Ehmed: Heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be

  • rojane
  • 10:26 8 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed diyar kir ku heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be. Ehmed, anî ziman ku şertê vê yê ewil jî vekişîna Tirkiyeyê ya ji herêmê ye.  
 
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed têkildarî hewldanên Tirkiyeyê yên hevdîtina bi hikumeta Sûriyeyê re ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û bi bîr xist ku dewleta tirk û hikûmeta Şamê bi sîstemeke navendî ya ji hundirê xwe tên birêvebirin. Îlham Ehmed wiha pêde çû: “Ev ji demokrasiyê re vekirî nînin. Heta ji guhertinê re jî vekirî nînin. Her du rejîm jî ji bo guhertinên têkildarî mafên mirovan, mafên rewa yên gelan û mafên hevpar ên olan, vekirî nînin. Lewma di nava xwe de pirsgirêkên pir cidî dijîn.
 
Bi civakên xwe re, bi gelê xwe re nakokiyên pir cidî û kûr dijîn. Dewleta tirk pirsgirêkên pir cidî bi pêkhateyên gel ên nava xwe re dijî. Bi heman rengî hikûmeta Şamê jî heman pirsgirêkan dijî. Di navbera dewleta tirk û hikûmeta Şamê de, hewldanên lihevkirinê hene. Li vir Iraq û Rûsya rol dilîzin. Her hevdîtin û peymana ku rûmeta gelê Sûriyeyê tune bihesibîne, dibe mijara bazarê. Dewleta tirk di pêvajoyên destpêkê yên krîza Sûriyeyê de, bi rêbazên cuda cuda mudaxileyî dosyaya Sûriyeyê kir. Dewleta tirk bi êrîşên leşkerî sînorên mutebaqata Edeneyê jî derbas kir. Polîtîkaya dagirkerî û îlhaqê dimeşîne. Ji demokrasiyê re vekirî nînin. Doza gelan û mafên wan nas nakin. Bi her rengî ev mafên wan tên binpêkirin. Dewleta tirk bi salan piştgirî da komên çeteyan û xwe weke parêzvanê gelê Sûriyeyê nîşan da. Niha jî peyamên lihevkirinê ji hikûmeta Şamê re dişîne. Sûriye dixwaze barê xwe sivik bike. Dewleta tirk jî dixwaze ji koçberan rizgar bibe. Sûriye jî hewl dide hebûna xwe mayîne bike. Ji bo vê yekê jî dixwaze tifaqên berê car din bixe meriyetê. Bi vî rengî dixwaze car din derbasî xaka Sûriyeyê bibe. Dixwaze vê yekê jî bi operasyonên leşkerî yên nû pêk bîne. Lê vekirî ye ku li ber peymanên her duyan astengî hene. Ji ber ku, dewleta Tirk jî û hikûmeta Şamê jî ne xwedî wê serbixwebûnê ne ku bi xwe biryarên xwe bidin. Pirsgirêka Sûriyeyê êdî bûye pirsgirêkeke di navbera dewletan de û ew di guhertina demografîk de israr dikin. Lewma beriya her tiştî divê ewlehî û berjewendiyên gelê Sûriyeyê were fikirîn. Di vî warî de xwe vekişîna dewleta Tirk a ji xaka Sûriyeyê, divê şertê destpêkê yê peymanê be. Peymanên ku jidervey wê bên kirin, ne tenê ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê ji bo hemû gelên Sûriyeyê bi sûd be.”
 
DEWLETA TIRK DIVÊ JI DEVERÊN DAGIRKIRÎ DERBIKEVE
 
Îlham Ehmed bi bîr xist ku dewleta tirk di çarçoveya Misak-i Millî de xwedî projeyeke dagirkeriyê ye û destnîşan kir ku îro jî ji bo di navbera her du rejîman de peymanek were çêkirin, divê gelek şert bên bicihanîn. Ehmed ev tişt gotin: “Destpêkê divê qadên Sûriyeyê yên dagirkirî, biterikîne û wisa dixuyê ku; rejîm di vê şertê xwe de israr dike. Niha dema ku van her du rejîman lihev kirin, destpêkê pirsgirêkan hevpar ên van heye. Yek ji van pirsgirêkên hevpar jî pirsgirêka gelan e. Ev ne tenê pirsgirêka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, Bakur û Rojavayê Sûriyeyê jî dikeve nav vê yekê. Yanî herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Niha beşekî qadên di bin dagirkeriya dewleta tirk de, ewên ku ji qadên hikûmeta Şamê çûyîne. Di rastiyê de barekî giran e ku her du dewlet vê pirsgirêkê di nava xwe de çareser bikin.
 
HEKE TÊKILÎ VEGUHERIN MÎNA BERÊ, EV YEK XETER E
 
Weke giştî dema berjwendiyên dewletan dibe mijara gotinê, êdî zêde girîngiya berjewendiyên gelan û civakan namîne. Dewlet jixwe vê diçewisînin û derbas dikin. Bi taybetî ji bo beşên ku li dijî xwe weke muxalîf dibînin, ev yek hîn bêhtir derbazdar e. Dewleta tirk li dijî xwe Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê muxalîf dibîne. Hikûmeta Şamê jî hem Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hem jî aliyê Bakur û Rojavayê Sûriyeyê li dijî xwe weke muxalîf dibîne. Li ser vî bingehî eger zihniyeta wan car din vegera berê be, helbet gelek xeteriyên vê yekê hene. Têkîliyên wan ên berê di çarçoveya tune hesibandina mafên gelan de bû. Berjewendiyên rejîmê li vir hîn zêdetir li pêş in. Zêde berjewendiyên gelan naderkevin pêş. Ev jî bi xwe re xeteriyên mezin tîne.
 
ÇARESERÎ HETA KU GIŞTÎ SÛRIYEYÊ NEGIRE NAVA XWE, PÊK NAYÊ
 
Lê em car din jî dibêjin, eger çareseriyek çêbibe ev jî divê bi rengê ku giştî Sûriyeyê bigire nava xwe dibe. Li gel vê yekê helbet di pêkanînên li ser Sûriyeyê de, bandorê li têkîliyên Sûriyeyê yên bi jiderve re dike. Helbet em dixwazin rejîm gavên nû biavêje û ber bi guhertinê ve biçe. Eger kesên ku ji aliyê rejîmê ve weke sûcdar tên dîtin vegerin malên xwe, hemû koçber vegerin malên xwe, dewleta Tirk ji herêmên dagirkirî derbikeve, yanî eger nêzîkatî ev be helbet pirsgirêka Sûriyeyê jî wê bigihije çareseriyê.”
 
RÛSYA PÊŞKETINA TÊKÎLIYAN TEŞWÎQ DIKE
 
Ehmed diyar kir ku di hevdîtinên navbera Erdogan û Bexdayê de li ser ‘Rêya Pêşveçûnê’ lihevkirin çêbû û tê plankirin ku ev di nava xaka Sûriyeyê yan jî sînorê wê re derbas bibe. Ehmed got ku tê pêşbînîkirin Bexda, Eneqere û Şam feyde jê bigirin. Ehmed wiha got: “Sûriye bi Iraqê re cîran e, lewma komên alîgirên tundiyê di nava van her du welatan de diçin û tên. Dîsa piraniya bazariyê li ser van rêyan pêk tê. Helbet evane hemû pirsgirêk in. Her çiqasê ku li vir Iraq dixwaze rol bilîze jî, lê weke giştî ji bo bibe hêzeke çareseriyê zêde hêza wê têrê nake. Li vir dikare çiqas rol bilîze, li pêşiya vê yekê gelek zehmetî hene. Di rastiyê de Rûsya dixwaze tiştekî wiha çêbibe. Piştî şerê Rûsya û Ûkraynayê, Rûsya têra xwe kete nav rewşeke zehmet. Şerê Sûriyeyê barê wî giran kir, lê li beramberî vê yekê jî Rûsyayê ti feyde jê negirt. Em nizanin ku şertên Rûsyayê li ser her du aliyan heye, yan nîne. Lê dixwaze barê xwe sivik bike. Weke encam jî Rûsya ji dosyaya Sûriyeyê berpirsyar e. Yanî heta cihekê ew jî kete bin vê berpirsyariyê. Bi vê yekê re şerê li Rojhilata Navîn, her diçe belav dibe. Li Lubnana li sînorê Sûriyeyê, ne diyar e ku wê çi çêbibe. Dibe ji nişka ve bûyerek, geşedanek biqewime. Her cure guhertina ku li Lubnanê çêbibe, ji nêzve bandorê li Sûriyeyê dike. Ji ber ku wisa dixuyê ku Rûsya dixwaze dosyaya Sûriyeyê bigire. Dixwaze meseleya muxalefetê biqedîne. Lê em bawer dikin ku, ev jî mîna li bajarê Deraa’yê çareseriyeke demkî ye. Heta ku Rûsya çareseriyeke mayînde nefikire, ev birîn wê timî vekirî be û wê hîn jî xwîn winda bike.”
 
DIVÊ GELÊN SÛRIYEYÊ BIBIN YEK
 
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed diyar kir ku daxuyaniyên piştî hevdîtina navbera dewleta tirk û hikûmeta Şamê hatin dayîn, bû sedema fikaran. Ehmed bal kişand ser van fikaran û wiha bilêv kir: “Di nava civaka dewleta Tirk de nîjadperestî, di astekî pir xeter de ye. Koçberên Sûriyeyê tevlî nava civaka Tirk bûn û gelek derfetên kar bi dest xistin, lê hemû propagandayên ku ji bo Tirkîtiyê tên kirin li hemberî gelên din kîn û hêrseke mezin diafirîne. Bi vî rengî zemînê şerê navxweyî çêdike. Tiştên ku li dijî koçberên Sûriyeyî tên kirin, encama van siyasetan e. Ev bi heman rengî li dijî Kurdan jî tê kirin. Îro koçberên Sûriyeyê bi zorê ji Tirkiyeyê tên derxistin. Li Efrînê bi taybetî gundên ku çêkera demografîk biguherin tên avakirin. Niha jî bi zorê Ereban li wan gundan bi cih dikin. Ev bi serê xwe sûc e, divê hesab bê pirsîn û ev yek demildest were rawestandin. Ev, tê wateya bikaranîna koçberên şer. Divê hemû pêkhateyên gel ên li Sûriyeyê dijîn, di nava tifaqekê de bin; ev yek ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê û rûmeta gelên Sûriyeyê girîng e. Tê wê wateyê ku bazariya li ser gel bi dawî bibe.”
 
JI BO KOÇBERAN PROJEYA ME HEYE
 
Îlham Ehmed diyar kir ku têkildarî çareseriya pirsgirêka koçberan, ew xwedî proje ne û ev tişt got: “Me berê jî diyar kiribû. Ji bo çareseriya pirsgirêka koçberan, em xwedî projeyekê ne û ev mirov dikarin xwe bispêrin herêma me. Di vî warî de divê konsepteke Neteweyên Yekbûyî ji bo Rêveberiya Xweser hebe. Erdogan her carê dibêje wê Esad vebixwîne Tirkiyeyê. Ev, di rastiyê de xîtabeke ji bo civaka di nava Tirkiyeyê de ye. Nîjadperestiya di nava Tirkiyeyê de ewqasê zêde kirin, niha jî bi vî rengî dixwazin gel sakîn bikin. Yanî bi daxuyaniyên bi vî rengî hewl dide îfade bike ku ew di nava hewldan û xebatê de ne ku bi gelê nava Tirkiyeyê re koçberan paşde vegerîne.”
 

Sernavên din

10/07/2024
11:51 Encamnameya Koxebata Neteweyî: Li dijî dagirkeriyê berxwedana topyekûn divê
11:39 DEM Partiyê ji bo desteka kirê pêşniyarqanûn da Meclisê
11:36 Rapora şewatê: DEDAŞ bû sedema mirina welatiyan
11:22 Rejîma Îranê cezayê hepsê li 4 mamostayên kurd birî
11:20 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye!
11:17 Rapora girtîgehên tîpên Y û S’yê: Divê tavilê bên girtin
11:13 Wezîrê Dadê yê Iraqê: PDK diyarkirina waliyek kurd ji bo Kerkûkê asteng dike
10:48 Cerdevan li Xabur 2’yê daran dibirin
10:16 Ankêt: Hejmara kesên pêşhilbijartinê dixwazin derket ji sedî 53’yê
10:04 Ji bo 16 bajaran hişyariya barîna barana zêde
10:02 DMME’yê ji bo nedayîna pirtûkên Abdullah Ocalan biryara ‘binpêkirina mafan’ da
09:46 Şewata li Bodrûmê hate kontrolkirin
09:27 Qeyûmê Wan bihost bi bihost firotibû tayînî Amedê hat kirin
09:03 Nexşerêya YEWKURD'ê
09:02 Koordînatorê ECPMF'ê Oztûran: Gef li mafê xwegihandina agahiyên bêalî tê xwarin
09:01 Mûrad: Tifaqa di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de dê bi xwe re talûkeyên mezin bîne
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:49 15 mamosteyên Egîtîm-Senî hatin binçavkirin
08:20 Li Êlihê 14 kesên binçavkirî hatin berdan
08:05 Waliyên hin bajaran guherîn: Qeyûmê berê tayînî Walîtiya Amedê hat kirin
07:52 Li Şaredariya Mûşê heyama bi kurdî dest pê kir
09/07/2024
22:37 Nobeda li dijî qeyûm: Wê têkoşîn bidome
20:57 Ecevît Pîroglû hat berdan
19:24 Li Bodrumê şewat
19:22 Li Şirnexê jin li dijî şerê taybet hatin ba hev
17:03 Doza êrişê ya zayendî: Li cerdevan 6 sal û 8 meh ceza hate birîn
16:57 Rojnameger Saygan hate berdan
16:56 Ji DMME’yê biryara Komkujiya Garê: Tirkiye berpirsiyarên xwe aniye cih!
16:33 YNK: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriyê ye
16:32 Îdiaya ‘Kobayê’ di rojeva Meclisê de ye
16:30 Nav û wêneyên hêzên paramîlîter ku tê payîn li Başûr bên bicihkirin hatin belavkirin
15:57 ESP’ê der barê Dogukan Çep ê nijadperest de gilî kir
15:50 Li Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatin dîtin
15:20 Ozel: Meaş neyên zêdekirin wê hilbijartin çêbibe
15:20 Rapora Kayseriyê: Êriş bi plankirî ye, rayedaran agahî parve nekirin
14:36 Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê bi jehrê ketin
13:59 Sê binçavkiriyên li Nisêbînê hatin berdan
13:43 Bendav teqiya û gund di bin avê de man
13:42 Jinan ji bo Abdullah Ocalan 20 hezar name ji CPT’yê re şandin
13:39 Ji Rêxistina Efûyê rapora ‘mafê protestoyê’: Li Tirkiyeyê bêcezahiştin heye
13:31 MKG’ê êrişa li Şengalê li dijî rojnamevanan pêk hat şermezar kir
13:03 Ji konfederasyonên karkeran danezana hevpar
13:01 Şaredariya Xelfetiyê giliyê qeyûm Şeref Albayrak kir
12:44 Bakirhan ji bo hilbijartinê bang li AKP’ê kir
12:38 Rojnamevan Gonul Yilman Saygan hate binçavkirin
12:24 Baroya Amedê giliyê îdiayên ‘kobayê’ kir
12:15 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ciwanê hewl da zarokê li ber avê ketî xelas bike jiyana xwe ji dest da
11:52 Hîzmet Îşê banga provokasyona nû li ‘xebatkarên bankamatîkê’ kir
11:09 Li Stenbolê herî kêm 19 kes hatin binçavkirin
10:57 Bi hinceta ‘Te çima emojî danî ser wêneyê Erdogan’ doz hat vekirin
10:31 Li gundê Bilexşê ji ber bombebarana helîkopterê şewat derket
09:56 Ji partî û rêxistinên kurd û suryan nameya vekirî: Êrişan rawestînin, ji bo çareseriyê bikevin tevgerê
09:54 Rojnamevan Rojava: Li Îranê tu bandora hilbijartinan tune ye
09:40 Li Qelqeliyê lehî rabû
09:25 Leşkeran avêt ser gundê Marînê: Îşkence li welatiyan hat kirin
09:24 Ji bo 8 bajaran hişyariya bi qoda zer
09:23 Di 6 mehan de 250 jin hatin qetilkirin: Divê desthilat bes êrişan rewa bike
09:19 Bîlmez: Li gorî DMME'yê muwekîlên me ji sala 2014'an ve di bin îşkenceyê de ne
09:11 Levent: Zehmete ku navbera Enqere-Şamê baş bibe
09:05 'Li cihekî ku muxatab bê bêdengkirin çareserî ne pêkan e'
09:02 Surçiyê YNK'î: Berpirsê dagirkirinê PDK ye
09:01 Girtiyê nexweş Mehmet Darga di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08/07/2024
23:56 Nobeda li Îzmîrê: Banga têkoşîna hevpar
22:52 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm: Hûn ê winda bikin
20:39 Ceza hatin protestikirin: Em her tim binivîsin
17:06 Bayindir: Bila ev çiya şahidên me bin wê berxwedan berdewam bike
16:56 Elîşer û Zerîfe di salvegera 87’emîn a qetilkirina xwe de hatin bibîranîn
16:42 Xizmên girtiyan: Em ê serî netewînin
16:29 Qada şewat lê derketî weke ‘herêma karesatê’ hate ragihandin
16:06 ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ temam bû: Li gorî destûra bingehîn tevbigerin
16:02 Hevrazê Colemêrgê derbas kirin û gihiştin navendê
15:58 Ji bo azadiya Ocalan bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin
15:56 Zarokên ketin Çemê Dîcleyê hatin xelaskirin
15:46 Berpirsê YNK’ê yê Dihokê: Li dijî dagirkeriyê helwesteke yekgirtî nîşan bidin
14:23 Jinan got: Em serhildana xwe ya li dijî qeyûman mezin dikin
14:09 Li Şengalê êrişa hewayî: 2 rojnamevan û welatiyak birîndar bûn
13:49 Ji Colemêrgê re ma 10 kîlometre: Li dijî qeyûm banga têkoşîna hevpar
13:39 Hêzên rejîma Îranê kolberek qetil kir, 4 kolber birîndar kirin
13:37 Koçyîgît: Li gorî TUÎK’ê her tişt erzan e
13:36 Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
12:52 Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
12:36 Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
12:23 Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:22 Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî
11:43 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
11:42 Li deriyê sînor heqê parkê û kişandinê hat bihakirin
11:40 Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî
11:22 Di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê
11:05 Şêniyên gundê Bilexşê: Qiyamet li ser serê me rabû
10:26 Ehmed: Heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be
10:16 Wesayîtê li keriyê pez xist: Şivanî jiyana xwe ji dest da
10:10 Ji bo 13 bajaran hişyariya barîna baranê
09:48 Nivîskar Karadaş: Ji bo Îranê divê kes li benda guherînên bingehîn nemîne
09:47 HSD'ê bîlançoya 6 mehan a êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
09:46 Rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê li 20 girtiyan ceza birî
09:12 Leşkeran bi ser mala Yildirim de girtin
09:08 Namzetê AKP’ê yê têkçûyî der barê şaredariyê de 30 doz vekirin
09:05 Koma Agirê Zerdeşt xebata xwe ya 28 salan dike albûm