Bakirhan: Em ê kesên ji zimanê me re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ têk bibin

MÛŞ - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Kopê bangî gel kir û wiha got: “Em ê kesên ji zimanê re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ li ser sindoqê têk bibin.” 

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Mûşê serdanên xwe didomîne. Bakirhan û şandeya pê re ji ewil çûn navçeya Têlîyê. Li vir bi gel re hevdîtin kirin û piştre jî derbasî bajarokê Lîzê yê navçeya Kopê. Di ketina bajarokê de ji hêla gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin. Bakirhan li vir axaftineke kin kir. 
 
Bakirhan, got ku xelkê Lîzê hêj ji niha ve nîşan daye ku dê di hilbijartinê de bi ser kevin û ev tişt anî ziman: “31’ê Adarê her ji niha ve li we pîroz be.” Bakirhan, bertek nîşanî qeyûm da ku tabelaya bi kurdî a di ketina bajarokê de rakir û li şûna wan kamera bi cih kiriye û wiha got: “Em ê di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bidin van û bi rêjeyeke herî bilind bi ser kevin.” 
 
Bakirhan û şandeya pê re piştre jî derbasî navçeya Kopê bû û tev li hevdîtina bi gel re ya li ser Cadeya Înonuyê bû. Bi hezaran kes tev li hevdîtinê bûn. Her wiha namzetên DEM Partiyê yên Kopê Arafat Karadagi û Abdullah Tokyay jî gel silav kirin. Bakirhan di destpêka axaftina xwe de 52 kurdên di 12’ê Adara 2004’an de li Qamişloyê hatin qetilkirin bi bîr anî. 
 
‘XELKÊ KOPÊ NAYÊ FIROTIN!’ 
 
Bakirhan, got ku ev du serdemin qeyûm li şaredariya navçeyê tê tayînkirin û wiha got: “Dema me şaredarî bi dest xist em ê hesaba nelirêtiyên hatine kirin bipirsin. Kop, di sekeratê de ye. Qeyûm li şûna xizmetê bo gel bike, neguhêzbaran difiroşe. Tirkiyeyê jî nekarî van têr bike. Xweha eniya kedkar, ziman, karker û kurdan jî nekarî van têr bike.”
 
Bi domdarî Bakirhan ev tişt anî ziman: “Rêyên 21 gundên Kopê tune ne. Ka we digot qeyûm xizmetê dike? Li taxên Şehîtlîk, Zafer û Inonuyê qenalîzasyon tune ye. Baş e lê qeyûm beg çi dike? Li şûna ku karê xwe bike, li pey diziyê ye, firotinê ye. Dijminatiyê li zimanê kurdî dike. Em ê kesên ji bo zimanê me dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ têk bibin. Namzetê AKP’ê dibêje qey dê bikare bi rêya burokrasî û bikaranîna derfetên dewletê xelkê Kopê bikire. Xelkê Kopê nayê firotin! Hêj li vir yek kesê bi pereyan were kirîn ji dayik nebûye.” 
 
BANG LI ERDOGAN KIR
 
Bakirhan, gotina serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a “Em berê xwe bidin heqîqetê û heqîqetê biqîrin û xwe sererast bikin” bi bîr xist û wiha dom kir: “Ma kîjan aliyê we rast û dûrist e? Heke em heqîqetan vebêjin dê nekarin du rojan vebêjin. Weke ku tehemûla wî ji bo rexneyan hebe xwe nîşan dide... Bi îdiaya heqaret li serokkomar kirine, zarok tên darizandin. Bi hezaran doz hatine vekirin. Çima? Ji ber ku ew rexne kirine. Heke heqîqetê bixwaze, bila be meydana Kopê û em rastiyan jê re bibêjin. Dev ji dijminatiya li kurdan û kurdî berde. Dev ji zîhniyeta tayînkirina qeyûman berde. Ji tifaqa JÎTEM’ê derkeve. Dev ji veguhestina hilbijêrên gerok ên dişînî bajarên me berde. Hevalên me yên di Doza Kompasê ya Kobanê de hatine girtin, berde. 
 
KAMPANYAYA ‘DIXWAZIM CIHÊ LÊ JI DAYIK BÛME TÊR BIBIM’ 
 
Bi domdarî Bakirhan anî ziman ku dê li Kopê kampanyaya “Dixwazim cihê lê ji dayik bûme têr bibim” bidin destpêkirin û wiha pê de çû: “Bi vê projeyê re dê ciwan koç nekin û ji çand û zimanê xwe dûr nekevin. Em soza vê didin. Em ê her mehê ji bo malbatên rewşa wan nebaş 15 metrekupên avê alîkarî bidin. Em ê heqê veguhestinê li gorî daxwaza gel diyar bikin. Dê şaredariya me piştgiriyê bide cotkaran. Em ê xwedî li ziman, çand û xaka xwe derkevin. Em ê xaka xwe pêşkeşî sermayedarên nekin ku dixwazin kanên madenê lê vekin.”
 
KURDÊN AKP’Î VEXWEND DEM PARTIYÊ
 
Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Nebe hûn bibêjin ‘em ji xwe vê derê bi dest dixin.’ Berevajî vê, divê hûn derî bi derî bigerin. Dengekî zêde ya li Kopê bila bibe bersiva herî mezin. Bi vê boneyê ez bangî kurdên di nava partiyê din ên siyasî de cih digirin dikim; partiya ku hûn bûna namzetê wê, li meclisê heqaretan li kurdan dike û dengê me dibire. Tu heqaret neman ku li Şêx Seîd nekirî. AKP a ku hûn bûne namzetê wê, ji bo herêmên kurdan dibêje ‘terorîstan.’ Ez we tevan vedixwînim DEM Partiyê.” 
 
 

Sernavên din

15/03/2024
10:06 Şahidên Newroza 92’yan: Bi ruhê serhildanê em biherikin qadên Newrozê
09:42 Dosyeya JÎTEM'ê ku 7 gundî hatin kuştin hat girtin
09:08 Kawayê Hemdem vegot: Destûr neda kesên dixwestin kurdîtiyê ji holê rakin
09:06 143 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 110 roj li pey xwe hiştin
09:04 ‘Em ê Erdîşê bi ferqa 10 hezar dengan bistînin’
09:01 AKP’ê li Qilebanê çawişê pispor şand qadê: Mal bi mal digere û bi gefan deng dixwaze
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2024'AN
14/03/2024
21:37 Şenyaşar: Ger di danişîna sibê de biryareke adil neyê dayîn dê çalakiya me bidome
21:23 Girtiyê ku 15 roj berê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
21:15 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
19:30 Kesê êrişî wesayîta DEM Partiyê kir hat berdan
19:17 Li Dêrazorê 3 jinên kuvark berhev dikirin hatin qetilkirin
19:13 Bayindir: Em ê mohra xwe li azadiyê bidin
16:57 Uçar: Her ku jin azad dibe îktîdar dê winda bike
16:52 4 saziyan bang kir: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
15:26 Kedkarên tenduristiyê di Cejna Tipê de ‘Meşa Spî’ li dar xistin
15:14 Girtiyê nexweş Narhanci piştî 30 salan hate berdan
15:06 ÎHD: Divê Prz. Ronahî Çîftçî demildest were berdan
14:45 Berdan Ozturk: Dê di hilbijartinê de bersiva derewîn û talankeran bê dayîn
14:39 Li Konyayê balafira perwerdê ya leşkerî ket
14:18 PE’yê ‘Qanûna Azadiya Çapemeniyê’ erê kir
14:01 Fîdan, Guler û Kalin ji bo operasyona derveyî sînor çûn Bexdayê
13:41 Di serdegirtina qawîşan de sepana ‘rabe-rûnê’ li girtiyan hat ferzkirin
13:32 Kişanak: Namzetên cêwî her ku sozên didan bêhtir xwe dihetikînin
13:20 'Girtiyên di greva birçîbûnê de dixin hucreyan’
13:11 Beyoglû yê AKP’î îcar jî kurê xwe girt şaredariyê
12:53 Li Depê kelecana Newrozê: Em ji bo qîrkirina azadiyê bang dikin
12:50 Di doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran de li şahidê nepen hat guhdarîkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan ê 36 meh in agahî jê nayên girtin serlêdaneke nû
11:45 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
11:30 Li GOP’ê agirê Newrozê hat vêxistin
11:25 Ferzkirina sepana derxistina solê ya ji bo Demîrtaş hat betalkirin
11:00 Cînayetên Hîzbûlkontrayê: Bila kes li bendê nebe ku em ji bîr bikin
10:37 Waliyê Şirnexê ji bo propagandaya AKP'ê dest bi belavkirina alavên malan kir
10:34 Kocaelî ji Newrozê re amade ye
10:00 Biryara îstîmlaqkirinê ya li Akbelenê hate betalkirin
09:56 Çalakiya ajokarên TIR’an di roja 6’emîn de berdewam dike
09:55 Li Erziromê dayikek û keça wê hatin qetilkirin
09:53 TJA kampanyaya xwe vediguhêze Newrozê
09:53 Ji bo hilbijêrên bitevger sepana kareqodê
09:29 142 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:28 Greva birçîbûnê di roja 109'an de didome
09:27 Lehengên bi azweriya azadiyê bûne Newroz
09:19 Banga ji bo Newroza Stenbolê: Em bersiva Dehaqan bidin
09:07 Wê di Newroza Wanê de bibêjin 'ji Ocalan re azadî'
09:07 Bajarên Egeyê dê govenda Newrozê bigerînin
09:06 Namzetê hevşaredariyê yê Mêrdînîkê: Em ê tiştên ku AKP'ê di 20 salan de nekir, di 5 salan de bikin
09:04 Bang li hilbijêrên livdar kir: Nebêjin 'ez neçim ser sindoqê jî dibe'
09:03 Şahidên Newroza dîrokî ya Cizîrê: Berxwedana wê rojê bû ronahiya roja me
09:01 Rojnameger Germiyanî: 161 gund hatin valakirin û amadekariya êrişa li dijî Garê tê kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2024'AN
08:39 Li Kayseriyê bi çekan êrişî wesayîta DEM Partiyê hate kirin
13/03/2024
22:15 Li Qesrikê şivanê pêl mayinê kir bi giranî birîndar bû
22:11 OHD'ê serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:15 Namzetên DEM Partiyê yên Sêrtê tax bi tax digerin
18:01 Tîma parastinê ya Erdogan qeza kir: Polîsek mir
17:59 Li Şirnexê cismek teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
16:55 Dayik bi pêşmalkên ‘tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye’ çûn serdana esnafan
16:54 Ji Nobetên Edaletê peyama biryardariyê: Heta encam bigirin dê nobet bidome
16:50 Şenyaşar îro jî li pêşiya Wezareta Dadê daxwaza edaletê kir
16:33 Jinan piştgirî dan rojnamegerên rastî êrişê hatin
16:23 Li Şirnexê starta Newrozê dê bê dayîn
16:08 Egîtîm Sen: Dibistanên li Wanê ji ber mitînga Erdogan bi awayekî fiîlî tên girtin
15:58 ÎHD’ê dê ‘Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê’ li dar bixe
15:57 Dadgehê di doza Kazanhan de tu daxwaz qebûl nekirin
15:45 Li Silopiyayê ji bo zarokan parqeke nû hat çêkirin
15:36 Demîrtaş ji ber ferzkirina lêgerînê derneket hevdîtinê
15:15 Leyla Zana dê tev li Newroza Amedê bibe
14:51 5 fezlekeyên din ên ‘parêzbendiyê’ ji Meclisê re hatin şandin
14:39 Ji bo tevlibûna Newroza Mêrsînê bang hate kirin
14:38 Li Wanê biryar hat dayîn ku afîşên Erdogan ên li ser bîllboardan bên rakirin
14:06 Eceleya qeyûmê Wanê heye: 600 hezar mîtroçargoşe erd da ber firotinê
13:50 Bayindir: Em ê Farqînê ji qeyûman rizgar bikin | HATE NÛKIRIN
12:20 Kampanyaya namzetê Mêrdînîkê yê AKP’ê bi karkeran dan kirin
12:13 Li Şirnexê xwendekar bi darê zorê birin mitînga AKP’ê
11:45 Nobeta Edaletê di roja 100’emîn de ye: Em ê dest ji azadiyê bernedin
11:40 Namzetên Geverê: Em ê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin
11:26 Konseya Ewropayê dê dosyayên Demîrtaş û Kavala binirxîne
10:39 Dirûnkar ji bo gihandina kiras û fîstanên Newrozê bênavber dixebitin
10:38 Ji salên 90’î heta niha manşetên Newrozan
10:35 Rojnameger Karakaş: Girtî di daxwaza ‘azadiyê’ de bibiryar in
10:02 Ji bo mitînga Erdogan bi dehan otobûsan welatî li Şirnexê tên veguhestin
10:01 Qeyûm ji bo danasîn û reklamê 44 milyon û 815 TL xerc kir
09:48 Ayas ê girtî: Em ê berxwedanê geş bikin
09:33 Serokê EHP’ê Em ê meşaleya agirê Newrozê bi hev re pêxin
09:31 Greva birçîbûnê di roja 108'an de didome
09:29 141 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 Eşîra Cafiranê dê piştgiriyê bide DEM Partiyê
09:00 Ji DEM Partiyê banga ji bo dengdêrên livdar: Dengek dê hîleyan xera bike
09:00 Namzeta herî ciwan a DEM Partiyê: Em ji bo çareseriyê tên
09:00 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2024'AN
12/03/2024
22:10 Li Kadikoyê gelek kesên belavok belav dikirin hatin binçavkirin
21:29 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
18:03 Eleqeyeke zêde ji bo namzetên DEM Partiyê
17:06 Tê gotin ku Wargeha KYK’ê ya Dihê dê ji bo hilbijêrên veguhastî bê valakirin
17:04 Bîranîna Komkujiya Gaziyê: Bila berpirsyar bên cezakirin
16:54 Halîl Şek ê piştî 30 salan hate berdan: Em ê tekoşîna xwe bidomînin
16:44 Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza 'azadiyê' didome