Karkerê ku nijadperestan êrişî wî kir: Em ê vê zilmê qebûl nekin

  • rojane
  • 09:24 29 Tebax 2024
  • |
AMED - Ji karkerên ku li Balikesîrê tevî polîs û notirvanan nijadperest êrişî wan kiribûn Ozgur Îpek got: "Li wir mesele ne îxbar bû, kurdbûna me bû. Em ê vê zilmê qebûl nekin." 
 
Ozgur Îpek, Mehmet Argîn û Cemal Guzel ên li Balikesîrê li ser înşaetê dixebitîn, êvara 21'ê tebaxê saet li dor 12'ê şevê dema li Parka Ataturk a li Taxa Altieylûl li muzîka kurdî guhdar dikirin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Karkeran diyar kirine ku ew li muzîkê guhdarî dikin û nasnameyên xwe nedane polîsan. Polîsan jî bi hinceta "der barê we de îxbar heye" nasname xwestine. Li ser vê yekê polîs, cerdevan û xwediyê lûnaparkê giliyê 3 karkeran kirin. 3 karkerên ku karên wan li midûriyeta polîsan bi dawî bûn, sewqî Edliyeya Balikesîrê hatin kirin. Karkerên ku îfadeyên wan ji aliyê dozgeriyê ve hatin girtin bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" û "rabûna li hemberî polîsan" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
 
Ji karkeran Cemal Guzel ku sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hat kirin hat girtin û Îpek û Argîn jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
 
Karkerê kurd Ozgur Îpek ku êrişî wî hatibû kirin, behsa êrişên nijadperest û tiştên piştî êrişan qewimîn kir. 
 
Îpek diyar kir ku beriya mehekê ji Amedê ji bo xebatê çûne Balikesîrê û got ku gava ew ji înşeata lê xebitîne derketine, ji bo bêhnvedanê çûne parkê û ki wir muzîk guhdar kirine. Îpek bilêv kir ku ji wan re hatiye gotin ku "mirov nerihet dibin" û got ku dengê muzîka Lûnaparkê zêdetir bûye. Îpek diyar kir ku wan jî gotiye "qey hûn ji muzîka kurdî aciz dibin" û wiha pê de çû: "Em ji parkê ber bi şantiyeya kulê diman meşiyan. Jixwe mesafe 10 deqîqe bû. Ji nişka ve notirvan derketin pêşiya me. Gotin 'der barê we de îxbar heye' û nasnameya me xwestin. Hê nasname ji me nepirsîbû xwediyê Lûnaparkê hat. Got, 'Ev der Tirkiye ye, divê hûn bi tirkî biaxivin. kurd tune ne' û bi ser me de meşiya. Dîtina me dît dora me tije polîs, notirvan û nijadperest in. Li wir ji paş de destê me kelemçe kirin. Paşê dest bi îşkenceyê kirin." 
 
GEFA KUŞTINÊ LÊ XWARINE
 
Îpek anî ziman ku ji ber tundiyeke dijwar wê kêliyê fikirî ne ku wê bên kuştin û got ku notirvan jî ji wan re gotiye "ez ê bikim yek derbe" û yên xwestin pêşî li vê bigirin jî hatine binçavkirin. 
 
Îpek da zanîn ku piştî hatine binçavkirin wan birine nexweşxaneyê û li wir peywirdarê ewlehiyê nîşana "gurgeboz" kiriye û bi ser wan de hatiye û gotiye "Ev der Tirkiye ye, hûn ê serî bitewînin." Îpek da zanîn ku gava li wesayîta binçavkirinê hatine siwarkirin jî êrişên koma nijadperest dewam kirine, lê kesî alîkariya wan nekiriye. Îpek got: "Ndihiştin em haya malbatên xw ejî pê bixin. Cihê em lê bûn gelek kamereyên ewlehiyê lê hene. Ger me tiştek gotibe bila li kamereyan mêze bikin. Me çi gotibe hemû tespîtkirî ne." 
 
'SERÊ EM DANÎN ERDÊ Û BI PEHÎNAN LÊ XISTIN'
 
Îpek ku doza edaletê kir diyar kir ku hevalên wî li bajarê nijadperest dimînin û jiyana wan di xetereyê de ye. Îpek bilêv kir ku hevalên wî hatine girtin û got ku tê îdiakirin ku wan dirûşmeye berz kirine û gotine "Ev der Kurdistan e", lê belê ev ne rast e. 
 
Îpek anî ziman ku sedema bingehîn a êrişa li ser wan kurdbûna wan e û got: "Ji bo kiryarên xwe rewa bikin îdia kirin ku me 'heqaret li Serokkomar kiriye.'  Dibêjin 'li hemberî polîsan berxwedan', lê nehiştin em biaxivin. Serê me danîn erdê û bi pehînan li me xistin. Dema li me dixistin, ji her kesî dipirsîn ku ji ku derê ne. 3 kesên ku hatin me ji nava destên wan derxin jî binçav kirin. Em wan nas nakin. Dema em hatin binçavkirin ji me pirsîn ku ka em wan nas dikin yan na." 
 
'EM ZILMÊ QEBÛL NAKIN'
 
Îpek anî ziman ku hevalên êrişê wan hatine kirin li Girtîgeha Balikesîrê girtî ne û ji ber vê yekê jiyana wan di xetereyê de ye û got: "Hevalên me li bajarê ku êriş li wan hat kiringirtî ne. Gava li me xistin tiliya notirvanekî şikiya. Ji me re gotin ku we tiliya wî şikandiye. Di wê rewşê de me nikarîbû dengê xwe bilind bike. Em ê çaw aşer bikin. Gava li me xistin 10-15 kes hatin, lê hin hevalên me dibêjin 40-50 kes bûne."
 
Îpek diyar kir ku dê serî li Komeleya Mafên Mirovan bidin û got: "Mafê me çi be em ê doza wî bikin. Em vê zilma ku li me tê kirin qebûl nakin."
 

Sernavên din

29/08/2024
20:04 Li Amûdê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
18:43 Sebahat Tûncel bi xebatkarên Çapemeniya Azad re hat cem hev
18:24 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê di roja 9'an de ne
17:13 Giliya faîlên li zarokê Sûriyeyî dabûn hate kirin
17:00 Şîroveya Bayindir a Wêneya Milazgirê: Têkoşîna kurd dê bi ser keve
15:58 Guneş ji bo zarokên winda banga civîna awarte kir
14:57 Li Enqereyê banga 1’ê Îlonê: Aştî di têkoşîna gelên bindest de ye
14:54 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Raporên xesara avahiyên nexweşxaneyan eşkere bikin
14:48 Endamê Hewldana 78’an Ural hat binçavkirin
14:47 Şandeya DEM Partiyê serdana Hewş Kafeyê kir
14:18 Gergerlîoglû serdana Şenyaşar kir: Çima Serokê Meclisê xwe bêdeng dike?
14:06 Cenazeyê Gulistan Tara ber bi Êlihê ve hate oxirkirin
12:07 Tekane ajokara jin a otobûsê vegeriya ser karê xwe
12:06 Artêşa Iraqê balefirek şer a Tirkiyeyê xist xwarê
11:25 Xwepêşandana xelkê pêşî li ber dewriyeya hevbeş a leşkerên rûs û tirk girt
11:22 Cenazeyê Rojnameger Tarayê dê piştî merasîmê ji Êlihê re were oxirkirin
10:22 Danişîna doza Werîşe Muradî cara duyemîn hat taloqkirin
10:09 Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nayên bersivandin: Divê her kes deng derxe
09:55 ‘Em ê dest ji windayên xwe bernedin’
09:24 Karkerê ku nijadperestan êrişî wî kir: Em ê vê zilmê qebûl nekin
09:01 Li girtîgehê her kêlî ji bo Emîn Çam xetere ye!
09:00 Banga ji bo meşa 1’ê Îlonê: Heta ku tecrîd ranebe aştî pêk nayê
09:00 Esnaf nikarin sîftehê bikin: Em heta êvarî vala vala rûdinin
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2024'AN
08:46 Tirkiyeyê di meha tebaxê de 13 gundên Minbicê bombebaran kir
08:31 Xelatgirê Nobelê: Êdî dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
28/08/2024
21:20 Li Şirnexê "Xwendinên Azadiyê" berdewam dikin
20:22 Wê cenazeyê Gulistan Tarayê bînin Êlihê
20:18 Li Şirnexê gelek dever heta 15 rojan hatin qedexekirin
18:18 Ciwanên ku li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:24 Li Silopiyayê deklerasyona 1'ê Îlonê: Em dengê aştiyê bilind bikin
17:12 Hatîmogûllari serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:34 Li Narînê derdora Çemê Selmiyê digerin
16:23 Pênc ferdên malbata Gezîcî hatin tehliyekirin
15:50 Qetilkirina rojnamevanan wê bibe mijara rojeva Parlamentoya Iraqê
15:40 ‘Ev 4 hezar û 627 roj in em li edaletê digerin’
15:23 Festîvala Gimgimê di roja duyemîn de berdewam dike
15:01 Dewleta tirk li Bendava Dêrelukê tank bicihkirin
13:53 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hate kirin: Dayikek û kurê wê hatin qetilkirin
13:18 Ji mitîngê re bang: Divê li Wanê dengê aştiyê bilind bibe
13:18 Li Rihayê zarokek hate tacîzkirin
12:38 DEDAŞ’ê ceyrana gundê Haciya Kurdan birî!
12:22 Parlamenter Yesarî: Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike
12:01 Li Girtîgeha Çorlûyê li dijî girtiyan pêkanînên keyfî
10:39 Li Başûrê Kurdistanê di 31 salan de 34 rojnamevan hatin qetilkirin
10:37 DEDAŞê bi leşkeran bi ser gundê Dîrsekliyê de girt
10:36 'Peymana Enqere-Bexdayê konseptek nû ya îmhakirina kurdan e’
10:35 Sala nû ya perwerdehiyê bi pirsgirêkên giran dest pê dike
09:49 Der barê rojnamevan Kûrayê de îdianame: Nûçe û rojnamevanî sûc hatine hesibandin
09:49 Li Wanê amadekariyên 1'ê Îlonê: Ji bo aştiyê divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin
09:39 ‘Şermezarkirina rojnamegeran têr nake, divê helwest were nîşandan’
09:28 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
09:27 Li 31 girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn: Armanc taloqkirina berdana wan e
09:27 Bi şevbihêrkên dengbêjiyê çanda xwe zindî dihêlin
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Li Dîlokê zarokek hate qetilkirin
27/08/2024
23:02 Nobeta li dijî qeyûm di roja 73’yan de ye
22:59 Jinan ji bo Eylem Sevîlenê doza edaletê kirin
19:27 Li Îranê 8 kurd hatin binçavkirin
16:56 Ji DEM Partiyê pêşniyazname: Divê kurdî bibe zimanê fermî
16:54 Arinç ji Emîne Şenyaşar re got: Tirkiye hemû bi doza we dizane
16:53 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga ‘civîna lezgîn’ li ÎHÎK’ê kir
16:29 Rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Serhedê û Behra Reş hat eşkerekirin
16:09 Ji Hatîmogûllari bersiva ‘Milazgirê’: Tifaqa sêva rizî
15:45 Cewad Zerîf vegeriya ser erka xwe
15:18 Can Atalay ji girtîgehê pirsî: Gelo bûyer hate girtin?
14:22 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
14:11 Malbatê piştî gefên kuştinê giliyê girtîgehê kir
13:55 Hatimogûllari: Pêdiviya vî welatî bi nan û edaletê heye
13:53 Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê dest pê kir
13:51 DEDAŞ û leşker bi ser gund girtin û gefa birîna ceyranê li gundiyan xwarin
12:29 ‘Wê çand û zimanê kurdî her tim olan bide’
12:25 Ji DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Îlonê: Wê li sê bajaran mitîngên 1’ê Îlonê bên lidarxistin
11:55 Li Îzmîrê tundiya mêr: 3 zarok hatin qetilkirin
11:37 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:22 Arnott: Heta ku azadiya Ocalan pêk neyê gavek jî nikare bê avêtin
10:35 Bertek nîşanî qetilkirina Tara û Bahadînê dan: Li dijî hemû rojnamevanan hatiye kirin
10:30 Tê xwestin ku xwezaya Goleyê bi kanên madenê bê tunekirin
10:12 Rewşa Bazara Gund ne baş e: Kes nikare tiştekî bikire
09:47 70 madenvanên çalakî kirine hatin binçavkirin
09:46 Geerdînk: Tirkiyeya ku rojnamevanan dikuje sûcê şer dike
09:38 'Li dijî şerê taybet û polîtîkayên tecrîdê tekane rê rêxistinbûyîn e'
09:32 Li Taylandê lehî û hezaz: 22 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:31 Bi hinceta helbesta kurdî 11 roj cezayê hucreyê dan!
09:05 Krîza aboriyê bandor li fistiqa bin erd a Silopiyayê jî kir
09:03 Zarok dê bi ‘şemamokê’ hînî kurdî bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2024'AN
08:31 130 malbatên din yên Şengalî vegeriyan ser cih û warê xwe
26/08/2024
23:11 Di nobeta li dijî qeyûm de rojnamevanên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
23:06 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
22:33 Li Cizîrê 'Xwendinên Azadiyê'
19:24 Rojnameya Yenî Yaşam jî di nav de 82 hesab hatin astengkirin
19:03 Ji bo rojnamevanên hatin qetilkirin çalakî: Wê dengê heqîqetê bilind bibe
16:57 Bartin: Tu kes nikare zimandirêjiyê li partî û tekoşîna me bike
16:02 Bayindir: Divê em berê xwe bidin Rêber Abdullah Ocalan
15:55 Êzidî berê xwe didin Şengalê
15:49 Li Sûdanê bendav hilweşiya: 60 mirî û gelek jî winda hene
15:32 Tevî biryara dûrxistinê jî hate qetilkirin
14:59 Êrişa li dijî karkeran pirsî: Ma guhdarkirina stranên kurdî sûc e?
14:00 Li dijî xwediyê Hewj Kafeyê êrişa duyem: Destê wî derizî