Li heremên dagirkirî di hezîranê de 18 welatî hatin kuştin

  • rojane
  • 10:09 5 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye û komên bi ser wê ve di meha hezîranê de li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê 18 kes qetil kirin, bi dehan kes revandin, îşkence kirin û destdirêjî li zarokan kirin.
 
Leşkerên Tirk û komên paramîlîter ên bi ser wan ve di meha hezîranê de li herêmên dagirkirî sûcên wek kuştin, revandin, destdirêjî, talankirinê domandin. 
 
Li gorî daneyên ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) berhev kiriye; sûc û kiryarên pêk hatine wiha ne:
 
1 HEZÎRAN
 
"Çeteyên bi ser Tirkiyeyê ve, li bajarê El-Bab ku dikeve bakur-rojhilatê Helebê, 2 ciwan gulebaran kirin. Di encama êrişê de ciwanek ji zikê xwe, yek ji destê xwe birîndar bû.
 
4 HEZÎRAN
 
Çeteyên bi navê “polîsên sivîl” welatiyê bi navê Henan Hesekê (65) yê ji gundê Miske yê Cindirêsa Efrînê û Mihemed Horo (58) yê ji gundê Frereya yê Cindirêsê revandin.
 
Çeteyên Eniya Şamî, li Efrînê welatiyê bi navê Temam Safûr (46) ku bi darê zorê ji Tirkiyeyê hatibû derxistin, revandin.  Çeteya ji bo serbestberdana wî 1500 dolar ji malbatê xwestin.
 
Tirkiyeyê 22 koçber bi darê zorê ji Tirkiyê derxistin. Koçber ji deriyê Bab El-Selam derbasî herêmên dagirkirî hatin kirin.
 
5 HEZÎRAN
 
Artêşa Tirk li Serêkaniyê 15 koçberên hewil didan derbasî Tirkiyeyê bibin qetil kirin. Di kesên hatine kuştin de ciwanê bi navê Yehya Ehmed El-Xemîs (23 salî) ê ji gundê Hemo yê Qamişlo ku ajansa me 8’ê Hezîranê nûçeya wî dabû, heye.
 
6 HEZÎRAN
 
Welatiyên bi navê Silêman Hikmet, Cano Hacî Xorşîd û Mihemed Reşîd Hac Omer ên ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin û beramberî fîdyeyê hatin berdan, li gundê Goran ê girêdayî Cindirêsê, ji aliyê çeteyan ve careke din hatin revandin.
 
Çeteyan zeviyên çandiniyê yên gundên Meyremîn û Ennaba şewitandin. Agir li zeviyên gundên Şûragha, Tatraş, Tanb û Malikiyê yên girêdayî Şêrawa ya Efrînê belav bû.
 
Çeteyan li gundê Baslayê şewat derxist, agir li daristana gundê Soganka jî belav bû.
 
Çeteyekî li gundê Enderiyê yê Cindirêsê ku li ser rêya mazotê ya Efrînê ye, xaniyê welatiyê bi navê Îsam Hisên ku ji dema dagirkirina Efrinê (2018) ve desteser kiribû, bi 1500 dolarên Amerîkî firot welatiyekî din.
 
7 HEZÎRAN
 
Welatiyên bi navê Delîl Hesen Hecî (34) ê ji gundê Baflorê yê Cindirêsê û Cemal Heyyan (35) ê ji bajarê Humsê piştî ji aliyê dewleta Tirk ve bi darê zorê ji Deriyê Sînor ê Bal El-Selam hatin dersînorkirin, li nuqteya çeteyan a li nêzîkî gundê Qestal Cindo ya Şera ku dikeve sînorê bajarê Ezazê, hatin revandin.
 
Çekdarên ji Xûtayê ya gundewarên Şamê, li bakûr-rojhilatê Efrînê, li pişt Kantîna El-Selam a li ser rêya Helebê, 17 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Mihemed Şêxmûs birîn.
 
8 HEZÎRAN
 
Çeteyên “Firqeya Hemzat” li gundê Darkir ê girêdayî bajarê Mabata yê Efrînê welatiyê bi navê Taher Mihemed Şukrî (54), dema ji gund ber bi bajarê Efrînê ve diçû, revandin.
 
Îstixbarata Tirkiyeyê û çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên li bajarê Racoyê welatiyên bi navê Arif Reşîd (70), Omer Reşîd Selah Elî (43), Îzet Îsmaîl Bîlal (58), Mihemed Mistefa Ne’asan (45) û Îsmaîl Bîlal (37) ku niştecihên gundê Kunde Kurîh ê girêdayî bajarê Raco yê Efrîna revandin.
 
11 HEZÎRAN
 
Komek welatiyên ji 10 kesan pêk dihat û di nav wan de jinek ducanî jî hebû, dema dixwestin ji bajarê Serêkaniyê sînor derbas bikin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin êşkencekirin. Di encama êşkenceyê de gelek welatî birîndar bûn, jina ducanî jî zaroka xwe winda kir.
 
Îstîxbarata Tirk a dagirker parêzer Ekrem Cinêd ku ji bajarê Hemayê ye, lê li bajarê Cindirêsê hatiye bicîhkirin, ji ber axaftinek wî ya derbarê girtina serkirdeyên çeteyên û polîtîkayên dagirkirinê de, revand.
 
13 HEZÎRAN
 
Leşkerên Tirk welatiyê bi navê Ednan Namî (26) ê ji gundê Eyn El Hecer a Mezin revand.
 
15 HEZÎRAN
 
Çeteyên bi navê “Hecî Ebû Hîşam” êrîşî welatiyê bi navê Azad Bîlal ê ji gundê Hec Xelîl a Efrînê kir û dikana bazirganiya zeyta zeytûnan a birayê wî Amir Husên Bîlal a li bajarê Recoyê desteser kir. Çeteyan Azad Bîlan bi kêran ji mile wî birîndar kirin.
 
17 HEZÎRAN
 
Çeteyan du birayên bi navê Mihemed Zemcî Mûrad (35) û Faîq Zemcî Mûrad (33) ên ji bajaroka Kefer Sefra ya girêdayî Cindirêsê revandin.
 
Çeteyên bi navê “polîsên leşkerî” welatiyê bi navê Îmad Mistefa Xelîl ê ji gundê Hulîla ya girêdayî bajarê Racoyê revandin. Îmad Mistefa ji Tirkiyeyê bi zorê hatibû derxistin.
 
Cenazeyê mêrekî 50 salî li nava zeviyek çandiniyê ya nêzî yek ji nuqteyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li başûr-rojavayê Efrînê hate dîtin.
 
19 HEZÎRAN
 
Leşkerên Tirk dest danîn ser mala welatiya bi navê Zeyneb Mihemed Ehmed (60) a ji gundê Metîna ya bajarê Şeran a li gundewarên Efrînê. Çeteyan mal kirin baregeha leşkerî ya çeteyên ku li kêleka avahiya şîrketa avê ya li ser rêya sereke ya Kefer Janna-Bulbula a li gundê Metîna bi cih bûne.
 
20 HEZÎRAN
 
Çeteyan welatiyê bi navê Rêzan Mihemed (44)  ê ji gundê Şaktko yê girêdayî bajarê Şiyê yê Efrînê, ji mala wî ya li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê revandin.
 
Ciwanên bi navê Cemal Elî Kulîn (26) û Mihemed Welîd Alîko (22) dema bi motorsîkletê vedigeriyan mala xwe ya li gundê Darkir ê girêdayî bajarê Mabata, ji aliyê çeteyan ve hatin gulebarankirin. Di encamê de Cemal Colin hat kuştin.
 
Welatiyê bi navê Bekir Ednan Bekir ê ji heman gundî ku di dema gulebaranê de ew jî bi motorsîkleta xwe li pey herdû ciwanan dihat jî, ji aliyê çeteyan hat revandin.
 
22 HEZÎRAN
 
Îstîxbarata Tirk û çeteyên "polîsa sivîl" welatiyê bi navê Nêçîrvan Mistefa Elî (37) ji bajarê Mabata revand.
 
23 HEZÎRAN
 
Yek ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker ê bi navê “Yûsif” keçeke bi temenê 17 salî ji gundê Kabaşin revand û destdirêjî kir.
 
24 HEZÎRAN
 
Çeteyê bi navê Ebû Îmran ê girêdayî koma Ehrar El-Şerqiye, welatiyê bi navê Mihemed Brem ê ji gundê Kîwara yê girêdayî bajarê Raco li pêşberî malbata wî êşkence kir. Dema ku xesûya wî Zeyneb Şêxo (85) xwest mudaxele bike, çeteyan êrişî wê jî kirin û di encamê de kirîza dil derbas kir, ew rakirin nexweşxaneya Efrînê.
 
25 HEZÎRAN
 
Çeteyên Firqeya Hemzat li taxa Mehmûdiyê li nêzî Dibistana Sînaa, zarokê bi navê Ehmed Maho (13) ê  ji gundê Bilîlko yê Racoyê, êşkence kir. Li gorî bijîşkan û malbata Ehmed Maho, êşkenceyê rê li nexweşiyên derûnî vekir.
 
26 HEZÎRAN
 
Îstixbarata Tirk û çeteyên "Polîsên sivîl" li gundê Dîwa Feqanî yê bajarê Cindirêsê, muxtarê gund Elî Hesen (40), birayên bi navên Hisên Hesen Hemûd (35), Mihemed Hesen Hemûd (38) û welatiyê bi navê Mihemed Cuma Soro (40) revandin. Muxtar piştî dayîna fîdyeyê hat berdan. Çeteyan ji bo hersê kesên din daxwaza milkên wan kirin.
 
Çeteyên “Polîsên Sivîl” li Efrînê welatiyê bi navê Yahya Taha Berekat (37) û zarokê bi navê Adhem Derwîş Elûş (15) ên ji Cindirêsê revandin.
 
Di encama şer û pevçûnên li bajarê Efrînê di navbera çeteyên Eniya Şam û polîsên leşkerî derket de, ciwanê bi navê Harîs Îbrahîm El-Alan jiyana xwe ji dest da, bavê wî dermanfiroş Îbrahîm El-Alan û welatiyê bi navê Ibnî Feysel El-Ebo birîndar bûn.
 
28 HEZÎRAN
 
Çeteyên “polîsên leşkerî” welatiyê bi navê Mehmûd Elî Bin Nûreddîn ê ji bajaroka Kaxara yê girêdayî bajarê Mabata, ji mala wî li pişt nexweşxaneya Dêrsîmê hat revandin.
 
29 HEZÎRAN
 
Çeteyan li Cindirêsê ciwanê bi navê Reşîd Samir Elî (24) ê ji gundê Kura, dema ji dikana xwe ya pêlavan derdiket, revandin û ji malbata wî 25 hezar dolar fîdye xwestin.
 
Çeteyên li kargeheke dirûtinê ya li nêzî Mizgefta Şêx Bekir a taxa Efrîna kevin dixebitin, êrîşî ciwanê bi navê Nîdal Mihemed ê ji gundê Şexorz ê Bilbilê kirin û serê wî û telefona wî  şikandin."

Sernavên din

08/07/2024
09:03 Xelk ji ber bihabûnê bêzar bûye: Em nikarin hewcedariyên xwe bikirin
09:02 Odeya Bijîşkan a Amedê li dijî germê hişyariya parastinê kir
09:01 Dayik û bavên şagirtên Zarok Ma’yê: Zarokên me bi nirx û dîroka xwe mezin dibin
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Dê dagirkerî têk biçe’ derket
07/07/2024
21:50 Li Mêrdînê desteserkirina îradeyê hat protestokirin
21:39 Nobeda li dijî qeyûm di roja 28'an de ye: Em ê bi paş ve gav neavêjin
21:29 'Meşa Rêzgirtinê' di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî temam bû
21:00 Li nêzî Girê Mirazan şewat derket
20:47 YEWKURD ava bû û xwe ji bo damezrandina komeleyê bi rêxistin dike
20:10 DEM Partiyê serdana cotkarên tûtinê kir
19:57 Li Milazgirê jinek ciwan bi lehiyê re çû û mir
19:34 Li Tetwanê MEDYA-DER hat damezrandin
19:21 Serokê nû yê TTB'ê diyar bû
19:07 Şandeyek serdana gundê Bilêxşê kir
18:55 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê agir bi devera Rêkanyan ket
18:39 Şandeya jinên femînîst serdana Şaredariya Wanê kirin
18:36 CJP: Herî kêm 108 rojnamevan li Filistîn û Îsraîlê hatin kuştin
18:09 Îfadegirtina 14 binçavkiriyên li Êlihê dest pê kir
17:05 Polîs û bekçî li Mêrdînê tundiyê li welatiyekî kirin
16:51 Têkoşerê kurd Vedat Aydin hat bibîranîn |
16:08 Hatîmogûllari di ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ de got: Rêzê ji bo hilbijêran bigirin
15:51 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’ hat lidarxistin
15:21 Erdogan ji bo Esad got ‘dibe di carekê de em vexwînin’
14:36 Gelek leşker û wesayîtên zirxî sewqî Amediyeyê hatin kirin
14:08 Li Meletiyê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:20 Rapor: Li qawîşa ji bo 28 kesan 40 kes tên ragirtin
12:47 Di bagera li Çînê de 5 kes mirin
11:19 Li Zapê ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’
11:10 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya hezîranê parve kir: 37 jin hatin qetilkirin
10:41 Malbata jina bi awayekî guman mirî: Hevjînê wê tundî lê dikir, divê bê girtin
10:18 Weke polîtîkayeke dewletê êrişên li dijî cenaze û goristanan
10:01 Ji bo 8 bajaran hişyariya barînê hat kirin
09:52 Hejmar nû ya kovara Jinê derket
09:50 Bi rojaye di rê de ne: Dê meşa me bi serkeftinê tacîdar bibe
09:32 Qeyûman parkên Şaredariya Cizîrê jî dewr kirine
09:24 Parêzer Sumelî: Hinek girtiyên jehrî bûn nebirine nexweşxaneyê
09:05 Cerdevanên ku naxwazin tev li operasyonê bibin çekê datînin
09:04 Ji ber gefa sîstematîk a gardiyanan di greva birçîbûnê de ye
09:02 Ji bo qada parkê ya tehsîsî midûriyeta polîsan hat kirin biryara 'rawestandina rêvebirinê'
09:01 Terkexemiya geştiyaran Newala Qoriyê di nava gilêş de hiştiye
09:01 ROJEVA 7’Ê TÎREMAHA 2024’AN
06/07/2024
22:51 Di nobeda li dijî qeyûm de banga 'rêzê li vînê bigire'
20:09 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' hefteyek li dû xwe hişt
19:46 Li Silopiyayê li dijî xespkirina vînê meş
19:16 DFG û MKG: Em ê her li dû heqîqetê bin
17:09 Jinên femînîst li Geverê ne: Em ji qeyûman re dibêjin na
16:23 Zaroka ku ji ber germa zêde kete avê xeniqî
16:08 Ji bo girtiyên nexweş Nebîoglû û Yildirim bang hate kirin
16:05 Onder di çalakiyan mexdûrên erdhejê de ye: Divê berpirsyar hesabê bidin
15:36 Faîlên Mîhyaz û Aslan hatin pirsîn
15:32 Konseya Bajêr a Amedê piştî 8 salan cara ewil civiya
15:04 Li Girêşiyê şewat derket
14:25 Tûncel: Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbetên Aksoy û Cîngoz ên hatine windakirin pirsîn
12:18 Bayindir: Ev meş li dijî dagirkirina Kurdistanê ye
11:39 Prz. Temûr: Cezayên li rojnamegeran birîne ne hiqûqî ne lê siyasî ne
11:34 Dewleta tirk gundekî Dihokê topbaran kir: Gelek xaniyan zerar dît
11:19 Cîgirê Serokê Ocaxên Ulkuyan gef li rojnamevanan xwar
11:09 Meş di roja 7’emîn de ye: Bila kes ji qeyûman re bêdeng nebe
11:03 Malbatên windakiriyan Vedat Aydin bi bîr anîn: Em faîlan nas dikin
10:40 Penaberên Li Dîlokê: Em naxwazin bibin berxê nav devê gur
10:38 Li Bilêxşê dorpêç: Gundî li mizgeftê komkirin bi ser malan de digirin
10:23 Gel bertek nîşanî gotina nijadperest a stranbêj Benguyê da
10:13 Ji Mala Dengbêjan re eleqeyeke mezin
10:06 HDK’ê ji bo karkeran ‘Bernameya Dibistana Havînê’ da destpêkirin
09:45 Li Wanê bi hezaran kes serî li kursên şaredariyan dan
09:24 Biryara dadgehê: Seta pirtûkan a Abdullah Ocalan ne sûc e
09:23 Cotkar bifikar e: Min xanî û wesayît firot, dor hate troktorê!
09:22 Demîrhanê ku Hîlal Kar qetil kir 14 roj in nehatiye girtin
09:01 Meşvanên jin: Qeyûm, hedefgirtina destkeftiyên jinan e
09:00 6'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:40 Li Îranê di hilbijartinê de reformîst Pezeşkiyan bi ser ket
05/07/2024
22:20 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' gihaşt Elbakê
21:17 Ji ber AKP'ê bang kirin: Dawî li bêhiqûqîtiyê bînin
19:05 Li ser rêya Xarpêt-Amedê du cenaze hatin dîtin
19:02 Ji ÎHD'ê ji bo penaberan banga 'dengderxistinê'
17:01 Di danişîna Gun de daxwaza girtina cerdevanan nehate qebûlkirin
16:00 ÎHD’ê bertek nîşanî êrişa nijadperest a li dijî penaberan da
15:17 Cerdevanên nexwestine biçin Efrînê îstîfa kirin
14:56 Sersariya dozger û cendirmeyan: Delîla di wesayîtê de hatiye hiştin kesekî jehrî kir
14:52 Ji meşê bang kirin: Heta ku statû û zimanê me bê mîsogerkirin wê berxwedan bidome
14:06 Îşareta ‘Bozkûrtê’ hate cezakirin
13:24 Emîn Soyal ê di 78 saliya xwe de ketiye girtîgehê, jiyana xwe ji dest da
12:59 Li ber edliyeyê gazî kirin: Bila Mehmet Demîrhan ê faîl bê dîtin
12:58 Xizmeta Şaredariya Sêrtê: 4 cure 100 lîre ye
12:34 Daxwaza ji nû ve darizandinê ya Kavala hate redkirin
12:14 OHD’ê ji bo têcrîd ‘di cih de bê lêkolînkirin’ serî li Baroya Semsûrê da
12:03 Dewleta tirk gelek wesayîtên zirxî şand Herêma Federe ya Kurdistanê
12:01 Roja 6’emîn a meşê: Dê qeyûm têk biçin û têkoşîna azadiyê bi ser bikeve
11:52 Konseya Ewropayê piştî 3 salan dê biryara ‘binpêkirinê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan nîqaş bike
11:49 Keleka penaberan noqî avê bû: 89 kes mirin
11:48 Malbatan û wasî ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 DEM Partî dê kampanyaya ‘Nan û Edalet’ bide destpêkirin
10:31 Ekonomîst Onder: Ne pêkane ku bi van polîtîkayan ji krîzê derkevin
10:12 Faîlê Hîlal Kar ev 13 roj in nehatiye girtin!
10:09 Li heremên dagirkirî di hezîranê de 18 welatî hatin kuştin
09:59 Şirketa Nasiroglû yê AKP’yî cezayê ‘gaza qaçax’ li nivîskar birî
09:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî Çetîn nehat tehliyekirin
09:06 Pirtûkfiroş: Ji ber krîz aborî rêjeya xwendina pirtûkan kêm dibe!