Cizîriyên malên wan di bin avê de man bertek nîşanî qeyûm dan: Ne ji bo xizmetê ji bo perexwarinê ne

ŞIRNEX - Welatiyên Cizîrê yên ku di lehiya duh de malên wan di bin avê de man bertek nîşanî rêveberiya qeyûm dan û wiha gotin: “Her carê em vê rewşê dijîn. Şaredarî şaredariya pere xwarinê ye, ne ya xizmetê ye.”
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê ev çend roj in baraneke zêde dibare û kuçe û kolan di bin avê de man. Li Cizîrê hejmara logaran kêm e û yên heyî jî xitimî ne. Ji ber barîna ku êvarê destpêkirî gelek kuçe û kolan di bin avê de man. Welatî bi saetan di malên xwe de asê man. Gelek welatî jî bi derfetên xwe ji malên xwe derketin. Her wiha ajalên şeniyên taxiyan û tiştên jiyanî jî di bin avê de man. Lehî di danê fitareyê de çêbû û wê demê tu kes li derve nebû. Vê yekê jî rê li ber karesatekê girt. 
 
Şeniyên Taxa Nûrê nerazîbûn nîşanî şaredariya Cizîrê ya ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin da. 
 
AMÛRÊN WAN HEMÛ DI BIN AVÊ DE MAN
 
Ji şeniyên taxê Fatma Gevde, diyar kir ku her sal heman rewşê dijîn û wiha axivî: “Her cara ku baran dibare malên me, kolanên me di bin lehiyê de dimînin. Yan bila ji vê pirsgirêkê re çareseriyekî bibînin yan jî bila nebêjin ku em ê alîkariyê bikin. Em ditirsin ku carekî avahiyên me hilweşin. Heke ku di wê seatê de zarokên me li derve bûna, dê li ber avê biketina. Me xwe li ser banî avêt. Heke em ji vir bihatina dê li ber avê biketina. Dexl, makîneyên me yên ceyranê û xaliyên me di bin avê de man.”
 
'ME BI ZORÊ XWE RIZGAR KIR'
 
Emîne Karagoz jî bi lêv kir bêtevdîriya şaredariyê hindik mabû rê li ber karesateke mezin ve û wiha got: “Em di mala xwe de bûn. Bi barînê re kolan di nav avê de man. Heta ku me xwe berhev kirî av li ser mal û kûçeyan derbas bû. Hewşa malê tije av bû û em jî ji nêçariya xwe reviyan û derketin. Em revîn çûn malên cîranên xwe û me bi zorê xwe xwe xelas kir. Ew seata ku lehî rabû seata fitarê bû, ji ber wê windahî çênebûn. Heke ne wisa bûya dê rê li ber karesata vekiribûya.” 
 
'ŞAREDARÎ ŞAREDARIYA PEREXWARINÊ YE'
 
Ji heman taxê Şerîfe Uçkun jî bertek nîşanî şaredariyê da. Uçkun, anî ziman ku şaredariyê heta niha tu kareke wan nekiriye û wiha domand: “Şaredarî tenê dizane bixwe. Bila bê li vê heriyê binêre, bila bê li rewşa me binêre. Ev çend sal in ku em di vê rewşê de ne. Yek carê pirsgirêkeke me çareser nekirine. Şaredarî şaredariya perexwarinê ye, ne ya xîzmetê ye. Şaredarî ne şaredariya feqîr û jaran e.”
 
'TEVDÎR NAYÊN GIRTIN’
 
Welatiyeka ku nexwest navê xwe bide jî anî ziman ku binesaziya bajêr saxlem nehatiye çêkirin û wiha got: “Her carê tên li rewşa me dinêrin û piştre diçin pişta xwe didin me. Her carê em heman tiştî dijin. Qeymeqam xanim dê her carê bê li rewşê binêre û biçe. Ev taxe hemû di bin avê de ma. Kanalîzasyon teqiyan û barîna ku barî jî ser me de hat. Her sal heman tişt çêdibe lê tu tevdîr nayên girtin. Par jî me heman tişt jiya.” 
 
‘ALÎKARÎ JI ME RE NEHAT’
 
Şeniyeke din a taxê jî ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku ajalên wê di bin lehiyê de man û bertek nîşanî qeyûm da. Welatiyê wiha got: “Her cara wiha dibe qeymeqam tê vê derê û ji me re dibêje, ‘em ê pêdiviyên we pêk bînin.’ Lê piştre pişta xwe dide me. Xwe nîşanî me dide û piştre direve û diçe. Heta tu kesî naşînin ku avekî bidin me. Nabêje ka dê rewşa taxê çi bibe. Ajalên me di nav avê de man. Kesek nebû ku derbixîne. Alîkarî ji me re nehat.”
 
MA / Zeynep Durgut
 
 

Sernavên din

02/07/2024
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye
08:35 Baroya Mêrdînê: Divê ew êrişa nijadperest were ronîkirin
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Ev meş destpêk e’ derket
30/06/2024
23:45 Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye
23:21 Li Qoser û Hezexê li dijî qeyûm meş hatin lidarxistin
22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin
16:07 Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz
15:47 Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
15:29 Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê
15:08 Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin
14:50 Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin
14:49 Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin
14:15 Li Elkê qirkirina xwezayê: Bi tevlibûna sedan cerdevanan dar tên birîn
14:08 Li Eskîşehîrê jinek hate qetilkirin
13:58 ‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya DEM Partiyê dest pê kir
13:46 Li pey mîhrîcana wezaretê tenê gilêş ma
13:35 Çawişê pispor ê hevjîna xwe qetilkirî hate girtin
12:21 MEB bi rêziknameya dawî re xwendekaran bêhtir dixe xizmeta sermayeyê
11:28 Bi zemên hatine kirin re xetên mînîbûsan dan ber firotinê
11:02 Ji bo serlêdanên Pêşbirka Şehîd Denîz Firat banga dawî
10:55 Kovara Jinê bi manşeta ‘Siyaseta şer, milîtarîzm û jin’ derket
10:53 Di hezîranê de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek şewat derketin
10:30 Abdullah Ocalan: Zîlan manîfestoya jiyana me ye
10:00 Roja Teqawidbûnê ya Cîhanê: Teqawid di dorpêça krîza aboriyê de ne
09:09 Çîroka birayên girtî yên nexweş
09:07 Parêzer Oyke: Heya em agahiyekê ji Îmraliyê bigirin wê serlêdanên me bidomin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 217’an de didome
09:00 Heqareta Ozdag a li Şêx Seîd wekî 'azadiya ramanê' hat hesibandin
09:00 Girtî Acar ê ku têlên diranên wî hatine qetandin nabin nexweşxaneyê
09:00 ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2024'AN
29/06/2024
22:09 Mîtînga ‘Em rê nadin qeyûm’ bi dawî bû
21:54 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe: Qeyûm pirsgirêka hevpar e
21:48 Yuksekdag: Dê biser nekevin
Atalay: Em ê bi hev re bi ser bikevin
20:51 Akiş ê ku qeyûm tayînî şûna wî kirine: Em serbilind in
19:50 Orhan Dogan hat bibîranîn
19:16 Di mîtînga li dijî qeyûm de banga hevpar: Em têkoşîna yekbûyî bilind bikin
16:54 47 Saziyên civakî bêhurmetiya li dijî cenaze şermezar kirin
16:44 Li Êlihê şewat derket
16:43 NY ji bo Roboskî parastinê ji Tirkiyeyê xwest
16:29 Polîsan dest danîn ser wêneyên Şêx Seîd
16:21 Şandeya EMEP’ê serdana herêma şewatê kir
16:00 Koma sêyemîn ‘Nobeta rêzgirtina ji vînê re’ dewr girt: Têkoşîna me dê bênavber bidome
15:42 'Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin'
15:24 Progressive Allianceyê ji bo piştevaniyê serdana DEM Partiyê kir
15:09 Li sê bajaran ji bo sê girtiyan banga berdanê hat kirin
14:38 Li Wanê komek li kolanan çopê belav dike
14:34 Li Efrînê ciwanek revandin û li kesekî jî êriş hat kirin
14:20 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ateş pirsîn
14:18 Li Mûglayê tundiya zilam: 3 kuşt, 2 kes jî birîndar kir
14:01 Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng
13:48 Şêx Seîd û 46 hevalên xwe hatin bibîranîn: Bila sala 2025'an bibe sedsala Şêx Seîd
13:17 Çalakiya Xizmên Windayan: 100 sal in rêber û rêveberên kurdan winda ne
13:16 Li Alanyayê mirina biguman a xwendekarekê
12:53 Hilbijartinên Îranê ji tûra duyemîn re man