Bakirhan: Xelk ketiye derdê pariya nanê xwe lê ev li pey şer in

  • rojane
  • 10:39 21 Tîrmeh 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê wiha got: “Teqawid pirsgirêka debarê dijîn û li welêt xizaniyeke mezin heye lê îktîdar li pey şer û pevçûnan e.”  

 
Endamên Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya serdema nû, li navenda giştî ya partiyê civiyan. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beriya civîna Meclisa Partiyê (PM) li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Bakirhan, ji ewil kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî û wiha got: “Em soz didin wan hevalên xwe ku dê pira aştî, demokrasî, azadî û piştevaniyê mezintir bikin. Yên ku ev komkujî kirin, yên bingeha vê komkujiyê ava kirin jî em şermezar dikin.”   
 
'YÊN KU ŞER DIXWAZIN ÎKTÎDAR IN’    
 
Bakirhan, anî ziman ku di pêvajoyeke pir girîng de ne û wiha domand: “Şer û pevçûnên li cîhanê her ku diçe girantir dibin. Tu çareseriyan jê re peyda nakin. Ji ber ku li herêmên şer hêzên hegemonîk ên cîhanê hene. Her wiha li gelek welatên cîhanê hilbijartin hatin lidarxistin û rêveberî diguherin. Rojeveke pir germ heye. Me bi hev re hilbijartinên li Fransa, Ingilistan û Îranê şopand. Li cîhanê û herêma me du mijar derdikevin pêş. Yek şer ya din jî aloziya siyasî. Îktîdarên otorîter hewl didin vê valahiya siyasî bi polîtîkayên neolîberal ên kapîtalîst tije bikin. Ev hêz hewl didin cihên ku em lê birêxistinkirî nînin, li cihên gel nebirêxistinkirî û têkoşîneke xurt lê nayê meşandin dagirin.”
 
‘JI BO ÎKTÎDARA XWE BIPARÊZIN XWE JI QETILKIRINA MIROVAN NADIN PAŞ’  
 
Bi domdarî Bakirhan anî ziman ku DEM Partî hewl dide têkoşîna xwe ya li dijî şer mezintir bike û wiha pê de çû: “Em, ji bo ev şer kûrtir nebin û pirsgirêk bi îradeya gelan bên çareserkirin têdikoşin. Yên ku şer dixwazin ne gelên Sûriye û Iraqê ne. Yên ku şer dixwazin gelên li Ûkraynayê nînin. Gelên li Lubnanê nînin. Yên ku şer dixwazin îktîdar in. Kesayetên xwedî mejiyê otorîter ên li îktîdarê şer dixwazin. Ji bo parastina îktîdara xwe di xwe de dibînin ku demografyaya Efrînê biguherînin. Perîşekirina mirovan, qetilkirina wan, talankirina çand û xwezaya wan pir bi rehetî dikin. Lewma yên ku şer dixwazin ne gel, kedkar û jin in. Em qet nînin.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ ÊRIŞAN DA
 
Di berdewamê de Bakirhan bal kişand ser polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo domandina îktîdara xwe li şer û pevçûnan digerin. Em tam bi rewşeke piştî sala 2015’an re rû bi rû ne. Qala şerê sêyemîn ê cîhanê dikin, dibêjin meseleya ewlehiyê û jiyana demokratîk a gelên li Rojava ji bo xwe weke gefekê dibînin. Çi karê wan bi Herêma Federe ya Kurdistanê re heye? Hêj niha jî li çiya, deşt û girên Amediyeyê baregehên leşkerî û kalekolan çêdikin. Xuyaye ku dê vê yekê heta demekî dirêj bidomînin. Gel birçî ye û hejar bûye. Teqawid ketine derdê pariyê nanê xwe, li welat xizaniyeke mezin heye lê îktîdar li Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê li pey şer û pevçûnan e. Em li dijî vê derdikevin û qebûl nakin. Divê muxalefet piştgiriyê nede vê feraseta şer û pevçûnan û nekeve xefika wan. Ji ber ku îktîdara AKP-MHP’ê îktîdara şer e. Ev ne şerê gelên Tirkiyeyê ye. Kurd gef nînin, xelkê Herêma Federe ya Kurdistanê ji bo ewlehiyê gef nîne. Tenê tiştek heye. Îktîdar ji bo domandina hebûna xwe hewl dide dijminan ava bike û wê derê veguherîne qada şer. Ev şer ne şerê me ye û weke her carê em ê her tim li dij derkevin.” 
 
‘KUJERÊ ESMANÛRÊ ÎKTÎDAR E’ 
 
Bakirhan, axaftina xwe wiha domand: “Xizaniyeke pir giran heye. Lê rojeva Tirkiyeyê ya sereke şer û pevçûn in. We jî duh temaşe kir. Di esasê xwe de di dîroka komarê de xizanî û krîzeke herî mezin heye. Heta di serdemên darbeyê de jî krîzeke aborî ya wiha mezin nehatiye dîtin. Xelk nikare xaka xwe bikêle lewma dibin karkerên demsalî û dikevin rêyan. Herî dawî duh li Wêranşarê traktora karker vediguhest wergeriya û Esmanûr a 15 salî û xwişka wê di bin de man. Lanet li wan be yên şer û pevçûnan dixwazin. Îktîdara ku ji bo Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê negihije azadiya xwe û statûyê bi dest nexe xwînê dirijîne, kujerê Esmanûrê ye. 
 
Tenê derdekî îktîdarê heye; birçîhiştina gelên Tirkiyeyê, xizanhiştina wan û hîn bêhtir dewlemendkirina sermayedaran e. Vê îktîdarê tevahiya bala xwe daye ser tunekirina destkeftiyên gelê kurd. Ji bo ku kurd dayika xwe nebînin tu tiştek nîne ku nakin. Bawer bikin ku şerê sêyemîn ê cîhanê deh caran jî derkeve dê berê tifinga vê îktîdarê her li ser kurdan be û destê wan di berîka kedkaran û xizanan de be. Armanc û siyaseta van ev e.
 
ÇIMA JI BO KURDAN ÇARESERÎ TUNE YE? 
 
Erdogan duh di axaftina xwe ya têkildarî Qibrisê de digot; ‘Em ji bo muzakere, hevdîtin û çareserî û aştiyeke mayinde ya li Qibrisê amade ne.’ Dibêje ‘me heta niha tu caran destên ji bo çareseriyê hatine dirêjkirin vala ne şandine.’ Baş e Şam destê çareseriyê ye, Iraq destê çareseriyê ye, Îran destê çareseriyê ye, Yewnanistan destê çareseriyê ye... Bêguman bila bibin lê çima mijara behsa xeberê dibe Herêma Federe ya Kurdistanê û Rojava hûn tank û topan bi kar tînin? Ev çareserî çima ji bo kurdan tune ye? Çima destê ji bo çareseriyê tê dirêjkirin bi destê kurdan nagire. Ma hûn ewqas dijminatiyê li kurdan dikin? 
 
Ev mantiq nikare tu tiştekî pêş bixe. Hûn dikarin bi Esad re sulhê bikin, destê çareseriyê dirêj bikin. Lê ma çi sûcê kurdên li Efrînê heye? Çi sûcê xelkê Amediyeyê heye? Heta çendek roj berê we bi deh qatî ji bombeyên Îsraîlê li Xezeyê barandin li Amediyeyê û gundên wê barandin. Daristan tên şewitandin, mirov tên qetilkirin. Heman tiştên di salên 90’î de li vir hatine kirin îro li wir tên kirin û gundan vala dikin. Tu kî yî û bi çi mafî li wirî? Kê ew heq daye te ku tu li herêmêke ne di nava sînorên te de gundên kurdan vala dikî û kalekolan çêdikî? 
 
BANG LI PDK’Ê KIR
 
Dixwazin bang li rêveberên Herêma Federe ya Kurdistanê bikim. Hey ji bo Xwedê bi rastî jî li wir rêveberiyek heye? Welatek, li derveyî sînorê xwe di nava xaka welatekî din de 80 baregehên leşkerî ava dike. Ji hejmara baregehên Amerîkayê li Sûriyeyê ava kiriye zêdetir in. Bi dehan kalekol hatine avakirin. Gelo dê rêveberiya wir kengî pirsa ‘Ev baregeh, ev tank û top ji bo çi ne? Ji bo kê ne?’ bike. Heke zehmet nebe bila bipirsin. Em pir baş dizanin bê ka ew leşker û baregeh çima li wir in. Tenê rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê nizane. Banga me ji bo wan e; ji kerema xwe nebin parçeyeke vê polîtîkaya dagirkeriyê. Ji kerema xwe nehêlin dagirkeriya li wir mezintir bibe, malên kurdan, gundên wan bên şewitandin û valakirin. Nebin amûreke perîşebûna xelkê wê herêmê. Ji ber vê nêzikatiya we wijdana gelê kurd diêşe. Bi xemgînî li rewşê temaşe dikin. Kengî kurdan di navbera xwe de danûstandin kiribin, kengî axaftibin, bi hev re tevgeriyabin her tim pir mezin bi ser ketine. Mîna li Rojava. Mîna têkoşîna li dijî êrişên DAIŞ’ê. Li şûna şerê birakujiyê yên di salên 70, 90 î 2000’î de, ji bo ew êş careke din neyên jiyîn, divê di navbera xwe de muzakereyan bikin û rê nedin polîtîkayên dagirkeriyê.” 
 
'DIVÊ XWE BÊHTIR BIRÊXISTIN BIKIN’
 
Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê vê pergala zordest teqez têk bibin. Gelên Tirkiyeyê di 31’ê adarê de bersiveke baş dan vê zordestiyê. Tam jî di vê serdemê de divê em tevî gel li dijî zilm, zordestî, kedxwarî û pergala zeman xwe bêhtir birêxistin bikin û berpirsyartiya xwe ya têkbirina îktîdarê bi cih bînin. Divê em rêxistiniya xwe jinûve binirxînin. Heke rêxistinî nebe têkoşîn jî nabe. Heke rêxistinî nebe serkeftina li dijî vê pergala zordest serkeftin jî nîne. Yek ji peywirên me yên esasî ya serdema pêşiya me xwebirêxistinkirin e. Heke perwerde nebe partiyek jî nabe. Paradîgmaya partiyekê, perwerdeya partiyê şertê yekemîn a serkeftina partiyekê ye. Em ê di serdema pêş de girîngiyê mezin bidin xwebirêxistinkirin û perwerdeyê. Ji bo parastina civakê em ê tifaqa demokratîk mezin bikin. Ji bo parastina civakê em ê têkoşîna hevpar mezin bikin û bi qasî heta niha nehatiye kirin em ê li qadan bin.” 
 
 

Sernavên din

23/07/2024
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû
16:57 Pêşniyazqanûna paşnavê jinan ji pakêtê hate derxistin
16:47 Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome
16:39 Hevdîtinên qanûna ‘kuştinê’ bi protestoyan dest pê kir
16:24 DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir
15:41 Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:24 Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine!
15:15 Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezaran derbas bû
14:45 Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn
14:02 Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn
13:52 Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da
13:35 Koçyîgît: Tirkiye di dîroka xwe de xizaniya herî mezin dijî
11:53 Ji Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê
11:31 Tîryakî: Midûrê Emniyetê yê Îdirê weke nûnerê AKP’ê tevdigere
11:08 Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
11:04 Balafirên şer Metîna bombebaran kirin
10:59 Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt
10:56 Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin
10:19 Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin
10:14 Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin
10:08 Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene!
09:37 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
09:03 Faîlê Hîlal Kar bû mehek hêj nehatiye girtin
09:02 Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 Pekoz: Tirkiye dê neçar bimîne hem ji Iraqê hem jî ji Sûriyeyê derkeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
21/07/2024
23:37 Êrişî 5 gundên Minbîcê hate kirin
22:57 Zarokê 4 salî yê kete Çemê Xabûrê jiyana xwe ji dest da
21:15 Serokê Amerîkayê Joe Biden xwe ji namzetiyê vekişand
20:45 Bertek nîşanî PDK’ê dan: Navnîşana çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn diyar e
20:19 Nasnameya endezyarê li Gabarê jiyana xwe ji dest da hate aşkerekirin
20:02 Ji Wênegir Mûrat Yazar agahî hate wergirtin: Hate berdan
18:27 Li Bagcilarê bi rojeva tecrîdê civîna gel hate lidarxistin
18:14 Şandeya DEM Partiyê li Çiyayê Gabarê lêkolîn kir
17:31 Li Bagcilarê ‘dagirkirin û xiyanet’ hate şermezarkirin
17:12 Endezyarê li Gabarê di bin kavil de ma jiyana xwe ji dest da
17:04 4 kesên ku di wesayîta kete golê de bûn jiyana xwe ji dest dan
15:40 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ hat lidarxistin
14:55 Midûrê emniyetê çû serdana xebatkarên bankamatîkê yên provakator
14:00 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Bi PYD’ê re hevdîtinê bikin
13:32 Walîtiya Şirnexê: Ji 3 karkeran 2 jê hatin xelaskirin
13:01 Rêveberê DAIŞ’ê Hebîba hate girtin
12:39 Li Gabarê quleya sondajê wergeriya
12:38 Bayindir: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo Kurdistanê statû
11:17 Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
10:39 Bakirhan: Xelk ketiye derdê pariya nanê xwe lê ev li pey şer in
09:49 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:43 Li Peyasê atolyeya ‘şerê taybet’ hat lidarxistin
09:24 Tevî biryara dadgehê jî kedkarên tenduristiyê bi kamerayan tên şopandin
09:23 Li Edeneyê erdhej çêbû
09:20 Li Girtîgeha Yozgatê binpêkirin di lûtkeyê de ne
09:20 DEDAŞ’ê Azadê biçûk bênefes hiştiye!
09:15 Girtiyê ku ji sedî 50'î astengdar e di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:11 Partiyên sosyalîst: Li dijî êrişan divê em mil bidin milê têkoşîna gelê kurd
09:08 Rojnamevan Işik: PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariyê dike
09:06 Dosyeya ku ‘Pêvajoya Çareseriyê’ qedandî 5 sal in li Dadgeha Bilind tê sekinandin
09:03 Krîza aborî bandora xwe li ser cil û bergên kurdî jî dike
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2024'AN
20/07/2024
22:26 Ji 14’ê tîrmehê ve agahî ji wênegir Mûrat Yazar nayê girtin
22:09 Nobedên dijî qeyûm berdewam dikin: Dest ji zîhniyeta qeyûm berdin
21:53 Li Geverê maça fînalê ya tûrnûvûya Gulistan Dokû hat lîstin
19:19 Li gelek bajaran bang li PDK’ê hat kirin: Dev ji xiyanetê berde
18:12 Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan bi dawî bû: Jin dikarin çareseriyê li pêş bixin
16:40 Cezayê hucreyê dan girtiyê nexweşê giran
15:55 Kuday û Menteş serbest berdin