MÊRSÎN - Qeyûmê Şaredariya Akdenîz çawa hat wêneyê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan li odeya serokatiyê daleqand.
Hevşaredarên Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan, piştî hatin girtin qeyûm tayinî şûna wan hat kirin. Wezareta Karên Navxweyî, Qeymeqamê Akdenîzê Zeyît Şener wekî qeyûm tayinî şaredariyê kir. Piştî biryara tayinkirina qeyûm, polîsên li dora şaredariyê hatin zêdekirin. Şenerê ku tevî bi sedan polîsan ket hundirê şaredariyê, ewilî wêneyê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan li odeya serokatiyê daleqand û li ber wêne girt.