Girtiyê nexweşê giran Çam: Bijîjk di derî de mûayene kir

img
SÊRT - Malbat û parêzerên girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Çam ê di mejiyê wî de ûr heye, diyar kirin ku mafê wî yê dermankirinê tê astengkirin û roj bi roj rewşa wî xerabtir dibe.
 
Rewşa Mehmet Emîn Çam ê 72 salî ku di lîsteya girtiyên nexweşên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, her roja ku diçe giran dibe. Serokê Partiya Aştiyê û Demokrasiyê (BDP) yê Sêrtê yê berê Çam ê bi îdiaya “Di nav Meclisa Bajêr a KCK’ê de ye” di 12’ê kanûna 2012’an de hatibû girtin piştî 10 mehan hate berdan. Çam ê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihate darizandin ji aliyê Dadgeha Ceza ya Giran a Sêrtê ve 9 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Piştî ku cezayê hate birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate pejirandin di 14’ê adara 2022’yan de dîsa hate girtin. Çam ê 17 rojan li Girtîgeha Tîma M a Êlihê di hucreya yek kesî de hate ragirtin, di 1’ê nîsana 2022’yan de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê hate kirin. 
 
Di sala 2014’an de li aliyê rastê yê mejiyê Çam, lekeyek hate tespîtkirin. Çam ê li ser gurcikên wî kîst heye û kîsikê wî yê ziran bi emeliyatê hate wergirtin, her ku diçe guhên wî jî kêm dibihîzin. Çam ê piştî kete girtîgehê pirsgirêkên wî yên tenduristiyê zêde bûn, neçare ku heta mirinê dermanên ku xwînê şileyî dikin û janê û birînê bikarbînin. 
 
Naîme Çam a herî dawî hevjînê xwe di meha nîsanê de dît, diyar kir ku ji ber nexweşiyên xwe pirsgirêka bihîstînê dijî û cîhazê bihîstînê jî pirsgirêkê çareser nake. Çam, îşaret kir ku hevjînê wê ji ber nexweşiyên wê hatiye asta ku muhtacî hevalên xwe yên qawişê bibe û bi lêv kir ku cilên wî jî ji aliyê hevalên wî ve tên şûştin û ew bi xwe nikare karekê bike. Çam, diyar kir ku ji ber nexweşiyê dest û lingên hevjîna wî ditevizin û da zanîn ku di rê ve çûyînê de zehmetiyê dikişîne, ne li ser hişê xwe ye û ji ber nexweşiyên xwe divê were berdan. 
 
Keça Çam, Şîmel Çam jî anî ziman ku pirsgirêka bihîstînê hatiye asteke cidî, tevî cîhazî jî nabihîse û ev jî dibe sedem ku bi awayekî psîkolojîk zehmetiyê bikişîne. Çam, diyar kir ku bavê wê yê 72 salî ji ber temenî jî zehmetiyê dikişîne û da zanîn ku ji ber nexweşiyên xwe yên gurcikan 2 caran emeliyat bûye, ji ber dema diçe nexweşxaneyê pêkanînên weke lêgerîna nava dev ên li dijî rûmeta mirovahiyê lê tên ferzkirin, gelek caran tedawiya wî hatiye astengkirin. 
 
NEXWEŞÎ LI GIRTÎGEHÊ ZÊDE BÛN 
 
Çam, ragihand ku berî bavê wê bikeve girtîgehê ji kîsikê xwe yê zirav emeliyat bûye û di mejiyê wî de ûr heye û diyar kir ku nexweşiyên wî yên weke di destê çepê de tevizîn, nebihîstin, veguherîna çavên wî yên miyop a astîgmatê di girtîgehê de derketin holê. Çam, bi lêv kir ku bavê wê di rewşeke ku nikare li xwe binêrê ye û xwest ku şertên girtiyên ku nikarin li xwe binêrin bên başkirin. 
 
BIJÎJKÎ DI DERÎ DE MÛAYENE KIR 
 
Parêzerê Çam, Mehmet Sabir Taş ê di heman demê de endamê Şaxa ÎHD’a Sêrtê ye, ragihand ku di 7’ê gulanê de bi muwekîlê xwe re hevdîtin kiriye û wî pirsgirêkên xwe vegotine. Taş, bi lêv kir ku Çam jê re parvekiriye ku 10 roj in pirsgirêka prostatê dijî, ji ber vê yekê bi şevan 10-15 caran neçar dimîne biçe tuwaletê û ev tişt gotine: “Ez çûm bijîjkî, bijîjk di derî de li min nêrî, hebek nivîsand û şand. Pirsgirêkên min ên gurçikan berdewam dikin. Ji bo ûr a di mejiyê min de derman jî feyde nakin, êşa min derbas nabe. Aliyê min ê çepê ditevize. Nikarim bimeşim. Tenê derdikevim ber tave. Ew jî ji ber êşa serî nikarim zêde li ber tavê bisekinim.”
 
Taş, diyar kir ku nexweşiyên Çam nexweşiyên ku xwe dubare dikin in û bi taybetî jî bi şev wî aciz dikin. Taş, destnîşan kir ku muwekîlê wî nikare bimeşe û divê were berdan. 
 
Parêzerê Çam, ji ber nexweşiyên muwekîlên xwe bi daxwaza taloqkirina înfaza wî serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê daye, lê heta niha tu bersiv nehatine dayîn. 
 
 

Sernavên din

11/05/2024
18:59 Li Colemêrgê teqîna cismekî kesek birîndar bû
16:43 Jinan ji CPT’yê re name şandin
16:26 Li 3 bajaran ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
15:36 Şaredarê AKP’î ji şîrketa şaredariyê her meh 33 hezar lîre mûçe girtî ye
15:24 Artêşa Israilê beriya êrîşa Refahê daxuyanî da
15:16 Îşkenceya li Şakranê hate şermezarkirin
15:05 Rêxistinên kedê êrişa li dijî DEM Partiyê şermezar kirin
14:44 Komxebata Weşanên Kurd dest pê kir
14:38 Xizmên windayan li 3 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
14:32 Ji bo Halîl û Kasim Alpsoy edalet xwestin
14:00 ‘Dema Ocalan diaxive pêşî li çareseriyê vedibe’
13:19 ARÎ DER: Em ê jiyana azad bi zimanê azad ava bikin
12:25 Yekitiya Ekolojiyê li Amedê civiya
12:21 Malbata girtî: Yên dibêjin 'Tecrîd tune' bila li girtîgehan binerin
12:06 Derket holê ku jina 7 sal in winda bû hatiye qetilkirin
11:42 Ji bo 29 bajaran hişyariya bahoz û barîna baranê
11:11 DFG’ê ji bo Ehmed daxuyanî da: PDK bi helwesta xwe sûc dike divê Ehmed berd e
10:43 Di qezayên faîlên wan diyar de 25 zarokan jiyana xwe ji dest dan
10:05 Parêzera Abdullah Ocalan: Tirkiye biryarên NY'yê yên tedbîrê îhlal dike
09:19 Sehafên Dîlokê serfetihê jî nakin
09:16 Ji rojnameger Silêman Ehmed 200 roj in tu agahî nayên girtin
09:15 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 167'emîn de didome
09:09 Rêveberê ARSÎSA'yê Acar: Divê 365 rojên salê kurdî be
09:07 Alîkarê Dîrektorê IPI Grîffen: Li hemberî rojnamegerên kurd 'taciza darazê' heye
09:04 Gurbuz: Ne tecrîd, divê em behsa azadiyê bikin
09:03 Qeyûmê Amedê berî ku biçe 267 kîlo çerez xwariye!
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2024'AN
00:18 Konsera Rastak rastî eleqeyeke mezin hat
10/05/2024
20:28 Mîhrîcana Fîlman a Jinan dest pê kir
20:25 Ji xwendekarên zanîngehê piştgirî ji bo Şenyaşarê
20:08 Li Colemêrgê 7 kes hat binçavkirin, ji 2 kesan re hepsa malê hat dayîn
16:41 Rojnameger Celal Başlangiç li Stenbolê hat bibîranîn
16:19 Li Wanê bernameya Cejna Zimanê Kurdî hate aşkerekirin
16:10 Doza şantaj û tecawiza li dijî zarokê ya li Îdirê hate taloqkirin
16:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîdê bê rakirin, daxwaz bên qebûlkirin
15:38 Artêşa Îsraîlê Refah dorpêç kir: 110 hezar kes ji cihê xwe bûn
15:34 Parêzeran li bûlwara qeza lê çêbûyî bang kirin
15:04 Bertek nîşanî qirkirina daran a li Dêrsimê dan
13:56 ÎSÎG: Di meha nîsanê de 163 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:40 Mamoste li dijî tundiyê li qadan e
13:24 Îdianameya 9 rojnamevanan pêşkeşî dadgehê hate kirin
13:21 Li gorî TUÎK’ê bêkarî ji sedî 0,1 kêm bû
13:17 Celal Başlangiç hate definkirin
12:36 Li Girtîgeha Hejmara 2’yan a Amedê gelek girtî hatin sewqkirin
12:27 Ji Dadgeha Bilind biryara ‘Qanûna Sansurê’: Cezayê rojnamevan Aygul hate xerakirin
12:09 Welatiyê çûbû pincarî mirî hate dîtin
12:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ekolojîst ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya nû li Amedê dicivin
11:45 Di 13 pirsan de Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar
11:24 Tîryakî: Qeyûman bi hezaran kes ne li gorî ûsûlê girtine kar
11:05 Dogan: Dê biryara Doza Kompasê ya Kobanê girîng be
10:44 Ji bo girtina Turk ê bi milyonan lîre ji şaredariyan qezenc kirî gilî hat kirin
10:23 Wekîlên li Licikê lêkolîn kirin: Sedî bi sed paşguhkirin heye
10:09 Di nava 3 salan de herî kêm berdana 384 girtiyan hate astengkirin
09:31 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
09:16 Ji bo kurdan nas bikin hatin Amedê
09:14 ‘Têkoşîna Hozan Mizgîn dê di hunera kurdî de bijî'
09:10 Tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokû: Ciwan li dijî şerê taybet li qadê ne
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 199 roj in tu agahî nayên girtin
09:02 Li girtiyan îşkenceya 'lêgerîna nava dev'
09:01 Navenda Çand û Hunerê ya Eyşe Şan 6 polên zimanê kurdî vedike
09:00 ROJEVA 10’Ê GULANA 2024’AN
09/05/2024
19:38 Sara Kaya hat tahliyekirin
18:43 Deklerasyona 15’ê Gulanê hat eşkerekirin
16:47 Ji bo pêşbirka çîrokan a Huseyîn Denîz serlêdana dawî sibê ye
16:16 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
15:38 Êrişên li dijî DEM Partiyê hatin şermezarkirin: Em ji çeteyan natirsin
15:37 Kekê Begît ê êrişî avahiya DEM Partiyê kiribû hate girtin
14:52 Bernameya merasîma kûpayê ya Amedsporê diyar bû
14:30 Di hefteyekê de 4 kolber hatin qetilkirin
14:10 Baskê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ yê Wanê sibe dest pê dike
13:40 Li Xezayê hejmara miriyan gihişt 35 hezaran
13:31 Wênesaz Doganê beraet kir
13:23 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dê têkoşîna me ya birêxistinkirî bi ser keve
13:22 Hejmara miriyên lêhiya li Brezîlyayê derket 100 kesan
12:35 Qeydên ‘Dia, Beyt û Semahan’ dê piştî 21 salan bên weşandin
12:34 Di doza 20 rojnamegeran de tevdîra kontrola edlî nehat rakirin
11:58 Ceza li xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate birîn
11:32 Fîlozof Morîn: Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
11:17 Rastak sibe li Amedê konserê li dar dixe
11:16 DEM Partî: Divê ji bo kesên astengdar serferberî were destpêkirin
11:09 ‘700 hezar mamoste weke keda erzan tên bikaranîn’
10:51 Ketina çiyayên Cûdî û Gabarê ji bo 15 rojan hate qedexekirin
10:42 Kavala: Jinûvedarizandin yek ji rêgeza sereke ya hiqûqê ye
10:17 Ji ber gotina ‘Dîktator Erdogan’ ceza dan xwendekarê lîseyê
10:16 Li 10 bajaran 72 kes hatin binçavkirin
10:10 Saziyeke li ser şopa NÇM’ê: JÎN Art tê vekirin
10:09 Li Bêrecûkê cara duyemîn êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin
09:29 ‘Rojnamegerê’ bi milyonan lîre ji qeyûman qezenc kirî niha tetîkkêşiyê dike
09:15 198 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:11 Bîrtane: Divê her kes xwedî li çalakiya 'bibe dengê azadiyê' derkeve
09:04 Rojnamevana di bin tecrîdê de Dal: Rojnamevanî tê îllegalîzekirin
09:03 Ayaz a li girtîgehê di nava her berxwedanê de cih girtî ye: Li ber xwe bidin
09:01 Girtiyê nexweşê giran Çam: Bijîjk di derî de mûayene kir
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2024'AN
08/05/2024
21:19 'Deng bidin daxwaza dayika Emîne Şenyaşarê'
20:34 Li Cenevreyê îşkenceya Îmraliyê hat protestokirin
16:37 Ji bo Ûgûr û Orkmez ji ber deriyê girtîgehê bang kirin