DEM Partiyê bangî 2 wezaretan kir: Têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin

  • rojane
  • 15:02 15 Tîrmeh 2024
  • |

ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bang li Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê kir ku têkildarî Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin daxuyaniyên pêwîst bidin. Dogan, bal kişand ser êrişên dewleta tirk jî û bang li hêzên kurd kir ku nebin parçeyeke hesabên şer.

 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiyê têkildarî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) daxuyanî da. 
 
Ayşgegul Dogan da zanîn ku yek ji rojeva herî girîng a civînê şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn bûn û wiha got: “Heke gotin di cih de be ji Xezeyê heta Amedê her dever veguheriye qada şer û pevçûnan. Tirkiye jî ji ber vê rewşê bedelekî giran ê aborî, siyasî û canî dide.” 
 
JI BO ÎMRALIYÊ BANG KIR 
 
Dogan, da zanîn ku di civînê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî hatiye nîqaşkirin û bang li Wezareta Dadê kir. Dogan, wiha got: “Em bang li Wezareta Dadê dikin ku derheqê birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin daxuyaniyê bidin. Dev ji vê binpêkirina mafê mirovan û sûcê mirovahiyê berdin. Tecrîd, sûcekî giran ê li dijî mirovahiyê ye. Mafê tenduristyê yê girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê tên binpêkirin. Lewma ne tenê Wezareta Dadê, em bang li Wezareta Tenduristiyê jî dikin. Divê dev ji binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê berdin. Rewşa tenduristiyê ya kesên li wir tên ragirtin rê li ber fikaran vedike. Divê derheqê vê mijarê de daxuyanî were dayîn.” 
 
‘DIVÊ TU HÊZÊN KURDAN NEYÊN BERAMBERÎ HEV’ 
 
Têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê jî Dogan ev tişt anî ziman: “Gelê kurd li Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îranê li dijî êrişan têkoşîna hebûnê dimeşîne. Ev yek di demên berê de bi êşeke giran hate tecrûbekirin. Divê tu kes neke ku gelên me dîsa van tecrûbeyên nebaş bijîn. Divê tifaqeke di navbera Enqere, Bexda, Şam û Hewlêrê de nebe tifaqa şer û pevçûnan. Berevajî vê, divê bibe tifaqa parastina destkeftiyên gelan. Divê tu hêz kurdên li vê erdnîgariyê dijîn neyînin beramberî hev. Divê tu hêz hesaba vê nekin. Weke ku di dîrokê de jî hatiye dîtin ev hewldan vala derketine lê mixabin bedelên wê yên giran çêbûne. Em bang dikin ku ev hêz dev ji van hesaban berdin. Divê her hesab ji bo aştiyê û pêkvejiyanê be. Divê tu hêzên kurd nebin parçeyeke van hesaban.”
 
BERTEK NÎŞANÎ HAKAN FÎDAN DA
 
Bi domdarî Dogan bal kişand ser gotinên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ên têkildarî Sûriyeyê ku digot; “Hewcehî bi demê heye.” Dogan, got ku bi ser re 10 sal derbas bûne û komkujiyên di van salan de hatine kirin bi bîr xist. Dogan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çi karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye? Wezîrê Karên Derve qala asayîbûnê dike lê tenê digotinê de dimîne. Serokkomar Erdogan qala asayîbûnê kir lê ev çend meh bi ser re derbas bûn lê tiştek neguheriye. Binêrin em hêj qala tecrîdê dikin. Ji hêla aboriyê ve em qala birçîtî û hejariyê dikin. Ev çi asayîbûne wiha? Heke daxwazeke we ya asayîbûnê ya bi Sûriyeyê re hebe divê hûn bi eşkereyî bi raya giştî re parve bikin.” 
 
‘KURD JI BO TIRKIYEYÊ GEF NÎNIN’
 
Dogan, axaftina xwe wiha domand: “Dê Tirkiye di mijara penaberan de çi bike? Tevî vegerên bi dilxwazî gelo çi plansaziya wê heye? Gelên Sûriyeyê dixwazin li Sûriyeyek yekpar û demokratîk bijîn. Gelo hûn ji bo îradeya wan rêz digirin? Hem dê pozîsyona xwe ya berê ya li wir biparêzin hem jî dê bixwazin bi Sûriyeyê re têkiliyan deynin! Tiştekî wiha ne pêkan e. Wê demê bi rastî jî çi karê Tirkiyeyê li wir heye? 
 
Hakan Fîdan qala ‘ruhê demê’ dike. Dibêje ‘ruhê demê aştî û îstîqrarê ferz dike.’ Em jî dibêjin erê rast e ev demekî pir dirêje aştî û îstîqrarê ferz dike. Lê aştî û îstîqrar bi feraseta we nabin. Bi polîtîkayên ewlekariyê, bi dubarekirina heman rêbazan nabin. Wê demê divê çi were kirin? Divê îspat bikin ku polîtîkaya li dijî Sûriyeyê guherandine û ji bo parastina destkeftiyên gelan tevdigerin. Beriya niha bi PYD’ê re ev têkilî hatin danîn. Ev polîtîkaye didin qezenckirin. Divê kurdên li wir weke hêzên xurtkirina têkoşîna demokrasiyê bên dîtin. Kurd ne hêmayekî gefê ne. Berevajî vê temînata jiyaneke wekhev û adilane ne.”
 
Piştre jî Dogan bernameya kampanyaya Nan û Edaletê parve kir. Dogan, ev tişt anî ziman: “Em ê starta wê di 19’ê tîrmehê saet di 17’an de li Qoser a Mêrdînê bidin. Hevserokê me yê giştî Tuncer Bakirhan, rêveberên rêxistinên bajar û navçeyan dê tev li bibin. Piştî mitînga çandiniyê ya li Qoserê em ê di 25’ê tîrmehê de li Agiriyê bi esnafan re bên gel hev. Her wiha dê li Deriyê Sînor ê Gurbulakê daxuyanî were dayîn û hevdîtin were kirin. 
 
Em ê di 28’ê tîrmehê de li Êlihê hevdîtina kedê li dar bixin û di 29’ê tîrmehê de li qada rezervê ya Hatayê bên gel hev. Bêguman em ê li gel mexdûrên erdhejê bên gel hev. Di 7’ê tebaxê de em ê li Îdirê hevdîtina çandiniyê li dar bixin û di heman demê de bi jinên karker re hevdîtinê bikin. Di 11’ê tebaxê de em ê li Gebze ya Kocaeliyê bi karkerên tersaneyê re bên gel hev. Di 17-18’ê tebaxê de em ê li Antalyayê bi karkerên turûzmê re bên gel hev. Di 19’ê tebaxê de em ê li Îzmîrê bi teqawidan re bên gel hev, di 20’ê tebaê de li Îzmîrê hevdîtina ekolojiyê li dar bixin û di 21’ê tebaxê de jî li Manîsayê bi karkeran re bên gel hev. Her wiha dê têkildarî hevdîtina jinan daxuyaniyeke din were dayîn. Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglû dê hevdîtina me ragihîne. Di tevahiya mehên tîrmeh û tebaxê de em ê li gelek bajar û navçeyan re bi kedkaran re bên gel hev.”

Sernavên din

15/07/2024
20:48 Hevşaredar Zeydan û Uzunay serdana Îmamoglû kirin
20:21 Koma 6'emîn nobedê dewr girt: Qeyûm talan e
20:11 Ekolojistan li Amedê nerazîbûn nîşanî pêşniyarqanûna kuştina heywanan dan
17:34 Li Îzmîrê şewata daristanê: 3 kes mirin
17:22 Li Cizîrê 4 zarok hatin binçavkirin
17:02 IFJ’ê ji bo rojnamevan Mîrza bang li Tirkiyeyê û Iraqê kir
16:45 ‘Ji bo ku polîtîkayên şer bi dawî bibin tecrîdê rakin’
15:44 DEM Partî li dijî Paketa Darazê ya 9’emîn derket û şerh danî
15:33 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê bi Talabanî re civiya
15:07 Dayikan bang kirin ku 9 kesên hatine girtin bên berdan
15:02 DEM Partiyê bangî 2 wezaretan kir: Têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
14:24 Zarokên wesayîtê lêxistibû jiyana xwe ji dest dan
14:10 Partiya Komunîst a Iraqê: Divê êriş demildest bên rawestandin!
13:33 ‘Iraq dikare êrişên dewleta tirk bibe Laheyê’
12:43 Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan
12:15 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Erecî li Silêmaniyê ye
11:10 Li Mûsilê gora komî hate dîtin
11:06 MYK ya DEM Partiyê civiya
11:05 Li Amedê êrişên li dijî kargehan: Dewlet araste dike
10:17 Dewleta tirk navendên gundan bombebaran kir
10:17 AYM’ê xwest doza îstîsmarkirina zarokê dîsa bê lidarxistin
10:13 Parastvanê Seyît Riza: Şah Îsmaîl
09:55 Li Amediyeyê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye
09:55 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li NY’ê bên nîqaşkirin
09:49 Şanar Yurdatapan: Divê rewşenbîr bibin yek û li dijî şer bisekinin
09:12 ‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
09:11 Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan
09:07 Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne
09:03 'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'
09:02 Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:44 Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin
08:30 Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer
08:26 Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket
08:14 Li Semsûra mirina biguman a zarokekê
14/07/2024
22:45 Cenazeyê Ogmen radestî malbata wî hate kirin
21:08 Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dest pê kir
20:58 Rêxistinên ciwanan ‘zincîra edaletê’ çêkirin: Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin
20:21 Êrişî Eyn Îsayê hate kirin: Welatiyek hate qetilkirin
19:32 Di keleka geştê ya şewitî de 4 kes birîndar bûn
19:24 Li Wanê zarokek di golê de xeniqî
18:05 Cenazeyê 2 ciwanên di golê de windabûn hatin dîtin, yek jî hate rizgarkirin
17:44 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
17:35 Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin hatin bibîranîn
17:10 Ji 29 kesan 15 kes hatin binçavkirin
16:25 Arşîva Çapemeniya Azad êdî li ser dijîtalê ye
16:00 Li Amedê ji bo avakirina ‘Serokatiya Daîreya Astengdaran’ biryar hat dayîn
15:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
15:25 Li Amedê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ‘kuştina’ ajalan dan
15:25 Rojnamegerên êriş dişopandin hatin binçavkirin
14:44 Ji ber êrişên li dijî kafeyan 3 kes hatin girtin
14:34 Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar hate girtin
14:16 DEM Partî: 14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye
14:04 Komxebata Jin û Aboriyê bi dawî bû
12:46 Derket holê ku kesê li dijî Trump sûîqest kirî ji Komarparêzan e
12:46 Parêzer Devedjian: Divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide
11:02 Amirî: Divê Tirkiye hêzên xwe ji xaka me vekişîne
10:58 Ji jinên Gomî gaveke mînak
10:33 Kovara Jinê vê hefteyê cih da komkujiyên Hîzbûllahê
10:15 Cenazeyê dayika li ber ava çem ketibû hate dîtin
09:49 Di mitîngê de li dijî Trump êrişa çekdarî hat kirin
09:46 'Odeyên qanehkirinê' yên li navendên paşveşandinê di rojeva NY'yê de ne
09:30 Ji şahidên serdemê Şeremet: Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin pêş bikevin
09:26 Ji parêzera Çîftçî ya du caran hat girtin banga têkoşîna hevpar
09:04 Xwişka Alî Çîçek: Biçûk bû, lê dilmezin bû
09:04 Çiya û gundên herêma Botanê bost bi bost tên talankirin
09:04 Şaredariya Cizîrê ji bo welatî nexeniqin tîmek avjeniyê wezîfedar kir
09:04 Gelo li Îranê guherîn pêkan e?
09:04 Rojnamevan Mîrza: Dewleta tirk bi çêkirina diwaran sînorên xwe diyar dike
09:01 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN
13/07/2024
21:48 Li Bilêxşê 9 kes hatin girtin
21:43 Cizirî li dijî tayinkirina qeyûm meş
20:11 Rojnamevan Topaloglû hat girtin
18:50 Li Mêrdînê 2 cenaze anîn morgê
18:47 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
16:30 Rêxistinên ciwanan 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anîn
16:20 Rojnamevan Sadik Topaloglû sewqî edliyeyê hat kirin
15:53 Li Mêrsînê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
15:21 Şaxên ÎHD'ê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 Platforma Bajêr: Em ê destûr nedin ku êrişî çand û jiyana me bikin
14:38 Bi girseyî serdana şîna Numaş hat kirin
14:17 Îsraîlê êrişî wargeha Filistîniyan kir: Bêhtirî 100 kuştî û birîndar hene
14:06 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Ez neviya Şemiyê me û li Galatasarayê mezin bûm
13:57 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin binçavkirin
13:50 Xizmên Windayan: Wê têkoşîna me ji bo windayan me bidome
13:09 Erdogan û Esad dê li Bexdayê hevdîtinê bikin
12:56 Di binçavan de xwendina ‘Sirûda Îstîklalê’ lê hat ferzkirin
11:18 Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin
11:13 Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn
11:09 Li Silêmaniyê sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
10:54 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê di salvegera 9’emîn de bên bibîranîn
10:28 Qedexeya li Kerboranê bi dawî bû
10:12 Cerdevan tevî gefan jî bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin
10:07 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Çarenûsa vî gelî wê demê hat guherandin
09:57 Ji bo 14'ê Tîrmehê stranek çêkir: Berxwedana li wir bû berxwedaneke civakî
09:56 Li gundên Hesana û Navyan ji nû ve birîna daran dest pê kir
09:50 Armancên Tirkiyeyê û astengî
09:26 Li Gabarê goristan hatiye rûxandin
09:18 'Sedema xerabûna aboriyê dizî ye'
09:16 Li Îzmîrê di mehekê de 16 girtî hatin sewqkirin