Piştî meaşê wan hat birîn dest bi provokatoriyê kirin

  • rojane
  • 10:18 13 Hezîran 2024
  • |
img
AMED - Derket holê ku namzeta AKP’ê Ayşegul Bîçer a ku li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê provokatoriyê dikir, tevî ku ew û hevjînê xwe ne xebatkarên Şaredariya Rezanê bûne jî lê her meh meaş wergirtine. 
 
Komek provokator ku di dema qeyûman de meaş ji şaredariyan wergirtine, du roj berê bi îdiaya ji kar hatine derxistin li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hewl dan êrişî şaredariyê bikin. Ev koma provokator medya alîgirê desthilatdariyê jî li cem xwe birin ber şaredariyê û îşaretên MHP’ê nîşan dan û heqaret û çêran li hevşaredarên Amedê kirin. Polîs li ber koma provokator sekinîne û bi tu awayî dengê xwe ji wan re nekirin. Her roj der barê her provokatorekî de hûrguliyên nû derdikevin holê. 
 
ŞAREDARIYÊ KIRIYE ŞIRKETA MALBATÊ 
 
Ya ku serkêşiya vê koma provokator dike namzeta parlamenteriyê ya AKP’a Amedê Ayşegul Bîçer e. Kesa ku herî zêde çêr û heqaretan li hevşaredaran û şaredariyê dike, jî Bîçer e. Raya giştî jî vê kesê ji nêz ve nas dike. Provokatora sereke Ayşegul Bîçer li ser fermana emniyetê demek tev li wan malbatên li ber avahiya HDP’a Amedê “nobedê” digirin bûye. Bîçer piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin hat kirin, karê wê yê ewilî ew bû ku lawê xwe Mustafa Bîçer di kar de bicih bike. 
 
Her wiha derket holê ku Ayşegul Bîçer demek dirêj ji Şaredariya Rezanê “meaş” wergirtiye. Şaredariya Rezanê di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de HDP’ê bi rêjeyek bilind bi dest xist. Desteya Bilind a Hilbijartinê, bi hinceta ku namzetê HDP’ê bi KHK’ê ji karmendiyê hatiye avêtin, namzetê AKP’ê Huseyîn Beyoglû tayînî şaredariyê kir. Beyoglû di 5 salên xwe yên li şaredariyê de gelek gendeliyan kir û bertîl xwar. Beyoglû li şaredariyê karên ne li rê kir. 
 
Hat zanîn ku Şaredariya Rezanê ya di bin rêveberiya AKP’ê de her meh bi awayek rêkûpêk meaş daye Ayşegul Bîçer. Derket holê ku Bîçer di navbera salên 2021-2023’yan de bi giştî 70 hezar lîre pere ji şaredariyê wergirtiye. 
 
Tenê ne Ayşegul Bîçer pwere ji şaredariyê wergirtiye. Her wiha hevjînê wê Raûf Bîçer jî pere ji şaredariyê wergirtiye. Tevî ku Ayşegul Bîçer û hevjînê xwe ne xebatkarên şaredariyê bûne jî pere wergirtine. 
 
Bîçer di hilbijartina giştî ya 14’ê Gulana 2023’yan de ji aliyê AKP’ê ve li Amedê wek namzeta rêza 4’emîn hat nîşandan. 
 
DU BIRAYAN DIGIRIN KAR 
 
Kesekî din ê provokator ku di nav wê komê de cih digire jî Mustafa Piyale ye. Her cara ku Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Suleyman Soylû dihat Amedê, vî Mustafa Piyale li cem xwe digerand. 
 
Piyael cîgirê serokê Baskên Ciwanan ê AKP’a Amedê ye. Di serdema qeyûm de li şaredariyê girtin kar. Rêveberiya şaredariyê ya DEM Partiyê di çarçoveya “Giştînameya Tevdîrên Tesarûfê ya Serokkomariyê” de Piyale ji kar derxist. Hat zanîn ku hê jî birayê Mustafa Piyale li şaredariyê dixebite. 
 
Her wiha kesek din ku di nava koma provokator de cih digire jî Gulbahar Aşirî ye. 
 
Aşirî jî di heyama qeyûm de digirin. Hat zanîn ku bêyî Aşirî tu karekî li şaredariyê bike her meh li ser bankamatîkê meaş wergirtiye. Ev kes yek ji wan kesan e ku wê birine li ber avahiya HDP’a Amedê jî dane rûniştandin. 
 
Yek ji wan kesên li ber şaredariyê provokatoriyê dikir jî Melîha Zengîn e. Hat diyarkirin ku ev Melîha Zengîn berê di nav xebata Baskên Jinan a AKP’ê de cih girtiye û xebitî ye. Piştî qeyûm tê tayînkirin wê li şaredariyê digirin kar. 
 

Sernavên din

15/06/2024
14:34 Ji Gamze Akar a winda ev 6 roj in agahî nayê girtin
14:10 Dayikên Şemiyê li faîlên Vejdîn Avcil pirsîn
13:39 Dan û stendina cejnê ya Wanê: Em nikarin ji zarokan re cilan bistînin
13:06 Şandeya DEM’ê û DBP’ê serdana Bêrecûkê kirin
12:39 Li Qoserê qeza: 5 kes birîndar bûn
12:21 MRAP’ê berî civînên NY’ê rapora xwe ya Tirkiyeyê eşkere kir
12:20 DEM Partiyê qurbaniyên suryanî bi bîr anî
12:05 Li faîlên Avcil û li aqûbeta Çalik û Fîdan hat pirsîn
10:36 Jin wê nobeda li dijî qeyûm dewr bigirin
10:32 Li Çiyayê Şengalê şewat derket
10:12 Çalakiya girtiyan a 'azadiyê' didome
10:11 Ajokar û muavînê bi dozger re nîqaş kirine bi îdiaya ‘lêdanê’ hatin girtin
09:28 Ji ber krîza aborî gel nikare dan û standina cejnê bike
09:26 Ji bo danişîna diya xwe bang li hemû kesên edaletxwaz kir
09:15 Gelek Denîz li pey Denîzê radibin
09:02 Welatiyên ku beşdarî mitînga Colemêrgê bûn: Polîtîkayên qeyûman li dijî mirovahiyê ye
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2024'AN
14/06/2024
23:34 Nobed di roja 11'an de ne: Bicehime qeyûm
20:49 Girtiyê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:49 Hatimogûllari serdana Şaredariya Akdenîzê kir
16:42 Derbarê girtiyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:41 Li Wanê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:35 Rêxistinên hiqûqê: Mafê daraza adîlane êdî bûye gotegot
15:09 Rojnamevan Serdar Karakoç bi şert hat berdan
15:09 OHD’ê ji bo Îmraliyê serî li Baroya Wanê da
15:08 Parêzer û malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
14:28 Ji bo betalkirina mufredata nû serlêdan hat kirin
14:21 Polîsan Hevseroka ÎHD’ê şopandiye û tacîz kiriye
13:38 Hozan Şemdîn albûmeke nû derxist: Zozanên me
13:35 DEM Partiyê di salvegera Berxwedana Karkeran de banga têkoşîna hevpar kir
13:06 Dema kuştî kurd be û faîl leşker û polîs bin ‘bêcezakirin’ naguhere
11:52 Bû 6 sal Emîne Şenyaşar hêj nekariye şîna xwe bigire!
11:50 Banga berdana rojnamevan Serdar Karakoç hat kirin
11:18 Li Sêweregê şerê biçek: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
10:38 Ne kesên difiroşin razî ne, ne jî kesên dikirin!
10:17 Partiyên siyasî yên li Sêrtê bertek nîşanî qeyûm dan: Neheqî ye
10:16 Parêzerê Ocalan bersiva Wezîrê Dadê da: Heke tecrîd nebe çima hûn rapora CPT’iyê eşkere nakin?
09:59 Biraziya Tahîr Elçî: Dewletê guleyeke din li Tahîr Elçî da
09:46 Koroya Denîz Poyraz: Em ê bi stranên pirzimanî Denîzê bidin jiyandin
09:45 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:44 Endamê Meclisa ÎBB’ê: Divê hiqûqa li Edîrneyê çi be ya li Colemêrgê jî ew be
09:27 Parêzer Cînbaş: Tiştên li Colemêrgê qewimîn xefikeke hiqûqî ye
09:18 Li Şirnexê di 6 mehan de 20 caran qedexe hat ragihandin
09:05 Wê li ber CPT'yê daxwaza 'azadî ji Ocalan re' biqîrin
09:04 Plana îmarê ya duyem a qeyûm jî li dijî rêziknameyê bûye
09:03 Qeyûm 60 milyon TL bi 75 milyon TL faîzê stendiye
09:01 Li Girtîgeha Şirnexê pirsgirêka ava germ û sewqa nexweşxaneyê
09:01 Li Girtîgeha Tîpa S cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2024'AN
13/06/2024
20:24 Hatîmogullari: Bila qeyûm demildest dest ji peywirê berde
Bakirhan: Colemêrg em in, hebe hebe ew dagirker in
18:19 Di mîtînga li dijî qeyûm de peyamên berxwedanê: Wê ev polîtîka têk biçe
16:57 Akiş ji mitîngê re peyam şand: Em ê berxwedana xwe bidomînin
16:51 Artêşa Îsraîlê bi ser Cenînê de girt
16:50 Li Şaredariya Sêrtê sepana ‘Jinqertê’
16:41 Di doza ‘Akademiya KCK’ê’ de 12 kesan beraet kir
16:20 Bi deh hezaran kes di mitînga şermezarkirina qeyûm de ne
15:08 Bi hezaran kes hewl didin ji Depînê derbasî nava Colemêrgê bibin
14:31 Li Colemêrgê ji du baskan ve bi hezaran kes diherikin qada mitîngê
14:00 Beriya Cejna Qurbanê li Îdir û Rihayê zem li bihayê nan hate kirin
13:44 Dozger xwest 6 rojnamegerên jin bên cezakirin
13:36 Rêxistinên hiqûqê li dijî tecrîdê serî li Baroya Enqereyê dan
13:35 Li Eskîşehîrê jinek û zarokê xwe hatin qetilkirin
13:20 Rapora Egîtîm Senê: Dixwazin nifşekî napirse û îtîraz nake biafirînin
12:45 Di 5 mehên ewil ên salê de 738 karker mirin
12:19 Şewata li parzîngeha li Hewlêrê derketî nikare were vemirandin
12:11 Xizmeta şaredariyê ya avê bi hinceta ‘teserûfê’ hate astengkirin
11:57 ‘Sîxûrtiya bandorê' ji paketa darazê hate derxistin
11:51 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘Planên Stratejîk’ bi gel re amade dike
11:37 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:09 Dozger ji rojnamevan Muftuoglû re ceza xwest
11:08 Çalakvanên li dijî qeyûm ketibûn rê gihiştin Colemêrgê
10:58 Ji ber rapora ATK’ê nehat danişîn hat taloqkirin
10:57 Tirkiye ji bo karkeran di nava 10 welatên herî xerab de ye
10:46 Birayê Omer Hayrî Konar hate binçavkirin
10:28 Helbestên 'talûke' yên girtî Bataray wekî pirtûk hatin çapkirin
10:19 Li 16 bajaran 58 kes hatin binçavkirin
10:18 Piştî meaşê wan hat birîn dest bi provokatoriyê kirin
10:17 Doza Poyrazê li Dadgeha Bilind e: Divê faîlên siyasî bên aşkerekirin
09:58 Çûyîna derveyî welat a hevşaredar Sîncar hate astengkirin
09:56 ‘Heta ku qeyûm diçe em ê li ber xwe bidin’
09:47 ‘Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe’
09:45 Di êrişan de 2 hezar hektar erdên çandiniyê û 19 hezar dar şewitîn
09:44 Hunermendan bertek nîşanî qeyûm dan: Qeyûm dagirkerî, darbe û îpotekirina vînê ye
09:43 Ber bi Colemêrgê ve ketin rê
09:30 Di mirina biguman de rojnivîsk winda ye
09:29 Parêzer Sevîmlî: Qeyûm rêbirî ye, tu bingeheke wê ya qanûnî tune ye
09:03 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 200 roj in li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:34 Konsera dawî ya 6’emîn Rojên Ma Musicê diyarî Colemêrgê hat kirin
12/06/2024
23:54 Li Stenbolê li dijî xespkirina vînê meş: Em qeyûm qebûl nakin
22:50 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome: Divê peyama mîtînga Colemêrgê xurt be
20:29 Rêveberê DEM Partiyê Avşar li edliyê hat derbkirin
20:25 Çalakvanên Cenevreyê wê di 25’ê Hezîranê de li pêşiya CPT’yê bin
20:16 Li Wanê 7 kes hatin binçavkirin
17:06 Di doza kuştina Tahîr Elçî de polîsên bersûc hatin beraetkirin
17:03 Derket holê ku yek ji provokatorên li pêşiya şaredariyê namzeta AKP’ê ye
16:38 Meşa Demokrasiyê li Colemêrgê ye: Em ê qeyûm bişînin
16:34 Faîlên tecawizê hatin girtin
16:26 ‘Meşvanên Demokrasiyê’ gihiştin Colemêrgê
16:16 Malbatên girtiyan bi Wezîrê Dadê Tûnç re hevdîtin kirin