Teqawîdan ji desthilatê re got: Ka xwe bi ceribînin ku bi vî pereyî debarê bikin!

  • rojane
  • 10:17 18 Tîrmeh 2024
  • |
img
WAN - Teqawîdên bertek nîşanî zêdekirina 2 hezar û 500 lîre mûçeyên xwe dan, ev bang li desthilatê kirin: “Ka hûn xwe bi ceribînin ku bi vî pereyî debarê bikin!”
 
AKP’ê di 16’ê tîrmehê de ragihand ku dê mûçeyê teqawîdan ê herî kêm bibe 12 hezar û 500 lîre. Qanûna têkildarî mûçeyê teqawîdan ê herî kêm li paketa anîn Meclisê zêdekirin. Lê teqawîd li dijî rêya zema hatiye kirin bi bertek in. Teqawîdên li Wanê dijîn, îşaret bi sînorê birçîtiyê yê 26 hezar û 400 lîreyî û sînorê xizaniyê yê 72 hezar lîreyî kir û bertek nîşanî zema hikumetê ya 2 hezar û 500 lîreyî dan. 
 
‘PERE JI ŞER RE TÊ XERCKIRIN’ 
 
Ahmet Ergînbaş ê teqawîd wiha got: “Mûçeyê em digirin 10 hezar lîre ye, mûçeyê nû bê dayîn jî 12 hezar û 500 lîre ye. Di navberê de tu ferq nîne. Mixabin ji teqawîdan re ev pere rewa tê dîtin. Ez ê çawa bi vî pereyî debara xwe bikim?” Ergînbaş, bal kişand ku bi mûçeyê kêmtirîn ê berê digirt dikarî 3 xwendekaran bide xwendin û wiha berdewam kir: “Min dikarî her sal jî qurbanekî serjê bikim. Lê dema em li vê pêvajoya pêşiya xwe dinêrin em rastî rewşeke gelek nebaş hatin. Em weke teqawîdan nan û zik debara xwe dikin. Dema mesele teqawîd bin pere nîne, lê ji tank, tiving û balafiran re pereyekî zêde heye. Ya rastî hemû budçeya Tirkiyeyê ji şer re tê xerckirin. Heke ev pereyê ji şer re tê xerckirin dabûna gel û teqawîdan em di vî halî de nedibûn. Heke em bixwazin ku aborî baş bibe divê demildest dest ji şeran bê berdan û pereyê ji şer re tê xerckirin li aboriya welat were zêdekirin.”
 
‘WELAT HATIYE ASTA KU MIROV NIKARIN LÊ BIJÎN’ 
 
Yek ji teqawîdan Emîn Orhan, destnîşan kir ku aboriya welat hatiye asta têkçûnê û wiha got: “Li gorî rayedaran rewşa me teqawîdan gelekî baş e. Em dikarin bi pereyên digirin debara xwe bikin. Ka bila ew jî xwe biceribînin ku bi vî pereyî debara xwe bikin. Em li malê binêrin an li zarokan? Em pereye ceyranê bidin an yê gazaxwezayî? Em nizanin. Em bi vî pereyî çawa debara xwe bikin? Dema em îro lê dinêrin lêçûna rojane ya qesrê bi milyonan pereyî ye. Ew pereyê tê xerckirin ji mirovan re were xerckirin, em ê di vî halî de nebûna. Tirkiye hatiye asta ku mirov nikarin lê bijîn. Li welat ne razemenî, ne kar ne dahat heye. Ev dê bi vî awayî heta ku derê berdewam bike? Ji bo ku ev pirsgirêk bên çareserkirin divê demildest desthilata heyî bê guhertin. Heke ev desthilat were guhertin dê welat bêhneke rehet bistîne û dê welat were asta ku mirov bikarin lê bijîn.”
 
‘EM NIKARIN XWE BIGIHÎNIN SERÊ MEHÊ’ 
 
Mîrsevdîn Sonay jî anî ziman ku berê dikarin bi mûçeyê teqawîdan debara xwe bikin û razemeniyên biçûk bikin û wiha axivî: “Em niha bi 10 hezar lîreyê em digirin nikarin zêrekê jî bikirin. Divê qet nebe mûçeyê me qasî zêrekê bibûya. Ji teqawîdan re qala daxistina gerê dikin. Îro kîjan teqawîd bi vî pereyê digire re dikare bi gere? Şûna daxistina gerê bila qertekî daxistinê yê bikarin ji marketê dan û standinê bikin bidin ku em bikarin poşetên xwe tejî bikin. Teqawîd vê dixwaze. Baş e ku xwendekarên min nînin. Hinek teqawîd di kirê de ne û xwendekarên wan hene. Ji ber vê yekê zehmetiyê dikişînin. Teqawîd bi rojane debara xwe dikin û tu ji wan nikarin xwe bigihînin serê mehê. Ez ji ber ku li gund dijîm qet nebe zor û zehmet be jî debara xwe dikim. Lê kesên li bajaran nikarin bi mûçeyê teqawîdbûnê debara xwe bikin.”
 
‘BILA ZEMÊ BIGIRIN Û BIDIN ALÎGIRAN’ 
 
Serokê Şaxa DÎSK Emeklî-Sen’ê yê Wanê Tîmûr Sayyîgît jî bertek nîşan da ku zema li teqawîdan hatiye kirin weke “mizgînî” bê nîşandan û wiha got: “Em bang li kesên ku bêyî şerm bikin ji vê re dibêjin mizgînî dikin; em vê zema 2 hezar û 500 lîreyan a hatiye kirin qebûl nakin û dixwazin demildest bi paş ve were kişandin. Bila biçin zikê alîgirên xwe têr bikin. Ji bo ku di roja me de li Tirkiyeyê teqawîdek bikare debara xwe bike divê herî kêm 35 hezar lîreyan mûçe bigirin. Ji bo teqawîdên di kirê de ne û xwendekarên wan hene ev hejmar kêm e. Ji sala par ve biha du qet zêde bûne; divê mûçeyên teqawîd û karkeran jî li gorî vê zêde bibe. Tevî ku ji her tiştî re ji sedî sed zem hate kirin jî ji mûçeyên teqawîdan re an qet zem nehatiye kirin an jî qismekî biçûk hate kirin.”
 
 

Sernavên din

23/07/2024
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû
16:57 Pêşniyazqanûna paşnavê jinan ji pakêtê hate derxistin
16:47 Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome
16:39 Hevdîtinên qanûna ‘kuştinê’ bi protestoyan dest pê kir
16:24 DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir
15:41 Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:24 Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine!
15:15 Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezaran derbas bû
14:45 Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn
14:02 Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn
13:52 Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da
13:35 Koçyîgît: Tirkiye di dîroka xwe de xizaniya herî mezin dijî
11:53 Ji Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê
11:31 Tîryakî: Midûrê Emniyetê yê Îdirê weke nûnerê AKP’ê tevdigere
11:08 Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
11:04 Balafirên şer Metîna bombebaran kirin
10:59 Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt
10:56 Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin
10:19 Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin
10:14 Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin
10:08 Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene!
09:37 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
09:03 Faîlê Hîlal Kar bû mehek hêj nehatiye girtin
09:02 Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 Pekoz: Tirkiye dê neçar bimîne hem ji Iraqê hem jî ji Sûriyeyê derkeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
21/07/2024
23:37 Êrişî 5 gundên Minbîcê hate kirin
22:57 Zarokê 4 salî yê kete Çemê Xabûrê jiyana xwe ji dest da
21:15 Serokê Amerîkayê Joe Biden xwe ji namzetiyê vekişand
20:45 Bertek nîşanî PDK’ê dan: Navnîşana çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn diyar e
20:19 Nasnameya endezyarê li Gabarê jiyana xwe ji dest da hate aşkerekirin
20:02 Ji Wênegir Mûrat Yazar agahî hate wergirtin: Hate berdan
18:27 Li Bagcilarê bi rojeva tecrîdê civîna gel hate lidarxistin
18:14 Şandeya DEM Partiyê li Çiyayê Gabarê lêkolîn kir
17:31 Li Bagcilarê ‘dagirkirin û xiyanet’ hate şermezarkirin
17:12 Endezyarê li Gabarê di bin kavil de ma jiyana xwe ji dest da
17:04 4 kesên ku di wesayîta kete golê de bûn jiyana xwe ji dest dan
15:40 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ hat lidarxistin
14:55 Midûrê emniyetê çû serdana xebatkarên bankamatîkê yên provakator
14:00 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Bi PYD’ê re hevdîtinê bikin
13:32 Walîtiya Şirnexê: Ji 3 karkeran 2 jê hatin xelaskirin
13:01 Rêveberê DAIŞ’ê Hebîba hate girtin
12:39 Li Gabarê quleya sondajê wergeriya
12:38 Bayindir: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo Kurdistanê statû
11:17 Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
10:39 Bakirhan: Xelk ketiye derdê pariya nanê xwe lê ev li pey şer in
09:49 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:43 Li Peyasê atolyeya ‘şerê taybet’ hat lidarxistin
09:24 Tevî biryara dadgehê jî kedkarên tenduristiyê bi kamerayan tên şopandin
09:23 Li Edeneyê erdhej çêbû
09:20 Li Girtîgeha Yozgatê binpêkirin di lûtkeyê de ne
09:20 DEDAŞ’ê Azadê biçûk bênefes hiştiye!
09:15 Girtiyê ku ji sedî 50'î astengdar e di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:11 Partiyên sosyalîst: Li dijî êrişan divê em mil bidin milê têkoşîna gelê kurd
09:08 Rojnamevan Işik: PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariyê dike
09:06 Dosyeya ku ‘Pêvajoya Çareseriyê’ qedandî 5 sal in li Dadgeha Bilind tê sekinandin
09:03 Krîza aborî bandora xwe li ser cil û bergên kurdî jî dike
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2024'AN
20/07/2024
22:26 Ji 14’ê tîrmehê ve agahî ji wênegir Mûrat Yazar nayê girtin
22:09 Nobedên dijî qeyûm berdewam dikin: Dest ji zîhniyeta qeyûm berdin
21:53 Li Geverê maça fînalê ya tûrnûvûya Gulistan Dokû hat lîstin
19:19 Li gelek bajaran bang li PDK’ê hat kirin: Dev ji xiyanetê berde
18:12 Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan bi dawî bû: Jin dikarin çareseriyê li pêş bixin
16:40 Cezayê hucreyê dan girtiyê nexweşê giran