Prof. Lemkow: Divê Ocalan azad bibe

  • rojane
  • 12:37 19 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Prof. Loûîs Lemkow diyar kir ku Tirkiye hewl dide tecrîda Îmraliyê normalîze bike, ev hewldanên wê qet nayên qebûlkirin û got: “Ocalan aktorekî mezin e û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd kesekî girîng e. Divê azad bibe.”
 
Zêdeyî 25 sal in Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin. 39 meh in bi tu rengî agahî jê nayê wergirtin. Mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re, tê astengkirin. Ocalan di bin tecrîdeke mutlaq de tê ragirtin. Komîteya Pêşî Girtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî li dijî bêhiqûqiya li Îmraliyê, bêdengiya xwe didomîne. 
 
Li dijî vê bêhiqûqiyê jî 10’ê Cotmeha 2023’yan pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hate destpêkirin. Hîn jî ji beşên civakî yên cuda, piştgirî ji vê pêngavê re tê.
 
Yek ji Civaknasên Zanîngeha Otonom a Barcelonayê Prof. Loûîs Lemkow têkildarî tecrîda li ser Ocalan ji ANF’ê re axivî.
 
‘TECRÎD ZEXTEKE SIYASÎ YE Û NAYÊ QEBÛLKIRIN’
 
Prof Lemkow anî ziman ku tecrîda Îmraliyê qet nayê qebûlkirin û got: “Şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan, di aliyê hiqûqî de nayê şîrovekirin. Ev tecrîd bi tevahî zexteke siyasî ye û meseleyeke ku nayê qebûlkirin. Lewma şert û mercên ku Ocalan di nav de ye, di rojeva me de ye jî."
 
Prof Lemkow destnîşan kir ku hewl tê dayîn tecrîda Îmraliyê bê normalîzekirin û got ku pêkanînên li dijî Abdullah Ocalan bi temamî polîtîk in. Prof. Lemkow diyar kir ku ew dixwazin bi destê daraz pirsgirêkên siyasî çareser bikin û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê weke formel demokrasî, lê di rastiyê de rejîmeke zextkar heye. Krîza mafên mirovan a li dijî Abdullah Ocalan jî, encama vê yekê ye. Li Tirkiyeyê demokrasî tê tunekirin. Di mafên esas û azadiyên sivîl de, kêmbûnek heye. Ev li Spanyayê diqewime. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, sîstema darazê tê bikaranîn. Ev ji bo me çavkaniyeke mezin a fikarê ye. Girtiyên me yên siyasî yên alîgirên serbixwebûnê ku ji bo serbixwebûna welatê Katalan kampanya dimeşandin, hebûn. Ji ber ku hikûmeta Katalan rêxistin dikirin, hatin girtin. Ji bo serbixwebûna Katalan, referandûmeke ‘derqanûnî’ lidar xistin û 12-13 sal cezayê girtîgehê lê hatin birîn. Ev bi rastî jî rewşeke nayê qebûlkirin e.
 
Yanî tişta ku ez dixwazim bêjim, tevgerên alîgirên serbixwebûnê her tim bi terorîzmê tên sûcdarkirin.”
 
‘ABDULLAH OCALAN DIVÊ AZAD BIBE’
 
Prof Lemkow bilêv kir ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, kesekî girîng e û got: “Rola Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd girîng e. Ew aktorekî girîng e. Ez difikirim ku ew pir baş nûneriyê ji daxwazên Kurdan re dike. Lewma divê Abdullah Ocalan azad bibe. Ew ji ber îdeolojî û daxwazên xwe hatiye mehkûmkirin. Ev jî nîşan dide ku ew girtiyekî siyasî ye. Lewma divê Ocalan azad bibe.”

Sernavên din

22/06/2024
16:44 Li Dêrikê ji bo şerê malbatan mezin nebe bang li siyasetmedaran hat kirin
16:20 DEDAŞ’ê giliyê wî welatiyê ku wê berpirsiyar nîşan dabû kir
16:05 Jinan li Baselê 1300 name ji CPT’ê re şandin
16:02 Li dijî cezayê darvekirina lawê xwe banga xwedî derketinê kir
15:30 Cezayê darvekirinê yê repbêj Tumac Salihî hat betalkirin
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Ozbay û Taşar bên berdan
15:08 Şewata ku li Bismilê derket hat kontrolkirin
14:49 Ji 3 bajaran bang kirin: Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin
13:54 Hevşaredarê Şemrexê ku 10 xizmên wî di şewatê de mirin: DEDAŞ li vir pirsgirêkek mezin e
13:18 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Zekî Dogan pirsîn
13:13 DBP û DEM Parti li herêma şewatê ye: Berpirsiyar DEDAŞ e, bila ev der wek ‘herêma afetê’ bê ragihandin
13:11 Dîrekên ku DEDAŞ’ê digot ‘tune’ ne hemû li cihê şewatê ne
12:24 Şahidê ku meta wî şewitî ye: Bila derewan nekin sedema şewatê ceyran e
12:13 Hêzên Îranê kolberek kurd qetil kirin
11:40 Baroya Amedê giliyê parvekirinên nijadperest kir
11:16 Wezareta Karên Navxweyî: Me sedema şewatê tespît nekir
11:10 Li Hîlwanê du malbatan li hev xist: 3 mirî 4 birîndar
10:47 Hejmara miriyên şewatê gihîşt 14 kesan
10:36 Cenazeyê Erdemcî di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:32 Guneş: Leşkeran rêya diçû herêma şewatê girtibûn hawar negihîşt wir
09:18 Ji CHP'ê banga mitînga 'em ê rê nedin qeyûm': Em dikarin bi têkoşîna hevpar ji heq wê derên
09:05 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:04 'Heya tecrîd ranebe em ê têbikoşin'
09:02 Li nexweşxaneya bajêr îdiaya 'destavêtinê'
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Zeynep Ozkan a li Mawayê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
08:16 Şewata li herêma Omeriyan hat vemirandin
08:03 Hejmara miriyên şewata Çinarê û Şemrexê gihîşt 13 kesan
21/06/2024
23:59 Navê kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
23:59 Hejmara qurbaniyên şewatê bû 12
23:11 Nobetên li ber şaredariyan didomin
20:24 Cenazeyên kesên ku li Mawayê jiyana xwe ji dest dan ji nexweşxaneyê hatin girtin
20:15 4 welatiyên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
20:06 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Heya tecrîd ranebe wê têkoşîn bidome
18:22 Rêveberê DEM Partiyê yê Gimgimê jiyana xwe ji dest da
18:17 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
16:09 Hejmara qurbaniyên şewatê bû 11 kes
15:50 Hasan Demîr ê di şewatê de birîndar bûbû wefat kir
15:47 Şewata li Artûklû û Şemrexê hat kontrolkirin
15:39 Berdana girtiyê 30 salî 9 meh hat taloqkirin
15:18 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 6 kes hatin berdan
14:34 Şeniyên gundê Tobiniya şewitî: Sedema şewatê DEDAŞ û qereqol in
14:29 Têkildarî şewatê lêpirsîn hat destpêkirin
14:23 Li Erxeniyê zeviyên çandiniyê şewitîn
13:53 Ji bo tedawiya sewalên birîndar bang li beytaran hat kirin
13:49 Li Çiyayê Mawa operasyon û şer berdewam dike
13:19 Şewat li qada 66 kîlometre belav bûye
13:18 Şahidê şewatê: Heke zû mudaxile bihata kirin wê ewqas mirov nemirina
12:29 DEM Partî: Carek din desthilatdarî û dewlet ne li cem gel bû
11:48 Baroya Amedê têkildarî şewatê gilî kir
11:29 Girtiyê ku zor lê hat kirin qenata xwe ya der barê Ocalan de eşkere bike berdana wî hat taloqkirin
10:53 Rewşa dawî: Şewat vemirî, xebatên sarkirinê didomin
10:15 Bîlançoya şewatê: 5 mirî, 10 jê giran 44 kes birîndar bûne
09:41 'Heta azadiya Ocalan em li qadan in'
09:40 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:03 2 welatiyên di şewatê de mirin hatin veşartin
09:02 Li Cizîrê di nava 4 mehan de 6 jin hatin qetilkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:45 Şewatê heta serê sibehê berdewam kir: Rayedar şeveqê hatin cihê bûyerê
07:58 Li Çinarê û Şemrexê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
02:32 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rêveberiya krîzê ava kir
00:42 Şewata ku li Şemrexê çêbû gihaşt jîngehan: Mirî û birîndar hene
20/06/2024
22:32 Berxwedan didome: Em ê rê nedin xespê
21:22 Li Wanê çalakiya nobedê hat destpêkirin
20:59 Înîsyatîfa Malbatên Pirûsê: Em dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin
20:24 Wê ji bo Pîroglû şandeyek biçe Sirbistanê
17:22 6 roj in tu agahî ji Emînî nayê girtin
16:31 Li Peravên Kanaryayê cenazeyê 5 koçberan hat dîtin
16:21 Operasyona li Çiyayê Agiriyê didome
16:13 Bi girseyî serdana Ozhanê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket hat kirin
15:57 Îşkence li 4 ciwanên ku xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin hat kirin
15:53 Çiyayê Mensûrê hat bombebarankirin
15:50 Li Geverê jinek hat kuştin
14:11 Dola Qeşûrayê hat qedexekirin
13:51 'Nayê qebûlkirin ku li ser jiyana penaberan bazarî bê kirin'
13:15 Li Amedê trên li wesayîtekê qelibî: 2 kes birîndar bûn
13:10 Li Qabilcewazê mirineke biguman
13:05 Banga ji bo 'Em rê nadin qeyûm': Roj roja bilindkirina têkoşîna yekbûyî ye
12:02 Karkerê sondajê di bin axê de ma û jiyana xwe ji dest da
11:55 Bîlançoya 5 rojên betlaneya cejnê: 36 mirî, 6 hezar birîndar
11:27 'Wezîrê Dadê ji bo çareseriya pirsgirêkên li girtîgehan tu dîrok neda’
09:25 Li dijî qeyûm nobedê digirin: Em ê bêdeng nemînin
09:09 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:06 Xizaniya jinan a li Sûrê wekî pirtûk hat çapkirin
09:03 Girtiyê nexweş Han jiyana xwe ji dest da
09:00 Rojnameger Zagros:PDK'ê ji Şemzînanê heta Avaşînê leşkerên tirk bicihkirine
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2024'AN
19/06/2024
23:05 Çalakiyên nobedê di roja 16'an de ne
22:55 Li Mawayê şer: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
22:50 Binarê Qendîl dîsa hat bombekirin
22:28 Li 3 bajarên Swîsreyê bi sedan name ji CPT'yê re hatin şandin
16:49 Welatî û siyasetmedaran li Şaredariya Wanê cejna hev piroz kirin
16:33 Li Stenbolê mitînga li dijî qeyûm dê bê lidarxistin
15:42 Li Çiyayê Araratê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:30 Rûsyayê û Koreya Bakur 'peymana parastinê' îmze kirin
15:18 Dadgerê ku krîza mazbataya Wanê derxist hat terfîkirin
15:00 Li Çiyayê Mawa piştî operasyona leşkerî şer qewimî
14:46 Koçyîgît: Çi dibe bila bibe teqez em ê bi ser bikevin
14:21 Şewata li Çiyayê Metîna berdewam dike
12:37 Prof. Lemkow: Divê Ocalan azad bibe