Namzetên DEM Partiyê xebatên xwe bênavber didomînin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê di tevahiya rojê de gund bi gund û navend bi navend xebatên hilbijartinê kirin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya hilbjartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de li gelek bajaran xebatên xwe domand. 
 
ŞIRNEX 
 
 
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Cizîr a Şirnexê Guler Tunç û Abdurrahîm Durmuş çûn serdana esnafên li Xaçerêya Dortyolê û Parka Ataturkê. Namzetên hevşaredariyê bi welatiyan re civiyan û li pirsgirêkên wan guhdarî kirin. 
 
Namzetên heveşdariyê yên Hezexê Turkan Kayir û Dogan Adibellî jî li gel partiyiyan çûn serdana gelek welatiyan. 
 
Namzetên Silopiyayê Jiyan Ormanli û Rênas Onuk jî çûn serdana şêniyên taxê Başak û Barbarosê. Namzetên Elkê Beybûn Aslan û Egît Yîgît jî û namzetên Qilebanê Ferîde Ender û Alî Urek jî îro çûn serdana esnafan. 
 
BEDLÎS 
 
 
Xebatên hilbijartinê yên li Bedlîsê jî didomin. Namzetên hevşaredariyê yên Bedlîsê Sumeyye Kizilkaya û Nezîr Karabaş, li pastaxaneyeke bajêr bi rojnamegerên bajar re di xwarina taştê de hatin gel hev. Gelek rojnameger û Parlamenterê Bedlîsê Huseyîn Olan jî tev li bûn. 
 
Namzetan di hevdîtinê de pirsên rojnamegeran bersivandin û projeyên xwe vegotin. Karabaş, da zanîn ku dê ji bo jin û ciwanan qadên aktîvîteyên civakî ava bikin û wiha got: “Em ê ji bo jinan jî qadên îstîhdamê ava bikin. Em ê hewl bidin jinan daxilî hemû qadên jiyanê bikin. Di qada sporê de ne tenê zilam, em ê qadan ava bikin ku jin jî tê de cih bigirin. Dê ji bo konferansan, çalakiyên wêjeyî û mîhrîcanan qadan ava bikin. Her wiha yek ji mezintirîn pirsgirêka Bedlîsê veguhestine. Em ê vê pirsgirêkê ji holê rakin. Dê dawî li talan û rantê bînin. Dê li her taxê parkan ava bikin. Dê qadên ku malbat bi rehetî lê rûnin û zarok lê bilîzin ava bikin. Dê tevahiya çavkaniyên bajar ji bo gel xerc bikin. Em ê di nav gel de bin. Em ne walî û kesên tayînkirî ne. Em ji gel bi xwe ne.” 
 
‘EM SOZ DIDIN WAN Û DÊ PÊK BÎNIN’
 
Karabaş, wiha bersiva pirsa rojnamegeran a “Gelek partiyan li Bedlîsê namzetên xwe nîşan dan. Tişta ku we ji van partiyan cuda digire çi ye?” da: “Sozên AKP’ê yên sala 2004’an û yên niha heman soz in. Temînata me, şaredarvaniya me ya serdemên berê ne. Em ê tevahiya projeyên xwe pêk bînin. Heke em îro bibêjin dê bikin, dema sibe em hatin hilbijartin jî dê bi gel re pêk bînin. Ferqa me ev e; ew îktîdar in lê em ne îktîdar in. Ew soza ‘em ê bikin’ didin û nakin, em jî pratîka xwe xwe raber dikin.” 
 
BAL KIŞAND SER NÛNERTIYA WEKHEV
 
Sumeyye Kizilkaya jî bal kişand ser pergala hevserokatiyê û girîngiya nûnertiya wekhev vegot. Kizilkaya, anî ziman ku bi pergala hevserokatiyê re jin û mêr xwedî heman mafan in û wiha got: “Feraseta esasî ya partiya me, têkoşîna jinan e. Dema me şaredarî bi dest xist, dê jin di her qadên jiyanê de cih bigirin. Di şaredariyê de em ê bêhtir cih bidin xebatkarên jin.” 
 
DÊRSIM 
 
 
Xebatên hilbijartinê yên “Tifaqa Dêrsimê” ku DEM Partî jî di nav de ye bênavber didomin. Komeke ku ji Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu û namzetên hevşaredariyê yên Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak pêk dihat, bi ajokarên mînîbûsan ên bajar re hevdîtin kir. Namzetan li daxwazên ajokaran guhdarî kirin û wiha gotin: “Krîza aborî ne tenê li ser gelê me, bandoreke mezin li ser kedkaran jî dike. Em ê bi destên hev bigirin û pirsgirêkên bajarê xwe çareser bikin.” 
 
Şandeya tifaqê her wiha çûn serdana esnafên li bazara gel a Taxa Sihenkê û şêniyên taxê. 
 
RIHA 
 
 
Namzeta hevşaredariyê ya navçeya Serêkaniyê ya Rihayê Rahşan Yazar, Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan û gelek kes di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn serdana gundê Kevirreşê Jor. Partiyî di ketina gund de bi coş hatin pêşwazîkirin û piştre bi gel re hevdîtin hate kirin. Hevdîtin piştre li gundê Kevirreşê Jêr berdewam kir. Omer Ocalan di hevdîtinan de got ku bihara li pêşiyê dê ji bo kurdan bibe “bihara azadî û yekitiyê.” Namzetê hevşaredariyê Ugur Kahraman jî li navenda navçeyê û taxan tev li civîn û serdanan bû. 
 
Namzetên hevşaredariyê yên Wêranşarê Bedriye Yorgun û Serhat Dîcle Înan jî ji bo ewlehiya sindoqan bi Komîsyona Hiqûqê re hevdîtin kir. Namzet piştre jî çûn serdana şêniyên gundê Kadikoyê. Namzet bi pêtalan hatin pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de dîmenên rengîn derketin holê û qada hevdîtinê bi alên partiyê hate xemilandin. Di hevdîtinê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. 
 
 
Namzet Înan di hevdîtinê de got: “AKP’ê bi xwe re ji bo Wêranşarê tenê wêranî anî. Em ê Wêranşarê jinûve ava bikin.” Yorgun jî wiha got: “Partiya me partiya jinan e, partiya wekhevî ye, azadiyê û têkoşînê ye. Em ê tu cihêkariyê nekin û xizmetê ji gelê xwe re bikin.” 
 
Namzetên navçeya Halîlîliyeyê Sema Ateş û Suphî Yilnaci çûn serdana şêniyên taxên Îckara yên Jorîn û Jêrîn, Yeroluk, Canoglû, Sarişik û Akorenê. Namzetan di civînên bi gel re de projeyên xwe vegotin û piştgirî xwestin. 
 
Li Pirsûsê jî namzet Ayten Kaya û Muslum Baran çûn serdana şêniyên gundên Acemî, Zoncîk, Dewşan Şaman, Zehvan û Kapiciyê. Li hemû gundan jî bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. 
 
Namzetên navçeya Eyyubiyeyê Halîl Akbaş û Adalet Erîş jî li gundê Xanzîkê xebatên xwe domandin. Xebatên hilbijartinê di tevahiya rojê de berdewam kirin. Namzetên Bêrecûkê Mehmet Begît û Bêrîvan Îlkaya Manas jî li navenda navçeyê çûn serdana welatiyan û piştgirî xwestin. 
 

Sernavên din

11/03/2024
13:49 Bernameya Newroza li Îzmîrê hate aşkerekirin
13:28 Dadgeh: Di doza rojnamevan Yilmaz de beyanên şahidan nehatin piştrastkirin
13:20 Bakirhan: Hewcehiya me ne bi tank û topan bi aştiyê heye
12:19 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê: Em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêya
12:17 Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin hatin derbkirin
11:51 Hatîmogûllari: Her dengê ji bo ampûlê tê dayîn ji MHP’ê re diçe
11:46 Qedexeya li Çiyayê Gabarê cara 6’emîn hate dirêjkirin
11:43 Li Hezexê mirina biguman a jinekê
11:10 TUÎK: Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,1
11:08 Qeyûm ji bo pereyan ji şaredariya AKP’î re bişîne şaredarî xist bin deynan
11:05 Ji bo tevlibûna Newroza Wanê bang hate kirin
10:52 Bersûcên girtî yên di dosyaya Temer de bi beraetê hatin berdan
09:23 Hunermendên dê di Newrozê de derkevin ser dikê eşkere bûn
09:18 DEM Partî li Qereyaziyê li pey rekorê ye
09:16 139 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:11 Greva birçîbûnê di roja 106'an de didome
09:04 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lekeya 36 serran a sîyaye” derket
09:01 Xwezaya gundê kurdên elewî Kapazê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN
08:45 Di êrişên DAIŞ’ê yên li çolê de 195 kes hatin kuştin
10/03/2024
23:58 Li Îdirê şahiya gel a bicoş: Em ê serkeftina xwe dîsa pîroz bikin
22:35 Li Amedê ji bo Cejna Tipa Alternatîf şahiyek hate lidarxistin
22:05 Vîdeoya ‘Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome!’ hate parvekirin
21:37 Li ser medyaya dîjîtal kampanyaya #RabeNewrozHat
20:24 Li Wanê êrişî jinekê hate kirin
20:09 DEM Partiyê forûm li dar xist û buro vekirin
18:54 Li Antalyayê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
17:32 Endama ESP’ê Otlû ya hatibû binçavkirin hate girtin
17:21 Hatîmogûllari: Em ê sindoqan weke çavê xwe biparêzin
17:00 Amedsporê Arnavutkoy Belediyespor 5-1 têk bir
16:52 Bakirhan ji Tetwanê bang kir: Ev hilbijartin di navbera we û tifaqa JÎTEM’ê de ye
16:49 Namzetên DEM Partiyê xebatên xwe bênavber didomînin
16:37 Bakirhan ji AKP’ê re got: Serê wan li ser cilnimêjê aqilê wan li ser heramiyê ye
15:50 Nobeta Edaletê: Pirsgirêka kurd pirsgirêka gelan e
14:57 Girtiyên piştî 30 salan hatin berdan hatin ziyaretkirin
14:54 Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê şahî li dar xist
14:50 Piştî deklarasyonê agirê Newrozê hat vêxistin
14:44 Hatîmogûllari: Em ê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi dest bixin
14:40 DEM Partî dê helwesta xwe ya ‘Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî’ eşkere bike
14:07 Di hefteyekê de li Efrînê 16 kes hatin revandin
14:06 Bayindir: Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya Ocalan
13:45 Bakirhan: Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin li Weysel Qeranî duayan dikin
13:31 Di deklarasyona Newrozê de banga çareserkirina pirsgirêka kurd
11:14 Deklarasyona Newroza 2024’an: Dem dema azadî û yekitiya neteweyî ye
11:11 Bertek nîşanî namzetê AKP’ê yê pereyan belav dike dan: Bêşerm!
09:59 Dayika Al a bi ser hucreya wê de hatiye girtin: Zextan bi dawî bikin
09:14 Berdana Salih Gun ê 30 sal girtî û nexweş 2 sal in tê astengkirin
09:13 Mûşî: Rêya xelasiyê DEM Partî ye
09:09 Dirûşma Newroza 2024’an: Rabe dema azadî û serkeftinê ye
09:05 Hejmara nû ya Kovara Jînê derket
09:02 Greva birçîbûnê di di roja 105'an de didome
09:01 138 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2024’AN
09/03/2024
22:18 Li Pirsûsê 17 kes hatin girtin
19:05 Mîtîngên 8'ê Adarê: Dê têkoşîna ji bo cîhaneke bê şer û kedxwariyê bidome
18:36 Ahmet Turk: Mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye
18:25 Nobeda Edaletê ya bi daxwaza 'azadî ji bo Ocalan' didome
17:56 Namzetên DEM Partiyê bi ciwanan re civiyan
16:52 ÎHD: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:43 Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn
16:27 ‘Heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna me bidome’
15:55 Bakirhan: Dê şaredarî bibe mala hevpar a sêrtiyan
15:10 Li Edeneyê hunermend bi hinceta ‘lêpirsînê’ hatin astengkirin
14:29 Li Xezayê hejmara miriyan derket 30 hezar û 960 kesan
14:28 Hatîmogûllari: Fîrewn dê biçin, demokrasî dê were
14:14 Namzetên Amedê bi ciwanan re hatin ba hev
13:50 Bakirhan li Misircê ye: Muxabatê çareseriyê Abdullah Ocalan e
13:17 Li Rihayê daxuyaniya 8’ê Adarê: Em ê vê tarîtiyê bi hev re derbas bikin
13:07 Bakirhan li Dihê ye: Mîratgirên Yakûp Axa em in
12:44 Li Dêrsimê mitînga 8’ê Adarê: Em di têkoşînê de bi biryar in
12:16 Jina ku hevjînê wê tundî lê dikir, bav û kekê wê hatin qetilkirin
11:58 Hatîmogûllari banga seferberiyê kir: Em hemû kesên deng bikarbînin veguhêzin
10:48 Li girtîgeha Samsûnê zext zêde bûn
10:47 Jinên qersî: Heke DEM Partî serbikeve dê her kes serbikeve
10:00 Li dijî sosyalîstan operasyon: Lingê kurê serokê sendîkayê şikest
09:33 DEM Partî dixwaze li bajarê ol û zimanan serbikeve
09:14 Li Dîlovasiyê ji ber depoya kîmyewî koçberî li taxekê tê ferzkirin
09:11 Greve birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkiririn di roja 104'emîn de didome
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed ev 137 roj in agahî nayê girtin
09:07 Bi cil û bergên xwe yên kurdî li her derê digere
09:03 Bajar bi bajar dema pîrozkirina Newrozê
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2024'AN
08/03/2024
21:57 Li Hezexê leşkeran gundekî dorpêç kir
21:52 Bi hezaran jin li Stenbolê di ‘Meşa Şevê ya Femînîst’ de ne
18:25 Gultan Kişanak: Em ê bajarekî adîl û wekhev bi hev re ava bikin
18:21 Li Sêrtê kelecana 8’ê Adarê: Em ê bi hêza 8’ê adarê biçin ser sindoqan
17:40 Ûçarê serdana Nobeda Edaletê kir
16:43 Li Qoserê di mitînga 8’ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin
16:39 Mitînga 8’ê Adarê bi dirûşma ‘hezar silav ji Îmraliyê re’ bi dawî bû
16:21 Jinên serhedî di govenda 8’ê Adarê de ne
16:12 Destûr nedan ku Kişanak ji bo hilbijartinê wêne bikişîne
16:03 Li Akdenîzê şahiya 8’ê Adarê: Em ê pergala mêr têk bibin
16:01 Leyla Guven: Dilê me bi we re ye
15:55 Turkoglû: Em ê bi ser kevin, dê jin bi ser kevin, dê civak bi ser keve
15:53 Li Depê coşa 8’ê Adarê: Em peyhatiyên Sara û Berîtana ne
15:11 Jin bûn yek deng: Em dest ji jiyana xwe jî û mafên xwe jî bernadin
14:55 Hatîmogûllari: Em ê serî li ber şerê taybet netewînin
14:53 Li Êlihê peyama 'Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadiyê serbikevin' hate dayîn
14:52 Uçar: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:05 Li Kapazê protestoya bendavê