Ji partî û rêxistinên kurd û suryan nameya vekirî: Êrişan rawestînin, ji bo çareseriyê bikevin tevgerê

  • rojane
  • 09:56 9 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Partî û rêxistinên siyasî yên kurd û suryanî ji rayedarên payebilind ên Yekitiya Ereban, Iraq, Sûriye, KE, DYA, NATO û NY’ê re nameyek vekirî şandin û ev bang hate kirin: “Stratejiya şer û dagirkeriya dewleta Tirk demildest rawestînin.”
 
Partî û rêxistinên siyasî yên kurd û suryanî, Komîteya Dîplomasiya Hevpar a ku ji Komîsyona Têkîliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) pêk tê, têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê nameyeke vekirî ji Sekreterê Giştî yê Yekitiya Ereban Ahmed Aboul Gheit, Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Es Sudanî, Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esad, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, Serokê DYA’yê Joe Biden, Sekretera Giştî Marija Pejcinovic Buric, Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg re nivîsandin. Di nameyê de “banga lezgîn” hate kirin.
 
Nameya vekirî ya ku partî û rêxistinên siyasî yên kurd û suryanî yên Komîsyona Têkîliyên Derve ya KNK’ê li ser navê Komîteya Dîplomasiya Hevpar nivîsandî, bi vî rengî ye:
 
'DEWLETA TIRK JI BO NEO OSMANÎTIYA XWE JINÛVE ZINDÎ BIKE, KET NAV LIV Û TEVGERÊ'
 
“Pêla bihara Erebî di sala 2011’an de destpê kir û heta Iraq û Sûriyeyê belav bû. Dewleta Tirk xwest ji vê sûd wergire û hêviyên xwe yê Mîsakî Mîllî bi cih bîne (Li gorî vê belgeya 104 sal berê, bi navê Ahdî Mîllî herêmên Bakurê Iraq û Bakurê Sûrî di nav sînorên Tirkiyeyê de hatibû qebûlkirin).
 
Dewleta Tirk hewl da Neo Osmanîtiya xwe jinûve zindî bike û vegere li ser van sînorên xwe yên berê. Ji bo vê jî li hemberî gelê kurd, dest bi êrîşên dagirkerî û komkujiyê kir.
 
GELÊN LI MÛSIL Û KERKÛKÊ DIJÎN, LI BERA HEV RADIKIN
 
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di piranî daxuyaniyên xwe de eşkere digot ku Heleb, Mûsil, Silêmanî, Kerkûk, Şengal û Behdînanê di nav sînorên Mîsakî Mîllî de ne û ew ê tevahî van qadan dagir bikin. Û bi salane serokê partîya neteweperestên tundrew MHP Devlet Bahçelî bi eşkere dibêje, Kerkûk bajarê 82’yemîn û Mûsil jî bajarê 83’yemîn ê Tirkiyê ye. Bahçelî ji bona ku wan daxwazên xwe pêk bîne bi Erdogan re, gelên li Kerkûk û Mûsilê dijîn, li bera hev didin. Bi taybetî hevalbendên xwe yên Turkmen bi çek dikin, li hember hev didin û bi wan kaos û krîzan çêdikin.
 
PIŞTÎ EFRÎN, SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ, BERÊ XWE DA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
 
Dewleta Tirk bi çeteyên girêdayî xwe, di sala 2014’an de xwest Kobanê dagir bike. Lê rastî berxwedana bê hempa hat û bi binket. Lê mixabin, di siyaseta qada navdewletî de bi pêkanîna dîplomasiya manîpulatîf encam bi dest xwe xist û di sala 2018’an de Efrîn û di sala 2019’an de jî Serêkanî û Girê Sipî dagir kir.
 
Di heman demê de, bi zêdekirina baregehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê ku dewleteke federe ya di bin serweriya dewleta Iraqê de ye, zemînek ji bo dagirkeriyê amade kir.
 
KRÎZ KÛR DIBE
 
Bi maskeya ‘Ez li dijî PKK'ê şer dikim’ êrîşên xwe yên dagirkeriyê pêş xist. Lê belê weke ku Radyoya Dengê Amerîka herî dawî li başûrê Kurdistanê nîşan da, leşkerên Tirk niha bi hezaran leşker û 300 tankan 30 km ketine hundir û xwe wek xwediyê herêmê dibînin, kontrola nasnameyan li gel dikin. Bêguman ev rewşa nû ne tenê ji bo me Kurdan, lê belê ji bo kûrkirina krîzeke giran û ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bêîstîkrariyeke mezin e. Ji aliyê din ve ev yek bi awayekî eşkere guhnedana hiqûqa navneteweyî û binpêkirina peymanên navneteweyî ye.
 
Dewleta Tirk bi rejîma Erdogan-Bahçelî re çi dibe bila bibe bi her awayî dixwaze Mîsakî Millî pêk bîne. Ji bo vê jî ji destpêka sala 2024’an û vir ve lez dan xebatên xwe yên dîplomatîk û leşkerî. Bi siyaseta manîpulatîf jî hikûmeta Iraqê bê bandor û pasîf kirin.
 
DAGIRKERIYA TIRK BÊ RASTERAST BANDORÊ LI SIYASETA GERDÛNÎ BIKE
 
Serkeftina stratejiya Mîsakî Mîllî li Kurdistanê dê bibe sedema dagirkirina Iraq û Sûriyê û wê nakokiyên herêmî  kûr bike û koçkirina bi milyonan mirovan bi xwe re bîne. Lewma stratejiya şer a niha li Kurdistanê tê meşandin hemû Rojhilata Navîn û cîhanê eleqedar dike.
 
Ji ber ku Rojhilata Navîn di warê siyaseta global de jî diyarker e, ev êrîşa dewleta Tirk wê rasterast bandorê li siyaseta global bike.
 
VÊ DAGIRKERIYÊ RAWESTÎNIN!
 
Weke partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên kurd ên li jêr îmze kirine, ji bo sekinandina vê dagirkeriyê di serî de hikûmetên Iraq û Sûriyeyê, Komkara Erebî; ji pêkanîna normên hiqûqî yên navneteweyî berpirsiyarin wek Neteweyên Yekbûyî; Konseya Ewropa û NATO ku Tirkiye endamê wanin, Yekîtiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ku bi dewleta Tirk re xwedî têkiliyên stratejîk in, em bang li we dikin ku destûrê nedin dagirkeriya dewleta Tirk.
 
Weke kurd me tu carî serî li ber tu dagirkeran netewand. Em diyar dikin ku em ê ji bo welat û siberoja xwe ya azad bi biryar li berxwe bidin. Em bang li her kesî dikin ku pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk a ku bûye topek agir bigrin û ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd bikevin nava tevgerê.”
 
SAZIYÊN ÎMZEVAN
 
Partî û rêxistinên ku metnê îzme kirine wiha ne: 
 
Komîsyona Têkîliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)
 
Yekitiya Niştîmanî Kurdistan (YNK)
 
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)
 
Tevgera Goran (GORAN)
 
Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistan
 
Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK)
 
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistanê li Ewropayê (KCDK-E)
 
Partiya Komunîst a Kurdistan
 
Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E)
 
Federasyona Êzidiyên Kurdistanê (NAV-YEK)
 
Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA)
 
Yekitiya Suryanî ya Ewropa (ESU)
 
Partiya Yekitiya Suryanî
 
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)
 
Partiya Kedkarên Kurdistanê
 
Partiya Kurd a Demokratîk a Sûriyeyê (PDKS)
 
Partiya Çep a Kurd a Demokratîk-Sûriye (P.Ç.DK-S)
 
Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê (PÇK-S)
 
Partiya Kurd a Demokratîk (PDK-S-El Partî)
 
Tevgera Kawa
 
Partiya Rizgariya Kurdistan (KKP)
 
Partiya Keskan a Kurdistan-Nûneriya Ewropa
 
Enstîtuya Kurd a Brukselê
 
Enstîtuya Kurd a Almanya
 
Enstîtuya Kurd a Stockholmê
 
Rêxistina Yarsan a Demokratîk
 
Partiya Yekitiya Neteweyî ya Azad (PYNA)
 
Tevgera Hemanserdemê ya Kurdistan-Sûriye (TNKS)
 
Meclisa Sirgûnê ya Şengal (MŞD)
 
Mala Kurdan
 
Koma Edaletê ya Kurdistan
 
Tifaqa Serbixwebûnê ya Kurdistan
 
Kongreya Gelan a Betnahrin a Suryanî
 
Partiya Komala Kurdistan a Îran (KOMALA),
 
Koma Civatên Kurdistan (KCK)
 
Partiya Azadiyê ya Kurdistan (PAK)
 
Partiya Guhertinê ya Demokratîk a Mezopotamya
 
Partiya Keskan a Kurdistan
 
Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP)
 
Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)
 
Platforma Kurdên Enetoliya Navîn (PKAN- E )
 
Platforma Hewramanan
 
Partiya Yekitiya Kurd a Sûriyeyê (El Wehdê)
 
Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurdistan (Tevgera Azadî)
 
Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyî
 
Yekitiya Mamosteyên Kurdistan (YMK)
 
Yekitiya Neteweyî ya Kurdistan (YNDK)
 

Sernavên din

10/07/2024
11:51 Encamnameya Koxebata Neteweyî: Li dijî dagirkeriyê berxwedana topyekûn divê
11:39 DEM Partiyê ji bo desteka kirê pêşniyarqanûn da Meclisê
11:36 Rapora şewatê: DEDAŞ bû sedema mirina welatiyan
11:22 Rejîma Îranê cezayê hepsê li 4 mamostayên kurd birî
11:20 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye!
11:17 Rapora girtîgehên tîpên Y û S’yê: Divê tavilê bên girtin
11:13 Wezîrê Dadê yê Iraqê: PDK diyarkirina waliyek kurd ji bo Kerkûkê asteng dike
10:48 Cerdevan li Xabur 2’yê daran dibirin
10:16 Ankêt: Hejmara kesên pêşhilbijartinê dixwazin derket ji sedî 53’yê
10:04 Ji bo 16 bajaran hişyariya barîna barana zêde
10:02 DMME’yê ji bo nedayîna pirtûkên Abdullah Ocalan biryara ‘binpêkirina mafan’ da
09:46 Şewata li Bodrûmê hate kontrolkirin
09:27 Qeyûmê Wan bihost bi bihost firotibû tayînî Amedê hat kirin
09:03 Nexşerêya YEWKURD'ê
09:02 Koordînatorê ECPMF'ê Oztûran: Gef li mafê xwegihandina agahiyên bêalî tê xwarin
09:01 Mûrad: Tifaqa di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de dê bi xwe re talûkeyên mezin bîne
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:49 15 mamosteyên Egîtîm-Senî hatin binçavkirin
08:20 Li Êlihê 14 kesên binçavkirî hatin berdan
08:05 Waliyên hin bajaran guherîn: Qeyûmê berê tayînî Walîtiya Amedê hat kirin
07:52 Li Şaredariya Mûşê heyama bi kurdî dest pê kir
09/07/2024
22:37 Nobeda li dijî qeyûm: Wê têkoşîn bidome
20:57 Ecevît Pîroglû hat berdan
19:24 Li Bodrumê şewat
19:22 Li Şirnexê jin li dijî şerê taybet hatin ba hev
17:03 Doza êrişê ya zayendî: Li cerdevan 6 sal û 8 meh ceza hate birîn
16:57 Rojnameger Saygan hate berdan
16:56 Ji DMME’yê biryara Komkujiya Garê: Tirkiye berpirsiyarên xwe aniye cih!
16:33 YNK: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriyê ye
16:32 Îdiaya ‘Kobayê’ di rojeva Meclisê de ye
16:30 Nav û wêneyên hêzên paramîlîter ku tê payîn li Başûr bên bicihkirin hatin belavkirin
15:57 ESP’ê der barê Dogukan Çep ê nijadperest de gilî kir
15:50 Li Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatin dîtin
15:20 Ozel: Meaş neyên zêdekirin wê hilbijartin çêbibe
15:20 Rapora Kayseriyê: Êriş bi plankirî ye, rayedaran agahî parve nekirin
14:36 Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê bi jehrê ketin
13:59 Sê binçavkiriyên li Nisêbînê hatin berdan
13:43 Bendav teqiya û gund di bin avê de man
13:42 Jinan ji bo Abdullah Ocalan 20 hezar name ji CPT’yê re şandin
13:39 Ji Rêxistina Efûyê rapora ‘mafê protestoyê’: Li Tirkiyeyê bêcezahiştin heye
13:31 MKG’ê êrişa li Şengalê li dijî rojnamevanan pêk hat şermezar kir
13:03 Ji konfederasyonên karkeran danezana hevpar
13:01 Şaredariya Xelfetiyê giliyê qeyûm Şeref Albayrak kir
12:44 Bakirhan ji bo hilbijartinê bang li AKP’ê kir
12:38 Rojnamevan Gonul Yilman Saygan hate binçavkirin
12:24 Baroya Amedê giliyê îdiayên ‘kobayê’ kir
12:15 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ciwanê hewl da zarokê li ber avê ketî xelas bike jiyana xwe ji dest da
11:52 Hîzmet Îşê banga provokasyona nû li ‘xebatkarên bankamatîkê’ kir
11:09 Li Stenbolê herî kêm 19 kes hatin binçavkirin
10:57 Bi hinceta ‘Te çima emojî danî ser wêneyê Erdogan’ doz hat vekirin
10:31 Li gundê Bilexşê ji ber bombebarana helîkopterê şewat derket
09:56 Ji partî û rêxistinên kurd û suryan nameya vekirî: Êrişan rawestînin, ji bo çareseriyê bikevin tevgerê
09:54 Rojnamevan Rojava: Li Îranê tu bandora hilbijartinan tune ye
09:40 Li Qelqeliyê lehî rabû
09:25 Leşkeran avêt ser gundê Marînê: Îşkence li welatiyan hat kirin
09:24 Ji bo 8 bajaran hişyariya bi qoda zer
09:23 Di 6 mehan de 250 jin hatin qetilkirin: Divê desthilat bes êrişan rewa bike
09:19 Bîlmez: Li gorî DMME'yê muwekîlên me ji sala 2014'an ve di bin îşkenceyê de ne
09:11 Levent: Zehmete ku navbera Enqere-Şamê baş bibe
09:05 'Li cihekî ku muxatab bê bêdengkirin çareserî ne pêkan e'
09:02 Surçiyê YNK'î: Berpirsê dagirkirinê PDK ye
09:01 Girtiyê nexweş Mehmet Darga di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08/07/2024
23:56 Nobeda li Îzmîrê: Banga têkoşîna hevpar
22:52 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm: Hûn ê winda bikin
20:39 Ceza hatin protestikirin: Em her tim binivîsin
17:06 Bayindir: Bila ev çiya şahidên me bin wê berxwedan berdewam bike
16:56 Elîşer û Zerîfe di salvegera 87’emîn a qetilkirina xwe de hatin bibîranîn
16:42 Xizmên girtiyan: Em ê serî netewînin
16:29 Qada şewat lê derketî weke ‘herêma karesatê’ hate ragihandin
16:06 ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ temam bû: Li gorî destûra bingehîn tevbigerin
16:02 Hevrazê Colemêrgê derbas kirin û gihiştin navendê
15:58 Ji bo azadiya Ocalan bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin
15:56 Zarokên ketin Çemê Dîcleyê hatin xelaskirin
15:46 Berpirsê YNK’ê yê Dihokê: Li dijî dagirkeriyê helwesteke yekgirtî nîşan bidin
14:23 Jinan got: Em serhildana xwe ya li dijî qeyûman mezin dikin
14:09 Li Şengalê êrişa hewayî: 2 rojnamevan û welatiyak birîndar bûn
13:49 Ji Colemêrgê re ma 10 kîlometre: Li dijî qeyûm banga têkoşîna hevpar
13:39 Hêzên rejîma Îranê kolberek qetil kir, 4 kolber birîndar kirin
13:37 Koçyîgît: Li gorî TUÎK’ê her tişt erzan e
13:36 Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
12:52 Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
12:36 Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
12:23 Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:22 Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî
11:43 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
11:42 Li deriyê sînor heqê parkê û kişandinê hat bihakirin
11:40 Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî
11:22 Di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê
11:05 Şêniyên gundê Bilexşê: Qiyamet li ser serê me rabû
10:26 Ehmed: Heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be
10:16 Wesayîtê li keriyê pez xist: Şivanî jiyana xwe ji dest da
10:10 Ji bo 13 bajaran hişyariya barîna baranê
09:48 Nivîskar Karadaş: Ji bo Îranê divê kes li benda guherînên bingehîn nemîne
09:47 HSD'ê bîlançoya 6 mehan a êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
09:46 Rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê li 20 girtiyan ceza birî
09:12 Leşkeran bi ser mala Yildirim de girtin
09:08 Namzetê AKP’ê yê têkçûyî der barê şaredariyê de 30 doz vekirin
09:05 Koma Agirê Zerdeşt xebata xwe ya 28 salan dike albûm