Ji bo rojnamevanên hatin qetilkirin çalakî: Wê dengê heqîqetê bilind bibe

  • rojane
  • 19:03 26 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên li dijî qetilkirina rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behdînan ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin, wiha hat gotin: "Wê li her derî dengê heqîqetê bilind bibe." 
 
Qetilkirina rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behdînan ku Tirkiyeyê ew li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federe qetil kirin, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn.  
 
EDENE
 
Di daxuyaniya pêşengtiya wê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) kiriye de qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ji hêla Tirkiyeyê ve hatine qetilkirin hate protestokirin. Di daxuyaniya li pêşiya avahiyê yê DEM Partiyê ya li Edeneyê hatiye  dayîn de pankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hate vekirin. Li gel hewldanên astengkirina polîsan, jinan dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” berz kir û tevî hemû astengiyan daxuyanî dan. 
 
‘ARMANCA ÊRIŞAN KURKIRINA DAGIRKERIYÊ YE’
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Edeneyê Helîn Kaya qetlîama li dijî jinan hatiye kirin lenet kiriye anî ziman ku desthilata AKP’ê û MHP’ê dixwaze bi polîtîkayên dagirkeriyê, tevahiya Kurdistanê dagir bikin û ev tişt anî ziman: “Dê gelê Kurdistanê bi tu awayî vê yekê qebûl neke. Divê PDK demildest dest ji vê hevkariya sûcan berde. Hedefgirtina rojnamegeran bi zanebûn e û rêxistinkirî ye. Hewl didin li herêmê sûcên li dijî rojnamegeran pêk tînin, veşêrin. Armanca van êrişan dagirkerî, polîtîkayên dagirkeriyê kûrkirin û berteka li dijî van polîtîkayan derdikeve holê astengkirin e. Ev êrişa li dijî gelê kurd, gelê tirk û destkeftiyên kurd, hatiye lidarxisitn bi destê ajan û hêzên paramîlîter tên lidarxistin. Rêhevala me rojnameger Nagîhan Akarsel di encama van êrişan hate qetilkirin. Ev hêzên mêtirger û paramîlîter ên van êrişan li dar dixin dê nikarin ne têkoşîna gelê kurd, ne têkoşîna gelê tirk ne jî têkoşîna rojnamegerên jin biçewisînin. Em ê destûr nedin sûcên şer ên tên kirin bi qetlîamên sivîlan werin veşartin.” 
 
‘DÊ DENGÊ HEQÎQETÊ DERKEVE HOLÊ’
 
Kaya soza domandina têkoşîna Gulistan Tara û Hêro Bahadîn da û ev tişt gotin: “Dê pênûsa kedkarên Rojnamegeriya Azad ên jin li erdê nemîne. Armanca van êrişan qutkirina dengê Çapemeniya Azad û pêşîlêgirtina pêhesîna sûcên şer ên li Kurdistanê ye. Lê belê divê were zanîn ku Kedkarên bi ser şopa heqîqetê dimeşin, dê pênûsa havalên xwe li erdê nehêlin û dê di bi her şert û mercan de dengê  heqîqetê derxînin holê. Em bang li hemû jinan, gelê û raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî qirkirinê xwedî helwest bin.” 
 
ŞIRNEX
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li navenda Şirnexê tekildarî rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di êrişa hewayî ya dewleta tirk de li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê di 23 Tebaxê de hatin qetil kirin daxuyanî hat dayin. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyên wê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Girsê di daxuyaniyê de pankarta ku li ser wêneyên rojnamegerên hatin qetil kirin û "Çapemeniya azad deng, awaz û hebûna me ye" dinivisî hilgirtin. 
 
Metna hevpar a çapemeniyê ji aliyê hevseroka DEM Partî ya Şirnexê Nurcan Alturk ve hat xwendin. Alturk diyar kirin ku ew qetilkirina rojnamegerên Çapemeniya Azad şermezar dikin û gotin, "Bloka faşîst a AKP-MHP'ê ku li ser qirkirina jin û gelê Kurd siyasetê dike, dixwaze xeyalên xwe yên Neo-Osmanperestiyê pêk bîne. Rejîma AKP-MHP'ê ya li dijî Kurdan dixwaze bi polîtîkayên xwe yên metîngeriyê Herêma Federal a Kurdistanê dagir bike.  Em baş dizanin ku rejîma AKP-MHP’ê bi van êrîşên li dijî gelê Kurd û destkeftiyên kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê dike hedef. Di encama van êrîşan de li Silêmaniyê 2 rojnameger hatin qetilkirin. Armanca vê êrîşa li ser rojnamegeran ew e ku dengê çapemeniya azad qût bike. Lê divê were zanîn ku kedkarên çapemeniya azad ku li pey heqîqetê ne, wê pênûsa hevalên xwe xwar nehêlin û dengê heqîqetê di her şert û mercî de derkeve holê. Ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em bang li hemû jinan, gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî qirkirinê bibin xwedî helwest."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên, "Jin jiyan azadî" bi dawî bû. 
 

Sernavên din

29/08/2024
20:04 Li Amûdê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
18:43 Sebahat Tûncel bi xebatkarên Çapemeniya Azad re hat cem hev
18:24 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê di roja 9'an de ne
17:13 Giliya faîlên li zarokê Sûriyeyî dabûn hate kirin
17:00 Şîroveya Bayindir a Wêneya Milazgirê: Têkoşîna kurd dê bi ser keve
15:58 Guneş ji bo zarokên winda banga civîna awarte kir
14:57 Li Enqereyê banga 1’ê Îlonê: Aştî di têkoşîna gelên bindest de ye
14:54 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Raporên xesara avahiyên nexweşxaneyan eşkere bikin
14:48 Endamê Hewldana 78’an Ural hat binçavkirin
14:47 Şandeya DEM Partiyê serdana Hewş Kafeyê kir
14:18 Gergerlîoglû serdana Şenyaşar kir: Çima Serokê Meclisê xwe bêdeng dike?
14:06 Cenazeyê Gulistan Tara ber bi Êlihê ve hate oxirkirin
12:07 Tekane ajokara jin a otobûsê vegeriya ser karê xwe
12:06 Artêşa Iraqê balefirek şer a Tirkiyeyê xist xwarê
11:25 Xwepêşandana xelkê pêşî li ber dewriyeya hevbeş a leşkerên rûs û tirk girt
11:22 Cenazeyê Rojnameger Tarayê dê piştî merasîmê ji Êlihê re were oxirkirin
10:22 Danişîna doza Werîşe Muradî cara duyemîn hat taloqkirin
10:09 Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nayên bersivandin: Divê her kes deng derxe
09:55 ‘Em ê dest ji windayên xwe bernedin’
09:24 Karkerê ku nijadperestan êrişî wî kir: Em ê vê zilmê qebûl nekin
09:01 Li girtîgehê her kêlî ji bo Emîn Çam xetere ye!
09:00 Banga ji bo meşa 1’ê Îlonê: Heta ku tecrîd ranebe aştî pêk nayê
09:00 Esnaf nikarin sîftehê bikin: Em heta êvarî vala vala rûdinin
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2024'AN
08:46 Tirkiyeyê di meha tebaxê de 13 gundên Minbicê bombebaran kir
08:31 Xelatgirê Nobelê: Êdî dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
28/08/2024
21:20 Li Şirnexê "Xwendinên Azadiyê" berdewam dikin
20:22 Wê cenazeyê Gulistan Tarayê bînin Êlihê
20:18 Li Şirnexê gelek dever heta 15 rojan hatin qedexekirin
18:18 Ciwanên ku li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:24 Li Silopiyayê deklerasyona 1'ê Îlonê: Em dengê aştiyê bilind bikin
17:12 Hatîmogûllari serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:34 Li Narînê derdora Çemê Selmiyê digerin
16:23 Pênc ferdên malbata Gezîcî hatin tehliyekirin
15:50 Qetilkirina rojnamevanan wê bibe mijara rojeva Parlamentoya Iraqê
15:40 ‘Ev 4 hezar û 627 roj in em li edaletê digerin’
15:23 Festîvala Gimgimê di roja duyemîn de berdewam dike
15:01 Dewleta tirk li Bendava Dêrelukê tank bicihkirin
13:53 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hate kirin: Dayikek û kurê wê hatin qetilkirin
13:18 Ji mitîngê re bang: Divê li Wanê dengê aştiyê bilind bibe
13:18 Li Rihayê zarokek hate tacîzkirin
12:38 DEDAŞ’ê ceyrana gundê Haciya Kurdan birî!
12:22 Parlamenter Yesarî: Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike
12:01 Li Girtîgeha Çorlûyê li dijî girtiyan pêkanînên keyfî
10:39 Li Başûrê Kurdistanê di 31 salan de 34 rojnamevan hatin qetilkirin
10:37 DEDAŞê bi leşkeran bi ser gundê Dîrsekliyê de girt
10:36 'Peymana Enqere-Bexdayê konseptek nû ya îmhakirina kurdan e’
10:35 Sala nû ya perwerdehiyê bi pirsgirêkên giran dest pê dike
09:49 Der barê rojnamevan Kûrayê de îdianame: Nûçe û rojnamevanî sûc hatine hesibandin
09:49 Li Wanê amadekariyên 1'ê Îlonê: Ji bo aştiyê divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin
09:39 ‘Şermezarkirina rojnamegeran têr nake, divê helwest were nîşandan’
09:28 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
09:27 Li 31 girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn: Armanc taloqkirina berdana wan e
09:27 Bi şevbihêrkên dengbêjiyê çanda xwe zindî dihêlin
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Li Dîlokê zarokek hate qetilkirin
27/08/2024
23:02 Nobeta li dijî qeyûm di roja 73’yan de ye
22:59 Jinan ji bo Eylem Sevîlenê doza edaletê kirin
19:27 Li Îranê 8 kurd hatin binçavkirin
16:56 Ji DEM Partiyê pêşniyazname: Divê kurdî bibe zimanê fermî
16:54 Arinç ji Emîne Şenyaşar re got: Tirkiye hemû bi doza we dizane
16:53 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga ‘civîna lezgîn’ li ÎHÎK’ê kir
16:29 Rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Serhedê û Behra Reş hat eşkerekirin
16:09 Ji Hatîmogûllari bersiva ‘Milazgirê’: Tifaqa sêva rizî
15:45 Cewad Zerîf vegeriya ser erka xwe
15:18 Can Atalay ji girtîgehê pirsî: Gelo bûyer hate girtin?
14:22 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
14:11 Malbatê piştî gefên kuştinê giliyê girtîgehê kir
13:55 Hatimogûllari: Pêdiviya vî welatî bi nan û edaletê heye
13:53 Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê dest pê kir
13:51 DEDAŞ û leşker bi ser gund girtin û gefa birîna ceyranê li gundiyan xwarin
12:29 ‘Wê çand û zimanê kurdî her tim olan bide’
12:25 Ji DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Îlonê: Wê li sê bajaran mitîngên 1’ê Îlonê bên lidarxistin
11:55 Li Îzmîrê tundiya mêr: 3 zarok hatin qetilkirin
11:37 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:22 Arnott: Heta ku azadiya Ocalan pêk neyê gavek jî nikare bê avêtin
10:35 Bertek nîşanî qetilkirina Tara û Bahadînê dan: Li dijî hemû rojnamevanan hatiye kirin
10:30 Tê xwestin ku xwezaya Goleyê bi kanên madenê bê tunekirin
10:12 Rewşa Bazara Gund ne baş e: Kes nikare tiştekî bikire
09:47 70 madenvanên çalakî kirine hatin binçavkirin
09:46 Geerdînk: Tirkiyeya ku rojnamevanan dikuje sûcê şer dike
09:38 'Li dijî şerê taybet û polîtîkayên tecrîdê tekane rê rêxistinbûyîn e'
09:32 Li Taylandê lehî û hezaz: 22 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:31 Bi hinceta helbesta kurdî 11 roj cezayê hucreyê dan!
09:05 Krîza aboriyê bandor li fistiqa bin erd a Silopiyayê jî kir
09:03 Zarok dê bi ‘şemamokê’ hînî kurdî bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2024'AN
08:31 130 malbatên din yên Şengalî vegeriyan ser cih û warê xwe
26/08/2024
23:11 Di nobeta li dijî qeyûm de rojnamevanên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
23:06 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
22:33 Li Cizîrê 'Xwendinên Azadiyê'
19:24 Rojnameya Yenî Yaşam jî di nav de 82 hesab hatin astengkirin
19:03 Ji bo rojnamevanên hatin qetilkirin çalakî: Wê dengê heqîqetê bilind bibe
16:57 Bartin: Tu kes nikare zimandirêjiyê li partî û tekoşîna me bike
16:02 Bayindir: Divê em berê xwe bidin Rêber Abdullah Ocalan
15:55 Êzidî berê xwe didin Şengalê
15:49 Li Sûdanê bendav hilweşiya: 60 mirî û gelek jî winda hene
15:32 Tevî biryara dûrxistinê jî hate qetilkirin
14:59 Êrişa li dijî karkeran pirsî: Ma guhdarkirina stranên kurdî sûc e?
14:00 Li dijî xwediyê Hewj Kafeyê êrişa duyem: Destê wî derizî