Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin

  • rojane
  • 10:30 2 Tîrmeh 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê di nava 6 mehan de 6 hezar û 409 ÇED ragihand. Gelemperiya wan ji beşa enerjî û madenan pêk tê. Herî zêde jî li bajarên Kurdistanê hatiye ragihandin. 
 
Ji ber bandora germahiya global demsal diguherin û pileya germahiyê roj bi roj rekoran derbas dike. Girêdayî vê rewşê rêjeya avê ya bendavan kêm dibe û ji bo demsala havînê xetereyeke mezin a hişkesaliyê ava dike. Di tevahiya meha hezîranê de li Amed, Mêrdîn, Îzmîr, Çanakkale, Mugla û li gelek bajarên din bi sedan hektarên daristanan ji ber şewatan bûn xwelî. Li Orduyê jî ji ber barana zêde lehî rabûn. Di serdemeke wiha de rûxandina ekolojiyê jî bênavber domiya. Li gel Santrala Enerjiyê ya Royê (GES) û Santralên Enerjiya Jeotermal (RES), her wiha ji bo madenan jî daristan tên tunekirin. Di heman demê de bi hinceta “ewlehiyê” jî texrîbatên mezin tên kirin. 
 
Di navbera 1’ê çileyê û 30’ê hezîrana 2024’an de li ser malpera fermî ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê bi giştî 6 hezar û 409 dosyayên Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) hatin ragihandin. Ji van dosyayan ji bo 313’an jê biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne”, ji bo 2 projeyan biryara “ÇED neyînî ye” û ji bo 54 projeyan biryara “Betalkirin/îadekirin” hate dayîn. Piraniya dosyayên ÇED’ê ji sektorên enerjî û madenê bûn. Ji 6 hezar û 409 dosyayan 2 hezar û 152 jê yên enerjiyê û hezar û 883 jê yên sektora madenvaniyê bûn. Yên din jî yên pîşesaziyê, xurek, veguhestin, beravêtî, avahî, turîzm, qerax, kîmya û hwd. bûn. 
 
PARA HERÎ MEZIN A ENERJÎ Û MADENÊ YE 
 
Wezareta ku madenan weke “Berjewendiya cemaweriyê” dinirxîne, ji hezar û 883 projeyên madenê yên li qadên daristanan ji bo 628’an biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” da.  Ji van biryaran tenê 89 jê ji bo madenên zêr, sifir hwd. û biryarên ji bo destûra lêgerîna petrolê bûn. Her wiha ji bo sektora enerjiyê 380 biryarên "Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hate dayîn. Ji van 368 jê GES in. Ji bo santralên termîkê 2 biryar hatin dayîn. Li Saraykoya Denîzliyê ji bo mezinkirina kapasîteya santrala termîkê ya aydê şîrketa Menderes Tekstîl Pîşesaziyê biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hate dayîn. Ji bo mezinkirina kapasîteya santrala termîkê ya li Afşîn a Mereşê jî biryara “Biryara nîhaî” hate dayîn û li ber nêrînên welatiyan hate vekirin. 
 
HERÎ ZÊDE JI BO KURDISTANÊ HATIN RAGIHANDIN 
 
Ji 6 hezar û 409 dosyayên hatine ragihandin de hezar û 491 jê ji bo bajarên li bakurê Kurdistanê ne. Ji van dosyayan hezar û 410 jê ji bo bajarên Anatoliyaya Navîn, hezar û 244 jê ji bo bajarên Marmarayê, hezar û 10 jê ji bo bajarên Egeyê, 695 jê ji bo bajarên Behra Spî û 459 jê jî bo herêmên Behra Reş in. Ji hêla bajaran ve jî ji dosyayan 307 jê ji bo Stenbolê, 272 jê ji bo Enqereyê, 265 jê ji bo Konyayê, 252 jê ji bo Îzmîrê û 239 jê jî ji bo Antalyayê hatin kirin. Ji dosyayên ji bo Stenbolê hatin ragihandin gelemperî têkildarî sektorên avahî û pîşesaziyê de, 34 jê ji bo madenên xîz, kevir, xîç û madenan hatin kirin. Ji bajarên herî zêde dosya ji bo wê hatine ragihandin de Riha di rêza 6’emîn de cih digire. Li Rihayê 195 dosya hatin ragihandin û ji van 150 jê ji bo enerjiyê û 27 jî di sektora madenvaniyê de ne.
 
Di biryarên “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” de Stenbol bi 118 biryaran di rêza ewil de ye. Her wiha ji bo Konyayê 85, ji bo Îzmîrê 84, ji bo Antalyayê 72, ji bo Bursayê 70, ji bo Hatayê 65, ji bo Enqereyê 60, ji bo Balikesîrê 59, ji bo Meletî, Kayserî û  Rihayê jî 51 biryarên “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hatin dayîn. Hûrgiliya herî balkêş ew e ku di vê pêvajoyê de 32 dosya li Gumuşhaneyê hatine ragihandin û ji van dosyayan ji bo 22’yan biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hatiye dayîn. 10 dosyayên din jî têkildarî destpêkirina pêvajoya dosyayên ÇED’ê yên ji bo wan biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hatiye dayîn in. Anku ji bo tevahiya serlêdanên enerjî û madenvaniyê biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hatiye dayîn. Di vê pêvajoyê de ji bo Licik Erzînganê jî ji bo madeneke kromê, yek a ponzayê û yek jî ya komirê biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hate dayîn. 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

02/07/2024
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye
08:35 Baroya Mêrdînê: Divê ew êrişa nijadperest were ronîkirin
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Ev meş destpêk e’ derket
30/06/2024
23:45 Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye
23:21 Li Qoser û Hezexê li dijî qeyûm meş hatin lidarxistin
22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin
16:07 Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz
15:47 Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
15:29 Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê
15:08 Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin
14:50 Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin
14:49 Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin
14:15 Li Elkê qirkirina xwezayê: Bi tevlibûna sedan cerdevanan dar tên birîn
14:08 Li Eskîşehîrê jinek hate qetilkirin
13:58 ‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya DEM Partiyê dest pê kir
13:46 Li pey mîhrîcana wezaretê tenê gilêş ma
13:35 Çawişê pispor ê hevjîna xwe qetilkirî hate girtin
12:21 MEB bi rêziknameya dawî re xwendekaran bêhtir dixe xizmeta sermayeyê
11:28 Bi zemên hatine kirin re xetên mînîbûsan dan ber firotinê
11:02 Ji bo serlêdanên Pêşbirka Şehîd Denîz Firat banga dawî
10:55 Kovara Jinê bi manşeta ‘Siyaseta şer, milîtarîzm û jin’ derket
10:53 Di hezîranê de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek şewat derketin
10:30 Abdullah Ocalan: Zîlan manîfestoya jiyana me ye
10:00 Roja Teqawidbûnê ya Cîhanê: Teqawid di dorpêça krîza aboriyê de ne
09:09 Çîroka birayên girtî yên nexweş
09:07 Parêzer Oyke: Heya em agahiyekê ji Îmraliyê bigirin wê serlêdanên me bidomin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 217’an de didome
09:00 Heqareta Ozdag a li Şêx Seîd wekî 'azadiya ramanê' hat hesibandin
09:00 Girtî Acar ê ku têlên diranên wî hatine qetandin nabin nexweşxaneyê
09:00 ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2024'AN
29/06/2024
22:09 Mîtînga ‘Em rê nadin qeyûm’ bi dawî bû
21:54 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe: Qeyûm pirsgirêka hevpar e
21:48 Yuksekdag: Dê biser nekevin
Atalay: Em ê bi hev re bi ser bikevin
20:51 Akiş ê ku qeyûm tayînî şûna wî kirine: Em serbilind in
19:50 Orhan Dogan hat bibîranîn
19:16 Di mîtînga li dijî qeyûm de banga hevpar: Em têkoşîna yekbûyî bilind bikin
16:54 47 Saziyên civakî bêhurmetiya li dijî cenaze şermezar kirin
16:44 Li Êlihê şewat derket
16:43 NY ji bo Roboskî parastinê ji Tirkiyeyê xwest