. Vê îktîdarê li Tirkiyeyê çandinî tune kilr. Kota danî ser pembû û tûtinê. Riha herî zêde dikare debara xwe bi çandiniyê bike lê destûrê nade. Karker, cotkar û hilberîneran teşwîq nake. Binêrin, hêj jî rûxseta bazara sewalan li vir nehatiye girtin. Sewelkarî mexdûr kiriye. Sewalkariyê teşwîq nake. Hûn cotkarên hêja bi xwe dizanin bê ka êmê heywanan çiqasî biha ye.” 
 
‘EW RÊ NIZANIN LÊ NELIRÊTIYÊ BAŞ DIZANIN’ 
 
Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser krîza aborî û ev tişt anî ziman: “Xelk baş dizane bê ka çi dijî. Haya wî ji pariyê nakeve malê heye, haya wî ji şîrê nikare bikire heye. Dema nikare zarokên xwe bişîne dibistanê hay jê heye. Ev xizanî ne tenê li Rihayê heye, 50 milyon welatiyên me bi birçîtî û xizaniyê re rû bi rû ne. Hûn xwişk-birayên min ên ajokar baş dizanin ku rêyê gundên vê derê xerab in. Ji bo çêkirina rêyan gelek caran daxwaz kirin lê çênekirin. Ev nizanin rêyan çêkin lê baş dizanin nelirêtiyan bikin. Şaredariya Sêweregê di sala 2023’yan de ji bûdçeya xwe 40 milyon TL tenê ji bo kirêkirina wesayîtan xerc kiriye. Bûdçeya sala 2024’an ku milyarek û 329 milyon TL ye jî di nava çendek salan de pêşkeşî alîgirên xwe kir. Xizmeta wan di bin erdê de be.” 
 
‘DÊ DEM PARTÎ LI SÊWEREGÊ BI SER KEVE’ 
 
Hatîmogûllari, got ku DEM Partî dê hem Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê hem jî Şaredariya Sêweregê bi dest bixe û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê mohra xwe li dara DEM Partiyê bidin ku jiyanê dide Anatoliya û Mezopotamyayê. Em ê Rihayê jî Sêweregê jî bi dest bixin. Bi vê yekê re dê li gel tevahiya gelên Rihayê bi hev re fêkiyên wê darê kom bikin. Ez axaftina xwe bi hunermend Şivan Perwer ku yek ji hunermendên herî hêja yê vê xakê ye bi dawî dikim; ‘Serhildan jiyan e, berxwedan jiyan e.’”
 
Piştî axaftinan govend hate gerandin û hevdîtin bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

11/03/2024
13:49 Bernameya Newroza li Îzmîrê hate aşkerekirin
13:28 Dadgeh: Di doza rojnamevan Yilmaz de beyanên şahidan nehatin piştrastkirin
13:20 Bakirhan: Hewcehiya me ne bi tank û topan bi aştiyê heye
12:19 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê: Em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêya
12:17 Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin hatin derbkirin
11:51 Hatîmogûllari: Her dengê ji bo ampûlê tê dayîn ji MHP’ê re diçe
11:46 Qedexeya li Çiyayê Gabarê cara 6’emîn hate dirêjkirin
11:43 Li Hezexê mirina biguman a jinekê
11:10 TUÎK: Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,1
11:08 Qeyûm ji bo pereyan ji şaredariya AKP’î re bişîne şaredarî xist bin deynan
11:05 Ji bo tevlibûna Newroza Wanê bang hate kirin
10:52 Bersûcên girtî yên di dosyaya Temer de bi beraetê hatin berdan
09:23 Hunermendên dê di Newrozê de derkevin ser dikê eşkere bûn
09:18 DEM Partî li Qereyaziyê li pey rekorê ye
09:16 139 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:11 Greva birçîbûnê di roja 106'an de didome
09:04 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lekeya 36 serran a sîyaye” derket
09:01 Xwezaya gundê kurdên elewî Kapazê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN
08:45 Di êrişên DAIŞ’ê yên li çolê de 195 kes hatin kuştin
10/03/2024
23:58 Li Îdirê şahiya gel a bicoş: Em ê serkeftina xwe dîsa pîroz bikin
22:35 Li Amedê ji bo Cejna Tipa Alternatîf şahiyek hate lidarxistin
22:05 Vîdeoya ‘Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome!’ hate parvekirin
21:37 Li ser medyaya dîjîtal kampanyaya #RabeNewrozHat
20:24 Li Wanê êrişî jinekê hate kirin
20:09 DEM Partiyê forûm li dar xist û buro vekirin
18:54 Li Antalyayê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
17:32 Endama ESP’ê Otlû ya hatibû binçavkirin hate girtin
17:21 Hatîmogûllari: Em ê sindoqan weke çavê xwe biparêzin
17:00 Amedsporê Arnavutkoy Belediyespor 5-1 têk bir
16:52 Bakirhan ji Tetwanê bang kir: Ev hilbijartin di navbera we û tifaqa JÎTEM’ê de ye
16:49 Namzetên DEM Partiyê xebatên xwe bênavber didomînin
16:37 Bakirhan ji AKP’ê re got: Serê wan li ser cilnimêjê aqilê wan li ser heramiyê ye
15:50 Nobeta Edaletê: Pirsgirêka kurd pirsgirêka gelan e
14:57 Girtiyên piştî 30 salan hatin berdan hatin ziyaretkirin
14:54 Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê şahî li dar xist
14:50 Piştî deklarasyonê agirê Newrozê hat vêxistin
14:44 Hatîmogûllari: Em ê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi dest bixin
14:40 DEM Partî dê helwesta xwe ya ‘Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî’ eşkere bike
14:07 Di hefteyekê de li Efrînê 16 kes hatin revandin
14:06 Bayindir: Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya Ocalan
13:45 Bakirhan: Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin li Weysel Qeranî duayan dikin
13:31 Di deklarasyona Newrozê de banga çareserkirina pirsgirêka kurd
11:14 Deklarasyona Newroza 2024’an: Dem dema azadî û yekitiya neteweyî ye
11:11 Bertek nîşanî namzetê AKP’ê yê pereyan belav dike dan: Bêşerm!
09:59 Dayika Al a bi ser hucreya wê de hatiye girtin: Zextan bi dawî bikin
09:14 Berdana Salih Gun ê 30 sal girtî û nexweş 2 sal in tê astengkirin
09:13 Mûşî: Rêya xelasiyê DEM Partî ye
09:09 Dirûşma Newroza 2024’an: Rabe dema azadî û serkeftinê ye
09:05 Hejmara nû ya Kovara Jînê derket
09:02 Greva birçîbûnê di di roja 105'an de didome
09:01 138 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2024’AN
09/03/2024
22:18 Li Pirsûsê 17 kes hatin girtin
19:05 Mîtîngên 8'ê Adarê: Dê têkoşîna ji bo cîhaneke bê şer û kedxwariyê bidome
18:36 Ahmet Turk: Mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye
18:25 Nobeda Edaletê ya bi daxwaza 'azadî ji bo Ocalan' didome
17:56 Namzetên DEM Partiyê bi ciwanan re civiyan
16:52 ÎHD: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:43 Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn
16:27 ‘Heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna me bidome’
15:55 Bakirhan: Dê şaredarî bibe mala hevpar a sêrtiyan
15:10 Li Edeneyê hunermend bi hinceta ‘lêpirsînê’ hatin astengkirin
14:29 Li Xezayê hejmara miriyan derket 30 hezar û 960 kesan
14:28 Hatîmogûllari: Fîrewn dê biçin, demokrasî dê were
14:14 Namzetên Amedê bi ciwanan re hatin ba hev
13:50 Bakirhan li Misircê ye: Muxabatê çareseriyê Abdullah Ocalan e
13:17 Li Rihayê daxuyaniya 8’ê Adarê: Em ê vê tarîtiyê bi hev re derbas bikin
13:07 Bakirhan li Dihê ye: Mîratgirên Yakûp Axa em in
12:44 Li Dêrsimê mitînga 8’ê Adarê: Em di têkoşînê de bi biryar in
12:16 Jina ku hevjînê wê tundî lê dikir, bav û kekê wê hatin qetilkirin
11:58 Hatîmogûllari banga seferberiyê kir: Em hemû kesên deng bikarbînin veguhêzin
10:48 Li girtîgeha Samsûnê zext zêde bûn
10:47 Jinên qersî: Heke DEM Partî serbikeve dê her kes serbikeve
10:00 Li dijî sosyalîstan operasyon: Lingê kurê serokê sendîkayê şikest
09:33 DEM Partî dixwaze li bajarê ol û zimanan serbikeve
09:14 Li Dîlovasiyê ji ber depoya kîmyewî koçberî li taxekê tê ferzkirin
09:11 Greve birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkiririn di roja 104'emîn de didome
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed ev 137 roj in agahî nayê girtin
09:07 Bi cil û bergên xwe yên kurdî li her derê digere
09:03 Bajar bi bajar dema pîrozkirina Newrozê
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2024'AN
08/03/2024
21:57 Li Hezexê leşkeran gundekî dorpêç kir
21:52 Bi hezaran jin li Stenbolê di ‘Meşa Şevê ya Femînîst’ de ne
18:25 Gultan Kişanak: Em ê bajarekî adîl û wekhev bi hev re ava bikin
18:21 Li Sêrtê kelecana 8’ê Adarê: Em ê bi hêza 8’ê adarê biçin ser sindoqan
17:40 Ûçarê serdana Nobeda Edaletê kir
16:43 Li Qoserê di mitînga 8’ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin
16:39 Mitînga 8’ê Adarê bi dirûşma ‘hezar silav ji Îmraliyê re’ bi dawî bû
16:21 Jinên serhedî di govenda 8’ê Adarê de ne
16:12 Destûr nedan ku Kişanak ji bo hilbijartinê wêne bikişîne
16:03 Li Akdenîzê şahiya 8’ê Adarê: Em ê pergala mêr têk bibin
16:01 Leyla Guven: Dilê me bi we re ye
15:55 Turkoglû: Em ê bi ser kevin, dê jin bi ser kevin, dê civak bi ser keve
15:53 Li Depê coşa 8’ê Adarê: Em peyhatiyên Sara û Berîtana ne
15:11 Jin bûn yek deng: Em dest ji jiyana xwe jî û mafên xwe jî bernadin
14:55 Hatîmogûllari: Em ê serî li ber şerê taybet netewînin
14:53 Li Êlihê peyama 'Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadiyê serbikevin' hate dayîn
14:52 Uçar: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:05 Li Kapazê protestoya bendavê