ESKÎŞEHÎR - Hevserokê Komeleya Jiyan Hafize Azadiyê Ozan Devrîm ji bo danişîna biryarê ya doza Nezîr Tekçî ku li Geverê di dema binçavkirinê de hatibû qetilkirin, banga tevlibûnê kir û got: “Ji bo pêşî li necezakirinê were girtin, piştevanî girîng e.”
Welatiyê bi navê Nezîr Tekçî di 28’ê Nîsana sala 1995’an de dema li gundê Yekmalê yê navçeya Gever a Colemêrgê şivantî dikir, ji hêla leşkeran ve hate binçavkirin û êdî tu agahî jê nehatin girtin. Di sala 2010’ê de derket holê ku Tekçî hatiye qetilkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî qetilkirina Tekçî biryara “binpêkirinê” da û doz li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê dîsa hate lidarxistin. Danişîna dozê di 27’ê Kanûna 2014’an de hat lidarxistin. Di mutalaayê de ji bo mîralayê teqawid Alî Osman Akin û yarbay Kemal Alkan cara duyemîn biryara beraetê hate dayin. Danişîna biryarê dê sibe (10’ê Çileyê) were lidarxistin.
XETEREYA DEMBORÎNÊ
Dema demborînê ya 30 salan a têkildarî windakirina bi darê zorê ya Tekçî dê di 28’ê Nîsanê de bi dawî bibe. Hevserokê Komeleya Jiyan Hafize Azadiyê Ozan Devrîm Yay ku ji sala 2013’an ve doza Tekçî dişopîne, têkildarî danişînê axivî û banga tevlibûnê kir.
‘HEM BERSÛC IN HEM JÎ DELÎL KOM KIRINE’
Yay, da zanîn ku piştî sala 2010’an dozên dosyayên “cînayetên kiryarnediyar” û “windakirina bi darê zorê” jinûve tên lidarxistin û wiha got: “Vê yekê hindik jî be hêvî da me. Demekî kin piştre bi konjomktura siyasî re dîsa serî li polîtîkayên necezakirinê dan. Bersûc nayên girtin. Mîna bûyerên din, di vê bûyerê de jî rewşekî binakok heye. Yên gumanbar, hêzên ewlekariyê bi xwe ne. Meqamên ku divê li cihê bûyerê lêkolînê bikin, divê yên delîlan kom bikin û bersûc heman meqam e. Dema wiha dibê jî jixwe mirov ne li bendê ye ku lêpirsîneke baş were kirin.”
DIJMINATIYA LI KURDAN
Bi domdarî Yay anî ziman ku di darizandinê de daxwaza keşfê demekî dirêj ji hêla dadgehê ve nehatiye qebûlkirin û wiha pê de çû: “Ewqas sal ser bûyerê re derbas bûne û nakokiyên biçûk ên di îfadeyên bersûcan de mezin kirin û bi ser de çûn. Parêzerên bersûcan gotin ku hemû leşkerên navên wan di îdianameyê de bi eslê xwe ji Rojhilat in. Anku dixwazin bibêjin ‘heke hûn Kurd bin, îfadeyên we bi kêr nayên.’ Mixabin dadgehê guh da vê û keşf pir dereng kir. Piştî ewqas salan dîsa qalikên guleyan hatin dîtin lê lêkolîneke baş nehate kirin.”
BANG LI RAYA GIŞTÎ KIR
Yay, da zanîn ku di danişîneke parêzer û malbata Tekçî ne amade de biryara beraetê hatiye dayin û wiha bang li raya giştî kir: “Ji bo pêşîlêgirtina necezakirinê, piştgirî pir girîng e. Tevlibûneke xurt a danişîna doza Nezîr Tekçî dê pir watedar be. Em bang li hemû parastvanên mafên mirovan û raya giştî ya demokratîk dikin ku di roja înê saet di 14.00’ê de li Edliyeya Eskîşehîrê bin.”