Rojnameger Zagros: AKP dixwaze Başûr girêdayî Tirkiyeyê bike

  • rojane
  • 09:16 28 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Bêrîtan Zagros destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze Herêma Federe ya Kurdistanê bi Tirkiyeyê re girê bide û bal kişand ser rola PDK’ê ya di vê plansaziyê de. 
 
Tirkiye bi hevkariya PDK’ê êrişên xwe yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê didomîne. Zextên ji salên 1980’yan ber bi îro ve dom dikin, di sala 2021’an de derbasî konaxekî nû bû. Tirkiye di êrişên demên dawî de hewl dide di herêmê de mayînde bibe. Di vê çarçoveyê de heya îro bi dehan baregehên leşkerî ava kirin. Piştî ku êrişên xwe yên li Amediyê dane destpêkirin, dest bi avakirina nuqteyên kontrolê kirin.
 
GAV BI GAV ‘DAGIRKERÎ’
 
Rojnameger Berîtan Zagros a geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne têkildarî rewşa dawî ya herêmê axivî. Zagros anî ziman ku êrişên Tirkiyeyê nû nîn in û wiha got: “Li dijî PKK’ê bi dewleta Iraqê re peymanek îmze kirin. Bi vê peymanê destûra 5 kîlometreyan derbasbûna sînor dane Tirkiyeyê. Tirkiye vê peymanê kire fersendek, sînor derbas kir û gelek baregehên leşkerî ava kir. Di herêma Metînayê baregehên leşkeri bi destê PDK’ê hatin avakirin. Li Bamernayê baregehên helîkopteran ava kirin, perwerdeyên leşkeri hatin dayîn, hêj jî perwerde dom dikin. Tirkiye herêmê dike herêmekî paramîlîter.” 
 
‘HERÊM VEGUHERANDIN DOJEHÊ’
 
Zagros destnîşan kir ku hêzên navneteweyî û Tirkiye herêmê “veguherandin dojehê” û wiha axivî: “Derketina holê ya DAIŞ’ê ya sala 2011’an jî bi destê van hêzan çêbû. Hêj jî Tirkiye çeteyên wekî DAIŞ’ê tîne li herêmê. Îran jî bi komên şiiyan li vê derê xwe zindî kir. Di êrişên li dijî PKK’ê tên meşandin de Tirkiye rola hespê Trûvayê girt ser xwe, ji bo sunnî bibin xwedî hêz, xebatên xwe dane meşandin. Tirkiye bi komên çeteyan herêmê dagir dike. Vê yekê ne tenê li Iraq û Sûriyeyê dike, em dibînin ku li Lîbya û welatên Asyayê jî dike.” 
 
‘BI PIŞTGIRIYA PDK’Ê ÊRIŞ BERFIREH BÛN’
 
Zagros diyar kir ku PDK’ê di êrişên li dijî herêmê tên kirin de rolekî mezin rabû û axaftina xwe wiha domand: “Berî niha jî gelek çekên giran û kîmyewî hatin bikaranîn. Hilweşîna ekolojik ya li herêmê zêde bû lê belê dîsa jî serkeftina dixwestin bi dest nexistin. Di rola xiyanetê ya PDK’ê êrişên dagirkeriyê berfireh bûn.” 
  
‘PDK Û MÎT GEFAN LI GEL DIXWIN’
 
Zagros bi bîr xist ku kurd li dijî hevkariya PDK’ê ji êrişên Tirkiyeyê bi bertek in û wiha dom kir: “Zextên bi salan ên PDK’ê nahêle îradeya gel derkeve holê. Berî niha jî li Şeladizê bertekekî mezin derket holê û ev rih hêj jî zindî ye. PDK li vê derê polîtîkayên şerê taybet dide meşandin. Taybetî jî MÎT û PDK gefan li rexnegiram dixwin. Pêşengên gel jî di nava van kesan de cih digirin. Li başûr polîtîkayên muhtackirinê tên meşandin û tim rojeva gel tê guherandin. Mûçe bi derengî  tên dayîn, gel bi birçîbûnê tê şîretkirin. Bertek hene lê belê ev bertek ne di asta serhildanekî ne.”
 
‘DIVÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ RABIN’
 
Zagros di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku PDK’ê heya îro gotina “netewbûnê” wek çekekê bikar anî, di demên dawî de ev rewş ji hêla kurdan eşkere bû û wiha derbirî: “Kurd êdî Erdogan nas dikin. Tirkiye dixwaze bêyî ku Erdogan biçe, şolên xwe yên qirêj bide kirin. Erdogan jî vê yekê ji xwe re dike fersend û difikire ku destê Tirkiyeyê dê bi vê dagirkeriyê xurttir bibe. Divê hezên demokrasiyê li dijî vê plansaziyê derkevin. AKP dixwaze Başur girêdayî Tirkiyeyê bike. Şewqa Ala Tirkiyeyê ya berê dane kelehê, nivîsa ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê’ ya di têketina Amediyê de... Ev tişt plansaziyên wan bi aşkerayî derdixin holê. Me êrişên Tirkiyeyê li Efrînê dîtin, kurdan ji wê derê derxistin. Divê li Bakurê Kurdistanê jî bertekekî mezin derkeve holê. Heke bertekekî xurt li dijî dagirkirina vê derê derkeve holê dê dagirkerî bi dawî bibe. Me di dîroka berxwedana kurdan de vê yekê dît û em di astekî ku dikarin bi vî awayî bi ser bikevin de ne.”
 
 
 

Sernavên din

01/08/2024
09:07 Têkoşerên Hasandinê: Em ê vê derê nedin şîrketan
09:02 Rojnameger Dîcle: Hedefa Tirkiyeyê Kerkûk û Misûl e
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2024'AN
08:20 Ji 8 ciwanên li Geverê hatine binçavkirin agahî nayên girtin
08:03 Li Stenbolê li ser rê 'Pêşî Peya' nivîsandin
31/07/2024
23:15 Pêkanînên rejîma Îranê hatin protestokirin
23:13 Li Îzmîr û Stenbolê 8 kes hatin binçavkirin
21:57 Li Stenbolê nobeda qeyûm: Em ê têkoşînê bilind bikin
21:45 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
20:08 Li ber NY’ê qirkirina êzdiyan hat protestokirin
16:53 Ajokarên TIR’an ji ber cezayan kontak girtin
16:22 Çalakiya ‘We cotkar kuştin, cenezayê rakin’
15:55 Welatiyên Êlihê nivîsên bi kurdî yên hatin jêbirin dîsa nivîsandin
15:18 Nivîsa hişyariyê ya bi kurdî bi hinceta ‘li dijî standartan e’ hate jêbirin
15:09 Li Wanê ji bo 11 kesan daxwaza girtinê hate kirin
14:53 MKG û DFG: Divê Pexşan Ezîzî demildest were berdan
14:32 SES: Piştî bûyerên jehrîbûnê jî di xwarinan de tiştek neguherî
14:31 Ji parastvanên mafên mirovan banga Îranê: Cezayê darvekirinê rakin
13:33 Koçyîgît: Dijminatiya li kurdan heta qîrê ketiye
13:32 Şandeya DEM Partiyê: Ji bo aştî û demokrasiyê pêwîstiya Ocalan heye
13:24 Li Îranê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin
13:13 Jinên kurd ên li Ewropayê di 3’yê tebaxê de dadikevin qadan
12:40 Li ser dîwarê Walîtiyê ‘Pêşî kurdî pêşî ziman’ hate nivîsîn
12:30 Ji bo nivîs bi kurdî nebin yên bi tirkî jî jêbirin
12:03 DEM Partî êrişa Îsraîlê şermezar kir
11:56 Wesayîtên karkeran qeza kirin
11:55 Ciwanên tev li kampa havînê bûn ji girtiyan re name şandin
11:40 Bazirganiya derve ji sedî 10,8 li kêmiyê da
11:28 Zarokê li MESEM'ê dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
11:27 Li Venezuelayê bîlanço girantir dibe
11:26 Li Êlihê nivîsên hişyariyê yên bi kurdî dîsa hatin nivîsandin
10:50 Li Serêkaniyê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokûyê hate lîstin
10:40 Dema got 'şirnexî me' ji mulakatê derbas nebû
10:12 Şaredariya Kerboranê jêbirina nivîsên bi kurdî şermezar kir
10:10 Ji ber pîrozbahiya Kobanê der heqê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:53 Xelkê Wanê: Ji govend û stranên me jî ditirsin
09:28 Bertekên ewil ên li dijî kuştina Haniye
09:26 Rewşa zimanê kurdî ya li Serhedê: Êdî ne zimanê dayikê, yê dapîrê maye
09:25 Genco Erkal jiyana xwe ji dest da
09:11 Keskîn bang li CHP'ê kir: Ji kodên xwe yên damezirîner dûr bikeve, gavekê biavêje
09:09 Di bin çavan de bi stranên nîjadperestan îşkence lê hat kirin
09:06 ‘Mîhrîcana Munzurê piştevanî pêş xist’
09:01 ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:54 Li Êlihê jî hişyariyên bi kurdî yên trafîkê hatin jêbirin
07:26 'Pêşî Peya' ya bi biryara walîtiyê hatibû jêbirin careke din hate nivîsandin
07:23 Serokê Hamasê hat kuştin
30/07/2024
21:22 Li Kerboranê jî nivîsên 'Pêşî Peya' hatin jêbirin
21:02 Êrişên li ser çanda kurdî bi govendê hatin şermezarkirin
20:37 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:56 Li Amedê du malbat bi şer çûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
16:46 'Di qezaya 4 kes miribûn de paşguhkirin heye’
16:31 Li gundên Nisêbînê ‘herêma ewlehiya taybet’ hat ragihandin
15:31 Binçavkirinên li Wanê hatin protestokirin: Em ê paşve gavê neavêjin
15:04 Li Êlihê Loqenteya Gel hate vekirin: 3 cureyên xwarinê bi 100 lîreyan e
14:28 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê: Govend qedexe nîn e
13:51 Şaredariya Farqînê: Em kûçikan tedawî dikin û dîsa ber didin cihê wan
13:46 Şandeya DEM Partiyê çû serdana Yekitiya Jinên Kurdistanê
13:10 Berdevka DEM Partiyê: Gelê kurd dev ji govenda xwe bernade
11:50 Li Wanê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
11:49 Turk-Îş: Sînorê birçîtiyê 19 hezar lîre derbas kir
11:41 Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Li Venezuelayê protestoyên hilbijartinê: Kesek hate kuştin
10:56 Li Hindistanê hezaz: 24 kes jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Erziromê qeza çêbû: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:08 Ji girtiyan pirsên ‘Kî mudaxileyî govendê dike?’ hate kirin
09:34 Dadgehê negot ‘îşkence ye’ lê qaneh jî nebû
09:18 Li Gabarê talana xwezayê didome: Darek nehiştin ku di bin siya wê de rûnin
09:11 Li navenda bazirganiya sînor pirsgirêka debarê heye
09:07 Ciwanan li dijî şerê taybet banga ‘têkoşîna rêxistinî’ dikin
09:02 Dayika ku 3 keçên wê bi hinceta ‘govendê’ hatin girtin: Aramiya me xera kirin
09:00 ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê hatin binçavkirin
08:18 Qanûna rê dide kuştina kûçikan hate qebûlkirin
29/07/2024
22:28 Di çalakiya nobetê ya li Şîşhaneyê de coşa govendê
22:11 Leşkerekî ku govend gerand hate girtin
21:54 Stranbêjên dawetê hatin girtin
21:44 Hatîmogûllariyê ji bo çêkirina avahiyên nû pêşniyara şandeya serbixwe ya kontrolkirinê kir
20:50 Ji gelek bajaran bang kirin: Li dijî êrişan govenda azadiyê bigerînin
18:48 Kesên ku nivîsên hişyariyên bi kurdî jê birin hatin gilîkirin
18:35 DEM Partî: Têkildarî hevşaredarê ku li Êlihê were hilbijartin pêvajo didome
17:50 Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Rêya Îmraliyê vekin
17:00 ÎHD: Nameyên bi kurdî û pirtûkan nadin girtiyan
16:55 Ahmet Ozer: Tayînkirina qeyûman tiştekî rast nîne
16:49 Dadgeha Bilind tundî û parvekirinên medya dijîtal ‘qusurên wekhev’ dît
16:48 33 kesên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Divê lêborîn were xwestin
16:39 Li Çiyayê Efkarê şewat derket
16:32 Li dijî biryara astengkirina malpera me îtîraz hate kirin
16:04 Hatîmogûllari li Hatayê bi cotkaran re hat cem hev
14:33 Xelkê Amedê: Jêbirina nivîsên bi kurdî dijminatiya li hemberî kurdan e
14:01 Biryarên darazê: ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
14:00 3 sal cezayê hefsê li rojnameger Silêman Ehmed hate birîn
13:32 Ji jinan konferansa ‘em rêxistin dibin’: Ji bo aştiyê divê tecrît rabe
12:36 Polîsan ji ber stran û govenda kurdî bi ser 3 dawetan de girtin
11:49 Danişîna rojnameger Silêman Ehmed destpê kir
11:24 Parêzer Sarica: Rapora NY’ê derhiqûqtiya CPT’yê raxist ber çavan
11:05 Katz: Erdogan li ser şopa Sedam Hisên diçe
10:34 Wanî: PDK Kurdistanê pêşkeş dike
10:34 Li Venezuelayê dîsa Maduro bi ser ket
10:33 Zarokê nivîsên bi kurdî boyax kirî ‘fikra’ parêzer û polîsan pirsî ye
09:57 Li Afyonê qeza: kesek mir, 38 kes jî birîndar bûn