Îdiaya ‘Kobayê’ di rojeva Meclisê de ye

img
ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê yên îdiayên ku gelê Amedê weke “kobay” hatiye bikaranîn birin rojeva Meclisê xwestin ku îdia bên lêkolînkirin. 
 
Endamê Hîndekariya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Cenap Ekîncî îdia kir ku di sala 2020’an di dema vîrûsa koronayê de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê li ser hinek nexweşan “Rêbaza Tedawiya Tîroşkê ya Tirk (TurkishBeam)” hatiye ceribandin û ji ber vê rêbazê hinek nexweşan jiyana xwe ji dest dane û xelkê Amedê weke “Kobay” hatiye bikaranîn.
 
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Amedê, Serhat Eren, Berdan Ozturk, Ceylan Akça Cupolo, Cengîz Çandar, Halîde Turkoglû, Mehmet Kamaç, Adalet Kaya û Sevilay Çelenk têkildarî vê mijarê pêşniyazpirsa lêkolînê pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir. 
 
Di pêşniyazpirsê de parlamenteran cih dan îdiayên Endamê Hîndekariya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Cenap Ekîncî. 
 
PIRSÊN HATIN PIRSÎN 
 
Li aliyê din parlamenterên DEM Partiyê bi daxwaza ku Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglû bi bersivîne pêşniyazpirsek pêşkeşî Meclisê kirin. 
 
Pirsên ku bi daxwaza Wezîr Memîşoglû bibersivîne hatin pêşkeşkirin wiha ne: 
 
“ *Prof. Dr. Cenap Ekîncî li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal a X’yê hin îdiayên tirsnak parvekiribûn, wezareta we derbarê wan de lêpirsînek daye destpêkirin? An jî dê bide dest pê kirin? 
 
* Rast e ku balafira taybet a di 27'ê Hezîrana 2020'an de hate Balafirgeha Amedê û kesên di balafirê de bûn birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê? Ev kesên di balafirê de kî ne û armanca wan çi ye? 
 
* Weke ku tê îdiakirin rola Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr C.T. û serbijîjk E.B. ya di vê pêvajoyê de çi ye? Van kesan ew cihazê tedawiyê li ser çend nexweşan ceribandine? Nexweşên ku rêbaza Tedawiya Tîroşkê ya Tirk li ser wan hatiye pêkanîn kî ne û niha çend ji wan dijîn?
 
* Rastiya zanistî ya cihazê bi navê ‘Tîroşkên tirk’ çi ye? Delîleke zanistî heye ku ev amûr bê derman dikare vîrûsa Covîd-19 di nava xwînê de tedawî bike?
 
* Li kîjan nexweşxaneyên din ên Amed û Tirkiyeyê ev rêbaza tedawiyê hatiye bikaranîn an jî ji bo bikaranînê hatiye pêşniyarkirin? Hejmara nexweşxaneyên ku nexwestin vê rêbaza tedawiyê bi cih bînin çend in?
 
* Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê di 27’ê Hezîrana 2020’an û piştî wê 3 rojan çend kesan ji ber nexweşiya Kovîd 19’ê jiyana xwe ji dest dan? Ji van kesan çend kes bi “Tîroşka Tirk” hatine tedawîkirin?
 
* Ji bo ku ev îdiayên tirsnak bên ronîkirin û rayagiştî bê agahdarkirin dê çend gav bên avêtin?
 
* Kesê bi navê M.S. ku tê îdiakirin serokê heyeta ji bo tedawiya bi navê “Tîroşka Tirk” hatiye Amedê ye kî ye? Têkiliya vî kesî an jî xizmaniya vî bi Wezareta Tenduristiyê re heye?
 
* Hûn ê li dijî kesên ku amûreke ne zanistî test dikin, pêvajoyên ezmûnî û qonaxan derbas nekirine û li ser nexweşan bi awayekî qanûnî nehatine erêkirin lêpirsîneke îdarî bidin destpêkirin?
 
* Derbarê kesên ku bûne sedema nexweş jiyana xwe ji dest bidin û tedawiya bê destûr pêkanîne de dê tu hewldanên we çêbibin?
 
* Hûn ê nasnameya nexweşê mêr ê 46 salî ku hat ragihandin bi vê rêbaza tedawîkirinê baş bûye, ku di meha Hezîranê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat ragihandin, aşkere bikin?”
 
 

Sernavên din

10/07/2024
11:51 Encamnameya Koxebata Neteweyî: Li dijî dagirkeriyê berxwedana topyekûn divê
11:39 DEM Partiyê ji bo desteka kirê pêşniyarqanûn da Meclisê
11:36 Rapora şewatê: DEDAŞ bû sedema mirina welatiyan
11:22 Rejîma Îranê cezayê hepsê li 4 mamostayên kurd birî
11:20 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye!
11:17 Rapora girtîgehên tîpên Y û S’yê: Divê tavilê bên girtin
11:13 Wezîrê Dadê yê Iraqê: PDK diyarkirina waliyek kurd ji bo Kerkûkê asteng dike
10:48 Cerdevan li Xabur 2’yê daran dibirin
10:16 Ankêt: Hejmara kesên pêşhilbijartinê dixwazin derket ji sedî 53’yê
10:04 Ji bo 16 bajaran hişyariya barîna barana zêde
10:02 DMME’yê ji bo nedayîna pirtûkên Abdullah Ocalan biryara ‘binpêkirina mafan’ da
09:46 Şewata li Bodrûmê hate kontrolkirin
09:27 Qeyûmê Wan bihost bi bihost firotibû tayînî Amedê hat kirin
09:03 Nexşerêya YEWKURD'ê
09:02 Koordînatorê ECPMF'ê Oztûran: Gef li mafê xwegihandina agahiyên bêalî tê xwarin
09:01 Mûrad: Tifaqa di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de dê bi xwe re talûkeyên mezin bîne
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:49 15 mamosteyên Egîtîm-Senî hatin binçavkirin
08:20 Li Êlihê 14 kesên binçavkirî hatin berdan
08:05 Waliyên hin bajaran guherîn: Qeyûmê berê tayînî Walîtiya Amedê hat kirin
07:52 Li Şaredariya Mûşê heyama bi kurdî dest pê kir
09/07/2024
22:37 Nobeda li dijî qeyûm: Wê têkoşîn bidome
20:57 Ecevît Pîroglû hat berdan
19:24 Li Bodrumê şewat
19:22 Li Şirnexê jin li dijî şerê taybet hatin ba hev
17:03 Doza êrişê ya zayendî: Li cerdevan 6 sal û 8 meh ceza hate birîn
16:57 Rojnameger Saygan hate berdan
16:56 Ji DMME’yê biryara Komkujiya Garê: Tirkiye berpirsiyarên xwe aniye cih!
16:33 YNK: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriyê ye
16:32 Îdiaya ‘Kobayê’ di rojeva Meclisê de ye
16:30 Nav û wêneyên hêzên paramîlîter ku tê payîn li Başûr bên bicihkirin hatin belavkirin
15:57 ESP’ê der barê Dogukan Çep ê nijadperest de gilî kir
15:50 Li Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatin dîtin
15:20 Ozel: Meaş neyên zêdekirin wê hilbijartin çêbibe
15:20 Rapora Kayseriyê: Êriş bi plankirî ye, rayedaran agahî parve nekirin
14:36 Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê bi jehrê ketin
13:59 Sê binçavkiriyên li Nisêbînê hatin berdan
13:43 Bendav teqiya û gund di bin avê de man
13:42 Jinan ji bo Abdullah Ocalan 20 hezar name ji CPT’yê re şandin
13:39 Ji Rêxistina Efûyê rapora ‘mafê protestoyê’: Li Tirkiyeyê bêcezahiştin heye
13:31 MKG’ê êrişa li Şengalê li dijî rojnamevanan pêk hat şermezar kir
13:03 Ji konfederasyonên karkeran danezana hevpar
13:01 Şaredariya Xelfetiyê giliyê qeyûm Şeref Albayrak kir
12:44 Bakirhan ji bo hilbijartinê bang li AKP’ê kir
12:38 Rojnamevan Gonul Yilman Saygan hate binçavkirin
12:24 Baroya Amedê giliyê îdiayên ‘kobayê’ kir
12:15 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ciwanê hewl da zarokê li ber avê ketî xelas bike jiyana xwe ji dest da
11:52 Hîzmet Îşê banga provokasyona nû li ‘xebatkarên bankamatîkê’ kir
11:09 Li Stenbolê herî kêm 19 kes hatin binçavkirin
10:57 Bi hinceta ‘Te çima emojî danî ser wêneyê Erdogan’ doz hat vekirin
10:31 Li gundê Bilexşê ji ber bombebarana helîkopterê şewat derket
09:56 Ji partî û rêxistinên kurd û suryan nameya vekirî: Êrişan rawestînin, ji bo çareseriyê bikevin tevgerê
09:54 Rojnamevan Rojava: Li Îranê tu bandora hilbijartinan tune ye
09:40 Li Qelqeliyê lehî rabû
09:25 Leşkeran avêt ser gundê Marînê: Îşkence li welatiyan hat kirin
09:24 Ji bo 8 bajaran hişyariya bi qoda zer
09:23 Di 6 mehan de 250 jin hatin qetilkirin: Divê desthilat bes êrişan rewa bike
09:19 Bîlmez: Li gorî DMME'yê muwekîlên me ji sala 2014'an ve di bin îşkenceyê de ne
09:11 Levent: Zehmete ku navbera Enqere-Şamê baş bibe
09:05 'Li cihekî ku muxatab bê bêdengkirin çareserî ne pêkan e'
09:02 Surçiyê YNK'î: Berpirsê dagirkirinê PDK ye
09:01 Girtiyê nexweş Mehmet Darga di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08/07/2024
23:56 Nobeda li Îzmîrê: Banga têkoşîna hevpar
22:52 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm: Hûn ê winda bikin
20:39 Ceza hatin protestikirin: Em her tim binivîsin
17:06 Bayindir: Bila ev çiya şahidên me bin wê berxwedan berdewam bike
16:56 Elîşer û Zerîfe di salvegera 87’emîn a qetilkirina xwe de hatin bibîranîn
16:42 Xizmên girtiyan: Em ê serî netewînin
16:29 Qada şewat lê derketî weke ‘herêma karesatê’ hate ragihandin
16:06 ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ temam bû: Li gorî destûra bingehîn tevbigerin
16:02 Hevrazê Colemêrgê derbas kirin û gihiştin navendê
15:58 Ji bo azadiya Ocalan bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin
15:56 Zarokên ketin Çemê Dîcleyê hatin xelaskirin
15:46 Berpirsê YNK’ê yê Dihokê: Li dijî dagirkeriyê helwesteke yekgirtî nîşan bidin
14:23 Jinan got: Em serhildana xwe ya li dijî qeyûman mezin dikin
14:09 Li Şengalê êrişa hewayî: 2 rojnamevan û welatiyak birîndar bûn
13:49 Ji Colemêrgê re ma 10 kîlometre: Li dijî qeyûm banga têkoşîna hevpar
13:39 Hêzên rejîma Îranê kolberek qetil kir, 4 kolber birîndar kirin
13:37 Koçyîgît: Li gorî TUÎK’ê her tişt erzan e
13:36 Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
12:52 Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
12:36 Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
12:23 Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:22 Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî
11:43 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
11:42 Li deriyê sînor heqê parkê û kişandinê hat bihakirin
11:40 Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî
11:22 Di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê
11:05 Şêniyên gundê Bilexşê: Qiyamet li ser serê me rabû
10:26 Ehmed: Heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be
10:16 Wesayîtê li keriyê pez xist: Şivanî jiyana xwe ji dest da
10:10 Ji bo 13 bajaran hişyariya barîna baranê
09:48 Nivîskar Karadaş: Ji bo Îranê divê kes li benda guherînên bingehîn nemîne
09:47 HSD'ê bîlançoya 6 mehan a êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
09:46 Rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê li 20 girtiyan ceza birî
09:12 Leşkeran bi ser mala Yildirim de girtin
09:08 Namzetê AKP’ê yê têkçûyî der barê şaredariyê de 30 doz vekirin
09:05 Koma Agirê Zerdeşt xebata xwe ya 28 salan dike albûm