Pekoz: Tirkiye dê neçar bimîne hem ji Iraqê hem jî ji Sûriyeyê derkeve

  • rojane
  • 09:00 22 Tîrmeh 2024
  • |
img
ENQERE - Zanyarê siyasetê Mûstafa Pekoz anî ziman ku di stratejiya herêmî ya Enqereyê de Hewlêr jî di nav de cihê kurdan nîne. Pekoz, diyar kir ku Tirkiye dê neçar bimîne ku ji Iraq û Sûriyeyê derkeve û wiha got: “Divê Enqere dest ji polîtîkayên tasfiyekirina kurdan berde û têkiliyên dîplomatîk deyne.”
 
Ji meha nîsana 2021’an ve êrişên hewayî û bejahî yên dewleta tirk ên li dijî herêmên Metîna, Zap, Avaşîn, Xakurkê, Biradost û Heftanînê yên li Herêma Kurdistana Federe didomin. Êrişên bi piştgiriya PDK’ê, ligel meha tîrmehê veguherî asteke din. Dewleta tirk bi rojane ji navçeya Amêdiyê ya Duhokê sewqiyeta leşkerî dike û herêmê bi awayekî zêde bombebaran dike. Gelek gund ji ber êrişan hatin valakirin. Her wiha li ser rêyên ku diçin gundan noxteyên kontrolê hatin danîn. Tê payîn ku êrîşên ku hikûmeta navendî ya Iraqê li hember wê bêdeng maye di rojên pêş de berfirehtir bibe. 
 
Zanyarê siyasetê Dr. Mûstafa Pekoz, têkildarî geşedanên dawî yên li herêmê pirsên Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) bersivandin. 
 
Êrîşên nû, hewldanên ji bo nêzîkbûna li Esad û peyamên “aştiyane” ji welatên Rojhilata Navîn re... Di polîtîkaya Rojhilata Navîn a Tirkiyeyê de weke guhertinekê tê şîrovekirin. Hûn tev li dibin?
 
Tê dîtin ku polîtîkaya herêmî ya bi navenda Rojhilata Navîn a Tirkiyeyê têk çûye û hema bêje tu armancên wê yên stratejîk pêk nehatine. Esasê siyaseta xwe ya herêmî ku bi taybet ev 12 sal in berdewam dike, ne tenê ji bo ku bibe hêzeke herêmî, di heman demê de ji bo pêşxistina sînorên fîzîkî yên welat bû. Serokkomar Erdogan di dema diyarkirina stratejiya Sûriyeyê ya dewletê de gotibû “An em ê mezin bibin an jî biçûk bibin.” Ev nêzîkatî jî li gorî polîtîkaya ‘kûrahiya stratejîk’ a ku Wezîrê Karên Derve yê wê demê Davûtoglû destnîşan kiribû. Ji ber vê yekê heke Tirkiye weke sînor biçûk nebe diviya bû ku were mezinkirin. Bi gotineke din hatibû armanckirin ku krîza navxweyî ya Sûriyeyê da weke hincet were nîşandan, rewşeke defacto were avakirin û qismekî axa Sûriyeyê bihata îlheqkirin.
 
 
Polîtîkayên Enqereyê yên Iraq û Sûriyeyê bi ser neketin. Bi bêdengî dev ji polîtîkayên ku wê afirandibûn berda. Ji ber ku têkiliyên herêmî bi lez û bez dest bi guhertinê kirin. Ji ber vê yekê jî nexwest ji têkiliyên herêmî bê îzolekirin
 
 
Di vê qonaxê de polîtîkayên Enqereyê yên li Lîbya, Rojhilatê Behraspî, Iraq û Sûriyeyê di esasê xwe de têk çûn. 'Bi bêdengî' dev ji polîtîkayên ku têkildarî van deran de afirandiye berda. Mînak ka stratejiya ‘Mavî Vatanê’. Kes li ser diaxive? Kî dikare bêje ku mijara Lîbyayê di rojeva Enqereyê de ye. Serokkomar Erdogan, di sala 2012’an de gotibû ku herî dereng dê di nava 6 mehan de “li Mizgefta Emevî ya li Şamê nimêjê bike”. Niha jî ji bo ku bi Esad re hevdîtinê bike hemû rêyan di ceribîne. Tirkiye ji ber neçariyê polîtîkayên xwe diguherîne. Ji ber ku têkiliyên herêmî bi awayekî bilez tên guherîn. Ji ber vê yekê Enqereya ku naxwaze ji têkiliyên herêmî îzole bibe, dest bi guherîna polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê kir. Ev rewşeke pêwîst û jêneveger e. Enqere di heman demê de hevsengiyeke nû ya siyasî diafirîne û hewl dide ji xwe re qadeke nû biafirîne. Lê hê jî dûrî afirandina stratejiyeke rasteqîn a li gorî hevsengiya hêzê ya li Sûriyeyê ye. 
 
 Dewleta tirk êrişên xwe yên li dijî Herêm Kurdistana Federe berfirehkirin. Tê diyarkirin ku Erdogan di civîna NATO’yê de ji van êrişan re piştgirî wergirtiye. Rewşeke wiha heye?
 
Operasyona leşkerî ya Enqereyê ya di nava sînorên Rêveberiya Herêma Kurdistanê de, li qada navneteweyî dest bi nîqaşê hate kirin. Ji ber vê sedemê, di raya giştî de hate nîşandan ku di dîplomasiya paşperdeyê ya Serokkomar Erdogan û Wezîrê Karên Derve Fîdan de ku beşdarî civîna NATO'yê ya Washingtonê bûn, ji bo operasyona Enqereyê ya di nav sînorên Iraqê de dest pê kir, desteka siyasî bû. Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Matthew Miller hişyarî da û got, “Divê koordînasyon bi Enqere, Bexda û Hewlêrê re bê kirin” û her wiha hişyariya Bexdayê ya ‘destûr nehate dayîn’ bal kişand. Washîngton diyar dike ku di mijara ku dikarin operasyoneke ‘sînorên wê diyarkirî’ erê bikin de Wezîrê Karên Derve yê tirk hişyar kirine. Tê diyarkirin ku Amerîkayê Tirkiye hişyar kiriye ku bi operasyonên xwe yên leşkerî yên li herêmê re planeke weke 'li herêmê mayînde bibe' nenirxîne û berê xwe nede hewldanên di vî alî de.
 
Ji bo vê jî di operasyona ku Tirkiyeyê daye destpêkirin de rîskên leşkerî û siyasî yên tevgerîna Tirkiyeyê ya bêyî ku Amerîkay’yê li ber çavan bigire wê ji ya ku hêvî dikir zêdetir be. Mirov dikare bibêje ku li beramberî erêkirina stratejiya leşkerî ya serdema nû ya NATO'yê ya li dijî Rûsya û Çînê, daxwaza Erdogan a ji bo 'desteka di asta bilind' a operasyona ku di nav sînorên Herêma Kurdistanê de hate kirin, pêk nehat. Divê ev xal neyê ji bîr kirin; Tirkiye welatekî ku endamê NATO’yê ye. Ji ber vê yekê NATO, bi taybetî Amerîka nikare helwesteke vekirî nîşan bide an jî li dijî operasyonên Tirkiyeyê bergiriyekê bigire. Bendemayîneke wiha jî dê xelet bibe. Rast nabe. Lê belê em dikarin bibêjin ku Erdogan ji bo operasyona ku Tirkiye li ser sînorên Hikûmeta Herêma Kurdistanê daye destpêkirin ji NATO'yê piştgiriyeke vekirî wernegirt.
 
Dema em êrişên bi meha tîrmehê re hatin destpêkirin li ber çavan bigirin, dikarin ku bêjin Bexdayê destûr daye Enqereyê?
 
Rêveberiya Bexdayê dizane ku operasyona Tirkiyeyê ya li dijî PKK’ê wê ji bo demeke dirêj xizmetê ji berjewendiyên Iraqê re bike. Bêguman e ku li herêmên ku weke ‘Herêmên Parastina Medyayê’ tên penasekirin, ji bo bêbandorkirina hêzên leşkerî yên PKK’ê an jî ji bo ku kontrola xwe ya li vir winda neke dê bi kêrî Bexdayê were. Tevî ku Bexda PKK'ê weke 'terorîst' nabîne jî, daxuyaniyên wê yên dawî balkêş in. Mînak îdîayên ku dibêjin PKK daristanan dişewitîne di esasê xwe de hewldana amadekirina bingeheke neyekser a operasyonên li dijî PKK'ê ye. Ji bo vê jî mirov dikare bibêje her çendî bi astekeke bilind bertek nîşan nedabe jî ji geşedanan aciz bûye. Heta tê gotin ku di navbera Wezaretên Karên Derve û yekîneyên îstîxbaratê de koordînasyoneke cidî heye. Ji bo vê jî têgihiştinên erêkirina Bexdayê û erêkirina Enqerê ji hev pir cuda ne. 
 
Pêvajoya rêveberiya Bexdayê, çawa li pêvajoyê dinêre?
 
Rêveberiya Bexdayê ji aliyê esasî ve ji hêza leşkerî ya PKK'ê ya li herêmê aciz e, lê eşkere ye ku di nava şert û mercên heyî de naxwaze bi PKK'ê re bikeve nava pevçûnekê. Ji ber vê yekê jî tê fêhmkirin ku bi aşkere nebe jî piştgiriyê dide Enqereya ku operasyona sînorên wê nediyarkirî daye destpêkirin. Lê belê daxuyaniyên ku dibêjin ew li dijî operasyoneke 'bêsînor' e û di vê mijarê de li hev nehatiye kirin, nîşan didin ku pirsgirêk girandibe. Daxuyaniya Serokê Şîa yê Tevgera Ehlî Heq a Esayîb Qeys El Xezalî ya “Divê artêşa tirk ji hemû axa Iraqê vekişe” bandoreke cidî kir. Ji ber ku beşeke girîng a civaka şîa li dijî operasyonên leşkerî derdikeve. Serokwezîrê Iraqê El-Sûdanî Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê kom kir û piştî nirxandina pêwîst şandeyeke bi serokatiya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Qasim Erecî şand Hewlêrê. Hate aşkerekirin ku di çarçoveya agahiyên bên bidestxistin dê rewş were nirxandin.
 
 
Daxuyaniyên Bexdayê û hewldanên Enqereyê nîşan didin ku pirsgirêk dest pê dike ku veguhere krîzeke siyasî. Niyeta Tirkiyeyê ya mayîndebûnê ji aliyê Bexdayê ve nayê qebûlkirin. 
 
Daxuyaniya Bexdayê ya bi rêya kanalên dîplomatîk ku destekeke sînordar daye operasyonê û divê di dema diyarkirî de were temamkirin û her wiha hewldanên Enqereyê yên ji bo berfirehkirina qada operasyonê nîşan dide ku pirsgirêk veguheriye krîzeke siyasî. Hewldanên Enqereyê yên li ser herêmeke bi kûrahiya 30 kîlometreyî kontrolê ava bike û niyeta wê ya ji bo bicihkirina bêdawîtiyê li herêmê, ji aliyê Bexdayê ve nayê qebûlkirin. Ji bo vê jî mirov dikare bibêje ku daxuyaniyên rayedarên leşkerî û siyasî yên Bexdayê yên li ser hev ji bo Tirkiyeyê hişyariyeke. 
 
 
Piştgiriya PDK'ê ya ji bo Enqereyê yek ji mijarên herî zêde tê nîqaşkirin e. Têkildarî vê mijarê hûn çi dibêjin?
 
Tê dîtin ku Tirkiye vê operasyonê bi piştgiriya aktîf a rêveberiya Hewlêrê dimeşîne û yekîneyên xwe yên leşkerî bi rêya Dihok û Hewlêrê şandiye herêmên şer û pevçûn lê hene. Tê gotin ku li hin cihan nîşaneya ala Kurdistanê bi wesayîtên leşkerî yên tirk ve hatiye kirin û ji bo valakirina hin deveran pêşmerge xistine dewrê. Ji ber vê yekê Tirkiye, li şûna Bexdayê girîngiyeke taybet dide ku bi rêveberiya Hewlêrê re tevbigere. Ji ber ku şansê wî heye ku çi bibêje bide kirin.
 
Tevî ku rêveberiya Hewlêrê bi taybetî Barzaniyan gelek caran dan xuyakirin ku ew tev li operasyona Enqereyê nabin jî, kes ji daxuyaniyên bi vî rengî re bawer nake. Yek ji sedemên ku rêveberiya Hewlêrê li gel berteka gel û destpêkirina çalakiyên protestoyî yên li hin deverên weke Amêdiyê, desteka leşkerî û lojîstîk a bêsînor daye Enqereyê ew e ku hêzên leşkerî yên PKK'ê ji herêmên ku weke 'Herêmên Parastinê yên Medyayê' tên pênasekirin bên derxistin û radestî wan bê kirin. Lê heke Enqere karibe ku herêmê ji hêzên leşkerî yên PKK’ê paqij bike, îhtîmaleke mezin dê wan deran ne teslîmî pêşmergeyan teslîm ê hêzên leşkerî yên Bexdayê bike. Ji ber ku kurd Hewlêr jî di nav de cihê wan di nav stratejiya herêmî ya Enqereyê de nîne. 
 
Li pişt piştgiriya Barzaniyan a ji bo Enqereyê dibe ku kîjan sedemên din hebin?
 
Barzaniyan li Tirkiyeyê razemeniyên gelekî cidî yên aboriyê hene. Di nûçeya di rojnameya Yenî Şafakê de hat weşandin de hat ragihandin ku li qadên xurek, înşaet, çandinî, lojîstîk û sotemeniyê zêdeyî 400 şîrketên aydê Barzaniyan hene. Hevkarên şîrketên ku li Tirkiyeyê damezrandine, bi taybetî ji kesên gelek nêzîkî desthilatê pêk tên. Gelek caran tê gotin ku malbata Barzanî xwedî dewlemendiyeke ji 50 mîlyar dolarî ye û beşeke girîng a wê veguheriye razemeniyên li Tirkiyeyê. Ji bo vê jî bi Enqereyê re berjewendiyeke gelek zehmet heye ku nikare qût bike. 
 
Barzaniyan li Tirkiyeyê razemeniyên gelekî cidî yên aboriyê hene. Lewma qutbûna bi Enqereyê re gelekî zehmet e. Pirsgirêkeke din pevçûna desthilatê ya Barzaniyan a navxweyî ye. Têkiliyên bi Tirkiyeyê re ji bo Barzaniyan gelekî girîng in. 
 
Pirsgirêka din jî şerê desthilatdariya navxweyî ya di nava Barzaniyan bi xwe de ye, an ku li Hewlêrê ye. An ku asteke din a piştgiriya Hewlêrê ya ji bo Enqereyê jî şerê desthilatê yê di navbera Barzaniyan de ye. Tê zanîn ku di navbera bav û kur Mesûd-Mesrûr Barzanî û biraziyê wî û zavayê wî Nêçîrvan Barzanî de hevrikiyeke desthilatê heye. Têkiliyên aborî û leşkerî yên bi Tirkiyeyê re ji bo Barzaniyan gelekî girîng in. Ji ber vê yekê, ne xelet e ku mirov bêjin piştgiriya aktîf a hem Mesûd-Mesrûr hem jî Nêçirvan a ji bo operasyona leşkerî ya Enqereyê, di heman demê de pêwendiya xwe bi şerê desthilatdariyê yê navxweyî re heye. Eger encama tê payîn di operasyona ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye destpêkirin de neyê bidestxistin, em dikarin bêjin ku dibe pevçûna hêzê ya navxweyî ya li Hewlêrê ji ya tê payîn gelekî zûtir û tevlîhevtir bibe. Divê kesek matmayî nebe ku di dema têkçûnê de Barzanî hevdû sûcdar bikin. 
 
Dewleta tirk bi êrişên xwe yên nû dikare bigihe armancên xwe?
 
Tevî ku Tirkiyeyê di kûrahiya 30 kîlometreyî de komikek çêkiribe jî, di mijara wergirtina encameke stratejîk de daneyên ku dikarin cidî werin girtin, derneketine holê. Tevî ku Tirkiyeyê bi sîstemên mîna tank, top, helîkopter, balafir, ÎHA û SÎHA’yan re dest bi operasyoneke berfireh kiriye jî, tê gotin ku hêj encameke bi bandor bi dest nexistiye. Tirkiye li herêmê xwedî tu dînamîkên civakî nîne. Aşkereye ku valakirina gund û mezrayên li herêma pevçûnê ji aliyê Tirkiyeyê ve rîskeke cidî derdixe holê. Tê wê wateyê ku nerazîbûna gelê herêmê zêde bûye û eger ev bertek li tevahiya Iraqê belav bibe, wê zexta civakî ya li ser Bexda û Hewlêrê zêde bibe. Ji ber vê yekê, xuya ye zehmet e yekîneyên leşkerî yên Tirkiyeyê bi kontrolkirina hin herêman re misogeriya dewamiya şer bikin.
 
Li gorî we di van êrişan de hedefa sereke çi ye?
 
Tirkiye bi kontrolkirina herêmên di navbera Metîna-Zap-Garê armanc dike ku têkiliyên Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ku PKK lê aktîf e qut bike û herêmên derbasbûna Qendîlê têxe bin kontrola xwe. Gumanên cidî hene ku ev stratejiya leşkerî ku gelek caran hatiye ceribandin lê bi ser neketiye, wê careke din encamê bi dest bixe. Ji ber ku, ji bo kontrolkirina temamiya herêmê, divê yekîneyên leşkerî yên tirk bi hêzeke mezin li wir bin. Hêzên kurewî û herêmî yên weke Amerîkan, Îran û Erebîstana Siûdî ragihandin ku ew teqez li dijî serdestiya leşkerî ya Enqereyê ya li herêmê ne.
 
Zêdebûna windahiyên Tirkiyeyê ya hem mirinên leşkeran hem jî ekîpmanên teknîkî yên leşkerî yên di vê operasyona Tirkiyeyê dest pê kirî de dê di nava dînamîkên navxweyî yên Tirkiyeyê jî dest bi lêkolînkirinê bê kirin. Di encamê de tevî krîza aboriyê jî bi mîlyonan dolarî tê xerckirin û fatûreya siyasî ya newergirtina encama tê payîn, wê ji hikûmetê re bê birîn. Enqere dizane ku tevî gelek dixwaze jî nikare li gorî daxwaza xwe li herêmê bimîne. Ji bo vê jî divê di nav demekê de encamên bi bandor bigire. Ji bo vê jî diyar e ku serkeftina stratejiya wê ya hedefkirî ya leşkerî û siyasî bi qasî ku tê fikirîn wê ne hêsan be û aşkereye ku bi taybetî wê pir zorê bide hikûmetê.
 
PKK dê ji vê pêvajoyê çawa bi bandor bibe?
 
Li gorî agahiyan li herêmê di navbera PKK’ê û yekîneyên artêşa tirk de pevçûn dijwar bûne. Ez ne pisporê leşkerî me, lê tê gotin ku PKK ji aliyê leşkerî ve xwedî stratejiyeke kontrola herêmê nîne û bêhtir bi hêzên bi tevger, bi hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê re di nava şer de ne. Ji ber vê yekê tê destnîşankirin ku yekîneyên artêşa tirk dê neçar bimîonin ku vî şerê bi PKK’ê re belavî qadeke berfireh bikin, ev jî tê rê li ber pirsgirêkeke ewlehiyê ya cidî veke. Li gorî raporên ku çavkaniyên herêmî dane, tê gotin ku PKK di warê piştgiriya lojîstîk de wê bi taybetî li herêmên ku weke ‘Herêmên Parastinê yên Medyayê’ pênase dike, zehmetiyan bikişîne.
 
Her wiha bikaranîna PKK’ê ya cureyek çeka nû hate rojevê…
 
Zêdekirina PKK’ê ya têgînên weke 'hêza hewayî û sîstema parastina hewayî' li termînolojiya xwe ya leşkerî balê dikişîne. Tê gotin ku bandora vê ya li qadê dê hebe. Di nirxandineke xwe ya beriya niha de min gotibû, ‘Divê tu kes ji ceribandina PKK'ê ya sîstemên nû yên çekan matmayî nemînin.’ Di nûçeyên ku di demên dawî de di çapemeniyê de cih girtin de ev rewş pir zelal bûye. Weke ku gelek kes difikirin, PKK piştî operasyoneke berfireh a li herêmê naxwaze Tirkiye bi lez û bez derkeve. Ji ber ku yekîneyên artêşa tirk çiqasî bimînin wê ewqasî windahî bidin û her ku diçe windahî dê zêdetir bibin. Stratejiya şer a PKK’ê li ser bingeha çalakiyeke demdirêj a bi hêzên leşkerî yên bi tevgerin e. Belavbûna yekîneyên artêşa tirk a li qadeke berfireh dê wê wateyê ku ji êrişên PKK’ê re vekirî dibe. 
 
Tirkiye dixwaze ne tenê li Iraqê li Sûriyeyê jî pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Nirxandina we ya li ser vê hewldanê dê bibe çi?
 
Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê têk çû û ji nû ve ket nava lêgerînê. Îro rastiya siyasî nîşan dide ku Esad li wir mayînde ye. Ji ber vê yekê Şam di kulûba serkeftiyan de ye. Her wiha Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Kurd lê serdest in hatiye avakirin, bi sazî bûye û gihaştiye statuya dewleteke defacto. Ji ber vê yekê, piştî Şamê serkeftiya duyemîn a li Sûriyeyê bû Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Kurd li navenda hêzê ne.
 
Şam di kulûba serkeftiyan de ye. Hêza duyemîn a piştî şamê serkeft Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Cihê komên îslamîst ên radîkal di pêşeroja Sûriyeyê de nîne. Tirkiye jî di nava koma windakiriyan de ye. 
 
Rêxistinên Îslamîst ên Radîkal hêj li Idlîb û El-Babê hebin jî bi awayekî polîtîk winda kirin. An ku di pêşeroja Sûriyeyê de cihê wan nîne. Polîtîkaya Sûriyeyê ya Tirkiyeyê diyarkirî jî bi awayekî fîlî têk çû, an ku hilweşiya. Piştî 12 salan, biryara Tirkiyeyê ya guhertina siyaseta xwe ya Sûriyeyê, ji qebûlkirina xeletiyê wêdetir ji neçariyê ye. An ku Tirkiye jî di nava koma windakiriyan de ye. Enqere vê rastiyê dibîne. Ji ber vê yekê Enqere di ferqê de ye ku neçare polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê biguherîne. Nexwe, xuya ye Enqere wê hem di têkiliyên herêmî de hem jî di hevsengên polîtîk ên destpêkê yên siyasî de zehmetiyên cidî bikişîne. Ji vî alî ve dikare bi destpêkirina pêvajoya muzakereyê ya bi Esad re weke gaveke bêhnvedanê bê nirxandin.
 
Tê diyarkirin ku şertê ku AKP'ê di hevdîtina bi Esad re daniye holê tesfiyekirina avaniya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
 
Di dema borî de Tirkiyeyê bi dehan daxwaz danîn pêşiya Esad. Lê belê di vê qonaxê de Tirkiye dixwaze hemû şert û mercan deyne aliyekî û bi tenê li ser mijarekê garantiyê ji rejîma Şamê bigire. Ev jî tesfiyekirina avadaniya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin e. Heke di vî warî de ji rejîma Şamê temînatê bistîne, wê ji tevahiya Sûriyeyê vekişe û hemû sînoran radestî Rûsyayê bike û piştre jî radestî Şamê bike. Stratejiya Rojhilata Navîn a Tirkiyeyê xwedî her tiştî ye, lê belê di nava xwe de nahewîne ku Kurd statuyeke siyasî, civakî û çandî bi dest bixin. Ji ber ku tê zanîn wê Partiya Baas ku hêza desthilatdar a li Sûriyeyê ye, gav bi gav li ser statuya xweseriyê ya bi Kurdan re biaxive û Rûsya jî di vî alî de xwedî teşwîqên cidî ye. Tê zanîn ku eger di dema pêş de destûreke ku avadaniya federal a li Sûriyeyê pêk tîne were qebûlkirin wê kesî matmayî nehêle û ji bo vê yekê jî hin amadekarî hatine kirin
 
Eşkere ye ku Tirkiye wê ji bo tasfiyekirina statuya kurdên li Sûriyeyê hemû rêbazan bi kar bîne. Ew dikare vê bike? Pir zelal e ku ew ê bi ser nekeve. Ji ber vê yekê danîna têkiliyên dîplomatîk a Enqereyê ya bi kurdan re guncavtir e. 
 
Dijberiya Tirkiyê ya heta lidarxistina hilbijartinên şaredariyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bikaranîna wê ji hemû hêza xwe ya dîplomasî û siyasî re da ku rê li pêşiya vê yekê bigire, fikara ku Rêveberiya Xweser ji aliyê rêjîma Esed ve were qebûlkirin e. Ji bo vê jî ne tesadûf e ku pirsgirêka kurd a li Sûriyê weke pirsgirêkeke navxweyî ya Tirkiyê tê dîtin, di heman demê de rastiyeke. Ji ber ku qebûlkirina avadaniyeke federatîf a kurdan a li Sûriyeyê ya piştî Iraqê dê bibe sedem ku Tirkiye bi berfirehtir bi pirsgirêka kurd re rûbirû bimîne. Eşkere ye ku ji bo pêşî li vê pêvajoyê were girtin, wê ji bo tesfiyekirina statuya Kurdan a li Sûriyeyê hemû rêbazan bi kar bîne. Ew dikare vê bike? Pir zelal e ku ew ê bi ser nekeve. Ji ber vê yekê danîna têkiliyên dîplomatîk a Enqereyê ya bi kurdan re guncavtir e. 
 
Dibe ku bibe operasyona dawî ya Enqereyê ya di vê astê de. Encamên tên hêvîkirin li vir bigire an negire, dê neçar bimîne hem ji Iraqê hem jî Sûriyeyê derkeve. Hevkêşeya herêmî zu di guhere. Her du welatan jî pêvajoya israrkirina hêzên xwe li wir bigirin temamkirin. Heke di tesfiyekirina xaka Kurdan de israr bike û bixwaze li ser vê şertê li Iraq û Sûriyeyê bigihêje lihevkirinekê jî, wê ji bo wî zehmet be ku encama tê payîn bi dest bixe. Ji ber ku biryar wê ne bi ferzkirinên Enqereyê, lê ji aliyê dînamîkên navxweyî yên her du welatan ve bê dayin. Her du welat ji bo kurdan di pêvajoyeke bêveger re derbas dibin û ev yek wê derbasî asta din bibe.  Divê Enqere dest ji polîtîkaya tasfiyekirina Kurdan berde û bi danîna têkiliyên siyasî-dîplomatîk ên bi Kurdan re cih ji xwe re veke. 
 
MA / Selman Guzelyuz
 

Sernavên din

23/07/2024
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû
16:57 Pêşniyazqanûna paşnavê jinan ji pakêtê hate derxistin
16:47 Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome
16:39 Hevdîtinên qanûna ‘kuştinê’ bi protestoyan dest pê kir
16:24 DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir
15:41 Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:24 Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine!
15:15 Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezaran derbas bû
14:45 Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn
14:02 Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn
13:52 Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da
13:35 Koçyîgît: Tirkiye di dîroka xwe de xizaniya herî mezin dijî
11:53 Ji Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê
11:31 Tîryakî: Midûrê Emniyetê yê Îdirê weke nûnerê AKP’ê tevdigere
11:08 Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
11:04 Balafirên şer Metîna bombebaran kirin
10:59 Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt
10:56 Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin
10:19 Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin
10:14 Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin
10:08 Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene!
09:37 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
09:03 Faîlê Hîlal Kar bû mehek hêj nehatiye girtin
09:02 Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 Pekoz: Tirkiye dê neçar bimîne hem ji Iraqê hem jî ji Sûriyeyê derkeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
21/07/2024
23:37 Êrişî 5 gundên Minbîcê hate kirin
22:57 Zarokê 4 salî yê kete Çemê Xabûrê jiyana xwe ji dest da
21:15 Serokê Amerîkayê Joe Biden xwe ji namzetiyê vekişand
20:45 Bertek nîşanî PDK’ê dan: Navnîşana çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn diyar e
20:19 Nasnameya endezyarê li Gabarê jiyana xwe ji dest da hate aşkerekirin
20:02 Ji Wênegir Mûrat Yazar agahî hate wergirtin: Hate berdan
18:27 Li Bagcilarê bi rojeva tecrîdê civîna gel hate lidarxistin
18:14 Şandeya DEM Partiyê li Çiyayê Gabarê lêkolîn kir
17:31 Li Bagcilarê ‘dagirkirin û xiyanet’ hate şermezarkirin
17:12 Endezyarê li Gabarê di bin kavil de ma jiyana xwe ji dest da
17:04 4 kesên ku di wesayîta kete golê de bûn jiyana xwe ji dest dan
15:40 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ hat lidarxistin
14:55 Midûrê emniyetê çû serdana xebatkarên bankamatîkê yên provakator
14:00 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Bi PYD’ê re hevdîtinê bikin
13:32 Walîtiya Şirnexê: Ji 3 karkeran 2 jê hatin xelaskirin
13:01 Rêveberê DAIŞ’ê Hebîba hate girtin
12:39 Li Gabarê quleya sondajê wergeriya
12:38 Bayindir: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo Kurdistanê statû
11:17 Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
10:39 Bakirhan: Xelk ketiye derdê pariya nanê xwe lê ev li pey şer in
09:49 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:43 Li Peyasê atolyeya ‘şerê taybet’ hat lidarxistin
09:24 Tevî biryara dadgehê jî kedkarên tenduristiyê bi kamerayan tên şopandin
09:23 Li Edeneyê erdhej çêbû
09:20 Li Girtîgeha Yozgatê binpêkirin di lûtkeyê de ne
09:20 DEDAŞ’ê Azadê biçûk bênefes hiştiye!
09:15 Girtiyê ku ji sedî 50'î astengdar e di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:11 Partiyên sosyalîst: Li dijî êrişan divê em mil bidin milê têkoşîna gelê kurd
09:08 Rojnamevan Işik: PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariyê dike
09:06 Dosyeya ku ‘Pêvajoya Çareseriyê’ qedandî 5 sal in li Dadgeha Bilind tê sekinandin
09:03 Krîza aborî bandora xwe li ser cil û bergên kurdî jî dike
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2024'AN
20/07/2024
22:26 Ji 14’ê tîrmehê ve agahî ji wênegir Mûrat Yazar nayê girtin
22:09 Nobedên dijî qeyûm berdewam dikin: Dest ji zîhniyeta qeyûm berdin
21:53 Li Geverê maça fînalê ya tûrnûvûya Gulistan Dokû hat lîstin
19:19 Li gelek bajaran bang li PDK’ê hat kirin: Dev ji xiyanetê berde
18:12 Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan bi dawî bû: Jin dikarin çareseriyê li pêş bixin
16:40 Cezayê hucreyê dan girtiyê nexweşê giran
15:55 Kuday û Menteş serbest berdin