Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin

  • jin
  • 14:13 11 Tebax 2024
  • |
img

ŞIRNEX - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan di şîna Pinar Bayrak ku hatibû qetilkirin de axivî û wiha got: “Em bêçare nînin. Em ne mecbûrên malbatê ne jî mecbûrî zilam in.” 

Jina bi navê Pinar Bayrak li Mêrsînê ji hêla Ziya Ecer ve ku bi mehra olî zewicîbûn, hate qetilkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), li Şirnexê çû serdana şîna Bayrak. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî di nav de gelek jinan piştî serdana şînê, li pêşiya mala Bayrak beriya were qetilkirin lê dijiya daxuyanî dan. Jinan, dovîzên “Cînayetên jinan polîtîk in”, “Jin, jiyan, azadî”, “Jin ne bi tenê ne" û "Bila destên ji bo jinan radibin bişikên” hilgirtin. Gelek caran jî dirûşma "Jin, jiyan, azadî" hate berzkirin. 
 
Jinbiraya Bayrak, Neslîhan Bayrak di daxuyaniyê de wiha got: “Ji roja zewicî heta dawiyê tehde lê dihat kirin. Gelek caran destên wê şikandin. Êdî bes e ji tundiya li dijî jinan re. Min gelek caran jê re got ‘Pinar neçe.’ Lê digot; ‘Heke ez neçim dê min bijujin.’ Ne ji hezkirina xwe, ji tirsan diçû. Digot; ‘Gefan li min dixwin.’ Ev 3 meh bûn digot; ‘Dê min bikujin.’ Gelek caran reviya lê dîsa jî nekarî xwe xelas bike.” 
 
'EM BÊÇARE NÎNIN’
 
Aslan a DEM Partiyî jî ev tişt anî ziman: “Di sala 2024’an de 200 jin hatine qetilkirin. Gelek jinên din mîna Pinar Bayrakê hatin qetilkirin. Em dizanin ku ev komkujî rasthatî nînin. Zîhniyeta baviksalar a malbatan, aqilê mêr ê serdest û polîtîkayên necezakirinê yên dewletê rê li ber van komkujiyan vedikin. Weke jin em bi tenê nînin. Em bêçare nînin. Em ne mecbûrî malbatê ne jî mecbûrî zilam in. Pinar di temeneke biçûk de hatibû zewicandin û ji wê rojê ve rastî zilma mêr dihat. Çîroka Pinarê çîroka bi hezaran jina ye. Em li vir careke din dibêjin; êdî bes e. Em ê êdî tu jinan qurbanî pergala mêrê serdest a malbatan nekin. Em ê xwedî li hemû jinên rastî tundiyê tên derkevin. Divê jin li dijî tundiyê xwedî li xwe derkevin, parastina xwe ya cewherî pêş bixin. Heta edalet pêk tê jî em ê vê bûyerê bişopînin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Cînayetên jinan polîtîk in” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

13/08/2024
10:45 Li Agiriyê efsûniya zeviyên gulberojan
10:17 Şahîn a bi îdiaya ‘êrişa bi beroş-exlewîkê’ hatibû girtin tehliye bû
09:51 Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin!
09:50 Dê hewa ji dereceyekê heta 3’yan germtir bibe
09:49 Şêniyên Xanika Jêr: Em dixwazin meseleya qenalîzasyonê ya gund bê çareserkirin
09:04 Cara ewil li Marsê rezervuara avê hate keşfkirin
09:03 Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin
09:02 Rojanmeger Îbrahîm: Planên Tirkiyeyê yên ji bo Kerkûkê têk çûn
09:01 Girtiyê ku çavên wî nabînin di hucreyê de bi tenê tê ragirtin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2024'AN
08:48 Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin
12/08/2024
23:32 Berxwedana li dijî qeyûm didome
22:52 Endamê Koma Aştiyê Aktaş jiyana xwe ji dest da wê li Meletiyê bê definkirin
21:36 Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê
18:59 Şaredariya Amedê dê ji bo kurdî termînolojiya hevpar çêke
16:54 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
16:52 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin
15:36 Li Silopiyayê teqîn çêbû
15:16 Meclis dê ji bo Can Atalay bicive
15:10 Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn
15:08 Platforma Jinan a Enqereyê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome
14:42 Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir
14:33 Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn
14:09 Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin
13:05 Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne!
12:50 TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike
12:25 Hêzên Îranê kolberek din kuştin
12:14 Rejîma Îranê cezayê hepsê da 2 rojnamegeran
11:50 Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:40 Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin
10:52 TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan
10:48 Li Nîjerê ji ber şiliyê hejmara miriyan derket 94 kesî
10:22 Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan
10:14 Cîgirê serokkomarê Îranê Zerîf îstîfa kir
09:09 Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin
09:09 TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir
09:08 Berxwedana Hesandînê didome: Ji xwe re xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e
09:07 Nehiştin parêzerê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike
09:02 Li Girtîgeha Şirnexê axaftina bi kurdî hat qedexekirin!
09:01 Meteorolojiyê ji bo Serhed û Behra Reş banga hişyariyê kir
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘24 saet bû 40 sal’ derket
11/08/2024
23:59 Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê bi coş dawî bû
23:59 Belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nîşandan
23:42 Li Çiyayê Pîremegrûnê şewat derket
23:36 ‘Gef û biçûkxistina li dijî êzdiyan divê were astengkirin’
23:17 Amedspor ji deplasmanê bi yek puanê ve vegeriya
22:58 Zaroka ketiye golê jiyana xwe ji dest da
21:55 Tevgera Azadî: Îradeya gelê Kerkûkê bi ser ket
20:24 Serdana birîndarên Dêrazorê hate kirin
20:11 Beriya maç were lîstin ‘amedspariyên biforma’ hatin binçavkirin
19:54 ‘Divê em xwedî li çand û ziman derkevin’
19:12 Bakirhan: Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe
19:09 Ji KCD'ê hişyariya PDK'ê: Em ê destûr nedin hûn êzidiyan qurbanî berjewendiyên xwe bikin
18:51 Ji Foza Yûsifê banga diyalogê: Çareserî di destê sûriyeyiyan de ye
18:33 Li herêma hatiye bombebarankirin şewat derket
18:21 Ji Îmamoglû hişyariya Çewligê: Erdheja bi pileya 7 û jortira wê tê payîn
17:29 Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir
17:15 Meclis dê bi awarte bicive
15:54 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike
15:40 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kir
15:37 Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
14:52 Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
14:13 Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
13:43 Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin
13:43 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
12:45 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
12:29 Di nava 11 salan de 407 karkerên xurekan jiyana xwe ji dest dan
11:58 Turk Telekomê ji bo înternetê zem kir
11:00 Şewata li Salihliyê didome
10:28 DEM Partî: Xetereya komkujiyeke nû li ser êzidiyan heye
10:26 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:16 Pasûrî li Hasandînê li ber xwe didin
10:16 Li Stenbolê bi ser dawetê de hate girtin
10:15 Roj bi roj 10 mehên kampanyaya ‘azadiyê’
09:53 Tiliya kê di êrişên li Dêrazorê de heye?
09:27 ARÎ-DER li dijî otoasîmlasyonê têdikoşe
09:25 Ger emeliyat nebe dibe ku gurçika wî xera bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN
08:50 Li Depê konsereke bicoş: Tu hêz nikarin vê têkoşînê têk bibin
08:32 Waliyê Kerkûkê diyar bû
10/08/2024
23:20 Êrişî gundên Minbicê hat kirin
21:38 Li Stenbolê berxwedana li dijî qeyûm di roja 58'an de ye
21:31 Li Dêrazorê li dijî DAIŞ'ê operasyon
20:15 Li Stenbolê hevdîtina jinan: Em tecrîd û koletiyê red dikin
20:11 Sebahat Tuncel: Mesele ne hilbijartin e, hûn ê çi hilbijêrin
16:18 Hizba Wifaqî Nîştimanî: Sererastkirina Yasaya Kesî li dijî jin û zarokên Iraqê ye
16:08 Ji bo girtiyê nexweş Karataş banga berdanê hate kirin
16:07 Salgin ê piştî 30 salan hat berdan: Em ê bigihîjin armancên xwe
15:45 MEBYA-DER bi malbatan re civiya: Divê rojeva me tecrîd be
15:35 Xwestin Çelebî ya rewşa wê giran dibe were berdan
15:15 Çalakiya Rûniştina F: Jiyana girtiyê nexweş Aydik di talûkeyê de ye
15:03 1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê kir
14:19 Xizmên Windayan xwestin faîlên Komkujiya Dîgorê werin cezakirin
14:18 Li dijî projeya madena Hesendînê: Em ê zozanên xwe nedin tu kesî
13:19 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên rojnamevan Ferhat Tepe bên cezakirin
12:07 DEM Partî: Alî Budak wê xiyanetkar û tirsonek bê bibîranîn
11:37 Hevşaredarê Qoserê lêborîna xwe xwest û wezîfeya xwe dewr kir
11:35 Dema axaftina bi kurdî li wan qedexe kirin, dest ji kar berdan
11:05 Bakirhan: Êlihê wek bajarekî pîlot dikin hedefa xwe