Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Em kesek jî bimînin wê têkoşîna me ya edaletê bidome

  • rojane
  • 09:04 19 Tîrmeh 2024
  • |
img
STENBOL - Malbatên qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê diyar kirin ku li Tirkiyeyê lêgerîna edaletê bûye tişta herî zor û ew kesek jî bimînin dê dest ji têkoşîna edaletê bernedin. 
 
Malbatên qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê k udi 20’ê Tîrmeha 2015’an de pêk hatibû, bi rasthatina salvegera komkujiyê ji ajansa me re axivîn. 
 
Yek ji qurbaniyan jî Vatan Budak ê 22 salî bû. Bavê wî Mûrat Budak û Yasemîn Boyraz ku dayika wê Nazligul Bahar Boyraz di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû, axivîn. 
 
‘EM BI LAWÊ XWE SERBILIND BÛN’ 
 
Mûrat Budak behsa kurê xwe kir û got jiyana lawê wî tije têkoşîn bû û lawê wî di hemû komkujiyên diqewimîn de gelek hesas bû. Budak bi bîr xist ku lawê wî çûye gundê Roboskî û navçeya Somayê serdana malbatên karkerê ku hatin qetilkirin kiriye û got: “Lawê min qetlîamekî qebûl nedikir. Gelek hesas bû. Nedixwest zarok bên kuştin. Dema ku got ez ê biçim Kobanê em pê serbilind bûn.” 
 
‘DINYA BI SER ME DE HILWEŞIYA’ 
 
Budak anî ziman ku dema wan bihîstiye lawê wan di komkujiyê de miriye dinya bi ser serê wan ve hilweşiyaye û ev dinya her tim bi ser serê kesên baş ve hildiweşe. 
 
‘EM KESEK JÎ BIMÎNIN EM Ê TÊBIKOŞIN’ 
 
Budak diyar kir ku berpirsyarê sereke yê gelek qetlîamên ku li Tirkiyeyê hatine kirin dewlet e û wiha got: "Ne tenê Komkujiya Pirsûsê, komkujiyên Enqere, Amed û Edeneyê jî ji bo berjwendiyan ji aliyê desthilatdariyê ve hatin kirin. Desthilatdariya AKP'ê komkujiyên ku kiriye qebûl dike. Em weke malbatên qurbaniyan li pey doza zarokên xwe ne. Heta kesek jî ji me bimîne em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Heta ku berpirsiyar bên darizandin wê têkoşîna me bidome. Kujer nayên darizandin. Malbat hatin darizandin. 9 sal in darizandin dewam dike. Îro tişta herî zor li Tirkiyeyê pêkanîna edaletê ye. Em ê her li ber vê bêhiqûqiyê têbikoşin û xwe bi rêxistin bikin.” 
 
'DAYIKA MIN BI HÊVÎ BÛ’
 
Yasemîn Boyraz jî bi bîr xist ku dayika wê Nazligul Bahar Boyraz di komkujiyê de miriye û dayika wê kedkar û jiyanê diparêz û di heman demê de jinek demokrat bû. Boyraz got jiyana dayika wê her têkoşîn bû û ew her tim bi hêvî bû û bi vê hêviyê jî biryar girt ku biçe Kobanê. Boyraz da zanîn ku ji bo dayika wê biçe Kobanê û cil û bergan bide zarokên Kobanê bi kêfxweşiyek mezin çû û ew kêfxweşî û hêviya wê negihîşt serî. 
 
‘EDALET TUNE YE’ 
 
Boyraz bal kişand ser hûrguliyên dozê ku 9 sal in didome û destnîşan kir ku delil nehatin komkirin, daxilî dosyeyê nehatin kirin û kujer hatin parastin. Boyraz anî ziman ku li Tirkiyeyê edalet tune ye û li dijî bêedaletî û bêhiqûqiyê banga têkoşîna hevpar li partiyên siyasî û rêxistinên sivîl kir. 
 
MA / Ferhat Sezgîn
 
 

Sernavên din

31/07/2024
09:28 Bertekên ewil ên li dijî kuştina Haniye
09:26 Rewşa zimanê kurdî ya li Serhedê: Êdî ne zimanê dayikê, yê dapîrê maye
09:25 Genco Erkal jiyana xwe ji dest da
09:11 Keskîn bang li CHP'ê kir: Ji kodên xwe yên damezirîner dûr bikeve, gavekê biavêje
09:09 Di bin çavan de bi stranên nîjadperestan îşkence lê hat kirin
09:06 ‘Mîhrîcana Munzurê piştevanî pêş xist’
09:01 ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:54 Li Êlihê jî hişyariyên bi kurdî yên trafîkê hatin jêbirin
07:26 'Pêşî Peya' ya bi biryara walîtiyê hatibû jêbirin careke din hate nivîsandin
07:23 Serokê Hamasê hat kuştin
30/07/2024
21:22 Li Kerboranê jî nivîsên 'Pêşî Peya' hatin jêbirin
21:02 Êrişên li ser çanda kurdî bi govendê hatin şermezarkirin
20:37 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:56 Li Amedê du malbat bi şer çûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
16:46 'Di qezaya 4 kes miribûn de paşguhkirin heye’
16:31 Li gundên Nisêbînê ‘herêma ewlehiya taybet’ hat ragihandin
15:31 Binçavkirinên li Wanê hatin protestokirin: Em ê paşve gavê neavêjin
15:04 Li Êlihê Loqenteya Gel hate vekirin: 3 cureyên xwarinê bi 100 lîreyan e
14:28 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê: Govend qedexe nîn e
13:51 Şaredariya Farqînê: Em kûçikan tedawî dikin û dîsa ber didin cihê wan
13:46 Şandeya DEM Partiyê çû serdana Yekitiya Jinên Kurdistanê
13:10 Berdevka DEM Partiyê: Gelê kurd dev ji govenda xwe bernade
11:50 Li Wanê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
11:49 Turk-Îş: Sînorê birçîtiyê 19 hezar lîre derbas kir
11:41 Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Li Venezuelayê protestoyên hilbijartinê: Kesek hate kuştin
10:56 Li Hindistanê hezaz: 24 kes jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Erziromê qeza çêbû: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:08 Ji girtiyan pirsên ‘Kî mudaxileyî govendê dike?’ hate kirin
09:34 Dadgehê negot ‘îşkence ye’ lê qaneh jî nebû
09:18 Li Gabarê talana xwezayê didome: Darek nehiştin ku di bin siya wê de rûnin
09:11 Li navenda bazirganiya sînor pirsgirêka debarê heye
09:07 Ciwanan li dijî şerê taybet banga ‘têkoşîna rêxistinî’ dikin
09:02 Dayika ku 3 keçên wê bi hinceta ‘govendê’ hatin girtin: Aramiya me xera kirin
09:00 ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê hatin binçavkirin
08:18 Qanûna rê dide kuştina kûçikan hate qebûlkirin
29/07/2024
22:28 Di çalakiya nobetê ya li Şîşhaneyê de coşa govendê
22:11 Leşkerekî ku govend gerand hate girtin
21:54 Stranbêjên dawetê hatin girtin
21:44 Hatîmogûllariyê ji bo çêkirina avahiyên nû pêşniyara şandeya serbixwe ya kontrolkirinê kir
20:50 Ji gelek bajaran bang kirin: Li dijî êrişan govenda azadiyê bigerînin
18:48 Kesên ku nivîsên hişyariyên bi kurdî jê birin hatin gilîkirin
18:35 DEM Partî: Têkildarî hevşaredarê ku li Êlihê were hilbijartin pêvajo didome
17:50 Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Rêya Îmraliyê vekin
17:00 ÎHD: Nameyên bi kurdî û pirtûkan nadin girtiyan
16:55 Ahmet Ozer: Tayînkirina qeyûman tiştekî rast nîne
16:49 Dadgeha Bilind tundî û parvekirinên medya dijîtal ‘qusurên wekhev’ dît
16:48 33 kesên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Divê lêborîn were xwestin
16:39 Li Çiyayê Efkarê şewat derket
16:32 Li dijî biryara astengkirina malpera me îtîraz hate kirin
16:04 Hatîmogûllari li Hatayê bi cotkaran re hat cem hev
14:33 Xelkê Amedê: Jêbirina nivîsên bi kurdî dijminatiya li hemberî kurdan e
14:01 Biryarên darazê: ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
14:00 3 sal cezayê hefsê li rojnameger Silêman Ehmed hate birîn
13:32 Ji jinan konferansa ‘em rêxistin dibin’: Ji bo aştiyê divê tecrît rabe
12:36 Polîsan ji ber stran û govenda kurdî bi ser 3 dawetan de girtin
11:49 Danişîna rojnameger Silêman Ehmed destpê kir
11:24 Parêzer Sarica: Rapora NY’ê derhiqûqtiya CPT’yê raxist ber çavan
11:05 Katz: Erdogan li ser şopa Sedam Hisên diçe
10:34 Wanî: PDK Kurdistanê pêşkeş dike
10:34 Li Venezuelayê dîsa Maduro bi ser ket
10:33 Zarokê nivîsên bi kurdî boyax kirî ‘fikra’ parêzer û polîsan pirsî ye
09:57 Li Afyonê qeza: kesek mir, 38 kes jî birîndar bûn
09:24 Madeya rê li ber kuştina kûçikan vedike hate qebûlkirin
09:12 ‘Divê gelê Başûr li dijî PDK’ê berteka xwe nîşan bide’
09:07 Eren ê DEM Partiyî: Em ê destûrê nedin ku li Hasandînê li madenê bigerin
09:01 Bêyî ku projeya şaredariya AKP’î bê temamkirin hate bidawîkirin!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:59 Koma ku polîsan diparast li Amedê nivîsên bi kurdî reş kir
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Çeteyên hevpar’ derket
08:19 Li Êlihê qeza: 2 jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
28/07/2024
23:48 Li Mêrsînê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê bi dawî bû
23:27 Mîhrîcana Mûnzûrê bi govendên hatin gerandin re bi dawî bû
22:27 Hatîmogûllari protesto kir: Em li benda herkesê ne ku tev li govenda azadiyê bibin
21:56 Li Mîhrîcana Mûnzûrê meşa hawîrdorê
21:40 Mîhrîcana Mûnzûrê: Pêdivî bi hevkariya têkoşîna ekolojiyê heye
20:21 Ji binçavkirin û girtinan re berteka ‘govenda bikurdî’
19:52 Li dijî talana xwezayê ji Çiyayê Gabarê bang kirin
16:55 Şahiya zarokan a li Wanê bi dawî bû
16:51 DEM Partiyê xwest mudaxileya îktîdarê ya li darazê bê lêkolînkirin
16:36 Hatîmogûllari: Kêr negihaşt hestî, êdî hestî derbas kir
16:08 Hatîmogûllari: Dê gelê kurd her dem li her derê govenda xwe bigerîne
15:53 Xizmên girtiyan: Heta tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
15:50 Şandeya DEM Partî û TJA’yê li Silêmaniyeyê hevdîtinên xwe didomîne
15:29 Xelkê Pasûrê li dijî madenan meşiya: Em ê xaka xwe nedin şîrketan
15:00 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: 4 hezar û 596 roj in em li edaletê digerin
14:29 Ciwanan pirsgirêkên xwe nîqaş kirin: Çareserî têkoşîn e
13:12 Li Wanê zaroka ketî bendavê jiyana xwe ji dest da
12:33 Li Stenbolê bi hinceta ‘Govenda kurdî’ 11 kes hatin girtin
12:32 Pasûriyan bertek nîşanî madenan dan: Dewlet jî be em ê destûrê nedin
11:48 Konseya Bajar a Wêranşarê hat avakirin
11:40 ROJIN’ê ji bo Ezîzî û Muhammedî bang kir: Biryara îdamê bidin sekinandin
11:24 ‘Her kes divê li her derê govendê bigerîne û dirûşman berz bike’
10:47 Hejmara 74’emîn a Kovara Jinê derket
10:46 Li gundên PDK’ê daye valakirin malên şewitî û hilweşiyayî man
10:43 'Têkoşîna wî îro jî tê domandin’
09:58 Hulaku: Li dijî tiryakê tu tevdîr nayên girtin
09:46 ‘Xeyala Keybanû Zenûbyayê li Rojava pêk tê’
09:38 Mihrîcana Mûnzûrê: Asîmîlasyon jî didome berxwedan jî