Bertek nîşanî sirgunê li Rihayê dan: Tecrîdê kûrtir dikin

img
 
RIHA - Hevseroka Şaxa OHD’a Rihayê Meral Halat bertek nîşanî 35 girtiyên siyasî yên di nava 45 rojan de hatine sirgunkirin da û wiha got: “Em qebûl nakin ku mafên herî sereke yên girtiyên siyasî jî tên binpêkirin.” 
 
Di nava 45 rojên dawî de li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Tîpa T a Rihayê 35 girtiyên siyasî li girtîgehên cuda hatin sewqkirin. Her wiha tehliyeya gelek girtiyan jî tê astengkirin. Şaxa Komeleya ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê têkildarî mijarê li avahiya şaxê daxuyanî da. Endamên OHD’ê tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Daxuyanî ji hêla Hevseroka Şaxê Meral Halat ve hate xwendin. Halat, da zanîn ku wan li ser serlêdanan û agahiyên ji malbatên girtiyan agahî berhev kirine. Halat, diyar kir ku di nava du mehan de ji Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê herî kêm 31 girtî, ji Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê jî herî kêm 6 girtî li girtîgehên derveyî bajar hatine sewqkirin. Halat, wiha domand: “Darizandina girtiyan didome, sewqî girtîgehên dûrî malbatên wan hatine kirin û binpêkirinên cidî hatine kirin. Binpêkirina maf û miameleya xerab ne tenê bi rêya tundiyê dibe, sewqên weke sirgunê hevdîtinên parêzer û malbatan zehmet dike û hem miameleya xerab hem jî binpêkirina maf e.” 
 
Halat, destnîşan kir ku di Qanûna Înfazkirina Ceza û Tevdîrên Ewlehiyê de ji bo girtiyan xala “divê li gorî devera lê dimînin bên veguhestin” û wiha pê de çû: “Lê girtîgehan ev hukm hatiye paşguhkirin û weke ku sirgun bikin, girtî şandine cihên dûr. Tu bingeheke hiqûqî ya van sirgunan nîne. Ev sirgunên dawî, bi zanebûn û di çarçoveya polîtîkayekê de tên kirin. Di dema sewqkirinan de girtî rastî binpêkirinên mafan tên. Li gorî Giştînameya Hejmar 45 a Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan; sewq dikare bi mebesta perwerde, tenduristî û darizandinê bên kirin. Ji bo jiyana girtiyan hêsantir bike û rê li ber sirgûnan bê girtin, divê tavilê tevdîr bên girtin. Ji bo têkiliya di navbera girtî û malbatê de divê dewlet di nava hewldaneke taybet de be. Ji bo vê jî divê sewqî girtîgehên nêz bên kirin. Sirgun, bi taybet jî li dijî girtiyên siyasî yên kurd weke miameleyek xerab û amûra cihêkariyê tê bikaranîn. Ev yek rê li ber binpêkirina jiyana taybet û mafê rêzgirtina ji bo jiyana malbatê vedike. Girtî, li girtîgehên tecrîda wan ji tecrîda li girtîgehên Rihayê girantir tên sewqkirin. Her wiha girtî di hucreyên yekkesî de tên tecrîdkirin. 
 
BANG LI WEZARETÊ KIR
 
Halat, da zanîn ku sewqên heyî tecrîdê girantir dike û wiha bi dawî kir: “Girtî û xizmên wan tên cezakirin. Divê rêveberiyên girtîgehan tavilê dev ji van sepanên keyfî berdin. Ji ber van sirgunan, girtî bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînan dibin. Ev yek ji bo pêwendiyên bitendurist, rêbazekî baş nîne. Her wiha ev rewş rê li ber binpêkirina mafê darizandina adilane vedike. Di vê rewşê de girtî dê ji mafê xwe yê parastina hiqûqî jî bêpar bimînin. Bi rêya sirgunan hemû mafên girtiyan tên ji destê wan tê girtin. Divê îktîdar tavilê dev ji van sepanên dîlgirtinê, yên girtiyan weke mirova nabîne berde. Em qebûl nakin ku mafên herî sereke yên girtiyên siyasî ji destê wan tê girtin. Banga me li Wezareta Dadê ew e ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên avadaniyê yên li girtîgehan berpirsyartiyê li xwe bigire û ji bo hevdîtina girtiyan a bi parêzer û malbatan re tevdîran bigire.” 
 

Sernavên din

08/05/2024
15:57 Bakirhan bertek nîşanî êrişa li Bêrecûkê da: Tu hêz nikarin me ji doza me bikin
15:37 Sînemager li dijî sansûra “Kanûn Hukmu” bang kirin
15:36 Li Rihayê 17 kes hatin berdan
15:25 Dê starta bernameya Cejna Zimanê Kurdî bê dayîn
15:22 Wesayîtên ku qeyûm bi hejmareke zêde kirê kiribûn hatin vegerandin
14:59 Saziyên sivîl ên Şirnexê: Negirtina tevdîran rê li ber mexdûriyetên mezin vekir
14:35 Ji bo nexweşê SMA’yê Mîrzayê16 mehî banga alîkariyê hat kirin
14:15 YNK’ê biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê red kir
13:31 Êrişa li dijî DEM Partiyê hat protestokirin: Em natirsin, li vir in
13:26 Partîzan û YDG’ê ji bo girtiyên 1’ê Gulanê bang kir
13:22 Di êrişa DEM Partiyê de birayê Begît hate binçavkirin
12:52 Peace in Kurdistanê têkildarî Îmraliyê ji CPT’yê re name şand
12:34 Li Sîngapûrê balafira şer a F-16 ket
11:53 Ozturk ê polîs lêxistibû hate veşartin
11:41 Amadekariyên hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin sekinandin
11:40 Di êrişên Îsraîlê de 7 sivîlên din jî hatin qetilkirin
10:09 ‘Jinên penaber rastî nijadperestî, zext û tacîzê tên’
10:01 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
09:51 Rojnamevanan tecrîd nirxandin: Bêyî ku li dijî tecrîdê rawestin nikare behsa azadiyê were kirin
09:48 Li dijî avahiya DEM Partiyê ya Bêrecûkê êriş hate kirin
09:47 Derket holê ku kesên wezîr digot ‘bi tiryakê hatine girtin’ polîs in
09:19 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 164 roj in di çalakiyê de ne
09:16 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 197 roj in agahî jê nayên girtin
09:09 Rojnamevan ji ber sê peyvan hatine girtin: Ocalan, Îmrali, tecrîd
09:02 Bertek nîşanî bersiva 'tecrîdê' ya wezaretê da: Hûn nikarin wekî tune be tevbigerin
09:02 Endamê meclisê ku Begît îstifa lê ferz kir: Bertîl teklîf kir, min qebûl nekir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2024'AN
08:27 Welatiyê ku polîsê trafîkê bi motosîkletê lêdabû jiyana xwe ji dest da
07/05/2024
20:30 Çalakiya Emine Şenyaşar di roja 96'emîn de ye
18:59 Li Silopiyayê qursên zimanê kurdî hatin vekirin
17:58 DEM Partiyê li Curnê Reş dest bi xebatên hilbijartinê kir : Em ê dîsa bi ser bikevin
16:16 Di dawetê de gule reşandin, pitikeke di zikê dayika xwe de kuştin
16:08 Di nav xwarina girtiyan de gule derket
15:34 Rojnameger jî di nav de 7 kes hatin berdan
15:28 Bertek nîşanî sirgunê li Rihayê dan: Tecrîdê kûrtir dikin
15:15 Rojnameger Dal bi îdiaya ‘sedema ewlehiyê’ tê tecrîdkirin!
15:14 Li Amedê binçavkirin hatin protestokirin
14:58 Misirê êrişa Îsraîlê şermezar kir
14:57 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
14:50 Bertekên li dijî Begît didomin: Em ê rê nedin diz û xiyanetê
14:18 Di operasyona li dijî ‘tehliyeyên bi bedela pereyan’ de 9 kes hatin girtin
13:55 Ozel û Bahçelî li Meclisê hatin ba hev
13:25 Li Mêrdînê cotkarê berhema ewil a salê rakirî bi zêrekî hat xelatkirin
12:48 Parêzerên Kavala bi daxwaza jinûvedarizandinê serlêdan kirin
12:45 Hatîmogûllari: Em bi Rêya Sêyemîn dikarin Komara Demokratîk ava bikin
12:10 JINNEWS: Di nîsanê de 30 jin hatin qetilkirin
12:03 Cezayê hefsê dan hunermend Aydinlar
11:58 MKG: Di meha nîsanê de 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:53 Eywana şanoyê ya qeyûm kiribû wêrane dê bê nûkirin
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Wezîr Tekîn got ku dê 20 hezar mamoste bên tayinkirin
10:13 Li girtîgehên Rihayê di 45 rojan de 35 girtî hatin sewqkirin
10:00 3 meh ên din jî hevdîtina malbatê li Abdullah Ocalan qedexe kirin
09:43 Li Rihayê herî kêm 14 kes hatin binçavkirin
09:42 Çîroka Aycanê têkoşer
09:37 Bertekên li dijî zextên ser rojnamegeran: Darizandinên derhiqûqî bi dawî bikin
09:37 Dadgeha Îstinafê ji bo biryara dadgehê ya Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê got 'biryar di cî de ye'
09:36 PEN Norwec îdianameya 29 rojnamevanan lêkolîn kir: Rê li ber binpêkirinê vedike
09:34 Leşkerên îsraîlî li pêşiya Deriyê Sînor ê Refahê ne
09:33 Xebatkarê emniyetê zarok û hevjînê xwe qetil kir
09:11 Xizmên girtiyan di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de ne
09:10 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû: Li dijî tiryakê tîma xwe ava bike
09:07 Mudetnameya Kayarê 31 sal in girtiye hat dirêjkirin
09:02 Rapora pêzaniyê: Kana mermeran dê zirarê bide navenda baweriyê
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 196 roj in tu agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 7'E GULANA 2024'AN
06/05/2024
22:01 Li Mêrdînê li 13 siyasetmedaran ceza hat birîn
20:14 Wê ji bo Ûgûr û Orkmez biçin ber girtîgehê
19:26 Ji Şenyaşarê bang: Bila girseya li Wanê bê vir
17:06 Encamên hilbijartinê yên teqez bi encam bûn
16:51 Îranê kolberekî din qetil kir
16:33 Derhêner Kesîk hate berdan
16:24 Di civîna Meclisa Şaredariya Bêrecûkê de Begît hat protestokirin
15:47 Li Cizîrê xisar gihişt 198 xanî û 93 kargehan
15:33 Li pêşiya girtîgehan çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:22 KESK: Girtî û binçavkiriyan berdin
14:53 OHD’ê rapora ‘binpêkirinên li girtîgehên Egeyê’ eşkere kir
14:36 Li İslahiyeyê qeza: 8 kesan jiyana xwe ji dest da.
14:27 Hiqûqnas bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a Kozagaçli û Tîmtîkê dan
14:23 Cenazeyê rojnameger Başlangiç dê li Kolnê bê definkirin
14:02 Bi pitika xwe ya 11 mehî re li qereqolê tê ragirtin
13:58 Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê siyaseta jiyanê û aştiyê bidomînin
13:56 Li ber şaredariyê banga îstîfayê li Begît kirin
13:33 Temellî: Divê şandeyeke lêkolînê biçe Îmraliyê
12:50 DFG-MKG:Rojnamegerî ne sûc e
12:49 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn: Têkoşîn dê serbikeve
12:36 Danişîna doza Weqfa Hîranûrê hat taloqkirin
12:20 Hejmara kesên li Brezîlyayê di lehiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 78
12:11 Dema binçavkirina derhêner Kesîk cara sêyemîn hate dirêjkirin
12:04 Dê parlamenter li Licikê lêkolînê bikin
12:01 Barzanî bi rojeva ‘hilbijartinê’ çû Îranê
11:19 DEM Partî: Meşaleya di 68’an de hatiye vêxistin rêya azadiyê ronî dike
10:58 Li Samsunê jinek hate qetilkirin
10:12 Îsraîl amadehiya operasyonê dike: Refah tê valakirin
09:56 Berdevka TOP’ê: Hewl tê dayîn ku sosyalîst bên krîmînalîzekirin
09:55 Gava ewil a komployê: Êrişa bombeyî ya li dijî Abdullah Ocalan
09:11 Malbata xwe qetil kir û piştre jî întîhar kir
09:10 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 195 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike