Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye

img
HATAY - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di pîrozbahiya Newrozê ya li quntarê Amanosan axivî. Uçar, bal kişand ser deklarasyona 2013’an û got ku navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd li Îmraliyê ye. 
 
Li Hatayê bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Pîrozbahî, li qada futbolê ya li Taxa Altiocak a li navçeya Dortyolê hate lidarxistin û bi coşeke mezin dest pê kir. Gelek kes bi kiras û fîstan, bi şel û şepikan tev li bûn. Tevlibûneke xurt a jin û ciwanan hebû. Welatiyên ku ji noqteya lêgerînê derbas bûn, coşa Newrozê mezintir kirin. Girseya ku ji Îskenderûnê hatî Newrozê, sed metre ji bo cihê pîrozbahiyê ma bû ku bi bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî Newroz" meşiyan. Partiyên siyasî yên bajar û rêxistinên civaka sivîl û ji 7 salî heta 70’ê salî bi sedan welatî tev li bûn. Pîrozbahî, piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî hunermendên herêmî derketin ser dikê û girseyê govend gerand. 
 
'DEM DEMA ŞIKANDINA TECRÎDÊ YE’
 
Di pîrozbahiyê de ji ewil Hevserokê DEM Partiyê yê Dortyolê Hidir Sîmlî axivî û bal kişand ser greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a demokratîk hatiye destpêkirin. Sîmlî, ji bo bicihanîna daxwazên girtiyan banga mezinkirina têkoşînê kir. Hevserokên DEM Partiyê yên Hatayê Seher Cevheroglû û Naîm Ozbek jî Newroz pîroz kirin. Ozbek anî ziman ku tevî hemû zext û êrişan jî dê bi ser kevin. Piştre jî peyama Abdullah Ocalan a ji bo Newroza 2013’an xwend. Piştî xwendina peyamê, namzetên hevşaredariyê yên bajar li ser dikê hatin vexwendin. Namzetan Newroz li gel pîroz kirin û gotin: “Dem dema şikandina tecrîda li Îmraliyê ye.” 
 
‘EM Ê BIBIN DERMANÊ DERDÊ GEL’
 
Herî dawî jî Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Uçar, Newroza gel pîroz kir û got ku Newroz meşa dirêj a azadiyê û nasnameya têkoşîna gelê kurd e. Bi domdarî Uçar, erdhejên Mereşê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Bi ser re salek derbas bû. Yek ji bajarên herî zêde ji erdhejê bibandor bûyî Hatay bû. Me di vê erdhejê de wêneyeke mezin dît. Me têkiliya îktîdarê ya bi gel re dît bê ka çawa ye. Îktîdara ku em karesatê re rû bi rû hiştî, her wiha gef xwar. Îktîdar dibêje ‘heke ez şaredariyê bi dest nexim dê xizmetê nekim.’ Hewce nake bibêje, jixwe em dizanin. Îktîdara AKP’ê ya ku li Kurdistanê tu gotin û dengê wê nema ye çi kiriye? Qeyûm tayînî îradeya gel kir. Hemû partî mereq dikin bê ka DEM Partî çi bike. Me dev ji kevneşopiya şaredarvaniya gelparêz û demokratîk berneda û dê dev jê bernedin. Em ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel tên. Em ji bo bibin dermanê derdê gel tên.” 
 
'EV DEKLARASYON DEKLARASYONA AŞTIYÊ BÛ’
 
Bi domdarî Uçar anî ziman ku di meha remezanê de ne lê gel ji xwe 12 mehan birçî ye û krîza aborî vegot. Uçar, di berdewamê de rejîma heyî weke rejîma komkujî, pişaftin, tunehesibandin û hwd pênase kir û wiha got: “Hefteyek berê li Bexdayê hatin gel hev û peymanek mohr kirin. Ez wateya peymanê bibêjim; mohr kirin bê ka bi operasyonên derveyî sînor dê kurdan çawa qir bikin. Dema ev peyman dihatin mohrkirin, dayikên me yên ku zarokê xwe di şer de winda kirin di Nobeta Edaletê de bûn. Dayikên me yên ku cenazeyên zarokên wan di torbeyekî de radestî wan hatin kirin, dîsa jî dev ji bangawaziya aştiyê bernedan. Dewleta ku ev sed sal in bi rêbaza şer nekarî encamekî bi dest bixe, êdî nikare vê neçareseriyê bidomîne. Birêz Abdullah Ocalan ji bo Newroza 2013’an deklarasyonek şand û hemû gelan lê guhdarî kir. Ev deklarasyon deklarasyona wê bû ku digot Tirkiyeyeke ku xwîn lê nayê rijandin û kuştin lê çênebin pêkan e. Hemû gelan ev deklarasyon qebûl kir. Lê bi cih ne anîn. Deklarasyon tê wateya aştî, wekhevî, azadî, edalet û hiqûqê. Ev bi kêrî kê nayên? Bêguman bi kêrî AKP û MHP’ê nayên. Lewma dîsa dest bi komkujiyên xwe kirin.” 
 
'EM Ê RÊ NEDIN POLÎTÎKAYÊN ŞER’
 
Herî dawî jî Uçar wiha got: “Li ser gelê me û siyasetmedaran zext û êriş hene. Girtiyên siyasî jî li dijî vê li ber xwe didin. Di bingeha pirsgirêkên li Tirkiyeyê de pirsgirêka kurd heye. Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd jî li Îmraliyê ye. Birêz Abdullah Ocalan e. Banga me li hemû derdoran ew e ku ji bo çaeserkirina pirsgirêka kurd, li dijî polîtîkayên îktîdarê têbikoşin. Em ê di sedsala duyemîn de rê nedin polîtîkayên şer.” 
 
Piştî axaftinan, Uçar û Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxistin. Di pîrozbahiya Newrozê de piştre jî hunermend Baran Bozyel û Cevdet Bagca derketin ser dikê. Piştî strîna stranan, pîrozbahî dawî bû. 
 

Sernavên din

29/06/2024
12:08 Li Akkûyûyê qeza: 2 kes mirin 35 kes birîndar bûn
11:36 Rojnamevanê aşiqî çand û zimanê xwe: Mazlûm Erencî
11:35 Li Zaxoyê qeza: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 Rojnamevan Ehmed derdikeve pêşberî dadgehê
11:20 Çawişê pispor ê êrişkar hate binçavkirin
11:14 Polîsê ku Kazanhan qetilkiriye ev 16 meh in nayê girtin
10:42 Cengîz Çîçek: Birêz Ocalan heqîqeta gelê kurd bi xwe ye
10:02 Cihên wezîfeya 4 hezar û 303 dadger û dozgeran guherî
09:33 Abdullah Ocalan: Qirkirina li dijî kurdan di 1925’an de dest pê kir
09:25 Mehmet Ocalan: Biryara di 29'ê Hezîranê de peyamek bû
09:18 Qeydên koliyên bi 53 milyonan ji bo namzetê AKP'ê hatine stendin hatine jêbirin
09:16 Li ber tava havînê tevrikê dikin
09:01 Çalakiya bi daxwaza azadiyê di roja 216’an de didome
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2024'AN
28/06/2024
23:20 Nobeta li dijî qeyûm: Em dest ji vîna xwe bernadin
18:59 Zeynep Kinaci hat bibîranîn
18:55 Di çalakiya 'dawî li tecrîdê bîne' de bang: Daxwazên dayikan pêk bînin
18:10 Doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
16:23 Bavê faîl ku şahid e tev li danişîna Hasret Tûtalê nebû
16:07 Selek ji doza 4 caran jê beraet kiriye dîsa tê darizandin
15:50 Di meha 150’yan a Roboskê de peyama ‘Em ji bîr nakin’
15:36 Parêzerê Ocalan bi CPT'yê re hevdîtin pêk anî
15:25 Ji Erdogan daxuyaniya ‘em ê bi Esad re mîna berê tevbigerin’
15:05 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 11 kesên din jî hatin berdan
14:48 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe dê li Stenbolê hevdîtinan bike
14:47 Dîmenên nû yên grûba ku gefa kuştinê li jinan xwar derketin
14:02 Ji sedî 38 zem li ceyranê hate kirin
13:30 Li Edeneyê tundiya çawişê pispor: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
13:29 Li Amedê êrişî tenduristvanan kirin
13:06 Tirkiyeyê li Dihokê noqteya kontrolê ava kir û nasnameyan kontrol dike
12:24 Provokatora li ber şaredariyê nas derket
12:01 ‘Tol rakirina Şêx Seîd bi azadiya Rêber Apo watedar dibe’
12:00 Hevşaredarên jin civîna meclisê li Şaxê li dar xistin
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Şaredariya Cizîrê piştî 8 salan dîsa dest bi tûrnûvaya futbolê dike
11:17 Stenbol ji mitînga ‘Em ê re nedin qeyûm’ re amade ye
11:16 Ceyran qet neçûye Kortî!
11:15 Herêma Sefineyê ya dîrokî bi dînamîtan tê tunekirin
11:11 Li dijî biryara Walîtiya Dêrsimê ya girtina rêyan bertek hat nîşandan
10:43 Hilbijartina serokkomariyê ya Îranê dest pê kir
10:39 Di doza tecawizkirina zarokê de hincet nayê eşkerekirin!
10:32 Şîrketên ceyranê di bin kontrola karsazên nêzî AKP’ê de ne
09:17 Bertek nîşanî biryara desthilatê ya ji bo meaşê kêmtirîn dan: Desthilat zengînan tercîh dike
09:14 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 215’an de didome
09:06 Rewşa bazaran: Êdî em nikarin ji zarokên xwe re fêkiyan jî bikirin
09:02 TUGVA Dibistana Havînê vedike: Zarokên xizanan hedef tên girtin
09:02 Germiyanî: 600 gundên Başûr di bin metirsiya valakirinê de ne
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:02 Cenazeyê girtiyê nexweş Esen hate veşartin
27/06/2024
23:42 Beştaş: Ji bilî berxwedana li dijî qeyûm wekî din tu rê tune ye
20:15 Li Semsûrê ji ber têlên ceyranê şewat derket
18:46 Bêyî birînên wî bên pêçandin cenazeyê girtiyê nexweş radestî malbatê hat kirin
18:39 Denîz Poyraz hat bibîranîn
18:16 Şewata li Farqînê hat tefandin
16:56 Li Girê Spî zarokek hate qetilkirin
16:53 Li ber wezaretê ‘cînayetên jinan’ protesto kirin
16:35 OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Rihayê da
16:31 Cenazeyê endamê HPG’ê 24 roj in li morgê tê sekinandin
16:02 Grûba duyemîn nobeda ‘rêzgirtina ji îradeyê re’ dewr girt
16:00 Ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ'ê li Mêrdînê dîsa şewat derket
15:56 CPT: Dewleta tirk 300 tank sewqî Herêma Kurdistanê kirin
15:04 Li Aldûşê şewata daristanê
14:58 Dikandarên senayiyê ji walîtiyê re gotin: Ji xetayê vegerin
14:42 Girtî Esen jiyana xwe ji dest da
14:41 Bariş Kiliç piştî 30 salan hat berdan
14:25 Li Îranê du namzetan xwe ji hilbijartinê vekişandin
13:58 Şewata li Mêrdînê ber bi gundan ve pêş dikeve
13:52 Jin: Em ê li djiî feraseta qirker têbikoşin
13:41 Berdana girtiyê ku dibêje ‘ez nepoşman im’ cara 3’yemîn hat taloqkirin
13:32 Doza kovara Modernîteya Demokratîk hat lidarxistin
13:25 Rojnameger Durgut û 17 jinên din beraet kirin
13:07 Qeyûman herî kêm 86 mirovên Ensarîoglû di şaredariyê de girtine kar
12:59 Kuştina jinan ji Wezîra Malbatan pirs kir
12:59 Gezîcî yê di binçavan de hatibû îşkencekirin nehat berdan
12:58 Rojnameger Elîf Akgul ji ‘propagandayê’ beraet kir
12:57 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
12:41 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:18 Li 4 kesên ji doza DÎAYDER’ê tên darizandin lêpirsîneke nû hat vekirin
12:10 Endamê OHD'ê Çelîk: Tişta li Colemêrgê hatiye kirin xesp e
11:54 Li Dîlokê di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:46 Ji ber têlên ceyranê şewatekî din derket
11:36 Li Pakistanê ji ber germê di 6 rojan de 568 kes mirin
11:33 Li Qereyaziyê kesek hate binçavkirin
11:32 Hewldana darbeya Bolîvyayê têk çû: Bijî demokrasî
11:17 Eren ê DEDAŞ’ê hedef girtî: Dixwazin min bêdeng bikin
10:58 Ji karesata ku 61 kesan jiyana xwe ji dest dan ders nehat girtin
10:52 Hejmara parlamenterên 7 bajaran guherî
10:24 Cenazeyê Cîn piştî heftiyekî hate veşartin
10:21 Li ber DEDAŞ’ê daxuyanî: Divê hesab ji berpirsiyaran bê xwestin
10:08 SODAP: Em ê dengê xwe yê li dijî qeyûm bilind bikin
Tevgera Şoreşger: Em ê li dijî faşîzmê li Kartalê bin
10:07 Meteorolojiyê ji bo Kurdistanê hişyariya bahozê kir
09:46 Li Bahçelîevlerê avahiyeke 7 qat hilweşiya
09:24 Bi 'kuştinê' gef li gundiyên Herêma Mawayê tê xwarin
09:23 Ozel: Dê salek û nîv piştre pêşhilbijartin bê lidarxistin
09:05 Dayika Medenî Yildirim: Kesên fermana kuştinê dan bûn şahid, em jî bûn mehkûm!
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 214’an de berdewam dike
09:02 Hevseroka KCDK-E'yê Zumrut: Xeta têkoşîna ya li dijî tecrîdê mezin dibe
09:01 Nefta li Gabarê kaniyên avê ziwa dike
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:09 Li Elkê bi destê cerdevanan dar tên birîn