Hevserokê PADÊ Hecî: Li dijî tifaqên qirêj Şengal xwedî helwest e

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê PADÊ Hisên Hecî, diyar kir ku civaka êzidî li dijî şerê ku dewleta tirk dixwaze bide destpêkirin xwedî helwest e û got: “Weke civaka êzidî li dijî vê planê ne. Weke îradeya Şengalê û xweseriya Şengalê em ê rê nedin van têkiliyên qirêj.”
 
Serokkomarê AKP'î yê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, piştî 12 salan ji bo hin hevdîtinan pêk bîne di 22’yê nîsanê de li Bexdayê bi Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya es Sûdanî re civiya bû. Piştî civîna ku hate li dar xistin, hate eşkere kirin ku di navbera Iraq û Tirkiyeyê de 24 peymanên hevkariyê hatine îmzekirin ku di nav wan de “Peymana Çarçoveya Hevkariya li Qada Avê” jî heye. Her wiha bi hikûmeta Iraqê re peymana Rêveberiya Çavkaniyên Avê ya 10 salan hat îmzekirin. Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî der barê hevkariya Tirkiyeyê ya bi Hewlêr û Bexdayê re û geşedanên herî dawî de axivî. 
 
'MECALÊ TIRKIYEYÊ NEMA YE'
 
Hisên Hecî, diyar kir ku dewleta tirk ber bi têkçûyinekî ve diçe û wiha got: “Ji aliyê aborî ve rewşa dewleta tirk her ku diçe lawaz dibe. AKP, di hilbijartinên herêmên xwecihî de li hemberî hêzên azadixwaz binket. Ji bo ku vê binketina xwe veşêre niha li Rojhilata Navîn di nava hin lêgerînan de ye. Ev demeke ku dixwaze li Suriyeyê bi Beşar Esad re têkiliyekî dane lê Esad bi erênî nêzî vê têkiliyê nabe. Ne tenê bi Suriyeyê re dixwaze ji gelek aliyan ve têkiliyan dane lê tu ji wan negihiştine asta ku tê xwestin. Mecalê wan nema û herî dawî serdana Iraqê kirin. Di rewşa ku îro em tê de ne dixwaze ku Iraqê jî tev li şerê ku dixwaze bide destpêkirin û siyaseta xwe bike. Heke ku Iraq tevli vî şerî bibe dê şaşitiyeke mezin bike. Li dijî van geşedanan beriya niha Rêveberiya Xweser a Şengalê û pêkhateyên Şengalê li Bexdayê bi hin mekanîzmayên biryarê re hevdîtin kirin. Rê li ber van tiştan hate girtin. Iraqê zanî ku hatina Erdogan û daxwazên wî çi ne. Ji ber wê hatina wî bi serneket.”
 
'EM LI DIJÎ VÊ PLANÊ NE'
 
Hecî, bi lêv kir ku civaka êzidî li dijî şerê ku dewleta tirk dixwaze bide destpêkirin xwedî helwest e û wiha lê zêde kir: “Ji aliyê bazirganiyê ve dibe ku di navbera her du dewletan de hin geşedan çêbibin lê belê daxwazên Erdogan biserneketin. Xwestekên wî ne veşartî bûn û diyar bûn. Erdogan dixwaze ku li hemberî gerilayên azadiyê şerekî bide destpêkirin. Hin aliyên siyasî jî dixwazin ku tevliheviyê derxînin. Ew jî ji ber ku di rêveberina xwe de û di siyaseta ku didin meşandin de binketine tevliheviyê derdixin. Lêbelê em weke civaka êzidî li dijî vê planê ne. Weke îradeya Şengalê û xweseriya Şengalê em ê rê nedin van têkiliyên qirêj. Çimkî di vî şerê ku tê plankirin de xetên stratejik hene û yek ji van jî Şengale. Şengal jî dê bi awayeke neyînî bandor bibe. Ji ber wê li dijî her êrişe em xwedî amade ne û xwedî helwest in."
 
'NEPÊKANE YE KU IRAQ DI VÎ ŞERÎ DE CIH BIGIRE'
 
Hevserok Hecî, bi lêv kir ku Iraq li dijî daxwazên Tirkiyeyê xwedî helwest e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îro çi netew, ziman, ol û bawerî li ser rûyê erdê hebe Erdogan dijminê wan teva ye. Di fermanên hemû olan de tiliya dewleta tirk heye. Ji ber wê bêtehemûliya dewleta tirk yek carê tunekirina hemû ol û baweriyane. Ev şerê wan di şexsê gelê kurd de li dijî hemû nijad, civak û baweriyan e. Di vî şerî de dixwaze ku armanc û planên xwe pêk bîne. Ji ber ku êdî roj bi roj lawaz dibe. Kengî lawaz bibe bi êrişa li dijî gelê kurd dixwaze ku hêzê bigire. Lê êdî ev siyaseta wan jî têra nake ku xwe bi ser piyan bigirin. Ev demeke dirêj e ku dewleta tirk başûrê Kurdistanê ji xwe re weke piştevan dibîne. Lê siyaseta wan herdûyan binketiye. Hikûmeta başûrê Kurdistanê jî di siyaset, helwest û biryarên xwe de lawaz bûye. Lê bi nêrîna min Iraq daxwazên Tirkiyeyê pêk naîne. Iraq dizane ku ev 9 sal in Tirkiye sinorên wan binpê dike û Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî bi cih dike. Di şerê ku Tirkiye dide destpêkirin de nepêkane ku Iraq di vî şerî de cihê xwe bigire û ev tişteke pir dûre.”
 
 
 

Sernavên din

06/05/2024
09:06 Hevserokê PADÊ Hecî: Li dijî tifaqên qirêj Şengal xwedî helwest e
09:05 Eren Keskîn: Em di pêvajoyeke ku her cure rexne qedexene de derbas dibin
09:04 Li parêzer doza ‘te çima parêzerî kir’ hate vekirin
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2024'AN
08:12 Li Amedê serdegirtinên malan: Rojnamevan hatin binçavkirin
07:40 Xwebûn bi manşeta “Hiqûqa dijminantiyê” derket
05/05/2024
23:40 Li Wanê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
22:55 Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû
22:47 Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan
21:45 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne
21:05 Pisporan ji bo erdheja gengaz a li Çewligê hişyar kirin
19:43 Lawê midûrê polîsan di şaredariyê de bi rêk û pêk meaş digire!
19:19 Li Kenya û Brezîlyayê lehî rabû: 294 kesan jiyana xwe ji dest da
18:58 Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
18:48 Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e
17:52 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye
17:42 Li Mereşê cînayeta kar
16:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn
15:57 Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
15:39 Denîz Gezmîş û hevalên wî li Mêrsînê hatin bibîranîn
15:30 Şaredariyên DEM Partiyê ji bo Cizîrê seferber bûn
15:30 Ji bo bîranîna Kenan Mak dê pêşbirka helbest û çîrokan bê lidarxistin
14:37 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin
13:37 Li Hesekê teqîn
12:56 Li gelek bajaran Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
12:55 DEM Partî: Girtiyên 1’ê Gulanê berdin
11:49 Bakirhan û Hatîmogûllari çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
11:15 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:14 Li 6 bajaran dê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ bên destpêkirin
10:55 Gundên Şêrawa û Şehbayê hatin topbarankirin
10:20 Rejîma Îranê hunermend Hamza Cehferî binçav kir
10:05 Şaredariya Artukluyê li xebatkarên xwe yên ‘winda’ digere!
09:29 Hejmara 62’yan a Kovara Jînê derket
09:21 Weşanxaneyên kurd di dorpêça krîza aborî û qedexeyan de ne
09:17 Mehmet Ocalan: Ger tecrîd tune be, çima em nikarin hevdîtinê bikin?
09:15 'Berê xebera mirinê ji girtîgehan bê divê em berpirsiyariyê hilgirin'
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:05 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 194 roj in agahî nayên girtin
09:04 Nîqaşên ji bo mufredata nû: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê
09:03 Piştî DEM Partî bi ser ket, wezaretê doza wesayîta xwe ya çopê kir
09:01 Bolunmezê AKP'î bîrên avê yên gundiyan teqand: Mehek e gundî bê av in
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2024’AN
08:51 Meteorolojiyê ji bo 18 bajaran bi koda zer hişyarî kir
08:17 Ji binçavkiriyên Stenbolê 38 jê hatin girtin
04/05/2024
23:19 Di meha Nîsanê de 32 jin hatine qetilkirin
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan
16:35 Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:17 Li Edeneyê 2 kes hatin girtin
16:06 Aktîvîstên mafên mirovan: Guvel û Odabaş bila bên berdan
15:49 Li 2 bajaran bangawaziya ‘binçavkiriyan berdin’
15:14 Li 4 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
15:01 Maça Amedspor û Menemenê dest pê kir
14:57 Meclisa Jinan a Egîtîm Senê: Em mufredata zayendperest red dikin
14:41 Li Cizîrê 3 kes hatin girtin
14:36 Di bîranîna Komkujiya Dêrsimê de banga ‘hevrûbûnê’
14:29 ÎHD: Bi Komkujiya Dêrsimê re hevrû bin
13:54 Parêzeran bersiva wezareta got ‘tecrîd nîne’ da: Li Îmraliyê hemû maf tên binpêkirin
13:52 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman ê ev 32 sal in winda ye pirsîn
13:23 Rojnameger Dal ev 9 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:50 Woman Press Freedom: Di girtîgehê de 92 rojnamegerên jin hene
11:42 Hêzên Îranê kolberek bi giranî birîndar kirin
11:02 Kurê Qureshiya hatiye qetilkirin hate girtin
11:01 Li komeke cigareyê zam hate kirin
09:56 Pîroglû: Divê darbeya li AKP’ê hatiye xistin, bi îstîfaya Erdogan dawî bibe
09:48 Di êrişa DAIŞ’ê de 17 leşkerên Şamê hatin kuştin
09:46 Parêzerê Hatîce Yildizê: Divê demildest emeliyat bibe
09:18 Gef li girtiyên hatin îşkencekirin hat xwarin
09:16 'Tecrîd tenê ne meseleya kurdan e'
09:14 Li Hênê cîsmek teqiya: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 193 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 160'an de didome
09:03 Çalakiya madenê di roja 13'an de ye
09:03 Gergerlîoglû: Rojnameger ji ber desthilatê rexne dikin hedef tên girtin
09:03 Berwarî: Çawa Sedam têk çû wê Erdogan jî wiha têk biçe
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Li Licikê cenazeyên 2 karkerên din jî hatin dîtin
03/05/2024
20:55 Qeymeqam wêneyên der barê komkujiya Dêrsîmê de rakir
19:39 Ji DFG, MGK û DÎSK'ê têkildarî roja azadiyê ya çapemeniyê daxuyanî
18:23 Waliyê Hewlerê serdana şaredariya Cizîrê kir
16:37 BES-AR: Enflasyona giştî ji sedî 102,80 ye
16:20 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
16:18 Hevşaredarê Êlihê diyar bû
16:10 Şandeya EMEP’ê çû serdana dezgehên çapemeniyê
16:03 Baroya Wanê ji bo parêzerên nû ‘Buroya Ofîsê ya Ciwan’ vekir
15:39 Ji bo Seyîd Riza û rêhevalên wî 40 şitil hatin danîn
15:33 Ji ÎHD’ê nobeta ‘Aştiya civakî û rêzgirtina li vîna gel’
14:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê: Ji bo destûra bingehîn pêdivî bi samîmiyetê heye
14:07 Li Mêrsînê daxuyaniya 3’yê Gulanê
13:36 27 saziyên çapemeniyê: Dev ji hedefgirtina çapemeniya kurd berdin
13:20 Li pêşiya TUÎK’ê bang kirin: Reqemên rast parve bikin
13:07 Hevdîtina CHP’ê û DEM Partiyê dest pê kir
12:18 DÎSK Basin-Îş’ê serdana MA’yê kir
12:17 Hevşaredarên Wanê bi rojnamegeran re hatin gel hev
11:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin