Bakirhan: Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe

  • rojane
  • 19:12 11 Tebax 2024
  • |
img

KOCAELÎ - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di çarçoveya hevdîtinên Nan û Edaletê de bi karkerên tersane û înşeatê re hate cem hev û wiha got: “Heke aştî nebe, ne nan je jî edalet dibe.

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di çarçoveya hevdînên Nan û Edaletê de di eywanekî dawetê ya li Kocaeliyê, bi karkerên tersane û înşeatê re hate cem hev. Parlamneterên DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlîoglû, Kezban Konûkçû, Îbrahîm Akin, gelek siyasetmedar û Sebahat Tuncel tev li hevdîtinê bûn. Gelek rêveberên rêxistina DEM Partiyê ya Kocaeliyê û navçeyên wê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û nûnerên sendîkayên karkeran piştgirî dan hevdîtinê. Li eywanê pankartên bi zimanê kurdî û tirkî yên “Li dijî xizanî û nelirêtiyê nan û edalet” hate daliqandin û gelek caran diruşmên “Be Serok jiyan nabe” û “Biji Serok Apo” hatin berzkirin. 
 
‘SEDEMA KRÎZÊ NEÇARESERÎ YE’ 
 
Siyasetmedar Sebahat Tûncel bal kişand ser krîza aborî û wiha got: “Sedema bingehîn a vê yekê pirsgirêka kurd e. Heke gelên li Tirkiyeyê bixwazin ji vê desthilatê û ji van pirsgirêkan rizgar bibin, divê piştevaniyê bide têkoşîna azadiyê ya gelê kurd. Tirkiye êdî pişta xwe daye van şeran. Lewma divê çîna karkeran xwe ji nû ve bigire dest û bi rexneyînê nêz bibe. Heke em têkiliya xwe ji vê pergalê qut bikin dê ev pergal di rojekê de bigûhere. Divê em dest bidin hev, mil bi mil û têbikoşin.”
 
‘TECRÎD NE TENÊ PIRSGIRÊKA KURDAN E’
 
Tûncel diyar kir ku sedema zêdebûna bingehîn a pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrît û şer e wiha dom kir: “Îro li Îmraliyê politikaya tecrîdê heye. Ji sala 2015’an ber bi îro ve tu agahî ji birêz Ocalan û her sê girtiyên li cem tên ragirtin, nayê girtin. Tecrîd ne tenê pirsgirêka kurdan e, di hemen deme de pirsgirêka hemû gelên Tirkiyeyê ye ji ber gelek bandora xwe li hemû gelan dike. Derdê karkeran ne tenê pere ye. Em ji bo jiyanekî wekhev û azad ava bikin dixebitin. Pêkanîna vê yekê jî xurtkirina têkoşîna çînê ye. Divê em cihêkariya ku gelan ji hev dûr dixe bibînin. Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe.” 
  
‘NÊZÎ 40 HEZAR KARKER JIYANA XWE JI DEST DAN’
 
Piştre hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan axivî bal kişan ser mêtingeriya keda kadkar û karkeran. Bakirhan anî ziman ku desthilata AKPê keda karkeran ha dimêje ha dimêje û ev tişt gotin: “Em roj bi roj xizantir bûn, desthilat hêj jî heqê kedkaran pêşkeşî xwediyên sermayeyê dike. Di desthilatdariya AKP’û MHP’ê de nêzî 40 hezar karker jiyana xwe ji dest dan. Tenê di nava 6 mehan de 878 hevalên me yên karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Desthilat ji ber nebû hevalê karkeran, ji ber sermayeyê parast, zarokên kurd û tirkan neçar dimînin ku di şert û mercên bêyîtemînat de dixebitin û ji ber tevbîr nayên girtin di înşeatan de tên xistin.”  
 
DI HER QADÊ DE TÊKOŞÎN
 
Bakirhan diyar kir ku xelasiya gelê tê talankirin berxwedan e wiha pê de çû: “Li ku derê karkerek li ber xwe bide, mafê xwe bigere DEM Partî li cem wî ye. Wek DEM Partî em di serî de meclise, li zevî, kolan, fabrîka, li ku derê berxwedanekî karkeran hebe em li wê derê ne. Di hevîrtirşê partiya me de ked heye. Dê kampanyaya me ya nan û edaletê li her derê Kurdistan Tirkiye têkeve meriyete. Em ê hatine cem hev a bi kedkar û xizanên Tirkiyeyê re bidomînin. Em li bendê ne ku ev kampanyaya nan û edaletê li ku derê be bila bibe xwedî li kampanyaya me derbikevin, bişopînin û dengekî xurt piştiriyê bidin daxwaza nan û edaletê.
 

Sernavên din

17/08/2024
09:29 Genimê cotkaran li nava zeviyan ma
09:07 Tehliyeya girtiyê di greva birçîbûnê de cara 5’emîn hat taloqkirin
09:00 Talana ekolojiyê: Dibe ku di demek nêzîk de Şirnex bibe erdekî bêdar û daristan
09:00 Ji ber krîza aborî nanê tenûrê jî nayê pahtin
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
08:46 Şewata li Dêrsimê hat vemirandin
16/08/2024
23:15 Ji Koçyîgîtê bersiva êrişê: Em ê teslîmî zextên we nebin
23:10 Ji TJA’yê bernameyên xwendinê
19:53 Kesên ji ber govendgerandinê hatibûn girtin hatin berdan
16:39 Hevserokên DEM Partiyê: Êrişa li Meclisê çetevaniya siyasî ye
16:34 Li Amedê 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin tehliyekirin
16:07 Ozel serdana Gulistan Kiliç Koçyîgît kir
16:02 Ozel: Heke li Meclisê xwîn dirije wê welatî çi bike?
15:38 Di rûniştina bo Can Atalay de hovîtiya parlamenterên AKP’ê
15:30 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
15:09 OHD’ê îşkencekirina girtiyên li Girtîgeha Kocaeliyê piştrast kir
14:02 Li Sûriyeyê li pey hev 2 erdhej çêbûn
13:37 Bi ser erdheja Marmarayê re 25 sal derbas bûn: Tu gavên tevdîrê nehatin avêtin
13:34 Guneş: Divê ÎHÎK têkildarî îşkencekirina girtiyan lezgînî bicive
11:57 Danişîna Dilrûba Y. a astengiyan rexne dikir dê di 3’yê îlonê de were lidarxistin
11:30 Kesên bi hinceta govenda kurdî hatibûn girtin, hatin berdan
11:29 Şaredariya Amedê biryar da ku 150 otobusên nû bikire
11:14 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:43 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî dê li Amedê were vaşartin
10:37 Temenekî ku bi têkoşînê derbasbûyî: Alî Şukran Aktaş
10:32 Teqawit: Em dikarin bi hev re biguherînin
10:30 Tirkiye 40 sal in êrişî Başûr dike: Nikarin bi van êrişan bi ser bikevin
09:44 Meclis dê ji bo Can Atalay awarte bicive
09:43 Cengîz Înşaat guh nade biryara dadgehê
09:26 Xwediyê daweta ku polîsan avêt ser: Nikarin me bêdeng bikin
09:25 'Em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabe bikirin'
09:03 Ji bersiva ‘Ma ne şerm e’ re 6 meh ceza!
09:01 Li Wanê di salekê de 400 dikan hatine girtin: Çareserî rawestandina şer e
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXÊ 2024'AN
15/08/2024
22:20 Nobedên li dijî qeyûm didomin
17:04 ‘Bila daxwazên Şengul û Dogan werin qebûlkirin’
16:20 Di girtîgehên Tekîrdag û Kocaeliyê de gefa mirinê û lêdan
15:17 Ji TJA'yê piştgiriya jinên efxan: Em ê bi hev re gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ bidomînin
14:18 Şaredariya Cizîrê li şûna xefikên mirinê ji çûkan re hêlîn çêkirin
13:58 AKP’î bertek nîşanî ‘transferên şaredariyan’ da û îstîfa kir
12:56 Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi darve kirin
12:46 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Li çend bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
12:44 Ji Şaredariya Amedê ji bo cotkarên ji şewatê bandor bûne piştgiriya tov
11:34 Temellî: Em modela Rojava pêşniyazî Rojhilata Navîn dikin
10:38 Dr. Tarik Ziya Ekîncî koça dawî kir
10:34 Li Serêkaniyê 4 kes hatin binçavkirin
10:03 Efxanistan ji bo jinan veguherî girtîgehê
10:01 Jinên koçber li her qadê bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin
09:47 Dikana ku her tiştê wê bi kurdî ye: Zanga Sê Rengî
09:06 Rouhî Shafîî: Gava şerê me bideng dibe, dinya xwe li bêdengiyê datîne
09:05 Bi hinceta di hucreya yekkesî de 'ragihandinê' dike nayê berdan
09:03 ‘Em bimirin wê karê me jî bimire’
09:02 Girtiya jin ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye ev 5 meh in nabin kontrolê
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2024'AN
08:52 Benzîn carek din hat bihakirin
08:47 Di şevekê de 3 jin hatin qetilkirin
14/08/2024
20:17 'Heta talana xwezayê rawestê em ê her derê bikin qada çalakiyê'
18:15 Ji ber stranên kurdî ceza li wan hat birîn
16:19 Rapora Komeleya Dema Jinê: Jin xizmeta bi kurdî dixwazin
15:54 Giliyê qereqola erdê wî yê tapokirî bi têlan girtî kir
15:44 Li Dîgorê 6 jê zarok 17 qurbanî hatin bibîranîn
15:23 Cenazeyê Aktaş bi girseyî hate oxirkirin: Derwêşê kurdan bû
14:26 4 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
14:20 130 rewşenbîran bang kirin: Qanûna qetilkirina ajalan betal bikin
13:06 TJA û DEM Partî: Hûn ê li hemberî îradeya jinan têk biçin
12:35 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
12:31 Cerdevanê li ser sînor: Leşker naxwazin biçin operasyonê
11:53 Mavî yê 75 salî ku krîza dil derbas kir hate girtin
11:42 Waliyê Kerkûkê dest bi peywira xwe kir
11:28 Komkujiya Dîgorê: 31 sal derbas bûn, kujer nehatin cezakirin
11:27 Ji ber vîrusa 'xuriya meymûnê' li Efrîqayê rewşa lezgîn hate ragihandin
11:04 Omer Ocalan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:34 Serdagirtina dawetê: Te çima strana ‘Hinê li teştê kin’ gotiye!
10:16 Hevşaredara Avkevirê Dûman: Pratîka Bûdak xiyanet û teslîmiyet e
10:15 Bayindir: Ya ku li ber têkçûnê ye ne têkoşîna kurdan e, polîtîkayên AKP’ê ye
09:53 Ji SES'ê semînerên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê
09:52 Dayikên Aştiyê: Tecrîd û şer îstiqrarê naynin
09:33 Ji rewşa kurê xwe yê di hucreyê de tê ragirtin fikaran dike
09:21 Li Colemêrgê di mehekê de 50 dikan hatin girtin
09:00 Têkoşîna Egîd pêşengiya bi milyonan kesî kir
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Li Meletiyê otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 jê giran 14 kes birîndar bûn
08:13 Cenazeyê Aktaş gihîşt Meletiyê
13/08/2024
22:28 Li Şirnexê gelek dever hatin qedexekirin!
22:06 Piştî 55 rojan cenazeyên wan hatin veşartin
20:13 2 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin
16:38 Weşanxaneya Aramê 16 pîrtûk çap kir
16:29 Jin di kargeha ‘şerê taybet’ de li hev civiyan: Em ê serê xwe netewînin
16:14 Zarokê ku ji zinar ve ket xwarê mir
16:13 Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome
15:57 Li Xezeyê hejmara miriyan derket 40 hezaran
15:36 Waliyê Kerkûkê Taha mazbataya xwe wergirt
15:31 Eşîrên ereb êrişên rejîmê şermezar kirin: Em bi HSD’ê re ne
14:58 Artêşa tirk êrişî gundê Efrînê kir
13:16 Endamê Koma Aştiyê Aktaş ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin
11:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:00 Li Sêwazê erdhej çêbû
11:00 Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e