NAVENDA NÛÇEYAN - Rûspiyên Eyn Îsayê ku peyama Abdullah Ocalan gihişt ber destê wan, gotin ku ew ê her tim bi HSD’ê re bin.
“Komîteya Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan”, di çarçoveya ragihandina û parvekirina nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, hevdîtinên xwe bi şêx û rûspiyên Ereban re didomîne.
Endamên komîteyê bi şêx û rûspiyên bajarê Eyn Îsayê ya kantona Firatê re civiyan. Di hevdîtinê de endamên komîteyê Eyşe Efendî û Mihemed Beko nameya Abdullah Ocalan a ji eşîran re şandibû, xwend.
Eyşe Efendî, bal kişand ser rola sereke ya eşîrên Ereban di xurtkirina têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê de û got ev têkilî bingeha ewlehî û aramiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Her wiha anî ziman ku eşîran bi hezaran şehîd di rêya parastina welat de dane û beşdariya wan di avakirina rêveberî, rêxistin û saziyan de çalak e.
Şêx û rûspiyan jî nameya Abdullah Ocalan erênî nirxandin û gotin ku name ji bo tevahiya pêkhateyan e, armanc jê pêşxistina nirxên jiyana hevbeş û redkirina tevahî cureyên fitne û şerê navxweyî ye. Şêx û rûspiyan piştgiriya xwe bi HSD’ê re anîn ziman û got li dijî hemû siyasetên xirabkirina ewlehiya herêmê û fitneyan helwesta wan piştgiriya bi HSD’ê re ye.