Zanyarê Siyasetê Onal: Planên êrişê yên Tirkiyeyê dê têk biçin

  • rojane
  • 09:23 5 Nîsan 2024
  • |
img

ÎZMÎR - Zanyarê Siyasetê Sînan Onal diyar kir ku AKP hewl dide li herêma Garê zemîna êrîşeke nû biafirîne û got ku ev plan jî wê ji ber têkçûna hilbijartinên 31'ê Adarê û krîza aborî bişikê.

Hilbijartinên 31’ê Adarê bi dawî bûn. AKP û hevkarê wê yê biçûk MHP, di hilbijartinên xwecihî de li tevahiya welêt rayên xwe pir kêm kirin û gelek şaredarî ji dest wan çûn. Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di daxuyaniya xwe ya şeva hilbijartinê de diyar kir ku wê êrişên li ser Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidomin.
 
Rayedarên AKP'ê, beriya hilbijartinê çend serdan li Iraq û Herêma Kurdistana Federe kirin. Di daxuyaniyên der barê hevdîtinan de jî işaret bi êrişên nû hat kirin.
 
Zanyarê Siyasetê Sînan Onal, planên êrişên nû yên AKP'ê û MHP'ê û bandora hilbijartinê ya li ser vê rewşê nirxandin.
 
Onal diyar kir ku Tirkiye li dû "xeyalên Osmanîtiyê" ye û wiha got: "Tirkiye dixwaze li Sûriye, Iraq û Kurdistanê hegemonyaya xwe ava bike. Utopyayeke wiha heye. Tirkiye ji bo pêkanîna vê xwest ji nakokiyên di nava NATO û Şengayê de sûdê wergire. Bi awayekî fermî endama NATO'yê ye, lê wekî ne endama wê be tevdigere."
 
PLANA DAGIRKIRINÊ
 
Onal destnîşan kir ku polîtîkayên Tirkiyeyê encam negirtine û wekî çareya dawîn jî bi rêya hevdîtinên dîplomatîk êrişeke nû armanc dike û got ku dibe ku cihê êrişên nû Garê be. Onal wiha berdewam kir: "Dixwazin li ser Başîqa û Mûsila ku berê hatibû dagirkirin, serweriya xwe bi dest bixin. Ji bo rewakirina vê yekê bi Îran û Iraqê re hevdîtinan dikin. Iraqê bi avê û çeteyên ku wan ew perwerde kirine tehdîd dike. Bi soza beramberî Rêya Hevrişimê rêyeke nû û şandina petrol û gazê ya di ser Tirkiyeyê re vîzeya dagirkirin çêdike. Di vê çarçoveyê de, rayedarên îstîxbaratê û leşkeriyê yên Tirkiyeyê, li Iraq û Herêma Kurdistana Federe hin hevdîtin kirin. Heyetên ji Iraq û Başûrê Kurdistanê jî hatin Enqereyê. Hevdîtin wê di 22'yê Nîsanê de jî dewam bikin. Civîna Qesra Spî ku bi salan e lobiya wê dikin jî, wê di 9'ê Gulanê de pêk bê. Li vir wê dagirkirina başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gengeşe bikin."
 
‘DIBE KU PDK DI HILBIJARTINAN DE QERTA SOR BIXWE'
 
Onal li ser têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re jî got, têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re li dijî destûra bingehîn a Iraqê ne. Onal da xuyakirin ku PDK naxwaze bikeve hilbijartinên ku wê li Herêma Kurdistana Federe bên kirin û got: "Eger bikevê îhtîmala ku çawa li Tirkiyeyê gel qerta sor di 31'ê Adarê de da AKP'ê, ew jî wê qertê bibîne. Gel li dijî vê tevkariyê ye."
 
Onal destnîşan kir ku polîtîkayên AKP'ê Tirkiyeyê anîne asteke neveger û got: "Ne pêkan e ku ev doktrîn piştî 31'ê Adarê bidome." 
 
Onal destnişan kir ku Erdogan û hikûmeta wî kulek bûne û got: "Di hilbijartinên 31'ê Adarê de rewabûna hikûmeta wî nemaye. Ma wê detshilateke ku rewabûna wê nemabe çi qasî karibe di polîtîkayên şer de israr bike? Tiştên li Wanê qewimîn bi xwe jî nîşan didin ku karê Erdogan û şûrekaya wî ne hêsan e. Muxalefeta Tirkiyeyê û Kurdistanê li ser mafe bijartinê li hev kirin. Lewma dagirkirina ku bixwaze bike jî wê bişikê." 
 
Onal da zanîn ku di vê pêvajoyê de helwesta gelê kurd wê diyarker be. 
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

07/04/2024
19:56 Rapor: Li Girê Spî 83 kes hatin qetilkirin
18:17 Amedsporê, Înegolspor 5 û 2 têk bir û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû
17:49 Ji YSK’ê biryara Xelfetiyê: Hilbijartin nayê nûkirin
16:14 CHP’î li pêşiya YSK’ê ne: Hilbijêrên mirî çawa deng didin?
15:53 Di Nobeta Edaletê de bang li dayikan hate kirin
15:23 Hatîmogûllari: Em ê pêşiyê li dizan bigirin
15:02 YSK’ê gelek îtîraz red kir
14:39 Ji bo Abdullah Ocalan şitil hatin danîn
14:11 TJA: Sekna me êrişên li dijî pergala hevserokatiyê pûç kir
13:43 YSK’ê biryara xwe ya têkildarî Kerboranê da
13:40 Talabanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên lidarxistin
13:33 AKP’iyê ku pusulayên dengan şewitandî hate girtin
12:21 Qeyûm beriya biçe navenda etutê dewr kir
11:55 Cotstandartiya lijneyên hilbijartinê: Îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin
11:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê civiya: Em ê ji bo faşîzmê her derd bin
10:55 Can: Dê ‘nexşerêya’ muxalefetê siyasetê diyar bike
10:04 Kovara Jînê di hejmara nû de bal kişand ser cînayetên jinan: Êdî bes e
09:30 Qeyûm di salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz da
09:29 Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan
09:24 Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin
09:17 Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin
09:17 Rojnamevan Sezgîn ê ku polîsan îşkence lê kirin: Em ê tim li qadan bin
09:06 Qeyûma Cizîrê di 2 mehan de 101 kes girtiye kar
09:05 Berxwedana girtiyan bi qonaxa nû û di roja 133’yan de didome
09:04 PDK’ê 166 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand: Agahî jê nayên girtin
09:01 Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê xeyalên neviyên osmaniyan pêk neyên
09:00 ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2024’AN
08:44 Li Norşînê rageşiya hilbijartinê
06/04/2024
23:59 Li Sêwregê hilbijartin hat betalkirin
23:52 Li Swîsreyê meşa 4’ê Nîsanê
23:47 DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da
21:53 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 70'yemîn de ye
21:09 Jinan 4’ê Nîsanê pîroz kir
21:02 Wê li Kerboranê ray ji nû ve bên hejmartin
19:35 YSK'ê îtirazên ji bo 5 cihan red kir
17:00 Deriyên Şaredariya Serêkaniyê li gel hatin vekirin
16:59 YSK’ê biryara bihincet a derheqê Zeydan de eşkere kir
16:35 DEM Partî ji bo Bedlîsê li ser pêya ye: Em ê dev ji vê meseleyê bernedin
16:25 Girtiyên ji bo nobetê peyam şandin: Divê berxwedan bê mezinkirin
16:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hate ragihandin
15:56 Li Curnê Reş gel bi dirûşma ‘AKP diz e YSK şirîk e’ meşiya
15:47 Di qezaya li Amedê de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
15:47 Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:38 Xwestin girtiyên nexweş Demîr û Yaman bên berdan
15:17 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin
14:39 2 hunermendên kurd ên rojhilatî jiyana xwe ji dest dan
14:12 YSK ji bo nirxandina îtîrazan civiya
14:09 Dayikên Şemiyê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsîn
13:29 Ji ber şewata ku 29 kes tê de miribûn 8 kes hatin girtin
13:28 Bi îdiaya ku pusulayên navçeyên din li Sasonê hatine bikaranîn îtîraz hat kirin
13:04 Torena dewkirinê hat kirin: Roj roja xizmetkirina xelkê berxwedêr ê Wanê ye
12:48 Parastvanên mafên mirovan: Hêzên ewlekariyê bi îşkencekirina zarokan sûc kirine
12:29 Bi rakirina kulubeya ewlehiyê dest bi peywirê kirin
12:06 Uçar: Em li Wanê bi ser ketin û dê li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bi ser kevin
11:06 Parêzerê Kahyaoglu: Şopa qebzeya çekê li serê wî hebû
10:44 Li Edeneyê êriş li jinekê hate kirin
09:43 Kurkçu: Berpirsiyariya me divê em di 2028'an de dawî li heyama AKP'ê bînin
09:32 Qeyûm şaredariya Mêrdînê şêlandiye: Sînorê deynkirinê 4 qet derbas kiriye
09:05 Berxwedana girtiyên siyasî di roja 132’yan de didome
09:03 165 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Efrîniyên hêviyê bi ruh û can dikin
09:01 Wanî: Êdî kes wê newêribe vîna me xesp bike
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2024’AN
05/04/2024
22:03 DEM Partiyê ji bo nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK'ê da
20:24 Rojnamevan hatin berdan
18:35 Li Şirnexê îtîraza ji bo betalkirina hilbijartinê hat redkirin
18:04 Ji xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de biryardariya têkoşînê
17:38 Platforma Azadiya Parastinê hat avakirin
16:33 DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSK’ê da
16:31 Di Nobeta Aştiyê de bertek nîşanî darbeya hilbijartinê dan
16:18 Di lêpirsîna şewata Beşîktaşê de dozger xwest 9 kes bên girtin
15:47 Mazbata wergirtin û deriyê şaredariyê jê kirin
15:38 Di 2 avahiyên li Beyogluyê de şewat derket
15:25 Tirkiye ji peymana AKKA’yê vekişiya
15:24 Ji bo Xelfetiyê jî biryar hat dayîn ku hilbijartin ji nû ve bê lidarxistin
15:00 Tanal ê CHP’î: AKP’ê li Hîlwanê li dijî DEM Partiyê winda kiriye
14:46 Hevşaredarên Wanê li avahiya şaredariyê ne
14:44 Rêxistinên Çapameniyê: Rojamegerên binçavkirî berdin
14:18 Vaye tundiya polîsan a li dijî nûçegihanê me Sezgîn
14:04 4 jê rojnameger 86 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
14:02 Partiyên siyasî yên li Qersê têkildarî ‘hilbijêrên veguhestî’ daxuyanî dan
13:27 Rojnamevan Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
13:12 Dema gulîk û kerengên hat
13:02 Xêzeromana Abdullah Ocalan vedibêje li Berlînê hate danasîn
12:57 DEM Partî li 2 navçeyan îtîraza encamên hilbijartinê kir
12:50 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
12:41 Hevşaredaran cîhazên X-ray û têlên direhî yên li şaredariyê rakirin
11:58 Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger hate girtin
11:41 Li Wanê hevşaredaran mazbatayên xwe wergirtin
11:21 Malbat û parêzeran bi boneya cejnê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:20 Rojnameger Murat Verîm hate berdan
11:13 DEM Partiyê ji bo betalkirina hilbijartina Qersê serlêdan kir
11:11 Dayikên di Nobeta Edaletê de: Em bibin dengê girtiyan
11:10 Kesên li Amed û Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:48 Qeyûm saetek berî mazbatayê bidin hevşaredaran, 30 mîlyon xerc kirin
10:42 Cenazeyê zarokê winda hate dîtin
10:24 Li navçeya ku av lê nîne, qeyûm 45 milyon lîre ji karên cuda re xerc kiriye
10:02 Difina nûçegihanê me yê polîsan tundî lê kiribû şikestiye
09:58 Serokê CHP’a Qersê: Bi hilbijêrên veguhestî dest danîn ser îradeya gel
09:37 Çalakiya girtiyan a ‘ji bo azadiya Abdullah Ocalan’ di roja 131’an de didome