Rastî û hûrguliyên piştî şewatê

  • rojane
  • 12:11 23 Hezîran 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Di şewata li Şemrex û Xana Axpêr de 15 kes mirin. Tenê li gundê Kelekê di şewatê de 10 kes mirin. Şêniyên gund anîn ziman ku leşkerên dereng hatin gund heqaret li gundiyan kirin û piştî agir vemirî helikopter hatin cihê bûyerê. 

Di şeva 20’ê hezîranê de li navçeya Xana Axpar a Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê ji ber têl û dîrekên ceyranê agir bi zeviyan ket. Agir li 17 gundan belav bû û di şewatê de 15 welatî mirin. Bi giştî 55 hezar hektar zevî xezirî. Bi dehan kes birîndar bûn. Bi sedan sewal mirar bûn. 22 hezar hektar zeviyên çandiniyê bûn xwelî. Şahidên bûyerê anîn ziman ku têlên ceyranê gihiştin ev û agirê ji têlan pekiya. Welatiyan destnîşan kirin ku agir ji têlan avêt nava zeviyan û agir bi zeviyan ket. Welatiyan destnîşan kirin ku ji ber bayê zêde agir zû li nava zeviyan belav bû. 
 
Piştî agir belav bû, bi sedan kesên ji gund û navçeyên derdorê hatin hewl dan agir vemirînin. Lê leşkerên ku dereng hatin cihê bûyerê, rê li pêşiya welatiyan girt û destûr neda ku welatî mudaxaleyî şewatê bikin. Leşkerên ku pir dereng hatin gund, heqaret li welatiyan kir û Mehmet Salîh Ablak (30), ê ji gundê Kelekê bi hawarê hat û xwest agir vemirîne çavdêriyên xwe vegot. 
 
GUNDÎ DI NAVA AGIR DE MAN
 
 
Mehmet Salîh Ablak anî ziman ku piştî agir bi zeviyan ket  bi lez çûn gund û wiha got: “Saet li dora 22.00’ê şevê bû. Dema me xwe gîhand gund, wekî dojehê bû. Gundiyan bi derfetên xwe hewl didan agir vemimîrin. Welatî di nava agir de mabûn. Em ji Kelekê çûn gundê Tobinî. Li gundê Tobinî jî kesên xwestin agir vemirînin din ava agir de mabûn. Gundiyan bi derfetên xwe cenaze û birîndar ji nava agir xelas dikirin. Me bi texsiyan cenaze û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya  Çinarê. Heta çend saet derbas bûn kes bi hawarê nehat. Ne saziyên dewletê û ne jî îtfaîye.”  
 
CENDIRMEYAN ÇÊR LI WELATIYAN KIRIN
 
Ablak, anî ziman ku leşkerên dereng çûn gund, çêr û heqaret li gundiyan kir û wiha axivî: “Piştî agir belav bû çend saet şûnde Cendirme bi 2 dolmîşan hatin gund. Ciwanekî bertek nîşanî leşkeran da. Got ‘heta niha hûn li ku bûn? Ka ambulans û îtfaiyeyên we? Lê leşker li ciwan da û di nava girseyê de çêr lê kirin û heqaret kirin. Gundî li nava gund kom kirin. Hatin heqaret kirin û çûn.” 
 
Ablak, destnîşan kir ku dema cenaze defin dikirin li ser goristanê ji fermandarê leşkeran pirsa ‘Hûn ê lêpirsînê li leşkeran vekin? pirsî û wiha berdewam kir: “Dema min pirs ji fermandar kir, cendirme hatin û ez ji wir dûr xistim. Fermandar got ‘We plakeyên maşîneyan girtine ya na’ Di nava wê şewat û qiyaletê de em ê çawa plakeyên wan bigirin. Li gorî qeydê wan kijan leşker hatine wir diyar e. Divê lêpirsînê bidin destpêkirin.” 
 
Li gundê Kelekê yek ji kesên birîndar bûye Abdulrazak Demir e. Abdulrezak Demîr li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazî Yaşargilê didome. Birayê Abdurrezak, Davut Demir ku li nexweşxaneyê refaqetiya birayê xwe dike çavdêriyên xwe anîn ziman. 
 
Davût Demîr anî ziman ku wî di şewata agir de birayekî xwe û pismamên xwe winda kir û wiha got: “Birayê min ber bi başiyê ve diçe. Wê şevê bayekî guh hebû. Zarok li ser banî razabûn. Me got ji ber bahozê em wan daxin jêr.  Me dît ku agir belav dibe. Em li traktoran siyar bûn û me xwest pêşiya agir bigirin.
 
‘EM DI NAVA AGIR DE MAN’ 
 
 
Xwediyên traktoran çûn pêşiya şewatê cot kirin û xwestin rê li pêş agir bigirin. Min xwest xwe zêde nêzî agir nekin. Wan jî xwest rê li pêş agir bigirin û xwe nêzî agir kirin. Lê agir zû belav bû. Birayê min, pismamên min û sewal di nava agir de man. Şivan dikir qêrîn. Gundî bi hawara wan çûn. Me nikaribu ew ji nava agir xelas bikin. Min bi zorê xwe ji agir rizgar kir. Pêtên agir pir bilind dibûn û belav dibûn. Min xwe avêt bin traktorê û xwe ji pêtên agir rizgar kir.” 
 
CENAZE ŞEWITÎBÛN
 
Demir anî ziman ku piştî agir vemirî bi traktoran çûn cihê bûyerê û wiha berdewam kir: “Yên beriya me çûn dîtin ku pismamê min û hevjîna xwe tev cilên xwe şewitîne. Bi lez ew avêtin maşîneyan û ew rakirin nexweşxaneyan. Me lambayên traktoran pêxist û em li cenazeyan geriyan. Dema em hatin cihe şivan, me dît ku 4- 5 kes şewitîne. Em çûn cem dîrekê sondajê. Me dît ku kesek li wir jî şewitiye. Cenazeyê wî nedihat nasin. Dayika wî hat û got ‘Ev kurê min e.” Bi wî şiklî me nas kir. 
 
TENÊ DEM PARTÎ HAT 
 
Demir, nêzîkatiya dewletê rexne kir û wiha got: “Di şewata agir de tu rayedarên dewletê nehatin alikariyê. Tenê wekil û hevşaredarên DEM Partiyê bi hawara me hatin. Bi her awayî alîkarî û piştgiri dan me. Helikopterên dewletê piştî şewat vemirî hatin cihê bûyerê. Ku rayedarên dewletê zû hatibûna belkî ew qas mirov nemirina.”
 
 

Sernavên din

16/10/2024
16:15 Jin ji bo Kabaîşê bêdeng meşiyan: Em ê kujerên wê bibînin
16:14 Ozgur Ozel dê serdana Demîrtaş bike
16:08 Hevdîtina rojnameger Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astengkirin
16:07 Li Xarpêtê ji ber erdhejê 94 kes birîndar bûn
15:44 Doza Dînk ji bo parastina Yilmazer cara dawî hate taloqkirin
15:37 Karkerên Fernasê di nava barîkatan de çalakiya xwe didomînin
15:04 Xwendekarên Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
15:03 Bavê Rojîn Kabaîşê: Ne întîhar e cînayet e
15:01 Hevdîtina Erdogan û Barzanî dest pê kir
14:54 Dr. Yavîç ê ku daxilî otopsiya Kabaîş bû: Divê pêvajo bi zelalî were birêvebirin
14:37 TFF: Stadyûma Amedsporê ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan guncav nîne
14:03 Mûstafa Karasu: Silavdayîna Bahçelî jî parçeyeke siyaseta şerê taybet e
14:03 Dermanên girtiyê nexweş nedanê
14:02 Endamê RTUK’ê Îpekyuz: Betalkirina lîsansa Açik Radyoyê neheqî ye
13:22 Nobeta Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de ye
13:19 Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir
13:02 Li Amedê hevşaredar piştî erdhejê daketin qadê
12:56 Ji Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniya erdhejê
12:53 BES-AR: Sînorê birçîtiyê di mehekê de ji sedî 3,99 zêde bû
12:41 Rêxistinên çapemeniyê: Dest ji hedefnîşandana rojnamevanan berdin
12:39 Daxuyaniya piştî erdhejê: Erdhejoka erdhejên 2023'yan e
12:03 Karkerên Fernasê hatin berdan
11:38 Êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê kirin
11:29 Kosen ê parsûyên wî hatin şikandin: Ez berxwedana dayikan silav dikim
11:03 Li Meletiyê bi pileya 5.9 erdhej çêbû: Gelek bajar hejiyan
10:57 Tê payîn binçavkiriyên li Silopiya sewqî edliyeyê bên kirin
10:50 Dayikên Aştiyê: Dê têkoşîna me bidome
10:39 Li Amed û Meletiyê gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Dadgeha Îstînafê îtîraza doza êrişa ewilî ya li dijî malbata Dedeogûllari red kir
09:59 Karker dê di 20’ê cotmehê de li Kartalê bin: Çareserî di têkoşîna yekbûyî de ye
09:34 Ji Yenî Yaşamê berteka li dijî sansurê
09:34 Cenazeyê Rojîn Kabaîş hate definkirin
09:33 Dîwarên betonî û kûleyên leşkerî bi navê jiyanê tiştek nehiştine
09:01 ‘Divê jin bi hev re têbikoşin'
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2024'AN
08:47 Encumenê AKP’ê yê ku jinên kuştî tawanbar kiribû îstîfa kir
08:40 Nobeta Dayikên Aştiyê didome: Leşkeran betaniye avêtin çopê
08:18 Rapora pêş otopsiya Rojînê nedan Baroya Wanê
08:02 3 jê rojnamevan 22 kes di binçavan de ne: Parsûyên Hevserokê DEM’ê şikandin
15/10/2024
18:22 Cenazeya Rojîn Kabaîşê anîn ATK’ê
16:33 Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibê dest pê dike
16:18 Cenazeyê Rojîn Kabaîşê hate dîtin
16:17 Li Şemrexê ‘Pêşbaziya Dimsê’ hat lidarxistin
16:14 Dayikên Aştiyê û 3 rojnameger hatin binçavkirin
16:12 Xebatkarê paqijiyê ku zarok tacîz kiribû hate girtin
16:03 Koma faşîst êrişî xwendekarên jin kirin
15:48 Li Merîwanê îşkence li kolberan kirin
15:19 Li gorî par bûdçeyê îsal ji sedî 110 zêdetir li kêmiyê da
15:13 Dozger xwest ku cezayê giran li faîlê Fatma Ogûr bê birîn
14:31 Li Silopiyayê çalakiya ‘Ji şer re na, a niha aştî’
14:25 Di doza 5 leşkeran de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
14:23 Şahiya Pirtûkan a Kiraathaneyê dest pê dike
13:11 Doza rojnamevanan: Şertê kontrola edlî hat rakirin, lêpirsînek nû hat destpêkirin
13:09 Dadgehê derbarê kesên Nisêbîn şêlandibûn de biryara beraetê da
12:44 Bakirhan ji Bahçelî re got: Deriyê Îmraliyê vekin, em li Ocalan guhdar bikin
12:38 Li cihê rojnameger lê hatine qetilkirin lêkolîn nehatiye kirin
11:57 Çalakiya greva birçîbûnê ya karkerên Fernasê di roja 2’yemîn de ye
11:12 Hevserokê MED-DER’ê: Gotin û kirinên Erdogan ên têkildarî ziman hev nagirin
10:55 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
10:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:29 Di doza cînayetên kiryarên nediyar de biryarên beraetê hatin pejirandin
10:07 Di binçavan de tundî û tacîz hat kirin: Nikarin îradeya me bişikînin
09:15 Li Gundikê Melê navê ‘Narînê’ li parkekê hate kirin
09:14 HDK 13 salî ye: Pêdivî bi peymaneke nû heye
09:12 Li 36 bajaran 269 kes hatin binçavkirin
09:02 'Divê fikrên Ocalan bên parvekirin û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike’
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN
08:40 Ji bo Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
14/10/2024
22:11 Sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir jiyana xwe ji dest da
16:47 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Aştî, bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
16:30 KESK’ê li Wanê dest bi xebatên mitînga xwe kir
16:21 Daxuyaniya têkildarî mîtînga 'Azadiyê': Muxatab birêz Ocalan e
15:57 Ji bo bîrên petrolê yên li Hezroyê biryara ‘îstîmlaqkirinê’ hate dayin
15:36 Zarokek 8 salî hate tacîzkirin: Gumanbar hate berdan
15:17 Rojnameger Andan û 14 binçavkiriyên din hatin berdan
15:05 Cara duyemîn biryara komkirina rojnameya Yenî Yaşamê hate dayîn
14:54 Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Dewlet dizane faîl kî ne
14:52 Rojnamevan Salaz li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Wezîrê Dadê: Îdianameya cînayeta Narîn Guranê li ber amadebûnê ye
14:03 Ji DBP’ê daxuyaniya mitîngê: Gelan berpirsyarî dan muxatabên çareseriyê
13:29 Karkerek din ê ku di teqîna fabrîqayê de birîndar bûbû mir
13:25 Polîsan êrişî karkerên Fernasê kirin
13:02 Edîtora ETHA’yê Gayip hate binçavkirin
12:45 Li Artvînê piştî baranê rêyên gundan hatin girtin
12:44 Temellî: Heke pêvajo dest pê bike wa Îmrali li wir e
12:33 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:02 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Esenyûrtê şewat derket
11:59 Siyasetmedarên baskî piştgiriya kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî' kirin
11:18 Ji bo Fîncanci biryara anîna bi darê zorê hate dayin
10:55 Bogûrcû yê li Qoserê hatibû binçavkirin di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da
10:46 ROJNEWS'ê belgeyek din a hevkariya bi Tirkiyeyê re derxist holê
10:21 AYM: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ye
10:20 Beşdarên mitînga ‘azadiyê’: Em ê ji bo azadiyê dev ji berxwedana xwe bernedin
09:48 Li Şaredariya Midyadê ya AKP’î 60 milyon lîre hatine dizîn
09:38 Mehmet Ocalan: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin encamê bi dest bixin
09:00 Teorîsyena hunerê Bakçay: Herêmîbûn li dijî neolîberalîzmê derfetê berxwedanê dide
09:00 Ji pirsa strana ‘Zindana Amedê’ re bersiva Guernicayê: We çêkir
09:00 Ji nameya ku beriya 4 salan hate şandin ve çi hate guherîn?
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2024'AN
08:58 Li Kolikê bi ser malan de hate girtin