Demîrtaş: Heke ez siyasetmedarekî faşîst bûma daraz dê min biparasta

  • rojane
  • 14:37 19 Tîrmeh 2024
  • |
img
MÊRSÎN - Selahattîn Demîrtaş ê li Mêrsînê di danişîna doza ku jê tê darizandin de axivî, wiha got: “Heke ez siyasetmedarekî faşîst bûma daraz da min biparasta. Lê ji ber ku ez siyasetmedarekî kurd im têm darizandin.”
 
Bi hinceta axaftinên wî yên di navbera salên 2015 û 2016’an de di aktîvîteyên li Enqereyê, Bazîd/Agiriyê, Mêrsîn û Mêrdînê de bi îdiaya “Hikumeta Komara Tirkiyeyê, organên darazê, teşkilata leşker û polîsan bi awayekî aşkere biçûk xistine” derbarê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş de doz hatibû vekirin. Danişîna 13’emîn a dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Mêrsînê hate lidarxistin. Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ku lê tê ragirtin bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Parêzerên Demîrtaş û parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) Alî Bozan di danişînê de amade bû. Malbata Demîrtaş jî ji Edliyeya Amedê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. 
 
’55 SAL CEZA HATE DAYÎN’ 
 
Demîrtaş ê li dijî mutalaya dozger a di danişîna beriya niha de pêşkeşî dadgehê kir parastin kir, anî ziman ku mutala kopî paste û da zanîn ku di mutalayê de li ser navê hiqûqê tenê rêzek jî nîne. Demîrtaş, destnîşan kir ku doz siyasî ye û wiha got: “Li aliyekî Selahattîn Demîrtaş ê kurd ê terorîst li aliyê din dewlet. Dema li vir Selahattîn Demîrtaş û dewlet li hemberî hev bin helbet dê ji aliyê dewletê ve biryarek derkeve. Ji ber vê yekê ev doz, dozeke siyasî ye. Li DMME’yê binpêkirina xala 14’emîn dê derkeve. 7 sal in ev doz didome. Dewletê îşkence jî kiribe li gorî dozger divê vî bedelî Selahattîn Demîrtaş bide. Sedemê ku dibêjim kurd ev e: Heke ez siyasetmedarekî nijadperest bûma, min li nava Enqereyê gef li kesekî xwaribûna ev jî têra nake yek bikuşta we doz jî li min venedikir, berovajiyê wê hûn hemû da min biparêzin. Heke siyasetmedarekî faşîst bûma daraz da min biparasta. Tenê ji ber axaftinên min 55 sal ceza li min hate birîn.”
 
‘KESÊN KU GOTIN TERORÎST DEMÎRTAŞ NEHATIN DARIZANDIN’ 
 
Kujerên ku Tahîr Elçî, Hrant Dînk kuştin hatin berdan. Selahattîn Demîrtaş 55 sal ceza girt. Heke weke zilamekî ku jinek kuştî derketibûma hemberî we herî zêde da 25 salan ceza bigirim. Mûsa Orhan tecawizî jinekê kir, rojekê jî ceza negirt. Di 55 salên li min hatin birîn de tenê yek rewşa baş nehate pêkanîn. Daraza tirk bi awayekî aşkere ji me re cihekariyê dike. Heke Serokkomarê Somaliyê bûma û kuryeyek kuştibûma da cezayê pereyî bigirim. Darazê heman muamele li kesên ku heqaret li min kirine kiriye? 143 caran Serokkomar Erdogan ji min re gotiye ‘terorîstê kujer’. Soylû zêdetirî 50 caran ji min re gotiye ‘kujer’. Heke hûn bêjin ev ne sûc in min jî gotiye ‘kujer’ , ‘Komara Tirkiyeyê kujer e’ çima têm darizandin? Darazê ji kesên ku heqaret li min kirine re heman mûamele kiriye? Olcay Kilavûz gelek caran ji min re got ‘terorîstê kujer’. Me nekarî yek dozê li kesekî bidin vekirin. Dozger û Dadgeran bi taybetî Olcay Kilavûz parastin. Avaniya ku jê re dibêjin ‘Ocaxên Ulkuyan’ pankarta ‘Terorîst Selahattîn Demîrtaş’ vekirin. Parêzerên me nekarîn derbarê wê pankartê de kirariyekê bidin destpêkirin. Bi hefteyan daliqandî ma. Ez jî weke Beştaşê dibêjim ‘Terorîst bavê we ye’.”
 
‘EZ SIYASETMEDARÊ KURD IM EW MAFYA Û NIJADPEREST’ 
 
Demîrtaş di berdewama axaftina xwe ev tişt gotin: “Ez organên darazê yên hikumetê rexne dikim. Mafê ku hevokên girantir bînin ziman heye. Wê demê çi qewimî ye, ev zilam weke ku tiştek nebe gotiye ‘kujer’, îşkence li sivîlan hatiye kirin. Xwezî lê nêrîbûya ka îdiayeke wiha heye an na. Ez ê tiştên di danişîna din de nîşanî we dan dîsa nîşan bidim. Di serî de mirovên ku deng dane me hewl didim mirovan ji bin zextan xelas bikim. Heke ev yek hatibûya fêm kirin ev îdianame nedihate amadekirin. Mînak mafya Alattîn Çakici bûma, gefa kuştinê li Kiliçdaroglû xwaribûya, da derbarê min de çi bê dayîn. Li ser înternetê heye. Bi kuştinê gef li serokê muxalefeta sereke xwar. Lêpirsînek jî nehate vekirin. Heke ez Sedat Peker bûma û gotibûma ‘Em ê xwînê biherikînin’, li Rîzeyê nijadperestekî tirk ê faşîst bûma, siyasetmedarekî kurd nebûma hûn da biryara neşopandinê bidin. Lê Peker pişt re çigot? Got ku ‘Me ev yek bi kordîneya dewletê kirin, ev ji me xwestin’. Kesekê jî cesaret nekir ku lêpirsînê bide destpêkirin. Di navbera me û Sedat Peker û Alattîn Çakici de çi ferq heye? Ez siyasetmedarekî kurd im, ew mafya û nijadperest.
 
DEWLET KESÊN WELAT DIFIROŞIN DIPARÊZE 
 
Bêguman ne ez lê dewleta tirk dê wan biparêze. Lê pirsgirêk ev e; ez jî hemwelatiyê Komara Tirkiyeyê me. Ez bacê didim lê ew nadin. Ew bacê direvînin, tiryakê dibin. Dema van dikin jî pişta xwe bi dewletê germ dikin. Nayê bîra min ku heta niha min cezayekî trafîkê jî girtibe. Hiqûqnas im û her çend rexneyên min hebin jî rêzê ji bo qanûnan digirim. Ji bo guherandina qanûnan têbikoşim jî rêz digirim. Min heta niha tu tiştekî ku zirarê bide sazî û dezgehên dewletê nekiriye. 12 salan di meclisa qanûndanînê de xebitîm. Hem li rexê darazê ve li eywanên dadgehan mam hem jî ji hêla qanûnsaziyê ve min li Meclisê peywir li xwe girt. Mesela min negot ‘Ez ê ji bo herikîna çemên te bimrim Tirkiye’ û piştre neçûm van çeman bifiroşim biyaniyan. Ez nîjadperest û neteweperestekî wiha yê tirk nînim. Min negot ‘Ez ê ji bo herikîna çemên te bimirim Tirkiye’ û piştre biçim li ser hemû çemên Behra Reş HES’an çêkim û pêşkeşî mitehitên neteweperest bikim. Min negot ‘Ez ê bimirim ji bo herikîna çemê te’ piştre biçim dewlemendiyên welat bifiroşim kanadayiyan. Ev çi kar in? Yên ku van dikin dewletê diparêzin lê em dewletê parçe dikin û zirarê didin? Hûn nikarin bibêjin agahiya me ji twîta Sedat Peker a ‘Em ê çirik bi çirik xwîna wan biherikinîn’. Peker piştre got; ‘Dê di qeydên HTS’ê yên wê demê derkevin holê. Min çendek roj beriya wan gotinan li ser telefonê gotibû. Hemû gotinên min ên wê demê ji bo leha hikûmetê bûn. Ji ber ku wê demê diviyabû me rewşa tirsê ava bikira.’ Dema ev gotin dikir, wê demê min ew axaftin kiribûn. 
 
Di serdema xendek-barîqatan, komkujiyên Gara Enqereyê û Pirsûsê de vî kesî ev peywir li xwe girtiye. Hikûmetê ferman daye vî kesê qirêjî û jê xwestiye ku ‘hewayê tirsê’ ava bike. Weke siyasetmedarekî min hewl da rê li ber vî bigirim. Hûn cezayî nadin Sedat Peker lê ji ber axaftinên min 55 sal cezayê hefsê didin min ne wisa? Akdemîsyenên Aştiyê ji bo ku danezana ‘bila xwîn bisekine’ prave kirin gelek jê bêkar man û nikarin vegerin zanîngehan. Çima? Ji akademîsyenan Bariş Unlu pirtûka ‘Peymana Tirkitiyê’ nivîsand û bersiva vê pirsê da. Ji bo we jî wê pirtûkê pêşniyar dikim. Divê her kes bixwîne. Yê ku nivîsandî kurd nîne. Di vê pirtûkê de çi lêkolîn dike? Ji avakirina komarê heta niha peymaneke zimmî ya nav lê nehatiye kirin heye. Xalên vê peymanê yên xuya nakin hene. Weke mînak, xala yekemîn a TCK’ê xuya nake. Di vir de dibêjin; ‘dewlet ji bo parastina xwe dikare her sûcekî bike lê hûn nikarin dewletê ceza bikin.’ Ev madeye xuya nake. Peymana Tirkitiyê jî ji madeyên xuya nakin pêk tê. Her kesên peymana ‘îdeolojiya fermî ya dewletê qebûl dike tirk e, zimanê her kesî tirkî ye, em li ser pişta hespan ji Asyaya Navîn hatin, pîr û kalên me heman in, her kesê li Tirkiyeyê dijî tirk e, dewlet yek pare ye, em miletekî leşker in, her tirkek bi bedela dinyayê ye, heke tirk bî serbilind be heke tirk nebî îtaet bike’ qebûl kirin dikarin di nezera dewletê de bibe tiştek. Ji bilî noqteyên krîtîk hûn dikarin bibin her tiştek.” 
 
'ÇIMA DEMA EZ DIBÊJIM DEWLET DIBE SÛC?’ 
 
Demîrtaş, wêneyên di dema qedexeya derketina kolanan a di sala 2016’an de pêşkeşî dadgehê kir û ev pirs kir: “Gotina ‘Dewlet îşkenceyê dike û em ê li pêşberî darazê hesabê bipirsin’ li gorî çi dibe sûc?” Demîrtaş, wêneyên wehşeta di jêrzemînên Cizîrê de jî nîşan da û wiha domand: “Li ser dîwar nivîsandine ‘Me komkujî kir, me ferman ji te girt zilamê dirêj’, ‘Em çawa xweşik dilîstin lê hûn zû mirin’, ‘Heke tirk bî serfiraz be heke nebî îtaet bike.’ Li dîwarên malên kurdan ên hatine valakirin ev nivîsandin. Dewletê ev nivîsandin û min jî ev dewlet rexne kir. Yê ku ev îşkenceye kiriye li ser dîwaran nivîsa ‘Dewlet hat’ nivîsandiye. Çima dema ez dibêjim ‘dewlet’ dibe sûc? Min 7 rojan ji bo wergirtina cenazeyê Taybet Înan hêvî kirin. Min got ‘cenazeyê jinikê li ber çavên malbata wê dirize.’ Yên ku ev yek kirî Komar a Tirkiyeyê ye, peywirdarên wê ne, lê Selahattîn Demîrtaş ê mafê wê jinê diparêze dibe sûcdar? Rûmeta mirovahiyê 7 rojan li erdê ma. Ji ber ku min li dijî vê dengê xwe kir lewma dê ceza bidin min? Min hewl da rûmeta mirovahiyê biparêzim. Heke hûn jî ji bo vê cezayê bidin, dê ev pergala mafyayê paqij bike û biçe.” 
 
'YÊN SÛCÊN DEWLETÊ ÎFŞA DIKE TÊ SÛCDARKIRIN’ 
 
Demîrtaş, wêneyên tiştên li Nisêbîn û Cizîrê qewimîn jî nîşan da û wiha pê de çû: “Ev kiryar dişibin tiştên Îsraîlê bi serê Filistînê anîn. Dewletê ev kir. Yên ku ev îşkence kirine li ser dîwar nivîsa ‘dewlet hat’ nivîsiye. Çima dema ez dibêjim ‘dewlet’ dibe sûc? Hiqûq binpê kirin. Yên ku sûcên dewletê îfşa kirin hatin sûcdarkirin. Dema ev tişt diqewimîn kî li ser peywirê bû; kesên fermandarî ji JOH û POH’ê li Cîzîrê ev îşkence dikirin, niha ji FETO’yê girtî ye. Gelo dibe ku ev qas îşkence ji bo darbeyê kiribin? Ev rastiyeke li holê ye. Ji bo vê kirin. Dema FETO’yiyan li ser navê dewletê ev dikirin, Bahçelî û Erdogan kevir li ser kevir nedihiştin.” 
 
EV DER NE QADA MITÎNGÊ YE!
 
Dema Demîrtaş ji pirtûka ji parastinan pêk tê roportaja bi endamê tevgera tîmên taybet re dixwend, dadger got; “Navê pirtûkê bidin, hewce nake hûn li vir bixwînin.” Demîrtaş, jî wiha got: “Pirtûka çi ev parastin in, gelo tiştên li vir hatin nivîsandin ji we re giran hatin?” Dema kesên li eywanê ji bo vê rewşê li çepikan xistin, dadger got: “Ev der ne qada mitîngê ye.” 
 
Demîrtaş, bi domdarî ev pirs ji dadger kir: “Qadeke we ya bikonfor heye. Hûn bi birîna gotina min mudaxileyî parastina min dikin. Gelo ma pîvaneke ku parastin ji pirtûkê nayê xwendin heye?” 
 
'EM Ê TIRKIYEYÊ BIRÊVE BIBIN’
 
Demîrtaş, parastina xwe wiha temam kir: “Bi zêdetirî 144 fezleke û îdianameyan hatim parastin û bi sala ye di girtî me. 55 sal ceza li min hatiye birîn. Daraza ku divê edaletê pêk bîne, ya bûye aparata bêedalet a dewletê. Girtina me ya bi sala ye didome û fatûreya qetilkirina hiqûqê li civakê tê birîn. Tenê ji bo ku Demîrtaş û Kavala di hundir de bimînin, 2 mûçe ji berîka welatiyan derdikevin. Heke gotin di cih de be em girtina bipere dijîn. Bedela wê jî hûn didin. Çima? Ji bo ku terîqet bi pereyan dewletê şêlînin û pergala mafyayê bidome. Bi destê darazê Tirkiye têk birin. Kesên neteweperest û li gel dewletê, dewletê talan dikin. Bi têkbirina edaleta darazêr e civak rizandin. Fihûş, tiryak... Îktîdar çawa bi sindoqê hatibe dê dîsa bi sindoqê biçe. Ez îro li girtîgehê bang dikim; heke hûn sibe lê binerin ez ê weke îktîdarê bang bikim. Weke Selahattîn Demîrtaş rojekê ez ê dewleta Komara Tirkiyeyê birêve bibim, em ê birêve bibin. Dema dewran guherî em ê li pey tolê nekevin, em ê hesabê bipirsin. Dibe ku cezakirina min ji hêla exlaqî ve jî ji we re rast bê lê heke hûn dewletê hez bikin, li gorî bendewariyên çeteyên siyasî tevnegerin û wan bidarizînin.”
 
Piştî axaftina Demîrtaş jî parêzeran parastin kir. Danişîn, bi parastinan didome. 
 
 
 

Sernavên din

20/07/2024
15:33 Li Efrînê 9 kes hatin revandin
15:03 Rêwiyên xeyalan hatin bibîranîn: Qûrnefîl û pêlîstok danîn ser gorên wan
14:05 Di êrişa kafeyê de kesekî din jî hate binçavkirin
13:52 Rayedarê midûriyeta polîsan got ‘di bin çavan de ye’ lê 32 sal in agahî jê nayên girtin
13:28 Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê hate binçavkirin
13:19 Li Wanê komxebata Jinan: Demokrasiya herêmî bi jinan dest pê dike
12:51 Malbatê windakiriyan li 4 bajaran daxwaza edaletê kir
12:12 Hate îdiakirin ku girtiyê edlî xwe şewitandiye
11:59 Cenazeyê girtiyê 30 salan Yaşa li Amedê hate veşartin
11:46 Qurbaniyên Pirsûsê hatin bibîranîn: Xeyalên wan dê nîvco nemînin
11:35 Rêxistinên Ekolojiyê dê li dijî qirkirina xwezayê 28'ê tirmehê li Şirnexê bin
11:16 Li Herêma Kurdistanê yarbayek hate kuştin
11:04 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê kampanya: Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in
10:50 Melayê şêladizêyî bertek nîşanî PDK'ê da: Em azadiya herêma xwe dixwazin
10:34 Endamê CPT yê berê Restellini: Pêwîste CPT dîsa serdana Îmraliyê bike
10:26 Li Şirnexê krîza tenduristiyê kûr dibe: Emeliyatxane girtî ne
09:40 ‘Armanc ew bû ku şoreşa li Kobanê bînin ser vê axê’
09:21 Li şûna darên ku tên birîn kaleqol û qereqol tên avakirin
09:16 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Em taştê bin, ew ê firavîn bin
09:13 Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji bo Azadiyê: Em hemû hunermenda vedixwînin ku li ber şer rabin
09:10 Parêzera rojnamevan Topaloglû: Bi rêya medyayê operasyon hat kirin
09:08 'Helwesta PDK’ê helwestek xiyanetkar û hevkariyê ye’
09:06 Rewşenbîr ji şer re dibêjin na: Pirsgirêka kurd bi şer nayê çareserkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:34 Li Bêgiriyê Şahiya Gel: Em rê nadin qeyûman
19/07/2024
22:55 Êriş û hevkarî hatin protestokirin: Bimire xiyanet, bijî berxwedan
22:33 Komeleya Birca Belek şahiya mezûniyetê li dar xist
21:43 Ji bo 33 qurbaniyan xeleka ji mirovan hat çêkirin
20:30 Jinek li Semsûrê hat kuştin
19:24 Bakirhan: Em li dijî zilma desthilatdariyê û DEDAŞ'ê xwedî li keda xwe derkevin
17:56 Aykurt ê li Dêra Ortodoksê wezîfedar bû wefat kir
17:41 Bakirhan serdana herêma şewatê kir: Ev komkujiya DEDAŞ’ê ye
17:27 2 sal û 6 meh cezayê hepsê li Demîrtaş hat birîn
17:18 Doza Malbata Şenyaşar: Daxwaza guhdarîkirina li şahidan hat redkirin
17:08 Ûçar: Em destûrê nedin vî şerî
16:47 DEM Partiyê giliyê TUÎK’ê kir
16:24 Çalakî di hefteya 13’emîn de ne: Tecrîdê bi dawî bikin
15:42 Cîgirê midûrê polîsan li mala xwe mirî hate dîtin
15:34 Kesê êrişî jinan kiribû vê carê heqaret li wan kir
15:11 PDK’ê li Kerkûkê bi eniya dijî kurdan re lihev kir
15:11 Midûrê polîsan gef li rojnamevan Kaya xwar
14:58 Şaredariya Êlihê starta bernameya çandê da destpêkirin
14:56 Lêgerîna tazî û hejmartina ser pêyan li dayikên girtî hate ferzkirin
14:53 Cenazeyê Erbek piştî 4 salan radestî malbata wî kirin
14:48 Fezlekeyên 10 wekîlan pêşkeşî Meclisê hatin kirin
14:39 DEM Partiyê têkildarî mûçeyê teqawîdan û mûçeyê kêmtirîn pêşniyazname da
14:37 Demîrtaş: Heke ez siyasetmedarekî faşîst bûma daraz dê min biparasta
13:58 Kesê weke ‘kobay’ hatibû bikaranîn giliyê berpirsyaran kir
13:46 Hate xwestin ku parêzer Çîftçî were berdan
13:38 Tûncel: Herêma Kurdistanê bi xwe ve girêdidin lê PDK dengê xwe nake
12:30 Talankirina xwezayê ya li Komateyê didome
11:45 Li dijî girtina 3 jê dayik 9 kesan îtîraz hat kirin: Di dosyayê de delîl tune ne
11:43 DEM Partî: Parastina Şoreşa Rojava berpirsyartiya me hemûyan e
11:20 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:12 Gefa kuştinê li ciwanê îşkence lê hatiye kirin û parêzerên wî tê xwarin
11:09 KNK: Divê her kes li dijî dagirkeriyê Şoreşa Rojava biparêze
10:30 Dewleta tirk a sewqiyata leşkerî didomîne herêma Biradostê bombebaran kir
10:19 Êrişî paytextê Îsraîlê Tel Avîvê hate kirin: Kesek mir 4 kes birîndar bûn
10:02 Şêx Berzencî: Em êrişên dagirkeriyê qebûl nakin
09:59 Girtiyê hate emeliyatkirin dîsa birin girtîgehê: Piştî 2 mehan jiyana xwe ji dest da
09:52 Rojnameger Topaloglû: Ji dosyayeke mukerrer komplo çêkirin
09:49 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:47 ‘Aqûbeta Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê girêdayî têkoşînê ye’
09:39 'Mihrîcana Berxbirê niha weke amûrê pişaftina çandî tê lidarxistin'
09:38 Rewşa Şengul ê di greva birçîbûnê de giran dibe
09:37 Di lêpirsîna qeçaxa ceyranê de 14 kes hatin girtin
09:28 'Gelê kurd wê hesabê êrişan ji PDK’ê bipirse’
09:27 Gundê ku bi destê jinan hatiye avakirin: Jinwar
09:13 'Roja ku kurê mın hat qetilkirin edalet jî hat binaxkirin’
09:11 DEDAŞ’ê li gundê Hethetkê bi milyonan lîre fatûre li gundiyan birî
09:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Em kesek jî bimînin wê têkoşîna me ya edaletê bidome
09:02 Bersûc hatin parastin, mexdûr hatin darizandin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2024'AN
18/07/2024
23:18 Hevşaredarên Artûklûyê: Em astengiyan nas nakin û em ê xizmeta gel bikin
22:50 Li Stenbol û Colemêrgê nobedên dijqeyûm: Gelê kurd wê serê xwe netewîne
22:18 Şaredariya Farqînê we bi sê zimanan pêşwazî dike
21:32 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê li Rihayê panel li dar xist
21:19 Girtiyê piştî 31 salan hat berdan: Ez ê têbikoşim
21:07 Platforma Şahmaran: Divê tacîzkar û îşkencekar bên girtin
19:03 Platforma Jinan a Amedê: Em di têkoşînê de ne, em dest jê bernadin
17:35 Bernameya 22'yemîn Festîvala Mûnzûrê diyar bû
16:15 Ji gelek bajaran bertek nîşanî êrişan dan: Ji dagirkerî û xiyanetê re na
16:14 DEM Partiyê ji bo Komkujiya Pirsûsê pêşnûme da Meclisê
15:54 Li dijî dagirkeriyê banga têkoşîna hevpar
15:53 Ji OHD’ê rapora girtîgehan a Çûkûrovayê: Divê tecrîd bê bidawîkirin
14:49 Bertek nîşanî girtina parêzer Çîftçî hate dayîn: Divê bê berdan
14:03 BES’ê li gelek bajaran ji bo daxwazên xwe çalakî li dar xist
13:57 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan hate kirin
13:37 Temellî: Rêya aştiya civakî ji guftûgoya bi rêveberiya xweser re derbas dibe
13:30 Rojnameger Topaloglû sewqî Girtîgeha Marmarayê hate kirin
13:10 DFG: Em hedef nîşandana rojnamevan şermezar dikin
13:04 CPT: Yê ku di êrişê de hatiye kuştin pêşmerge bû
12:55 Endama Dîwana Serokatiya YNK’ê bertek nîşanî êrişan da
12:53 ‘Ji ber bêdengiya Bexdayê binpêkirinên Tirkiyeyê didomin’
12:44 Înîsiyatîfa Hûnerê ya ji bo Azadiyê hate damezrandin: Em welatekî ku aştî lê ava bibe dixwazin
11:45 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:57 Kiratli yê li AYM’ê hate tayînkirin bi El Nusrayê re bazirganî kiriye!
10:38 Parêzer Bîlmez: Wezaret ji bo înkarkirina tecrîdê hincetan peyda dike
10:37 Cezayê li 24 siyasetmedaran hatibû birîn hate erêkirin
10:37 Li Amedê nexweş û xebatkarên tenduristiyê ji ber xwarinê jehrî bûn