Saziyên ziman û wêjeyê: Rêzê li vîna gelê kurd a demokratîk bigirin

  • rojane
  • 14:28 3 Nîsan 2024
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleyên ziman û wêjekaran bi daxuyaniyekê bertek nîşanî nedayîna mazbata Abdullah Zeydan dan û wiha bang li îktîdara AKP-MHP'ê kirin: “Demildest dest ji êrişên xwe yên li ser vîna gelê kurd berde û rêzê li vîna gelê kurd a demokratîk bigire.”
 
Bertekên li dijî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan îro jî berdewam kirin. Komeleyên ziman û wêjekaran bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî nedana mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ê DEM Partiyî, dan. 
 
‘BINPÊKIRINA HEMÛ GELÊN TIRKIYEYÊ YE!’
 
Di daxuyaniyê de hat gotin desthilata AKP û MHP’ê bi destê Wezareta Dadê dek û dolaban digerîne û vîna gelê kurd binpê dike. Saziyan, destnîşan kirin ku li gelek bajarên bakurê Kurdistanê wekî Wanê bi bi rêjeyeke zêde namzetên xwe hilbijartine. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Gelê Wanê li dijî rejîma talanker, rejîma zilm û diziyê, rejîma qeyûman helwesta xwe da der û bi rêjeyeke gelekî zêde hevşaredarên xwe hilbijart. Lê belê desthilata ku li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê têk şikiya û li Wanê tu şopên wê neman, vîna gelê kurd tehemul nekir û bi rê û rêbazên talanê, bi binpêkirina hemû hiqûq û qanûnan dest danî ser mazbataya Hevşaredar Abdullah Zeydanî û mazbataya wî da namzetê xwe yê ku tenê ji sê paran yek dengan wergirtibû. Pir eşkere û zelal e ku ev, binpêkirina vîna Wanê, tunehesibandina vîna Kurdistanê û binpêkirina nirxên demokratîk e.
 
LI HEMBER TALAN Û ZILMÊ RABIN
 
Em saziyên zimanê kurdî û wêjeya kurdî, em vê neheqiyê, vê talankirin û vê zilmê bi tu awayî qebûl nakin û dibêjin demildest divê vîna gele kurd esas bê girtin. Her wiha em bang li hemû pêkhateyên civakê, raya giştî û gelên Tirkiyeyê dikin ku bi awayekî demokratîk li hember vê talan û zilmê rabin; ji lew re ev ê Tirkiyeyê ber bi karesateke mezin ve bibe. 
 
Em saziyên ku navên wan li jêr diyarkirî ne, careke din piştgiriya xwe ya ji bo gelê Wanê dubare dikin û diyar dikin ku ev neheqî û zordarî li tevahiya gelê kurd hatiye kirin û ev yek ji wan polîtîkayên qirkirin, tunehesibandin û talanê ye ku heta roja îro li ser ziman û çanda kurdan û li ser hebûna wan hatiye meşandin. 
 
Em bang li desthilatê dikin ku qethiyen em vê yekê qebûl nakin û demildest dest ji êrişên xwe yên li ser vîna gelê kurd berde û rêzê li vîna gelê kurd a demokratîk bigire.
 
* Enstîtuya Kurdî ya Amedê - Amed
 
* Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê - Stenbol
 
* Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê - Îzmîr
 
* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botanê - Sêrt
 
* Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Feradê - Semsûr
 
* Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî - Êlih
 
* Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê - Amed
 
* Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê - Wan
 
* Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek - Cizîr
 
* Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê - Enqere
 
* Komeleya Wêjekarên Kurd - Amed
 
* Kovara Destar - Amed.”

Sernavên din

12/07/2024
09:47 Cenazeyê rojnamevan Birahîm bi awayekî girseyî hate oxirkirin
09:10 Av. Ozkaplan: Ji ber ku Bişar Atli bi unîforma bû hat parastin
09:08 DEDAŞ’ê berhemên çandiniyê yên cotkaran hişk kir
09:01 Piştî 8 salan li Şaredariya Cizîrê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê hat vekirin
09:00 Dayikên Botanê: Yê ku axa Kurdistanê radestî dijmin dike bila nebêje em kurdin
09:00 ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:58 Li Sûrê bi çekan êrişî 2 kafeyan hate kirin
08:20 Rojnamevanê di êrişa dewleta tirk de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11/07/2024
22:39 Nobeta li dijî desteserkirina vînê didome
21:45 Hatîmogullari: Destûra Bingehîn a demokratîk mutabaqata herî berfireh e
20:40 Alî Yaşa yê gava li ber mirinê hat berdan, jiyana xwe ji dest da
18:49 Li Cizîrê semînera 'i tundiya li ser jinê re bes e'
18:36 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê da
16:56 Dema binçavkirina rojnamevan Topaloglû hate dirêjkirin
16:29 Li Midyadê jinek hate qetilkirin
15:48 Êrişên dewleta tirk tên şermezarkirin
15:11 Jina tundî lê hate kirin xwe parast
14:11 Tûncelê serdana ESP’ê kir: Divê têkoşîna yekgirtî bê xurtkirin
13:52 Hesabê JINNEWS kurmancî yê X’ê hat astengkirin
13:49 TEV-ÇAND: Li dijî dagirkeriyê em banga berxwedanê dikin
13:47 ÎSÎG: Di 6 mehan de 878 karker jiyana xwe ji dest dane
13:39 Şandeya Iraqê ji bo ku êrişên dewleta tirk lêkolîn bike li Hewlêrê ye
13:09 Îdiaya ‘xemsariyê’ derewandin
12:59 Li Girê Baharê helîkoterek hate xistin
12:53 Li Komeleya Anadoluyê li hemberî 13 zarokan tacîza zayendî hatiye kirin
11:59 OHD: Li Marînê îşkence û tacîza zayendî hate kirin
11:58 Hinceta cezayê li Akiş hatiye birîn: Îdiayên dozgerê ‘lêgerîna wî ji FETO2yê heye’
11:42 Mihemed: Dezgeha Parastinê cihên ji bo bombebaranê nîşanî balefirên tirk dide
11:29 Bi çekê êrişî Serokê Meclisa Odeya Bazirganiyê ya Geverê kirin
11:20 Rojnamevan û çalakvanên iraqî li dijî êrişên Tirkiyeyê kampanya dan destpêkirin
10:45 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:35 Dr. Berwarî: Divê herkes li eniya berxwedanê cih bigire
10:33 Li Filipînê bi pileya 7,1 erdhej çêbû
10:11 Cebar Yawer: Bêdengiya li dijî êrişan metirsiyek mezin e
10:06 UNICEF’ê av li ser wargehên li Şehbayê birî
09:55 Şaredariya Rezanê plana xwe ya ‘Stratejîk’ bi gel re diyar dike
09:41 Ji Çelê leşker sewqî Herêma Kurdistanê hatin kirin
09:29 Li Wanê Butona Jin a Jînê û Stasyona Gava Ewil tên çalakkirin
09:12 Berxwedana li dijî tecrîdê: Divê her kes berpirsiyariyê hilgire
09:10 Tekîk: Li Bilexşê travmaya salên 90'î anîn serê gel
09:06 Bi ruhê azadiyê derket rê û coş û kêfê da meşê
09:05 Girtiyê ku bi neheqî 42 sal ceza lê hatiye birîn nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:59 Şandeya Iraqê dê êrişên dewleta tirk lêkolîn bike
08:33 Li Afyonê li pey hev erdhej çêbûn
10/07/2024
23:10 Di nobeda li Stenbolê de banga 'deng derxîne'
22:51 Zeynep Boga bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
22:33 Rojnamevan Topaloglû hat binçavkirin
21:29 Platforma Jinan a Enqereyê ji bo Colemêrgê di nobetê de ye
20:29 Hatîmogullari: Gezî berxwedaneke ji bo azadiyê bû
17:07 Begît di civîna meclisa Şaredariya Bajarê Mezin de hate şermezarkirin
16:19 Li Licê agir bi daristanê ket
15:44 Platforma Piştevaniyê ya Penaberan: Divê sûcên nefretê bê ceza nemînin
15:21 DEM Partiya Îzmîrê: Bila meaşê asgarî û teqawîdan bê zêdekirin
14:33 Xelkê Şêladiz û Amêdiyê li dijî dagirkeriyê rabûn ser xwe
13:29 Biryara hinceta cînayeta Tahîr Elçî: Tevî gumanên heyî jî bersûc hatin beraetkirin
13:21 Rahîb Joe Ryan: Fikrên Ocalan hêviyê didin
13:19 Li Meletiyê erdhej çêbû
13:09 Cezayê muebbeta giran li kujerê Tuba Ozel hate birîn
13:07 Li Serhedê lehî rabûn: Şivanek bi lehiyê re çû û mir
13:05 Kadîr Înanir ji ber tedbîrê rakirin beşa lênêrîna awarte
12:39 Li Hezexê ketin û derketin li sewalan hate qedexekirin!
12:28 Cenazeyê Arvîn Huseynî piştî 20 rojan hate veşartin
12:16 Ocaxên Ulkucuyan Demîrtaş hedef nîşan da
12:11 Sûriyeyê daxwaza serdanê ya Ozel qebûl kir
12:01 Cezayê îdamê dan hevjîna Bexdadî
11:51 Encamnameya Koxebata Neteweyî: Li dijî dagirkeriyê berxwedana topyekûn divê
11:39 DEM Partiyê ji bo desteka kirê pêşniyarqanûn da Meclisê
11:36 Rapora şewatê: DEDAŞ bû sedema mirina welatiyan
11:22 Rejîma Îranê cezayê hepsê li 4 mamostayên kurd birî
11:20 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye!
11:17 Rapora girtîgehên tîpên Y û S’yê: Divê tavilê bên girtin
11:13 Wezîrê Dadê yê Iraqê: PDK diyarkirina waliyek kurd ji bo Kerkûkê asteng dike
10:48 Cerdevan li Xabur 2’yê daran dibirin
10:16 Ankêt: Hejmara kesên pêşhilbijartinê dixwazin derket ji sedî 53’yê
10:04 Ji bo 16 bajaran hişyariya barîna barana zêde
10:02 DMME’yê ji bo nedayîna pirtûkên Abdullah Ocalan biryara ‘binpêkirina mafan’ da
09:46 Şewata li Bodrûmê hate kontrolkirin
09:27 Qeyûmê Wan bihost bi bihost firotibû tayînî Amedê hat kirin
09:03 Nexşerêya YEWKURD'ê
09:02 Koordînatorê ECPMF'ê Oztûran: Gef li mafê xwegihandina agahiyên bêalî tê xwarin
09:01 Mûrad: Tifaqa di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de dê bi xwe re talûkeyên mezin bîne
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:49 15 mamosteyên Egîtîm-Senî hatin binçavkirin
08:20 Li Êlihê 14 kesên binçavkirî hatin berdan
08:05 Waliyên hin bajaran guherîn: Qeyûmê berê tayînî Walîtiya Amedê hat kirin
07:52 Li Şaredariya Mûşê heyama bi kurdî dest pê kir
09/07/2024
22:37 Nobeda li dijî qeyûm: Wê têkoşîn bidome
20:57 Ecevît Pîroglû hat berdan
19:24 Li Bodrumê şewat
19:22 Li Şirnexê jin li dijî şerê taybet hatin ba hev
17:03 Doza êrişê ya zayendî: Li cerdevan 6 sal û 8 meh ceza hate birîn
16:57 Rojnameger Saygan hate berdan
16:56 Ji DMME’yê biryara Komkujiya Garê: Tirkiye berpirsiyarên xwe aniye cih!
16:33 YNK: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriyê ye
16:32 Îdiaya ‘Kobayê’ di rojeva Meclisê de ye
16:30 Nav û wêneyên hêzên paramîlîter ku tê payîn li Başûr bên bicihkirin hatin belavkirin
15:57 ESP’ê der barê Dogukan Çep ê nijadperest de gilî kir
15:50 Li Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatin dîtin
15:20 Ozel: Meaş neyên zêdekirin wê hilbijartin çêbibe