Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin

  • rojane
  • 14:09 12 Tebax 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên gelek bajar û navçeyan bi awayekî komî ji TÎP’ê îstîfa kirin. 

Gelek rêxistinên bajarên Kurdistanê yên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) bi komî îstîfa kirin. Li gel bajarên Kurdistanê, her wiha ji rêxistinên navçeyên Stenbol, Îzmîr û hwd. ên TÎP lê xurt bû jî gelek kesan îstîfa kirin. Di daxuyaniya ser medyaya dijîtal a X’ê de hat gotin ku bi sedan endamên di avakirin û pêşxistina TÎP’ê de cih girtine biryara veqetîna ji partiyê û avakirina rêyeke din dane. 
 
Di daxuyaniyê de ev rexneye hatin rêzkirin: 
 
“* Kadroyên partiyê birêve dibin li şûna rêxistiniyeke domdar û şoreşger di navbera çîna karker û xizanan de çêbike, hilbijartin û parlamenterî ji xwe re kirin mijara esasî ya siyasetê. TÎP’ê gotin û kirinên xwe di çarçoveya pratîkên siyaseta reformîst de ava kir. 
 
* Hewldanên ji bo kolektîfkirin û domdariya hilberîna bîrdozî/siyasî hatin astengkirin û hinek rêveber û endam bûn ‘bijarteyên partiyê.’ 
 
* Feraseta ku rêveberan li TÎP’ê ferz kirî, rê li ber wê vekir ku çendek kes tevahiya biryaran li gorî serê xwe bidin û vê jî rê li ber statûkoyê vekir. 
 
* Gavên ji bo gihandina ‘Kadroyên komunist’ bi hinceta ‘partiya girseyî wisa nabe’ hatin astengkirin û hewldanên kariyerîst, performansên şexsî, elîtîzma burjuvaya biçûk û hwd. di nava partiyê de cih girtin. 
 
* Di bîrdoziyê de zelaliyek û konsolîdasyona rêxistinî tune bû lewma jinişka ve mezinbûna partiyê rê li ber jihevbelavbûnê vekir. Her wiha zîhniyeta rastgir di nava partiyê de bicih bû. Di bin navê ‘siyaseta girseyê’ û li ser bingeha pêşverûtî-paşverûtiyê hewl dan bi îdeolojiya burjuvayê anku Kemalîzmê re lihev bikin. Ev yek nayê qebûlkirin û ji hêla siyasî û rêxistinî ve jirêderketin e. 
 
KURD BI TENÊ HATIN HIŞTIN
 
* Dema mijara behsa xeberê dibû kurd, navenda partiyê, li şûna nêrîna xwe ya ji bo gelên bindest bi derdoreke hêj berfirehtir a civakê belav bike, îdiaya ‘hesasiyeta komarê’ li endam û girseya xwe ferz kirin. “Hiyerarşiya hesasiyetê” ya ku nasnameya tirkbûnê bêhtir derdixin pêş airandin. Navbera civaka kurd û siyaseta sosyalîst hêj bêhtir vekirin. Di heman demê de hejmara kadroyên kurd ên li navenda partiyê kêm kirin, tevî hişyariyan jî guh nedan. Fikra ku girseya xwe li ser nasnameya tirktiyê û aîdiyeta kemalîzmê ava dike xistin meriyetê. 
 
* Vê tercîha navenda partiyê jî rê li ber parastina mafên civakî, siyasî û çandî yên gelê kurd girt. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tifaqeke rast nehat avakirin, ji bilî rojeva qeyûman ku muxalefeta pergalê jî bi eşkereyî li dij derket, gelê kurd bi tenê hate hiştin. Tifaqa hilbijartinê jî tenê ji bo çareserkirina benda hilbijartinê weke formûlek hat destgirtin. 
 
* Di mijara zayenda civakî de polîtîkayeke xweser nehat hilberandin û bi demê re têkoşîna jinan weke daxwazeke ‘laîktiyê’ hat destgirtin. Di heman demê de partiyê navenda partiyê, hewldanên jinan ên ji bo nûnertiya wekhev jî tune hatin hesibandin.”
 
Çavkaniyên me xwe gihandinê gotin ku ev daxuyanî piştî encama pêvajoyeke du salan derketiye holê. 
 
Rêxistinên bajar û navçeyan û endamên îstîfa kirin ev in: 
 
* Rêxistinên TÎP’ê yên bajarên Agirî, Amed, Êlih, Dêrsim, Mêrdîn, Mûş, Sêrt û Wanê. 
 
Di heman demê de Endamên Lijneya Rêveber ên bajar û navçeyan ên weke Stenbol, Şirnex, Îzmîr, Mûgla, Qers û Erzînganê jî di nav de herî kêm 53 kesan îstîfa kirin. 

Sernavên din

15/08/2024
17:04 ‘Bila daxwazên Şengul û Dogan werin qebûlkirin’
16:20 Di girtîgehên Tekîrdag û Kocaeliyê de gefa mirinê û lêdan
15:17 Ji TJA'yê piştgiriya jinên efxan: Em ê bi hev re gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ bidomînin
14:18 Şaredariya Cizîrê li şûna xefikên mirinê ji çûkan re hêlîn çêkirin
13:58 AKP’î bertek nîşanî ‘transferên şaredariyan’ da û îstîfa kir
12:56 Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi darve kirin
12:46 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Li çend bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
12:44 Ji Şaredariya Amedê ji bo cotkarên ji şewatê bandor bûne piştgiriya tov
11:34 Temellî: Em modela Rojava pêşniyazî Rojhilata Navîn dikin
10:38 Dr. Tarik Ziya Ekîncî koça dawî kir
10:34 Li Serêkaniyê 4 kes hatin binçavkirin
10:03 Efxanistan ji bo jinan veguherî girtîgehê
10:01 Jinên koçber li her qadê bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin
09:47 Dikana ku her tiştê wê bi kurdî ye: Zanga Sê Rengî
09:06 Rouhî Shafîî: Gava şerê me bideng dibe, dinya xwe li bêdengiyê datîne
09:05 Bi hinceta di hucreya yekkesî de 'ragihandinê' dike nayê berdan
09:03 ‘Em bimirin wê karê me jî bimire’
09:02 Girtiya jin ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye ev 5 meh in nabin kontrolê
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2024'AN
08:52 Benzîn carek din hat bihakirin
08:47 Di şevekê de 3 jin hatin qetilkirin
14/08/2024
20:17 'Heta talana xwezayê rawestê em ê her derê bikin qada çalakiyê'
18:15 Ji ber stranên kurdî ceza li wan hat birîn
16:19 Rapora Komeleya Dema Jinê: Jin xizmeta bi kurdî dixwazin
15:54 Giliyê qereqola erdê wî yê tapokirî bi têlan girtî kir
15:44 Li Dîgorê 6 jê zarok 17 qurbanî hatin bibîranîn
15:23 Cenazeyê Aktaş bi girseyî hate oxirkirin: Derwêşê kurdan bû
14:26 4 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
14:20 130 rewşenbîran bang kirin: Qanûna qetilkirina ajalan betal bikin
13:06 TJA û DEM Partî: Hûn ê li hemberî îradeya jinan têk biçin
12:35 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
12:31 Cerdevanê li ser sînor: Leşker naxwazin biçin operasyonê
11:53 Mavî yê 75 salî ku krîza dil derbas kir hate girtin
11:42 Waliyê Kerkûkê dest bi peywira xwe kir
11:28 Komkujiya Dîgorê: 31 sal derbas bûn, kujer nehatin cezakirin
11:27 Ji ber vîrusa 'xuriya meymûnê' li Efrîqayê rewşa lezgîn hate ragihandin
11:04 Omer Ocalan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:34 Serdagirtina dawetê: Te çima strana ‘Hinê li teştê kin’ gotiye!
10:16 Hevşaredara Avkevirê Dûman: Pratîka Bûdak xiyanet û teslîmiyet e
10:15 Bayindir: Ya ku li ber têkçûnê ye ne têkoşîna kurdan e, polîtîkayên AKP’ê ye
09:53 Ji SES'ê semînerên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê
09:52 Dayikên Aştiyê: Tecrîd û şer îstiqrarê naynin
09:33 Ji rewşa kurê xwe yê di hucreyê de tê ragirtin fikaran dike
09:21 Li Colemêrgê di mehekê de 50 dikan hatin girtin
09:00 Têkoşîna Egîd pêşengiya bi milyonan kesî kir
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Li Meletiyê otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 jê giran 14 kes birîndar bûn
08:13 Cenazeyê Aktaş gihîşt Meletiyê
13/08/2024
22:28 Li Şirnexê gelek dever hatin qedexekirin!
22:06 Piştî 55 rojan cenazeyên wan hatin veşartin
20:13 2 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin
16:38 Weşanxaneya Aramê 16 pîrtûk çap kir
16:29 Jin di kargeha ‘şerê taybet’ de li hev civiyan: Em ê serê xwe netewînin
16:14 Zarokê ku ji zinar ve ket xwarê mir
16:13 Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome
15:57 Li Xezeyê hejmara miriyan derket 40 hezaran
15:36 Waliyê Kerkûkê Taha mazbataya xwe wergirt
15:31 Eşîrên ereb êrişên rejîmê şermezar kirin: Em bi HSD’ê re ne
14:58 Artêşa tirk êrişî gundê Efrînê kir
13:16 Endamê Koma Aştiyê Aktaş ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin
11:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:00 Li Sêwazê erdhej çêbû
11:00 Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e
10:45 Li Agiriyê efsûniya zeviyên gulberojan
10:17 Şahîn a bi îdiaya ‘êrişa bi beroş-exlewîkê’ hatibû girtin tehliye bû
09:51 Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin!
09:50 Dê hewa ji dereceyekê heta 3’yan germtir bibe
09:49 Şêniyên Xanika Jêr: Em dixwazin meseleya qenalîzasyonê ya gund bê çareserkirin
09:04 Cara ewil li Marsê rezervuara avê hate keşfkirin
09:03 Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin
09:02 Rojanmeger Îbrahîm: Planên Tirkiyeyê yên ji bo Kerkûkê têk çûn
09:01 Girtiyê ku çavên wî nabînin di hucreyê de bi tenê tê ragirtin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2024'AN
08:48 Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin
12/08/2024
23:32 Berxwedana li dijî qeyûm didome
22:52 Endamê Koma Aştiyê Aktaş jiyana xwe ji dest da wê li Meletiyê bê definkirin
21:36 Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê
18:59 Şaredariya Amedê dê ji bo kurdî termînolojiya hevpar çêke
16:54 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
16:52 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin
15:36 Li Silopiyayê teqîn çêbû
15:16 Meclis dê ji bo Can Atalay bicive
15:10 Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn
15:08 Platforma Jinan a Enqereyê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome
14:42 Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir
14:33 Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn
14:09 Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin
13:05 Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne!
12:50 TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike
12:25 Hêzên Îranê kolberek din kuştin
12:14 Rejîma Îranê cezayê hepsê da 2 rojnamegeran
11:50 Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:40 Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin
10:52 TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan
10:48 Li Nîjerê ji ber şiliyê hejmara miriyan derket 94 kesî
10:22 Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan
10:14 Cîgirê serokkomarê Îranê Zerîf îstîfa kir
09:09 Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin
09:09 TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir