OHD’ê li dijî tecrîdê carek din serî li Baroya Amedê da

  • jin
  • 13:55 28 Gulan 2024
  • |
AMED - Hevserok û endamên OHD’ê bi daxwaza pirsîna serlêdana xwe ya Wezareta Dadê ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din bi dawî bibe, serî li Baroya Amedê dan.
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de tên ragirtin Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş, di 22’yê çileya 2024’an de bi îmzeya hezar û 330 parêzeran serî li Wezareta Dadê dabûn. Ev 6 meh in wezaretê tu bersiv nedaye vê serlêdanê û OHD’ê jî li dijî vê yekê ji Baroya Amedê daxwaz kir ku li aqûbeta serlêdana wan bê pirsîn. Hevserokên giştî yên OHD’ê Ekîn Yeter û Serhat Çakmak, hevserok û endamên OHD’ê yên Amedê bi hev re çûn baroyê û serlêdan kirin. 
 
‘WEZARETA DADÊ HÊ JÎ BERSIVA SERLÊDANA ME NEDAYE’
 
Di serdanê de hevseroka giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter diyar kir ku li Îmraliyê ji roja roj ve ve tecrîdeke girankirî tê birêvebirin. Ekîn da zanîn ku wan weke parêzerên gelê Kurdistanê û hem jî yên gelên bindest ên Tirkiyeyê gelek têkoşîn dane û didin û got: “Parêzerên OHD'ê jî di nav de hezar û 330 parêzeran di meha çileyê de serî li Wezareta Dadê dabûn. Tiştê ku em dixwazin bi vê serlêdanê bi dest bixin ev e ku em balê bikşînin ser mijara tecrîdê û di derbarê vê mijarê de rayedar daxuyaniyekê bidin me. Lê di vê qonaxê de tu bersiv ji serlêdana me re nehatiye. Helbet ji aliyê hemû parêzeran ve tê zanîn ku tecrîda li Girtîgeha Girava Îmraliyê hem di qanûn û hem jî di peymanên neteweyî ku Tirkiye jî girêdayî wan e, ti bingeheke hiqûqî nîne.”
 
‘ÎNSIYATÎFA PÊWÎST BIGIRIN’
 
Ekî, anî ziman ku ew bêhiqûqiya ku tê kirin qebûl nakin û wiha got: “Ev rewşa derqanûnî ya ku derketiye holê pareke mezin di krîza civakî de heye. Girtîgeha Îmraliyê labaratuara ceribandinê ya bêhiqûqiyê û binpêkirinan e. Bi taybetî rêya çareseriya pirsgirêka kurd ya bi rêyên demokratîk di rakirina tecrîda li Îmraliyê de ye. Ji bo vê jî weke parêzerên ku serî li Wezareta Dadê dabûn, îro me serî li Baroya Amedê da. Bê guman em weke sazî di çarçoveya serlêdana xwe de hesasiyet û xebatên rêxistinên pîşeyî ji nêz ve dişopînin. Ji bo em têkoşîna xwe bi perspektîfek berfirehtir bimeşînin, me serlêdanek kir û ji rêxistinên pîşeyî xwest ku li dijî vê bêhiqûqiyê û nekaribûna parêzeran xebatên xwe yên pîşeyî bimeşînin, însiyatîfa pêwîst bigirin.”
 
‘BI GOTINAN RASTIYA TECRÎDÊ JI HOLÊ RANABE’
 
Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak jî behsa serlêdana navborî kir û got ku wan serî li Baroya Amedê da. Çakmak diyar kir ku wan berê jî ev serlêdan kiribû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Baroya Amedê jî ji bo şikandina tecrîdê hin hewldan kirin, lê heta niha rayedaran ji bo rakirina tecrîdê tu gav neavêtine. Herî dawî Wezareta Dadê serlêdana me red kir û got ku tecrîd tune ye. Çiqasî bibêjin tune ye jî bi gotinên wan rastiya tecrîdê ji holê ranabe. Rastiyeke tecrîdê ya bi salan e didome heye û ji bo rakirina wê ti gavên fermî nehatine avêtin. Komeleya me rakirina tecrîdê her tim di rojeva xwe de digire. Em xebat û serlêdanên xwe bê navber didomînin, lê yek ji wan jî nayên bersivandin. Her çiqas bersiv neyên dayîn jî heta em negihijin encamekê dê xebatên me bidomin. Baro jî ji roja ewil ve ji bo rakirina tecrîdê xebatên xwe dimeşîne. Em ji bo vê yekê jî spas dikin.”
 
‘EM Ê BERPIRSIYARIYA XWE BI CIH BÎNIN’
 
Herî dawî Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr axivî û da zanîn ku Girtîgeha Girava Îmraliyê 38 meh in di bin tecrîdê de. Ozdemîr bi lêv kir ku Ocalan û girtiyên din di bin tecrîdeke bênavber de ne û ev tişt gotin: “Pêvajoyek ku tê de mafên herî bingehîn jî tên binpêkirin, bi awayekî siyasî û nehiqûqî tê meşandin. Me weke Baroya Amedê dawîkirina tecridê hem ji Wezareta Dadê û hem jî ji Yekîtiya Baroyên Tirkiyê daxwaz kiribû. Nehiştina hevdîtina hevalên me yên parêzer ên bi muvekilên xwe re jî xaleke balkêş e. Em ê serlêdana van hevalên xwe yên parêzer ku endamên baroya me ne, weke berê bi awayekî baldarî bimeşînin. Em ê berpirsyariya xwe ya ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên bingehîn bi serîlêdanên pêwîst pêk bînin.”
 
Hiqûqnasên ku dixwazin aqûbeta serlêdana xwe bizanin, îmzeyên xwe teslîmî Cîgirê Serokê Baroyê Mehdî Ozdemîr kirin.
 

Sernavên din

30/05/2024
11:24 DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:45 Ecevît Pîroglû 109 roj in di greva birçîbûnê de ye: Daket 48 kîloyan
10:36 Di lêpirsîna mirina li nexweşxaneyê de xemsarî: Li benda mirina wî sekinîne!
10:24 11 mamosteyên binçavkirî hatin berdan
10:14 Zarokê di qezaya Tarsûsê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
10:06 Doza jinên 11 mehan girtî mabûn hate redkirin
10:03 Rojnameger Aktan: Dixwaze bi pêşnûmeya ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ bêdeng bikin
10:02 Îzmîrî: Aborî dikare bi guhertineke bingehîn baş bibe
09:32 Ji Meteorolojiyê hişyarî
09:26 Têkildarî navenda asîmlasyonê YÎBO'yan xebateke nû
09:22 Li Tarsusê 5 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
09:08 Ji ber bibîranîna Roboskiyê doz li midûrê dibistanê hat vekirin
09:06 Jiyana li Gabarê di xetereyê de ye
09:04 Girtiyên siyasî 186 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê bi çend rojan gelek cih dewr kirine
09:02 Xwişka Veysî Aktaş: Îmrali cihekî pir zehmet e
09:01 Tecrîda girankirî ket meha 39’emîn: Divê biryarên DMME’yê werin pêkanîn
09:00 DEM Partî wê li Hîlwanê bi 843 kesan ve xwedî li sindoqan derkeve
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2024'AN
08:22 Li Kenyayê karesata lehiyê: 52 kes winda ne
29/05/2024
20:38 Çelenga reş danîn ber NY'yê: Hûn nikarin tecrîdê ji nedîtî ve bên
20:34 Ji bo girtiyên 1’ê Gulanê 567 sal ceza hat xwestin
20:30 Li gelek bajaran şermezarkirina êrişên Îsraîlê
17:44 Ji dayikên ku xwestin ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin çalakiya 'laçikên spî'
16:25 TJA komxebata ‘Xwendinên Heqîqetê’ li dar xist
16:07 Eleqeyeka zêde ya ji bo pêşangeha ‘Dest bi dest berxwedana me’
15:41 Ji hilbijartinê re 4 roj man: Em ê li Hîlwanê dîsa bi ser bikevin
15:26 Li Qoserê jinek bi awayek birîndar hat dîtin
14:46 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin serî li OHD’ê û ÎHD’ê da
14:18 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:35 Li Xîzanê operasyona leşkerî
13:24 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
13:12 Dozger hê bi dozê û ceza hesiya!
12:36 Xwendekara zanîngehê bi awayek guman mir
12:36 Pêşniyarqanûna ‘bila cezayê muebbeta girankirî’ bê rakirin dan Meclisê
12:22 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Çorumê daxuyanî da
12:03 Ji ber tacîza zayendî cezayê hefsê dan şaredarê ji Partiya Îyiyê
10:44 Li girtîgehan lêgerîna tazî didome: Hewldana çewisandina nasnameya jinê ye
10:24 Gingell: Divê CPT wêrek be û der barê Îmraliyê de agahî bide
10:23 Girtiyên siyasî 185 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
10:22 Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan bû 169
10:11 Li Îzmîrê kesekî dayik û bavê xwe kuşt
10:09 Rêxistina Efûyê: Di 2023’yan de li Îranê 853 kes hatin bidarvekirin
09:51 Hat îdiakirin ku AKP’iyan bi pereyan gelek kes girtine Şaredariya Cizîrê
09:34 Dayik bi daxwaza Edaletê ber bi Enqereyê ve diçin
09:27 Mehmet Atli 30 saliya hunermendiya xwe pîroz kir
09:24 Orkestraya Mezopotamyayê hewl dide gelên cuda bîne cem hev
09:23 Ji bo hilbijartina Curnê Reş banga heyeta çavdêriyê li hiqûqnasan hat kirin
09:07 6'emîn Rojên Ma Musicê diyarî Rênçber Ezîz tê kirin
09:05 Li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin: Têkoşîn êdî ne alternatîf e, mecbûrî ye
09:01 Ji ber bihabûna zêr berê xwe didin îmîtasyonvanan
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2024’AN
08:57 300 êzidî vegeriyan Şengalê
08:50 Ji bo gelek bajaran hişyariya barînê hate kirin
08:39 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Divê dîroka hilbijartina nû were diyarkirin
28/05/2024
21:21 Li Geverê 2 kes hatin girtin
20:00 Li Periyê xebatên hilbijartinê didomin: Em xwedî li vîna xwe derkevin
19:52 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 115’emîn de ye
17:14 Ji şaredariya DEM Partiyê projeya ‘mala bêhnvedanê ya jinan’
17:08 Ji qatilê stranbêjê kurd re cezayê muebedê hat xwestin
16:51 Îdianameya duyemîn a Kobanê: ‘Sûcê kuştinan’ ku hat beraetkirin dîsa di dosyeyê de ye
16:50 Li Curnê Reş serdana ciwanan û kedkaran hate kirin
16:34 DEM Partiyê ji bo girtiyê nexweşê giran Kûday serlêdan kir
16:22 Erîş û ciwanên li gel wê hatin berdan
16:09 ‘Komkujiyên Roboskê û Refahê berhema heman siyasetê ye’
15:47 6’emîn Rojên Ma Mûsîcê dest pê dikin
15:22 Li Silopiyayê 200 donimên zeviyên genim şewitîn
14:53 Ata: Divê em fikra çareseriya demokratîk civakî bikin
14:42 Li Sêwregê birîna ceyranê hat protestokirin
14:22 Hatîmogûllari ji bo piştevaniyê peyam ji Yenî Yaşamê re şand
14:16 Jinan li Silopiyayê çalakiya xwendinê li dar xist
14:11 Wêneyên ku jinên girtî xêz kirine dê bên pêşandan
13:58 Saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî mufredata nû biryara 'têkoşîna hevpar' girtin
13:55 OHD’ê li dijî tecrîdê carek din serî li Baroya Amedê da
12:55 Komên paramîlîter ên dewleta tirk li Efrînê 2 kes revandin
12:44 Bakirhan: Tifaqa xwe ya bi JÎTEM’ê re bi dawî bikin
12:39 Ji bo 5 parlamenterên HDP’î cezayê muebbeta giran hate xwestin
12:29 Parêzer Firat Taşkin hat beraetkirin
12:12 Doza kujerê Rozerîn Yildiz hat taloqkirin
11:40 Mala Jinê ya Kardelenê ya li Rezanê dîsa dest bi xebatên xwe kir
11:15 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
10:50 Girtiyê nexweş ê ku bûye 41 kîlo bi hinceta ‘ji bo civakê talûke ye’ nayê berdan
10:39 Hunermend Çîftçî beraet kir
10:31 Teqawîdan pêşniyara ‘teserûfê’ kir: Bila deriyê qesrê bê kilîdkirin
10:13 Daxwaza hevpar a kesên li hundir û derve li ber xwe didin: Azadî ji bo Ocalan
10:05 Stand-Upa ‘Vik û Vala’ li Amedê xatir ji sezonê xwest
09:49 Keşîşxaneya Deyr Mor Yakup a dîrokî dê bê restorekirin
09:36 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:18 Qeyûm ji bo TUGVA û saziyên fermî 2 milyar û 205 milyon pere xerc kiriye
09:18 Ji şaredariyên DEM Partiyê piştevaniya ji bo Tetwanê
09:03 Şaredariya DEM Partiyê wê bi projeyan xwe bigihîne jinan
09:02 Girtiya di çalakiya protestoyê de: Deng bidin me û bibin dengê vê pêngavê
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2024'AN
27/05/2024
22:59 Bûranê bi rojan xeber jê nedihat girtin, hat girtin
21:02 Li Periyê xebatên hilbijartinê
19:27 Nobeta Edeletê ya Şenyaşarê di roja 114’emîn de ye
16:54 Girtiyê krîza dil derbas kiribû dîsa şandin girtîgehê
16:32 Di çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’ de daxwaza hevpar: Tecrîdê rakin
15:56 Eren ji bo girtiyê xetereya korbûna wî heye serî li Meclisê da
15:34 Li Cizîrê mirina biguman a ciwanekî