Ji şahidên serdemê Şeremet: Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin pêş bikevin

  • rojane
  • 09:30 14 Tîrmeh 2024
  • |
img
MÊRSÎN - Yek ji şahidên rojiya mirinê ya mezin Ahmet Şeremet diyar kir ku hêj niha jî li girtîgehan heman sepan di meriyetê de ne û wiha got: “Em tenê bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin bijîn û pêş bikevin.” 
 
Bi pêşengtiya M. Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hat pêşxistin. Bi ser berxwedanê re 42 sal derbas bûn. Şahidên wê serdemê, berxwedana mezin a wan rojan vedibêjin. Ahmet Şeremet ku piştî Darbeya 12’ê Îlona 1980’an li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê ma, şahidiya xwe ya wan rojan vegot. 
 
PÊVAJOYA GIRTINÊ
 
Şeremet, di sala 1982’yan de li Rihayê hate binçavkirin û piştî 90 rojên binçavkirinê, ji Doza Sereke ya PKK’ê hate darizandin. Şeremet ê ku di bin çavan de rastî gelek îşkenceyan hat, wiha got: “Di wan 90 rojan de bi taybet jî îşkenceya hilcoya Filistînê kirin. Piştre jî em şandin Amedê. Kemal Pîr û Mazlum Dogan hêj dernexistibûn dadgehê. Dema derketim dadgehê ji min re gotin; ‘Tu çawa ji vê komê tê darizandin?’ Dema min got; ‘Gotin Apoyiye û hatim girtin’, ji min re gotin ‘Dema derketî dadgehê tu tiştekî qebûl neke.’ Dema derketîm dadgehê min tiştek qebûl nekir. Lê hatim girtin û şandin Girtîgeha Amedê. Çawa ku anîn girtîgehê yekser li erdê dirêj kirin û tazî kirin. Piştre jî Esat Oktay Yildirin bi botên xwe da ser serê min. Ji min re got ‘tu kî yî? Tu çi yî?’ Wê demê gelek kes anîn. Heman lêpirsîn û îşkence kirin.” 
 
‘RÊYA ME RONÎ KIRIN’
 
Şeremet, got ku dewletê hewl dida bi rêya îşkenceyê îradeya wan teslîm bigire û wiha domand: “Em rastî îşkenceyên dermirovî hatin. Gelek hevalên me bi îşkenceyê hatin kuştin. Piştre ez derbasî qawîşekê hatim kirin. Hemû hucre tije bûn. Dest û lingên gelek hevalan şikestî bûn. Di rewşa heyî de hewcehî bi berxwedanekê hebû û ev jî bi Mazlum Dogan dest pê kir. Armanca wan ew bû ku îşkenceyan bidin sekinandin û gavekî nû bidin destpêkirin. Fedekariyeke mezin hate kirin. Hinek heval bêyî dudilî ber bi mirinê ve baz dan. Vaye 14’ê tîrmehê ev yek da sekinandin. Xwe kirin mertal û rêya me ronî kirin. Demek çi ye, têkoşîn bedelê dixwaze. Dê bedel bidî û bi ser kevî.” 
 
’PÊDIVÎ BI RUHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ HEYE’
 
Şeremet, anî ziman ku bi ser re 42 sal derbas bûne lê heman sepan di meriyetê de ne û axaftina xwe wiha qedand: “Li girtîgehan niha heman rewşa Darbeya 12’ê Îlonê heye. Girtî înfaza xwe ya 30-32 salan temam dikin lê nayên berdan. Çima nayên tehliyekirin? Divê mirov li ser vê hizra xwe bike. Ev faşîzm bi xwe ye. Sepanên zext, tundî û îşkenceyê yên li girtîgehê di lûtkeyê de ne. Tekane tişta ku em bikarin bikin yekitî ye û bidestxistina encamê ye. Di esasê xwe de ruhê 14’ê Tîrmehê ev e. Tenê em dikarin bi wî ruhî bijîn û pêş bikevin.”
 

Sernavên din

15/07/2024
20:48 Hevşaredar Zeydan û Uzunay serdana Îmamoglû kirin
20:21 Koma 6'emîn nobedê dewr girt: Qeyûm talan e
20:11 Ekolojistan li Amedê nerazîbûn nîşanî pêşniyarqanûna kuştina heywanan dan
17:34 Li Îzmîrê şewata daristanê: 3 kes mirin
17:22 Li Cizîrê 4 zarok hatin binçavkirin
17:02 IFJ’ê ji bo rojnamevan Mîrza bang li Tirkiyeyê û Iraqê kir
16:45 ‘Ji bo ku polîtîkayên şer bi dawî bibin tecrîdê rakin’
15:44 DEM Partî li dijî Paketa Darazê ya 9’emîn derket û şerh danî
15:33 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê bi Talabanî re civiya
15:07 Dayikan bang kirin ku 9 kesên hatine girtin bên berdan
15:02 DEM Partiyê bangî 2 wezaretan kir: Têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
14:24 Zarokên wesayîtê lêxistibû jiyana xwe ji dest dan
14:10 Partiya Komunîst a Iraqê: Divê êriş demildest bên rawestandin!
13:33 ‘Iraq dikare êrişên dewleta tirk bibe Laheyê’
12:43 Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan
12:15 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Erecî li Silêmaniyê ye
11:10 Li Mûsilê gora komî hate dîtin
11:06 MYK ya DEM Partiyê civiya
11:05 Li Amedê êrişên li dijî kargehan: Dewlet araste dike
10:17 Dewleta tirk navendên gundan bombebaran kir
10:17 AYM’ê xwest doza îstîsmarkirina zarokê dîsa bê lidarxistin
10:13 Parastvanê Seyît Riza: Şah Îsmaîl
09:55 Li Amediyeyê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye
09:55 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li NY’ê bên nîqaşkirin
09:49 Şanar Yurdatapan: Divê rewşenbîr bibin yek û li dijî şer bisekinin
09:12 ‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
09:11 Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan
09:07 Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne
09:03 'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'
09:02 Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:44 Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin
08:30 Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer
08:26 Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket
08:14 Li Semsûra mirina biguman a zarokekê
14/07/2024
22:45 Cenazeyê Ogmen radestî malbata wî hate kirin
21:08 Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dest pê kir
20:58 Rêxistinên ciwanan ‘zincîra edaletê’ çêkirin: Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin
20:21 Êrişî Eyn Îsayê hate kirin: Welatiyek hate qetilkirin
19:32 Di keleka geştê ya şewitî de 4 kes birîndar bûn
19:24 Li Wanê zarokek di golê de xeniqî
18:05 Cenazeyê 2 ciwanên di golê de windabûn hatin dîtin, yek jî hate rizgarkirin
17:44 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
17:35 Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin hatin bibîranîn
17:10 Ji 29 kesan 15 kes hatin binçavkirin
16:25 Arşîva Çapemeniya Azad êdî li ser dijîtalê ye
16:00 Li Amedê ji bo avakirina ‘Serokatiya Daîreya Astengdaran’ biryar hat dayîn
15:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
15:25 Li Amedê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ‘kuştina’ ajalan dan
15:25 Rojnamegerên êriş dişopandin hatin binçavkirin
14:44 Ji ber êrişên li dijî kafeyan 3 kes hatin girtin
14:34 Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar hate girtin
14:16 DEM Partî: 14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye
14:04 Komxebata Jin û Aboriyê bi dawî bû
12:46 Derket holê ku kesê li dijî Trump sûîqest kirî ji Komarparêzan e
12:46 Parêzer Devedjian: Divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide
11:02 Amirî: Divê Tirkiye hêzên xwe ji xaka me vekişîne
10:58 Ji jinên Gomî gaveke mînak
10:33 Kovara Jinê vê hefteyê cih da komkujiyên Hîzbûllahê
10:15 Cenazeyê dayika li ber ava çem ketibû hate dîtin
09:49 Di mitîngê de li dijî Trump êrişa çekdarî hat kirin
09:46 'Odeyên qanehkirinê' yên li navendên paşveşandinê di rojeva NY'yê de ne
09:30 Ji şahidên serdemê Şeremet: Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin pêş bikevin
09:26 Ji parêzera Çîftçî ya du caran hat girtin banga têkoşîna hevpar
09:04 Xwişka Alî Çîçek: Biçûk bû, lê dilmezin bû
09:04 Çiya û gundên herêma Botanê bost bi bost tên talankirin
09:04 Şaredariya Cizîrê ji bo welatî nexeniqin tîmek avjeniyê wezîfedar kir
09:04 Gelo li Îranê guherîn pêkan e?
09:04 Rojnamevan Mîrza: Dewleta tirk bi çêkirina diwaran sînorên xwe diyar dike
09:01 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN
13/07/2024
21:48 Li Bilêxşê 9 kes hatin girtin
21:43 Cizirî li dijî tayinkirina qeyûm meş
20:11 Rojnamevan Topaloglû hat girtin
18:50 Li Mêrdînê 2 cenaze anîn morgê
18:47 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
16:30 Rêxistinên ciwanan 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anîn
16:20 Rojnamevan Sadik Topaloglû sewqî edliyeyê hat kirin
15:53 Li Mêrsînê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
15:21 Şaxên ÎHD'ê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 Platforma Bajêr: Em ê destûr nedin ku êrişî çand û jiyana me bikin
14:38 Bi girseyî serdana şîna Numaş hat kirin
14:17 Îsraîlê êrişî wargeha Filistîniyan kir: Bêhtirî 100 kuştî û birîndar hene
14:06 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Ez neviya Şemiyê me û li Galatasarayê mezin bûm
13:57 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin binçavkirin
13:50 Xizmên Windayan: Wê têkoşîna me ji bo windayan me bidome
13:09 Erdogan û Esad dê li Bexdayê hevdîtinê bikin
12:56 Di binçavan de xwendina ‘Sirûda Îstîklalê’ lê hat ferzkirin
11:18 Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin
11:13 Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn
11:09 Li Silêmaniyê sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
10:54 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê di salvegera 9’emîn de bên bibîranîn
10:28 Qedexeya li Kerboranê bi dawî bû
10:12 Cerdevan tevî gefan jî bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin
10:07 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Çarenûsa vî gelî wê demê hat guherandin
09:57 Ji bo 14'ê Tîrmehê stranek çêkir: Berxwedana li wir bû berxwedaneke civakî
09:56 Li gundên Hesana û Navyan ji nû ve birîna daran dest pê kir
09:50 Armancên Tirkiyeyê û astengî
09:26 Li Gabarê goristan hatiye rûxandin
09:18 'Sedema xerabûna aboriyê dizî ye'
09:16 Li Îzmîrê di mehekê de 16 girtî hatin sewqkirin