‘Divê em xwedî li birêz Ocalan û girtiyên xwe derkevin’

  • rojane
  • 09:14 24 Gulan 2024
  • |
img

AMED - Welatiyan diyar kir ku divê her kes nerazîbûna xwe nîşanî tecrîda li Îmraliyê bide û gotin: “Divê em xwedî li birêz Ocalan û girtiyên xwe derkevin. Divê em tim di nav çalakiyan de bin.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Girava Îmraliyê tê tecrîdkirin û ev 38 meh in agahî jê nayê girtin. Her wiha 38 meh in agahî ji girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî nayê girtin. Her çiqas Buroya Hiqûqê ya Asrinê nerazîbûn nîşanî vê yekê dide û daxwaz dike ku biçe hevdîtinê jî lê tên redkirin. 
 
Welatiyên li Amedê di 22’yê gulanê de beşdarî çalakiya protestokirina biryara li ser Doza Kobanê bûn, nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê tê sepandin dan. 
 
‘EM XWEDÎ LI GIRTIYÊN XWE DERKEVIN’ 
 
Sebahat Acar bal kişand ku tecrîda li Îmraliyê ku pirsgirêkên civakî zêde kiriye û got: “Hemû nirxên me dizîn. Bi tiştên ku ji me dizîn xwe dewlemend kirin. Em bindest in, ew zalim in, loma jî zilmê dikin. Bi sepandina tecrîdê re her cure zext li ser xelkê ferz kirin. Her çiqas Ocalan di nava tecrîdê de ye jî berxwedana wî lawaz nebû, berovajî hêrs û berxwedan mezin bû. Em berxwedana wî silav dikin.” Acar çalakiya boykotê ya li girtîgehan dewam dike bi bîr xist û wiha got: “Girtî di nava şert û mercên giran de li ber xwe didin. Divê hemû welat dengê ji girtîgehan bilind dibe bibihîze. Ew hemû zarokên me ne. Girtiyên me li wir rastî îşkenceyê tên. Bi awayekî bêguneh dîl tên girtin. Divê em xwedî li birêz Ocalan û girtiyên xwe derkevin. Ji bo rakirina tecrîdê divê em girtiyên xwe biparêzin.” 
 
Kemal Bakan jî anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan "Rêberê Gelê Kurd e" û diyar kir ku ji demên berê ve bi sirgûn û darvekirinê rêberên gel ji gelê xwe hatine cihêkirin. Bakan destnîşan kir ku gelê kurd bi salan di gorekê de dîl hate girtin û got: "Rêberê gelê kurd ew axa mirî avêt û gelê kurd ji gorê vejiya."
 
‘DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN’ 
 
Mehmet Emîn Alkan jî bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê ku li hemû girtîgehan belav bûye û wiha got: “Em hemû di bin tecrîdê de ne. Ji bo rê li ber diyalogê vebe û pêvajoya aştiyê dest pê bike divê tecrîd bê rakirin. Bi vê armancê em bang li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û hemû saziyên navneteweyî dikin; bila karê xwe bikin. Nayê qebûlkirin ku tevahiya gel were tecrîdkirin. Tecrîd tê wateya mirin û pevçûnê. Ji bo derbaskirina van û ji bo ev welat li ser bingehê demokratîk bi cih bibe, divê tecrîd bê rakirin." 
 
Alkan bal kişand ser protestoyên li girtîgehan ên li dijî tecrîdê tên kirin jî û got: “Heta ku sazî û rêxistinên li derve bêdeng bin, hemû bar dikeve ser milê girtiyên li girtîgehê. Niha hevdîtina telefonê ya bi malbatan re nîne. Ji bo sivikkirina barê wan divê em her tim di nava çalakiyan de bin. Divê em her tim mafê xwe yê çalakiyên demokratîk bi kar bînin.”  
 

Sernavên din

24/05/2024
18:55 Şenyaşar: Edelet li hundir berxwe dide
16:43 Hevserokên DAD’ê serdana Yenî Yaşamê kirin
16:42 Karkerê ku ji înşeatê ket xwarê mir
16:41 Ji ber kuştina cerdevan 2 kes hatin girtin
16:15 Li gelek bajaran banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
14:47 Ji bo girtiyê nexweş Kuday bang hate kirin
14:22 Şandeya DEM’ê çû serdana girtiyên Doza Kobanê: Dem dema berxwedanê ye
14:11 Dayikên Şemiyê bo hefteya 1000’emîn bang kirin: ‘Tu jî qerenfîlek deyne’
14:06 Turk: Qeyûm ji bo şaredariya bajarê xwe 15 milyon TL şandiye
13:20 Li Liceyê bi ser malan de hate girtin
13:07 Malbata Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan
13:03 Li Erziromê jinek hat qetilkirin
12:45 Li Farqînê êdî wê anonsa bi kurmancî jî bê kirin
12:18 DEDAŞ’ê tevî cendirmeyan bi ser malan de girt û ceza birî
12:14 Li Papuaya Gîneya Nû hezaz: Gelek kes mirin
11:43 Ji ber topbaranê agir bi zeviyên gundê Minbicê ket
11:31 Amadekariyên hilbijartina li Rojava ber bi dawiyê ve diçin
11:17 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
09:52 Li Edeneyê mal di bin avê de man
09:50 Jina ku digotin ‘xwe şewitandiye’ hatiye qetilkirin
09:50 Wezaretê bersiva ‘dikare bi gopal bimeşe’ ji bo girtiyê nexweş daye
09:33 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:32 Eren a hezar hefteye li Galatasarayê li pey edaletê: Em gorekî dixwazin
09:26 Hişyarî ji bo 'Giştînameya Malbatê' ya AKP'ê: Plana desteserkirina jiyana jina ye
09:14 ‘Divê em xwedî li birêz Ocalan û girtiyên xwe derkevin’
09:11 Koçer li ser rêya koçberiyê ne
09:01 Tecrîda mutleq di meha 38'an de ye: Îmralî bû navenda bêhiqûqîtiyan
09:01 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin ku fikarên me nemînin
09:01 Lêçûn zêde bûn, dahat wekî xwe ma
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2024'YAN
23/05/2024
21:14 Li Stenbolê 27 kes hatin girtin
20:02 Şenyaşar: Kesên em qetil kirin bûn parlamenter
18:06 Piştî 30 salan hat berdan
16:49 Li Periyê mal bi mal xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:45 Ciwanên li Rihayê hatin binçavkirin hatin berdan
16:39 Li dijî qanûna ‘kuştina’ sewalên li kuçeyan çalakî dan destpêkirin
16:38 Zarokê 17 salî yê di çarçoveya MESEM’ê de dihat xebitandin mir
16:25 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:20 Li Enqereyê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:13 Di doza îşkenceyê de 14 sal û nîv ceza ji polîsan re hat xwestin
16:07 Li Bîstanê Bajêr ê Denîz Poyraz şitil hatin danîn
15:58 Ji KCDK-E’yê banga ji bo Ocalan: Em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
15:56 2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:05 Rûsyayê çolterên Laziqiye û Idlibê bombebaran kir
14:59 Şandeya Rêveberiya Xweser çû serdan Swêdê
14:04 Dê li Amedê Rojên Belgefîlmên Ekolojîk ên Gerok were lidarxistin
13:45 Di doza Aktar de dê mutalaa bê amadekirin
13:26 Ji Zelandaya Nû ji bo Dayikên Şemiyê ji Erdogan re name şandin
13:16 Parêzerê ji ber îfadeyên îtîrafkar dihat darizandin beraet kir
13:05 Li Mêrdînê zarokek a 16 salî rastî destdirêjiyê hat
12:38 Kekê girtiyê jiyana xwe ji dest dayî: Destûr nedan em birayê xwe bibînin
12:29 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek jiyana xwe ji dest da
12:21 Dê di 25’ê gulanê de li Erdîşê mitînga ziman bê lidarxistin
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan ji bo raporê sewqî nexweşxaneyê kirin
12:06 Deklarasyona jinan a têkildarî hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
12:06 Berçavkê nadin girtiya ji sedî 85 astengdara çav: Em nikarin nas bikin!
11:50 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara ‘pergala rêhesin a sivik’
11:36 Koçyîgît: Bi rêziknameya ş er dixwazin kurdan bikin hedef
11:22 Hejmara nû ya Demokratîk Modernîteyê derket
11:11 Piştî 30 salên girtî li Amedê hate pêşwazîkirin
11:06 Bertekên li dijî biryarên Doza Kobanê zêde dbin: Em ê li ber zilmê serî netewînin
11:01 Ji ber ‘parvekirina nûçeyan’ doz li rojnameger Guleş hate vekirin
11:00 Şahîn a di çalakiyê de ye: Ocalan ji bo Tirkiye û jiyana azad şans e
09:35 Meteorolojiyê ji bo baran, toz û bagerê hişyarî da
09:31 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:31 Li bajarê penîr, penîr bi xiraman tê firotin
09:30 Koordînatorê ECPMF’ê: Tirkiye di serdema herî nebaş a azadiya çapemeniyê de ye
09:04 Piştevaniya Morê wê li 3 herêman konferansan li dar bixe
09:04 Bi hinceta 'pêwendiya wî bi PKK'ê re heye hat îxrackirin lê biryar bi hinceta FETO'yê hat dayîn'
09:01 Yenî Yaşam wê di 6 saliya xwe de bi xwendevanên xwe re bicive: Em hêza xwe ji gel digirin
09:00 Deriyê medreseya dîrokî 2 sal in 'biarîze' ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2024'AN
08:27 Leşkerek mir
08:18 Girtî Akdogan jiyana xwe ji dest da
22/05/2024
21:02 Di îdianameya rojnamevanan de 126 nüce 'sûc' hatine hesibandin
20:41 Li Periyê xebatên hilbijartinê
18:52 Li Rihayê berdana 17 girtiyan hat astengkirin
18:39 Ji xizmên girtiyan piştgirî ji bo Emîne Şenyaşarê
16:24 Malbatên girtiyan bi Midûra Nivîsgeha Taybet a Wezîrê Dadê re hevdîtinê kirin
16:17 Hevserokê HDP’a Manîsayê yê berê Taylan hate girtin
16:05 Li Xarpêtê biryara Doza Kobanê hat protestokirin
15:47 Rejîma Îranê di mehekê de 29 kurd qetil kir
15:22 TJA: Em ê hesaba qetilkirina Zelihayê bipirsin
15:05 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna bîranînê kirin
14:44 Hem bi ‘qisûr’ in hem jî bêceza tên hiştin
14:44 Doza rojnameger Ertaş hate taloqkirin
14:23 Kedkarên tenduristiyê: Yên îsrafê dikin em nînin
13:49 Artêşa tirk di du rojan de 35 caran bi çekên kîmyewî êriş kir
13:28 Şaredariya Amedê perwerdehiya 'Newekheviya Zayendî' dide
12:27 Biryarên Doza Kobanê li Amedê hatin protestokirin: Ên xwedî li DAIŞ’ê derketin dê winda bikin |
12:21 Îranê îdiaya Tirkiye derewand: ÎHA’ya Akinci cihê qezayê rast tespît nekir
11:05 Turkoglu: Xwestin gelê kurd û berxwedana Kobanê ceza bikin
11:00 Ji 3 welatan biryara Filistînê
10:50 Bi ‘Sîxurgeriya bandorkirinê’ re wê kî bibe hedef?
10:41 Qeyûm ji bo fîlmê reklamê 4 milyon lîre xerc kir
10:25 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
10:24 Sasayê di konsera xwe de qedexe protesto kir
10:20 Birayê jina ducanî ku hat qetilkirin: Gilîkirin li ber çavan nehatiye girtin
10:17 Mirina mejî ya girtî Akdogan pêk hat