Parêzerê Kahyaoglu: Şopa qebzeya çekê li serê wî hebû

  • rojane
  • 11:06 6 Nîsan 2024
  • |
STENBOL- Serhat Kahyaoglu yê piştî bi lêdanê hatibû binçavkirin, jiyana xwe ji dest da. Parêzerê Kahyaoglû destnîşan kir ku di serê Kahyaoglû de gelek şopên qebzeya çekê hebûn. Hat desnîşankirin ku polîs bi ser îhtîmala ku Kahyaoglu ji ber lêdanê jiyana xwe ji dest daye zextê li ATK’ê dike.
 
Serhat Kahyaoglû (37) bi îdiaya “ji şaneşîna mala xwe gule berdane hewayê” di şeva hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê de ji hêla polîsan ve hat binçavkirin. Tevî ku Kahyaoglû û hevalê wî N.G. dema ku li ber xwe dane, rastî tundiya polîsan hatin. 
 
Piştî lêdanê Kahyaoglû bi wesayîteke din a polîsan ji cihê bûyerê hate dûrxistin. Piştî 20 deqeyan bi telefonê xizmeke Serhat Kahyaoglû hate gerîn û ji wan re agahiya “Kahyaoglû di Nexweşxaneya Dewletê ya Samatyayê de jiyana xwe ji dest daye” hate parvekirin. Polîs îdia kirin ku Kahyaoglû ji bo xwe bikûje xwe ji qata 4’an de avêtiye. 
 
Herçiqas Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê bûyerê de lêpirsînê dabe destpêkirin jî, derbarê polîsan ku Kahyaoglû binçav kiribûn de çi hat kirin nehat zanîn. 
 
Parêzerê malbata Kahyaoglû Cafer Çakmakçi derbarê geşedanan û pêvajoya lêpirsînê de ji ajansa me re axivî.
 
LÊ DIDIN, JI PIŞT VE KELEMÇE DIKIN 
 
Çakmakçi destnîşan kir ku Serhat Kahyaoglû bi encama îxbarê hatiye kirin ji hêla polîsan ve ji pişt ve hat kelemçekirin û wiha axivî: “Lêdana giran dema ku wî siwarî erebeya polîsan dikin tê jiyîn. Bi giranî lê dixin. Derbarê bûyerê de şahid jî hene. Me îfadeyên wan jî xistin dosyeyê. Em difikirin ku heya 15-20 deqeyên dibin nexweşxaneyê jî lê dixin. Ji ber wî sax siwarî erebeyê dikin û mirî dibin nexweşxaneyê. Ev nîşan dide ku ne mirineke normal e.”
 
PARÊZER ÇAKMAKÇI: ŞOPA QEBZEYA ÇEKÊ DI SERÊ WÎ DE HEYE
 
Çakmakçi diyar kir ku ew bi hewldanên xwe ve, îfadeyên şahidan û dîmenên tundiya polîsan bi dest xistine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wêneyên ku li morgê hatine kişandin gumanên me rast dikin. Ji ber di serê wî de şopên giran ên qebzeya çekê hene. Li deverên cuda yên laşê wî de; mil, pê, zendên wî de birînên kur hene, reş û şîn bûne, hin hestiyên wî şikestine. Me tevî wêneyên vê yekê di dosyeyê de  teslîmî dozger kir. Em li benda rapora otopsiyê ne bê ka serdema mirinê lêdana xwariye yan na. Dozger derbarê dosyeyê de biryara veşartî daye, ji ber wê agahî nayên bidestxistin.” 
 
‘POLÎS HEWL DIDE XWE JI SÛC XELAS BIKE’
 
Çakmakçi diyar kir ku polîs bi îdiaya “xwekuştinê” dixwaze xwe ji sûc biparêze û wiha pê de çû: “Dema ku yekî sax dema dibin nexweşxaneyê heke mirî be jixwe polîs dê bêjin ‘ket’ an jî dema birin nexweşxaneyê dê bêjin ‘di nexweşxaneyê de mir’. Jixwe em li bendê bûn ku wiha bêjin. Lê belê diyar e ku ev îfade ji bo xwe ji sûc xelas bikin hatine dayîn.”
 
QEY POLÎS ZEXTÊ LI ATK’Ê DIKIN?
 
Çakmakçi da zanîn ku polîs dixwazin serê bûyerê bigirin û anî ziman ku dema ew duh çûne ATK’ê polîs jî çûne ber deriyê ATK’ê û axaftina xwe wiha domand: “Me bihîst ku polîs dixwazin serê bûyerê li gorî xwe bigirin. Em jî pêvajoyê dişopînin. Taybetî jî ji bo peydakirin qeydên kamerayan me gelek zehmetî kişandin. Em dibînin ku hin dîmenan dixin dosyeyê lê hinekan naxin tê de. Em jî bi hewldanên xwe qeydên kamerayan bi dest dixin.”
 
‘DELÎLÊN  ME YÊN ŞÊNBER HENE’
 
Çakmakçi bi bîr xist ku di sûcên ku polîs tev li bûne de biryar li gorî polîsan derdikevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez bawer im dozger jî qaneh e ku derbkirineke giran heye. Ji ber dosyeyê de wêneyên şopa derba, şopa  qebzeya çekê heye. Em di dosyeyên wiha de dibînin ku encam li gorî polîsan derdikeve. Delîlên me yên şênber hene, lê bi giştî helwerst li gorî polîsan tê nîşandan. Ev delîlên me piştrast dikin bûyer ‘cinayet a polîs’ e. 
 
BANGA PARÊZER: EM RASTIYÊ DERXIN HOLÊ
 
Di dawiya axaftina xwe de Çakmakçi got ku xwedîderketina dosyeyê gelek girîng e û bang kir: “Her çiqas wek mirineke asayî were dîtin jî, gelek guman hene ku ev mirin têkildarî tundiya polîsan pêk hatiye. Ev du roj e, em ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û ji komelyên xwedîderketineke mezin dibînin, ez bawer im divê em bêhtir werin xwedîderketin. Ez difikirim ku di vê pêvajoyê de piştgiriya komele û rêxistinên din dê ji bo derxistina rastiya bûyerê gelek bibin alîkar.” 
 
MA/ Yeşîm Tukel
 

Sernavên din

07/04/2024
19:56 Rapor: Li Girê Spî 83 kes hatin qetilkirin
18:17 Amedsporê, Înegolspor 5 û 2 têk bir û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû
17:49 Ji YSK’ê biryara Xelfetiyê: Hilbijartin nayê nûkirin
16:14 CHP’î li pêşiya YSK’ê ne: Hilbijêrên mirî çawa deng didin?
15:53 Di Nobeta Edaletê de bang li dayikan hate kirin
15:23 Hatîmogûllari: Em ê pêşiyê li dizan bigirin
15:02 YSK’ê gelek îtîraz red kir
14:39 Ji bo Abdullah Ocalan şitil hatin danîn
14:11 TJA: Sekna me êrişên li dijî pergala hevserokatiyê pûç kir
13:43 YSK’ê biryara xwe ya têkildarî Kerboranê da
13:40 Talabanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên lidarxistin
13:33 AKP’iyê ku pusulayên dengan şewitandî hate girtin
12:21 Qeyûm beriya biçe navenda etutê dewr kir
11:55 Cotstandartiya lijneyên hilbijartinê: Îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin
11:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê civiya: Em ê ji bo faşîzmê her derd bin
10:55 Can: Dê ‘nexşerêya’ muxalefetê siyasetê diyar bike
10:04 Kovara Jînê di hejmara nû de bal kişand ser cînayetên jinan: Êdî bes e
09:30 Qeyûm di salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz da
09:29 Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan
09:24 Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin
09:17 Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin
09:17 Rojnamevan Sezgîn ê ku polîsan îşkence lê kirin: Em ê tim li qadan bin
09:06 Qeyûma Cizîrê di 2 mehan de 101 kes girtiye kar
09:05 Berxwedana girtiyan bi qonaxa nû û di roja 133’yan de didome
09:04 PDK’ê 166 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand: Agahî jê nayên girtin
09:01 Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê xeyalên neviyên osmaniyan pêk neyên
09:00 ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2024’AN
08:44 Li Norşînê rageşiya hilbijartinê
06/04/2024
23:59 Li Sêwregê hilbijartin hat betalkirin
23:52 Li Swîsreyê meşa 4’ê Nîsanê
23:47 DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da
21:53 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 70'yemîn de ye
21:09 Jinan 4’ê Nîsanê pîroz kir
21:02 Wê li Kerboranê ray ji nû ve bên hejmartin
19:35 YSK'ê îtirazên ji bo 5 cihan red kir
17:00 Deriyên Şaredariya Serêkaniyê li gel hatin vekirin
16:59 YSK’ê biryara bihincet a derheqê Zeydan de eşkere kir
16:35 DEM Partî ji bo Bedlîsê li ser pêya ye: Em ê dev ji vê meseleyê bernedin
16:25 Girtiyên ji bo nobetê peyam şandin: Divê berxwedan bê mezinkirin
16:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hate ragihandin
15:56 Li Curnê Reş gel bi dirûşma ‘AKP diz e YSK şirîk e’ meşiya
15:47 Di qezaya li Amedê de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
15:47 Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:38 Xwestin girtiyên nexweş Demîr û Yaman bên berdan
15:17 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin
14:39 2 hunermendên kurd ên rojhilatî jiyana xwe ji dest dan
14:12 YSK ji bo nirxandina îtîrazan civiya
14:09 Dayikên Şemiyê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsîn
13:29 Ji ber şewata ku 29 kes tê de miribûn 8 kes hatin girtin
13:28 Bi îdiaya ku pusulayên navçeyên din li Sasonê hatine bikaranîn îtîraz hat kirin
13:04 Torena dewkirinê hat kirin: Roj roja xizmetkirina xelkê berxwedêr ê Wanê ye
12:48 Parastvanên mafên mirovan: Hêzên ewlekariyê bi îşkencekirina zarokan sûc kirine
12:29 Bi rakirina kulubeya ewlehiyê dest bi peywirê kirin
12:06 Uçar: Em li Wanê bi ser ketin û dê li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bi ser kevin
11:06 Parêzerê Kahyaoglu: Şopa qebzeya çekê li serê wî hebû
10:44 Li Edeneyê êriş li jinekê hate kirin
09:43 Kurkçu: Berpirsiyariya me divê em di 2028'an de dawî li heyama AKP'ê bînin
09:32 Qeyûm şaredariya Mêrdînê şêlandiye: Sînorê deynkirinê 4 qet derbas kiriye
09:05 Berxwedana girtiyên siyasî di roja 132’yan de didome
09:03 165 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Efrîniyên hêviyê bi ruh û can dikin
09:01 Wanî: Êdî kes wê newêribe vîna me xesp bike
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2024’AN
05/04/2024
22:03 DEM Partiyê ji bo nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK'ê da
20:24 Rojnamevan hatin berdan
18:35 Li Şirnexê îtîraza ji bo betalkirina hilbijartinê hat redkirin
18:04 Ji xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de biryardariya têkoşînê
17:38 Platforma Azadiya Parastinê hat avakirin
16:33 DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSK’ê da
16:31 Di Nobeta Aştiyê de bertek nîşanî darbeya hilbijartinê dan
16:18 Di lêpirsîna şewata Beşîktaşê de dozger xwest 9 kes bên girtin
15:47 Mazbata wergirtin û deriyê şaredariyê jê kirin
15:38 Di 2 avahiyên li Beyogluyê de şewat derket
15:25 Tirkiye ji peymana AKKA’yê vekişiya
15:24 Ji bo Xelfetiyê jî biryar hat dayîn ku hilbijartin ji nû ve bê lidarxistin
15:00 Tanal ê CHP’î: AKP’ê li Hîlwanê li dijî DEM Partiyê winda kiriye
14:46 Hevşaredarên Wanê li avahiya şaredariyê ne
14:44 Rêxistinên Çapameniyê: Rojamegerên binçavkirî berdin
14:18 Vaye tundiya polîsan a li dijî nûçegihanê me Sezgîn
14:04 4 jê rojnameger 86 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
14:02 Partiyên siyasî yên li Qersê têkildarî ‘hilbijêrên veguhestî’ daxuyanî dan
13:27 Rojnamevan Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
13:12 Dema gulîk û kerengên hat
13:02 Xêzeromana Abdullah Ocalan vedibêje li Berlînê hate danasîn
12:57 DEM Partî li 2 navçeyan îtîraza encamên hilbijartinê kir
12:50 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
12:41 Hevşaredaran cîhazên X-ray û têlên direhî yên li şaredariyê rakirin
11:58 Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger hate girtin
11:41 Li Wanê hevşaredaran mazbatayên xwe wergirtin
11:21 Malbat û parêzeran bi boneya cejnê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:20 Rojnameger Murat Verîm hate berdan
11:13 DEM Partiyê ji bo betalkirina hilbijartina Qersê serlêdan kir
11:11 Dayikên di Nobeta Edaletê de: Em bibin dengê girtiyan
11:10 Kesên li Amed û Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:48 Qeyûm saetek berî mazbatayê bidin hevşaredaran, 30 mîlyon xerc kirin
10:42 Cenazeyê zarokê winda hate dîtin
10:24 Li navçeya ku av lê nîne, qeyûm 45 milyon lîre ji karên cuda re xerc kiriye
10:02 Difina nûçegihanê me yê polîsan tundî lê kiribû şikestiye
09:58 Serokê CHP’a Qersê: Bi hilbijêrên veguhestî dest danîn ser îradeya gel
09:37 Çalakiya girtiyan a ‘ji bo azadiya Abdullah Ocalan’ di roja 131’an de didome