Çalakiya Xizmên Windayan: 100 sal in rêber û rêveberên kurdan winda ne

  • rojane
  • 13:17 29 Hezîran 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li Amed ji bo Ramazan Yuce edaletê xwestin û li Êlihê jî li aqûbeta Aydin Ay ê winda pirsîn. 
 
Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan li Amed, Êlihê û Colemêrgê wek her hefteyê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin. 
AMED 
 
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di hefteya 803’yemîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû çalakî li dar xistin. Xizmên Windayan û rêveber û endamên ÎHD’a Amedê tev li çalakiyê bûn û wêneyên qurbaniyan li erdê raxistin û hildan. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Ramazan Yuce 29’ê hezîrana 1992’yan ji Farqînê ji bo ezmûna lîseyê diçû Amedê û dema vedigeriya ji pişt ve ji aliyê kes û kesên çekdar ve hat qetilkirin, edalet hat xwestin. 
 
100 SAL IN RÊBERÊN KURDAN WINDA NE,
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku îro roja bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî ye û wiha got: “Gelek rêber û rêveberên kurdan ji ber têkoşîna kurdî hatin binçavkirin û windakirin. Me hê jî xwe negihandiye cenazeyên wan. Em hemû baş dizanin ku hatine qetilkirin. Tirkiye vê polîtîkaya xwe ji beriya avakirina komarê ve didomîne. Tirkiye hemû dosyeyên cînayetan bi demboriyê re rû bi rû dihêle. Dozger bêyî ku daxwazên me qebûl bikin, bi demboriyê re ser dosyeyan digirin. Dozger û dadgerên ku ser dosyeyan digirin û û hekîmên ku raporên tiba edlî didin jî bi qasî kujeran sûcdar in. Tirkiye berpirsiyarên van sûcan e.” 
 
'HÎZBÛLLAHÊ BI DESTEKA DEWLETÊ ÊRIŞ DIKIR' 
 
Endamê ÎHD’ê Firat Akdenîz metna daxuyaniyê xwend û wiha got: “Ramazan Yuce zewicî û bavê 7 zarokan bû. Ew li Dibistana Herêmî ya Şevînê ya Farqînê wezîfedar bû. Ew piştî darbeya sala 1980’î gelek caran hatiye binçavkirin û di îşkenceyên giran re hatiye derbaskirin û hatiye berdan. Di navbera salên 1991-1997’an de li Farqînê gelek cînayetên faîl nediyar qewimîn. Rêxistina Hîzbûllahê desteka dewletê dabû pişt xwe û bi taybetî li navenda navçeyê gelek cînayetên faîl nediyar pêk anî. Yek ji kesên ku bû qurbanê van cînayetan jî Ramazan Yuce bû. 
 
QETILKIRIN TÊR NAKE ÊRIŞÎ MERASÎMA CENAZE JÎ DIKIN 
 
Keça mezin a Ramazan Yuce jî di wê heyamê de di encama êrişa Hîzbullahê de bi giranî birîndar dibe û rizgar dibe. Malbat her tim bi gef û zextan re rû bi rû dimîne. Ramazan Yuce ji bo lîseyê ji derve de biqedîne tê Amedê dikeve ezmûnê. Şeveqê ji hevjîna xwe re dibêje, ‘vaye ez diçim lê min xewnên nexweş dîtin. Heke tiştek ji min bibe keça me ya destgirtî bila bizewice.’ Piştî dixwaze ji Amedê vegere Farqînê li Kuçeya Lalebey ji pişt ve bi êrişek çekdarî re rû bi rû dimîne û li wir jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê wî li navenda Farqînê tê veşartin. Merasîma cenazeyê Ramazan Yuce pir qerebalix derbas dibe. Hêzên tarî yên wê demê diçin êrişî merasîmê jî dikin. Ji wê rojê ve heta roja me ya îro bûyer wek faîl nediyar hatiye tomarkirin.”
 
Akdenîz xwest ku kujer û berpirsiyar bên tespîtkirin, derxin pêşberî darazê û bê cezakirin û got: “Em ji bo Ramazan Yuce ê ku 32 sal berê li kuçeyek vî bajarê me hat qetilkirin, edaletê dixwazin.” 
 
Ji bo bîranîna Yuce û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û piştre çalakî bi dawî bû. 
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê bi heman armancê di hefteya 639’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” hat vekirin û xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan, rêveberên DBP’ê û DEM Partiyê Êlih’te tev li çalakiyê bûn. 
 
Rêveberê ÎHD’a Êlihê Sînan Îslam Gegîn di çalakiyê de axivî û diyar kir ku heta ew encamê jê bigirin dê li aqûbeta windayan bipirsin û banga pêkanîna edaletê kir. 
 
Gegîn serpêhatiya Aydin Ay (27) ê ku di 10’ê tîrmeha 1993’yan de li taxa 19 Mayisê ya Êlihê hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin xwend û xwest aqûbeta Ay were eşkerekirin û faîl bên darizandin. 
 
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
COLEMÊRG
 
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê jî li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin cem hev. Xizmên Windayan, Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partiyê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" û "Winda li ku ne?" pankart û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya hefteya 129'an de li aqûbeta Mehmet Sîddik Baysal ê di 7'ê hezîrana 1994'an de hatibû windakirin, hat pirsîn. 
 
Sekretera Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Pinar Şen Zengîn daxuyanî xwend. 
 
Zengîn anî ziman ku Mehmet Sîddik Baysal ê ku sewalkariyê dikir di 7'ê hezîrana 1994'an de piştî ku ji malê derket agahî jê nayê girtin û wiha got: "Di navbera 4 rojan de ji Baysal agahî nehat girtin, malbat çûn herêmê û bi derfetên xwe dest bi pirsîna aqûbeta Baysal kirin. Di serlêdana malbata wî ya li midûriyeta polîsan de hat agahdarkirin ku kesê bi navê Mehmet Sîddik Baysal nehatiye binçavkirin, gundiyan diyar kirin ku li herêma Oremarê operasyonek mezin hatiye lidarxistin. Li herêmê hat binçavkirin, bi wesayîteke leşkerî birin û careke din agahî jê nehat girtin."
 
HEWCEDARÎ BI DOZÊ NEDÎTIN 
 
Zengîn diyar kir ku piştî 4 rojan kesekî bi malbatê re têkilî danî û diyar kir ku Mehmet Siddik Baysal li taxa Doskî ji aliyê leşkerên ve hatiye binçavkirin û wiha got: “Di encama îşkenceya giran de jiyana xwe ji dest daye. Cesedê wî avêtin çala ku di hundirê qereqola Kamîşlî de hatibû vekirin. Li ser vê yekê malbata Baysal ji bo lêkolîneke berfireh li ser bûyerê û xebatên kolandinê yên li qereqola lêkolîn bê kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê da, lê dozgeriyê biryar da ku hewcedarî bi dozgeriyê nîne û hewl da dosya bê rakirin."
 
'BILA FAÎL BÊN DARIZANDIN'
 
Zengîn da zanîn ku ji bo pêşîgirtina li van bûyeran amûra herî girîng pêkanîna rêgezên hiqûqî ye û got, “Em li dijî kuştin û windakirina hezkiriyên xwe yên bi îşkenceyê bê pirs û lêpirsîn li ber xwe didin. Em ji vir bi rêya Mehmet Siddik Baysal careke din bang li rayedaran dikin. Em bang li dewlet û desthilatdarên wê dikin ku di nav sînorên qanûnî de bin, ji bo aqûbeta Mehmet Siddik Baysal ê ku hatiye qetilkirin di zûtirîn demê de were eşkerekirin, gavên berbiçav bavêjin û berpirsyaran bi pergalek heqîqî bên darizandin." got.
 
 
 
 

Sernavên din

29/06/2024
16:29 Polîsan dest danîn ser wêneyên Şêx Seîd
16:21 Şandeya EMEP’ê serdana herêma şewatê kir
16:00 Koma sêyemîn ‘Nobeta rêzgirtina ji vînê re’ dewr girt: Têkoşîna me dê bênavber bidome
15:42 'Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin'
15:24 Progressive Allianceyê ji bo piştevaniyê serdana DEM Partiyê kir
15:09 Li sê bajaran ji bo sê girtiyan banga berdanê hat kirin
14:38 Li Wanê komek li kolanan çopê belav dike
14:34 Li Efrînê ciwanek revandin û li kesekî jî êriş hat kirin
14:20 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ateş pirsîn
14:18 Li Mûglayê tundiya zilam: 3 kuşt, 2 kes jî birîndar kir
14:01 Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng
13:48 Şêx Seîd û 46 hevalên xwe hatin bibîranîn: Bila sala 2025'an bibe sedsala Şêx Seîd
13:17 Çalakiya Xizmên Windayan: 100 sal in rêber û rêveberên kurdan winda ne
13:16 Li Alanyayê mirina biguman a xwendekarekê
12:53 Hilbijartinên Îranê ji tûra duyemîn re man
12:08 Li Akkûyûyê qeza: 2 kes mirin 35 kes birîndar bûn
11:36 Rojnamevanê aşiqî çand û zimanê xwe: Mazlûm Erencî
11:35 Li Zaxoyê qeza: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 Rojnamevan Ehmed derdikeve pêşberî dadgehê
11:20 Çawişê pispor ê êrişkar hate binçavkirin
11:14 Polîsê ku Kazanhan qetilkiriye ev 16 meh in nayê girtin
10:42 Cengîz Çîçek: Birêz Ocalan heqîqeta gelê kurd bi xwe ye
10:02 Cihên wezîfeya 4 hezar û 303 dadger û dozgeran guherî
09:33 Abdullah Ocalan: Qirkirina li dijî kurdan di 1925’an de dest pê kir
09:25 Mehmet Ocalan: Biryara di 29'ê Hezîranê de peyamek bû
09:18 Qeydên koliyên bi 53 milyonan ji bo namzetê AKP'ê hatine stendin hatine jêbirin
09:16 Li ber tava havînê tevrikê dikin
09:01 Çalakiya bi daxwaza azadiyê di roja 216’an de didome
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2024'AN
28/06/2024
23:20 Nobeta li dijî qeyûm: Em dest ji vîna xwe bernadin
18:59 Zeynep Kinaci hat bibîranîn
18:55 Di çalakiya 'dawî li tecrîdê bîne' de bang: Daxwazên dayikan pêk bînin
18:10 Doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
16:23 Bavê faîl ku şahid e tev li danişîna Hasret Tûtalê nebû
16:07 Selek ji doza 4 caran jê beraet kiriye dîsa tê darizandin
15:50 Di meha 150’yan a Roboskê de peyama ‘Em ji bîr nakin’
15:36 Parêzerê Ocalan bi CPT'yê re hevdîtin pêk anî
15:25 Ji Erdogan daxuyaniya ‘em ê bi Esad re mîna berê tevbigerin’
15:05 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 11 kesên din jî hatin berdan
14:48 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe dê li Stenbolê hevdîtinan bike
14:47 Dîmenên nû yên grûba ku gefa kuştinê li jinan xwar derketin
14:02 Ji sedî 38 zem li ceyranê hate kirin
13:30 Li Edeneyê tundiya çawişê pispor: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
13:29 Li Amedê êrişî tenduristvanan kirin
13:06 Tirkiyeyê li Dihokê noqteya kontrolê ava kir û nasnameyan kontrol dike
12:24 Provokatora li ber şaredariyê nas derket
12:01 ‘Tol rakirina Şêx Seîd bi azadiya Rêber Apo watedar dibe’
12:00 Hevşaredarên jin civîna meclisê li Şaxê li dar xistin
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Şaredariya Cizîrê piştî 8 salan dîsa dest bi tûrnûvaya futbolê dike
11:17 Stenbol ji mitînga ‘Em ê re nedin qeyûm’ re amade ye
11:16 Ceyran qet neçûye Kortî!
11:15 Herêma Sefineyê ya dîrokî bi dînamîtan tê tunekirin
11:11 Li dijî biryara Walîtiya Dêrsimê ya girtina rêyan bertek hat nîşandan
10:43 Hilbijartina serokkomariyê ya Îranê dest pê kir
10:39 Di doza tecawizkirina zarokê de hincet nayê eşkerekirin!
10:32 Şîrketên ceyranê di bin kontrola karsazên nêzî AKP’ê de ne
09:17 Bertek nîşanî biryara desthilatê ya ji bo meaşê kêmtirîn dan: Desthilat zengînan tercîh dike
09:14 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 215’an de didome
09:06 Rewşa bazaran: Êdî em nikarin ji zarokên xwe re fêkiyan jî bikirin
09:02 TUGVA Dibistana Havînê vedike: Zarokên xizanan hedef tên girtin
09:02 Germiyanî: 600 gundên Başûr di bin metirsiya valakirinê de ne
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:02 Cenazeyê girtiyê nexweş Esen hate veşartin
27/06/2024
23:42 Beştaş: Ji bilî berxwedana li dijî qeyûm wekî din tu rê tune ye
20:15 Li Semsûrê ji ber têlên ceyranê şewat derket
18:46 Bêyî birînên wî bên pêçandin cenazeyê girtiyê nexweş radestî malbatê hat kirin
18:39 Denîz Poyraz hat bibîranîn
18:16 Şewata li Farqînê hat tefandin
16:56 Li Girê Spî zarokek hate qetilkirin
16:53 Li ber wezaretê ‘cînayetên jinan’ protesto kirin
16:35 OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Rihayê da
16:31 Cenazeyê endamê HPG’ê 24 roj in li morgê tê sekinandin
16:02 Grûba duyemîn nobeda ‘rêzgirtina ji îradeyê re’ dewr girt
16:00 Ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ'ê li Mêrdînê dîsa şewat derket
15:56 CPT: Dewleta tirk 300 tank sewqî Herêma Kurdistanê kirin
15:04 Li Aldûşê şewata daristanê
14:58 Dikandarên senayiyê ji walîtiyê re gotin: Ji xetayê vegerin
14:42 Girtî Esen jiyana xwe ji dest da
14:41 Bariş Kiliç piştî 30 salan hat berdan
14:25 Li Îranê du namzetan xwe ji hilbijartinê vekişandin
13:58 Şewata li Mêrdînê ber bi gundan ve pêş dikeve
13:52 Jin: Em ê li djiî feraseta qirker têbikoşin
13:41 Berdana girtiyê ku dibêje ‘ez nepoşman im’ cara 3’yemîn hat taloqkirin
13:32 Doza kovara Modernîteya Demokratîk hat lidarxistin
13:25 Rojnameger Durgut û 17 jinên din beraet kirin
13:07 Qeyûman herî kêm 86 mirovên Ensarîoglû di şaredariyê de girtine kar
12:59 Kuştina jinan ji Wezîra Malbatan pirs kir
12:59 Gezîcî yê di binçavan de hatibû îşkencekirin nehat berdan
12:58 Rojnameger Elîf Akgul ji ‘propagandayê’ beraet kir
12:57 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
12:41 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:18 Li 4 kesên ji doza DÎAYDER’ê tên darizandin lêpirsîneke nû hat vekirin
12:10 Endamê OHD'ê Çelîk: Tişta li Colemêrgê hatiye kirin xesp e
11:54 Li Dîlokê di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:46 Ji ber têlên ceyranê şewatekî din derket
11:36 Li Pakistanê ji ber germê di 6 rojan de 568 kes mirin
11:33 Li Qereyaziyê kesek hate binçavkirin
11:32 Hewldana darbeya Bolîvyayê têk çû: Bijî demokrasî
11:17 Eren ê DEDAŞ’ê hedef girtî: Dixwazin min bêdeng bikin