Hevşaredarê Şemrexê ku 10 xizmên wî di şewatê de mirin: DEDAŞ li vir pirsgirêkek mezin e

  • rojane
  • 13:54 22 Hezîran 2024
  • |
img

MÊRDÎN - Hevşaredarê Şemrexê Hamdîn Demîr ê ku 10 xizmên wî di şewatê de mirin, diyar kir kir ku DEDAŞ û polîtîkaya çandiniyê ya dewletê ji şewatê berpirsiyar e û got: “DEDAŞ li vir pirsgirêka herî mezin e.” 

 
Her kêliya ku diçe bîlanço û êşa şewata li gundên navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê zêdetir dibe. Ji gundê Kelekê ya bi ser Şemrexê ve heta niha 10 welatiyan canê xwe ji dest daye û şîna wan li hatiye dayîn û serdanên wê tên kirin. Li aliyê din jî hê jî cenaze tên veşartin. 
 
Hevserokê Şaredariya Şemrexê Hamdîn Demîr jî ji gundê Kelekê ye û 10 xizm û merivên wî di şewatê de canên xwe ji dest dan. 
 
Hevşaredar Hamdîn Demîr têkildarî sedema derketina şewatê axivî û bi bîr xist ku ew şev tofanek rabû û bi hatina bayê zêde re şewat li her deverê belav bû. 
 
‘NÊZÎ VEMIRANDINÊ MUDAXILEYÎ ŞEWATÊ KIRIN’ 
 
Demîr anî ziman ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariya wan di kêliya ewil de xwe gihandin cihê şewatê û wan ji bo xwe rewşa awarte ragihand û tîmên Walîtiyê û AFAD’ê pirr dereng mudaxileyî şewatê kirin. Demîr da zanîn ku tîmên mudaxilekirinê yên walîtiyê û qeyemeqamiyê ber bi vemirandina agir ve mudaxile li şewatê kirin û got: “Tîmên agirkujiyê yên dewletê destpêkê mudaxile nekirin. Tofanek mezin qewimî. Carna telefonê dikişand carna jî nedikişand.” 
 
Demîr destnîşan kir ku ji ber derengmayîna mudaxileya li şewatê ev yek bû sedema mirina gelek welatiyên wan û wiha got: “Dixwazim vê bêjim; dema ku DEDAŞ dixwaze mudaxileyî trafoyekî bike bi sedan leşker bi xwe re tîne gund û zilmê li gundiyan dike. Wextê ku bixwaze trafoyan radike û tamîran dike. Lê ji bo alîkariya me nehatin. Xelkê me hewl da ku agir vemirîne lê derfetên me têr nekirin. Lê agirek bi bi felaket derketibû. Ji nişka ve li tevahiya herêmê belav bû. Agir bilind dibû. Felaketek mezin bû. Hemû şaredariyên me seferber bûn û me mudaxileyî şewatê kir.” 
 
‘PIRSGIRÊK POLÎTÎKAYA ÇANDINIYÊ Û DEDAŞ E’ 
 
Demîr destnîşan kir ku polîtîkaya çandiniyê ya dewletê ya li herêmê dibe sedema her cure bobelatê û wiha got: “Polîtîkaya çandiniyê ya dewletê ji bo xelkê me tiştekî nake. Cotkarên me, xelkê me neçar dimînin ku cara duyemîn zeviyên xwe biçînin. Ev bi xwe re şewitandina û her cure felakete tîne. Ji ber çandina dewra duyemîn cotkar neçar dimînin ku pirêzeyên xwe bişewitînin. Her çend qedexe be jî cotkar dişewitînin. Dewlet çiqasî bêje û nebêje jî di vir de berpirsiyar e û pirsgirêka herî mezin a wan e. Ji ber ku li vir polîtîkaya çandiniyê nîne. Heke polîtîkayek çandiniyê hebûya, cotkaran pêdivî bi şewitandina pirêzeyan nedidît. Ya din jî xetên ceyranê yên DEDAŞ'ê pirsgirêka herî mezin e. DEDAŞ zilmê li vî xelkî dike. Li herêmê yekane çavkaniya debarê çandinî ye. Û DEDAŞ ceryana gel qut dike. Têlên ceyranê jî pirsgirêk in. Ew dikarin ji bo rakirina trafoyekî bi sedan leşker bişînin lê nizanin werin xetên ceyranê, dîrekan û trafoyan tamîr bikin. Kontrol û tamîr tune ye. Di vê rewşê de jî zilmê dike. Ji sedî sed DEDAŞ di vir de pirsgirêkek mezin e. Ya din jî ew e ku hewcedariyek lezgîn bi polîtîkaya çandiniyê heye.” 
 
‘MEDYA DIXWAZE SER RASTIYAN BIGIRE’ 
 
Demîr da zanîn ku medya tirk-nêzî îktidarê ji bo şewatan gelek xemsar tevdigere û got: “Heke ev bûyer li deverek din pêk bihata, wê hemû medya biçûya ji wir weşanan bikira û nûçeyan çêkira. Medya jî dixwaze ser rastiyan bigire. Ewqas merivên me mirine û birîndar in lê kes behsa van nakin û dixwazin serê bigirin. Dibêjin ‘ji ber şewata pirêzeyan’ û ser vê felekatê digirin. Em dixwazin ev der, herêma me wek Herêma Afetê were ragihandin. Xesarek mezin li vir bûye. Em dixwazin xesara mirovên me bê dîtin û alîkarî û piştevanî bo wan were temînkirin.” 
 
MA / Omer Akin - Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

22/06/2024
16:44 Li Dêrikê ji bo şerê malbatan mezin nebe bang li siyasetmedaran hat kirin
16:20 DEDAŞ’ê giliyê wî welatiyê ku wê berpirsiyar nîşan dabû kir
16:05 Jinan li Baselê 1300 name ji CPT’ê re şandin
16:02 Li dijî cezayê darvekirina lawê xwe banga xwedî derketinê kir
15:30 Cezayê darvekirinê yê repbêj Tumac Salihî hat betalkirin
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Ozbay û Taşar bên berdan
15:08 Şewata ku li Bismilê derket hat kontrolkirin
14:49 Ji 3 bajaran bang kirin: Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin
13:54 Hevşaredarê Şemrexê ku 10 xizmên wî di şewatê de mirin: DEDAŞ li vir pirsgirêkek mezin e
13:18 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Zekî Dogan pirsîn
13:13 DBP û DEM Parti li herêma şewatê ye: Berpirsiyar DEDAŞ e, bila ev der wek ‘herêma afetê’ bê ragihandin
13:11 Dîrekên ku DEDAŞ’ê digot ‘tune’ ne hemû li cihê şewatê ne
12:24 Şahidê ku meta wî şewitî ye: Bila derewan nekin sedema şewatê ceyran e
12:13 Hêzên Îranê kolberek kurd qetil kirin
11:40 Baroya Amedê giliyê parvekirinên nijadperest kir
11:16 Wezareta Karên Navxweyî: Me sedema şewatê tespît nekir
11:10 Li Hîlwanê du malbatan li hev xist: 3 mirî 4 birîndar
10:47 Hejmara miriyên şewatê gihîşt 14 kesan
10:36 Cenazeyê Erdemcî di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:32 Guneş: Leşkeran rêya diçû herêma şewatê girtibûn hawar negihîşt wir
09:18 Ji CHP'ê banga mitînga 'em ê rê nedin qeyûm': Em dikarin bi têkoşîna hevpar ji heq wê derên
09:05 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:04 'Heya tecrîd ranebe em ê têbikoşin'
09:02 Li nexweşxaneya bajêr îdiaya 'destavêtinê'
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Zeynep Ozkan a li Mawayê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
08:16 Şewata li herêma Omeriyan hat vemirandin
08:03 Hejmara miriyên şewata Çinarê û Şemrexê gihîşt 13 kesan
21/06/2024
23:59 Navê kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
23:59 Hejmara qurbaniyên şewatê bû 12
23:11 Nobetên li ber şaredariyan didomin
20:24 Cenazeyên kesên ku li Mawayê jiyana xwe ji dest dan ji nexweşxaneyê hatin girtin
20:15 4 welatiyên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
20:06 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Heya tecrîd ranebe wê têkoşîn bidome
18:22 Rêveberê DEM Partiyê yê Gimgimê jiyana xwe ji dest da
18:17 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
16:09 Hejmara qurbaniyên şewatê bû 11 kes
15:50 Hasan Demîr ê di şewatê de birîndar bûbû wefat kir
15:47 Şewata li Artûklû û Şemrexê hat kontrolkirin
15:39 Berdana girtiyê 30 salî 9 meh hat taloqkirin
15:18 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 6 kes hatin berdan
14:34 Şeniyên gundê Tobiniya şewitî: Sedema şewatê DEDAŞ û qereqol in
14:29 Têkildarî şewatê lêpirsîn hat destpêkirin
14:23 Li Erxeniyê zeviyên çandiniyê şewitîn
13:53 Ji bo tedawiya sewalên birîndar bang li beytaran hat kirin
13:49 Li Çiyayê Mawa operasyon û şer berdewam dike
13:19 Şewat li qada 66 kîlometre belav bûye
13:18 Şahidê şewatê: Heke zû mudaxile bihata kirin wê ewqas mirov nemirina
12:29 DEM Partî: Carek din desthilatdarî û dewlet ne li cem gel bû
11:48 Baroya Amedê têkildarî şewatê gilî kir
11:29 Girtiyê ku zor lê hat kirin qenata xwe ya der barê Ocalan de eşkere bike berdana wî hat taloqkirin
10:53 Rewşa dawî: Şewat vemirî, xebatên sarkirinê didomin
10:15 Bîlançoya şewatê: 5 mirî, 10 jê giran 44 kes birîndar bûne
09:41 'Heta azadiya Ocalan em li qadan in'
09:40 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:03 2 welatiyên di şewatê de mirin hatin veşartin
09:02 Li Cizîrê di nava 4 mehan de 6 jin hatin qetilkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:45 Şewatê heta serê sibehê berdewam kir: Rayedar şeveqê hatin cihê bûyerê
07:58 Li Çinarê û Şemrexê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
02:32 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rêveberiya krîzê ava kir
00:42 Şewata ku li Şemrexê çêbû gihaşt jîngehan: Mirî û birîndar hene
20/06/2024
22:32 Berxwedan didome: Em ê rê nedin xespê
21:22 Li Wanê çalakiya nobedê hat destpêkirin
20:59 Înîsyatîfa Malbatên Pirûsê: Em dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin
20:24 Wê ji bo Pîroglû şandeyek biçe Sirbistanê
17:22 6 roj in tu agahî ji Emînî nayê girtin
16:31 Li Peravên Kanaryayê cenazeyê 5 koçberan hat dîtin
16:21 Operasyona li Çiyayê Agiriyê didome
16:13 Bi girseyî serdana Ozhanê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket hat kirin
15:57 Îşkence li 4 ciwanên ku xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin hat kirin
15:53 Çiyayê Mensûrê hat bombebarankirin
15:50 Li Geverê jinek hat kuştin
14:11 Dola Qeşûrayê hat qedexekirin
13:51 'Nayê qebûlkirin ku li ser jiyana penaberan bazarî bê kirin'
13:15 Li Amedê trên li wesayîtekê qelibî: 2 kes birîndar bûn
13:10 Li Qabilcewazê mirineke biguman
13:05 Banga ji bo 'Em rê nadin qeyûm': Roj roja bilindkirina têkoşîna yekbûyî ye
12:02 Karkerê sondajê di bin axê de ma û jiyana xwe ji dest da
11:55 Bîlançoya 5 rojên betlaneya cejnê: 36 mirî, 6 hezar birîndar
11:27 'Wezîrê Dadê ji bo çareseriya pirsgirêkên li girtîgehan tu dîrok neda’
09:25 Li dijî qeyûm nobedê digirin: Em ê bêdeng nemînin
09:09 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:06 Xizaniya jinan a li Sûrê wekî pirtûk hat çapkirin
09:03 Girtiyê nexweş Han jiyana xwe ji dest da
09:00 Rojnameger Zagros:PDK'ê ji Şemzînanê heta Avaşînê leşkerên tirk bicihkirine
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2024'AN
19/06/2024
23:05 Çalakiyên nobedê di roja 16'an de ne
22:55 Li Mawayê şer: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
22:50 Binarê Qendîl dîsa hat bombekirin
22:28 Li 3 bajarên Swîsreyê bi sedan name ji CPT'yê re hatin şandin
16:49 Welatî û siyasetmedaran li Şaredariya Wanê cejna hev piroz kirin
16:33 Li Stenbolê mitînga li dijî qeyûm dê bê lidarxistin
15:42 Li Çiyayê Araratê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:30 Rûsyayê û Koreya Bakur 'peymana parastinê' îmze kirin
15:18 Dadgerê ku krîza mazbataya Wanê derxist hat terfîkirin
15:00 Li Çiyayê Mawa piştî operasyona leşkerî şer qewimî
14:46 Koçyîgît: Çi dibe bila bibe teqez em ê bi ser bikevin
14:21 Şewata li Çiyayê Metîna berdewam dike
12:37 Prof. Lemkow: Divê Ocalan azad bibe