Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin

  • rojane
  • 09:24 7 Nîsan 2024
  • |
img

BEDLÎS - Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan bal kişand ser bêusûliyên di hilbijartina navenda Bedlîsê de û wiha bertek nîşanî redkirina îtîrazên wan da: “Bi destê darazê darbe hate kirin.” 

Di hilbijartinên navenda Bedlîsê de ku leşker û polîs lê hatibûn veguhestin AKP’ê 8 hezar û 900, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) 8 hezar û 702 deng stand. Tevî hilbijêrên veguhestî jî ferqa di navbera her du partiyan de tenê 198 deng in. Her wiha 2 hezar û 18 dengên ku dê bandoreke mezin li ser encamên hilbijartinê bikin nederbasdar hatin hesibandin. Rêxistina DEM Partiyê ya Bajar ji bo deng jinûve bên hejmartin li Lijneya Hilbijartinê ya Navçe û Bajar îtîraz kir lê ev îtîraz hate redkirin. DEM Partiyê îro jî serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da. Diviyabû di pêvajoya îtîrazê de mazbata nehatana dayîn lê dema ev pêvajo hêj didomiya mazbata dan namzetê AKP’ê Nesrûllah Tanglay. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan têkildarî van qewimînan axivî û got ku AKP’ê hinek cihên li Kurdistanê bi taybet hilbijartiye. Tanhan, wiha domand: “Destpêka karê wan jî veguhestina leşker û polîsan bû. Xwestin bi vê re encamê bi dest bixin û hilbijartinan xesp bikin. Di esasê xwe de şêweyekî cuda yê sepana qeyûm e. Di vê mijarê de heta astekî jî bi ser ket.” 
 
GOTINÊN ERDOGAN BI BÎR XIST
 
Bi domdarî Tanhan bal kişand ser serdana serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a Bedlîsê û wiha pê de çû: “Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan beriya hilbijartinê bi taybet hate vê derê û got; ‘Ez vê derê dixwazim.’ Bi eşkereyî gef li partiya xwe û xelkê bajar xwaribû. Bi taybet li ser vê derê disekine. Hêzên ewlekariyê yên ev ferman girtin jî bi rêya veguhestina leşker û polîsan xwestin îradeya gel xesp bikin. Di roja ewil a hilbijartinê bi ser neketin û derbasî qonaxa duyemîn bûn. Gef li endamên me yên ser sindoqan xwarin. Îradeya wan xesp kirin û ji sindoqan dûr xistin. Ya din jî hewl dan gelê me ji sindoqan dûr bigirin. Lewma dema hêj hilbijartin didomiya ji zû de pîrozbahî li dar xistin. Li ser bîllboardên bajar jî ‘em bi ser ketin’ nivîsandin. Lê ev pêvajo didomiya. Anku li vir bi awayekî veşarî gef li gel xwarin.” 
 
‘BÊUSULÎ HEYE LÊ BI QASÎ TÊ XWESTIN NA’ 
 
Tanhan, bal kişand ser pêvajoya îtîrazê û wiha got: “Lijneya Hilbijartinê ya Bajar bi destê darazê biryarên mîna ‘darbeyê’ da. Îro jî bi destê darazê biryareke mîna darbeyê hate dayîn. Dema mirov li biryarê dinêre, dibîne ku tu eleqeya xwe bi hiqûqê nîne. Ji ber ku dibêje ‘bêusûliyên hatine kirin ne di wê astê de ne ku bandorê li encamên hilbijartinê bike.’ Anku bêusûltiyê qebûl dikin. Nakokiya din jî ev e, bêyî lêkolînek were kirin encam diyar kirine. Anku hem îktîdar, hem daraz hem jî hêzên ewlekariyê dizanin ku îradeya gel hatiye xespkirin. Lê mixabin fermana ji wan re hatiye. Ji ber ku ferman ji jor hatiye, îradeya xelkê bajar radestî qeyûmekî herêmî hate kirin.” 
 
‘ÎTÎRAZÊN PARTIYA ME TÊN REDKIRIN’
 
Bi domdarî Tanhan got ku piştî redkirina îtîrazê serî li YSK’ê dane û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Îtîrazên partiya me guhdar nakin û red dikin. Lê di rastiyê de em bi ser ketine. Hema hema tevahiya îtîrazên me bêyî ku bên lêkolînkirin hatine redkirin. Tevî ku AKP yekemîn nîne jî hemû îtîrazên wê tên qebûlkirin û hewl didin şaredariyan bixin destê wê. Xelfetî yek ji mînakên vê ye. Tevî ku di navbera 900 deng ferq jî heye îtîraz hate kirin. Ev herêm ji hêla AKP’ê ve hatiye hilbijartin. Namzetê AKP’ê jî qeyûmê berê bû. Li cihên wiha tiştekî asayî ye ku qeymeqam zextê li dadgeran bike. AKP a ku pişta xwe daye hêza îktîdarê, van bêperwatiyên hiqûqî dike.” 
 

Sernavên din

07/04/2024
19:56 Rapor: Li Girê Spî 83 kes hatin qetilkirin
18:17 Amedsporê, Înegolspor 5 û 2 têk bir û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû
17:49 Ji YSK’ê biryara Xelfetiyê: Hilbijartin nayê nûkirin
16:14 CHP’î li pêşiya YSK’ê ne: Hilbijêrên mirî çawa deng didin?
15:53 Di Nobeta Edaletê de bang li dayikan hate kirin
15:23 Hatîmogûllari: Em ê pêşiyê li dizan bigirin
15:02 YSK’ê gelek îtîraz red kir
14:39 Ji bo Abdullah Ocalan şitil hatin danîn
14:11 TJA: Sekna me êrişên li dijî pergala hevserokatiyê pûç kir
13:43 YSK’ê biryara xwe ya têkildarî Kerboranê da
13:40 Talabanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên lidarxistin
13:33 AKP’iyê ku pusulayên dengan şewitandî hate girtin
12:21 Qeyûm beriya biçe navenda etutê dewr kir
11:55 Cotstandartiya lijneyên hilbijartinê: Îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin
11:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê civiya: Em ê ji bo faşîzmê her derd bin
10:55 Can: Dê ‘nexşerêya’ muxalefetê siyasetê diyar bike
10:04 Kovara Jînê di hejmara nû de bal kişand ser cînayetên jinan: Êdî bes e
09:30 Qeyûm di salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz da
09:29 Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan
09:24 Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin
09:17 Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin
09:17 Rojnamevan Sezgîn ê ku polîsan îşkence lê kirin: Em ê tim li qadan bin
09:06 Qeyûma Cizîrê di 2 mehan de 101 kes girtiye kar
09:05 Berxwedana girtiyan bi qonaxa nû û di roja 133’yan de didome
09:04 PDK’ê 166 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand: Agahî jê nayên girtin
09:01 Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê xeyalên neviyên osmaniyan pêk neyên
09:00 ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2024’AN
08:44 Li Norşînê rageşiya hilbijartinê
06/04/2024
23:59 Li Sêwregê hilbijartin hat betalkirin
23:52 Li Swîsreyê meşa 4’ê Nîsanê
23:47 DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da
21:53 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 70'yemîn de ye
21:09 Jinan 4’ê Nîsanê pîroz kir
21:02 Wê li Kerboranê ray ji nû ve bên hejmartin
19:35 YSK'ê îtirazên ji bo 5 cihan red kir
17:00 Deriyên Şaredariya Serêkaniyê li gel hatin vekirin
16:59 YSK’ê biryara bihincet a derheqê Zeydan de eşkere kir
16:35 DEM Partî ji bo Bedlîsê li ser pêya ye: Em ê dev ji vê meseleyê bernedin
16:25 Girtiyên ji bo nobetê peyam şandin: Divê berxwedan bê mezinkirin
16:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hate ragihandin
15:56 Li Curnê Reş gel bi dirûşma ‘AKP diz e YSK şirîk e’ meşiya
15:47 Di qezaya li Amedê de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
15:47 Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:38 Xwestin girtiyên nexweş Demîr û Yaman bên berdan
15:17 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin
14:39 2 hunermendên kurd ên rojhilatî jiyana xwe ji dest dan
14:12 YSK ji bo nirxandina îtîrazan civiya
14:09 Dayikên Şemiyê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsîn
13:29 Ji ber şewata ku 29 kes tê de miribûn 8 kes hatin girtin
13:28 Bi îdiaya ku pusulayên navçeyên din li Sasonê hatine bikaranîn îtîraz hat kirin
13:04 Torena dewkirinê hat kirin: Roj roja xizmetkirina xelkê berxwedêr ê Wanê ye
12:48 Parastvanên mafên mirovan: Hêzên ewlekariyê bi îşkencekirina zarokan sûc kirine
12:29 Bi rakirina kulubeya ewlehiyê dest bi peywirê kirin
12:06 Uçar: Em li Wanê bi ser ketin û dê li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bi ser kevin
11:06 Parêzerê Kahyaoglu: Şopa qebzeya çekê li serê wî hebû
10:44 Li Edeneyê êriş li jinekê hate kirin
09:43 Kurkçu: Berpirsiyariya me divê em di 2028'an de dawî li heyama AKP'ê bînin
09:32 Qeyûm şaredariya Mêrdînê şêlandiye: Sînorê deynkirinê 4 qet derbas kiriye
09:05 Berxwedana girtiyên siyasî di roja 132’yan de didome
09:03 165 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Efrîniyên hêviyê bi ruh û can dikin
09:01 Wanî: Êdî kes wê newêribe vîna me xesp bike
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2024’AN
05/04/2024
22:03 DEM Partiyê ji bo nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK'ê da
20:24 Rojnamevan hatin berdan
18:35 Li Şirnexê îtîraza ji bo betalkirina hilbijartinê hat redkirin
18:04 Ji xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de biryardariya têkoşînê
17:38 Platforma Azadiya Parastinê hat avakirin
16:33 DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSK’ê da
16:31 Di Nobeta Aştiyê de bertek nîşanî darbeya hilbijartinê dan
16:18 Di lêpirsîna şewata Beşîktaşê de dozger xwest 9 kes bên girtin
15:47 Mazbata wergirtin û deriyê şaredariyê jê kirin
15:38 Di 2 avahiyên li Beyogluyê de şewat derket
15:25 Tirkiye ji peymana AKKA’yê vekişiya
15:24 Ji bo Xelfetiyê jî biryar hat dayîn ku hilbijartin ji nû ve bê lidarxistin
15:00 Tanal ê CHP’î: AKP’ê li Hîlwanê li dijî DEM Partiyê winda kiriye
14:46 Hevşaredarên Wanê li avahiya şaredariyê ne
14:44 Rêxistinên Çapameniyê: Rojamegerên binçavkirî berdin
14:18 Vaye tundiya polîsan a li dijî nûçegihanê me Sezgîn
14:04 4 jê rojnameger 86 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
14:02 Partiyên siyasî yên li Qersê têkildarî ‘hilbijêrên veguhestî’ daxuyanî dan
13:27 Rojnamevan Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
13:12 Dema gulîk û kerengên hat
13:02 Xêzeromana Abdullah Ocalan vedibêje li Berlînê hate danasîn
12:57 DEM Partî li 2 navçeyan îtîraza encamên hilbijartinê kir
12:50 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
12:41 Hevşaredaran cîhazên X-ray û têlên direhî yên li şaredariyê rakirin
11:58 Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger hate girtin
11:41 Li Wanê hevşaredaran mazbatayên xwe wergirtin
11:21 Malbat û parêzeran bi boneya cejnê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:20 Rojnameger Murat Verîm hate berdan
11:13 DEM Partiyê ji bo betalkirina hilbijartina Qersê serlêdan kir
11:11 Dayikên di Nobeta Edaletê de: Em bibin dengê girtiyan
11:10 Kesên li Amed û Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:48 Qeyûm saetek berî mazbatayê bidin hevşaredaran, 30 mîlyon xerc kirin
10:42 Cenazeyê zarokê winda hate dîtin
10:24 Li navçeya ku av lê nîne, qeyûm 45 milyon lîre ji karên cuda re xerc kiriye
10:02 Difina nûçegihanê me yê polîsan tundî lê kiribû şikestiye
09:58 Serokê CHP’a Qersê: Bi hilbijêrên veguhestî dest danîn ser îradeya gel
09:37 Çalakiya girtiyan a ‘ji bo azadiya Abdullah Ocalan’ di roja 131’an de didome