Cenazeyê Gulistan Tara ber bi Êlihê ve hate oxirkirin

  • rojane
  • 14:06 29 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara ya ji hêla Tirkiyeyê ve li Silêmaniyê hatibû qetilkirin, piştî merasîma  li Parka Azadiyê hat lidarxistin, ber bi bajarê wê Êlihê ve hate oxirkirin.
 
Cenazeyê xebatkara Çapemeniya Azad, Gulistan Tara ya di 23’yê tebaxê de ji aliyê Tirkiyeyê ve li nêzî navçeya Seyîtsadiq a Silemaniyê hat qetilkirin, ji saziya Tipa Edlî ya Silêmaniyeyê hate wergirtin. Piştî ji saziya tipê hate wergirtin li Parka Azadî ya li bajar,  merasîma cenazeyê hate lidarxistin.  Cenazeyê Tarayê piştî merasîmê ber bi bajarê wê Êlihê ve hate oxirkirin. 
 
Di merasîmê de Rêveberê Chatr Production Kemal Heme Reza daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî rojnamevanên Çapemeniya Azad û berovajîkirina bûyerê ya ji aliyê dij-terorê ya PDK’ê hate şermezarkirin. Soza şopandina şopa xebatkara Çapemeniya Azad Hêro Behadîn û Gulistan Tara hate dubarekirin.
 
‘HEWL DAN HEQÎQETÊ RAGIHÎNIN’
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, 23’yê tebaxê di encama êrîşek terorîstî de û durî hemû yasa û pîvanên navdewletî wesayîta rojnamevanan a Chatr Production a ji bo karê medyayê li sinorê navçeya Seyîdsadiq hat hedefgirtin û hat diyarkirin ku di encama êrîşê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan û ev tişt hate gotin: “Me di kêliyên destpêkê yên roja êrîş pêkhatî de ragihand ku ev hevrêyên me bi armanca karê xwe yê rojnamevanî pêk bînin serdana wê deverê kiribûn. Lê dewleta Tirk a dagirker bi awayek dûrî yasa û pîvanên navdewletî bi balefira bêmirov û biçek tîma me hedef girt.”
 
‘DIJMIN TEŞHÎR DIKIR’
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku Gulistan Tara û Hêro Behadîn bi sebir hewl dan rastiyan bigihînin civaka me û hat bîrxistin ku rojnameger rûyê rast ê dijminên Kurdistanê eşkere bikin tevgeriyan û wiha dom kir: “Ji ber wê jî hewl dan bi rêya medyayê helwesta raya giştî ya kurd li hember suc û dagirkeriyên li ser xaka Kurdistanê nîşan bidin û zilm û zordariya dewletên dagirker ji cîhan û civaka navnetweyî re ragihînin.”
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Em wek Chatr Production, li gel şermezarkirina êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a terorîst, di heman demê de daxuyaniyên sexte yên saziya bi navê Dij-Terorê ya PDK’ê ku hewl dide dosyeya qetilkirina van rojnamevanan berovajî bike û sucê dewleta tirk veşêrin, şermezar dikin. Em bang li rêxistinên navneteweyî û nûnerên cîhanê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê dikin ku qetilkirina van rojnamevanan bikin bingehek ji bo rawestandina bêdengiya xwe ya li hemberî sûcên berdewam ên dewleta tirk ên li dijî sivîlên Başûrê Kurdistanê. Ji bo dawî anîna li sûcên dewleta tirk ên li Başûrê Kurdistanê, hewldanên cidî bikin.
 
Em soz didin heval û hogirên xwe Gulistan Tara û Hêro Behadîn ku em ê li ser rê û fikrên wan bimeşin û li dijî dagirkeriya bêedaletiyê serê pênûsa xwe tûj bikin.”
 
Di merasîmê de birayê Gulistan Tara Ahmed Tekîk axivî û ev tişt gotin, “Her çendî Gulistan xwişka min bû, lê ji wê zêdetir heval û hevrêya we bû. Gulistan tenê rojnamevan bû û xwediyê pênûs û kamerayekê bû.”
 
Ehmed Tekîk, anî ziman ku Gulistan şehîd bûye û wiha derbirî:  “Îro hûn dibînin ku heval û hevrêyên wê hemû bûne Gulistan.”
 

Sernavên din

02/09/2024
09:00 Girtiyê nexweş meheke di greva birçîbûnê de ye
09:00 ATK’ê rapora ‘Nikare li girtîgehê bijî’ da lê dîsa nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2024'AN
08:02 Xwebûn bi manşeta ‘Çima rojnamegerên jin? Derket
01/09/2024
21:59 KESK: Bila binçavkiriyên Kadikoyê werin berdan
21:29 Amedî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
21:02 Bakirhan serdana Makbûle Ozerê kir
20:53 Bakirhan ji Wanê bang kir: Van polîtîkayên xwe yên şer bi dawî bikin
20:45 Di êrişê de li cem wî bû: Hakîm Lokman ji ber kurdî axivî hate kuştin
19:40 Di çalalkiyên 1’ê îlonê de berteka şer û tecrîdê
19:10 Li Kadikoyê mitînga aştiyê: Polîtîkayên şer bi dawî bikin
18:33 Li Wanê bi hezaran kes li dijî 'şer, dagirkerî û tecrîdê' li qadê ne
18:12 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Birêz Ocalan ji bo aştiyê siyasetmedarên biwêrek digere
17:42 Xizmê Lokman ê di êrişa nijadperest de hate qetilkirin: Bila êrişkar bên girtin
17:03 Li ser sînor li dijî şer meş hat lidarxistin: Muxatabê çareseriyê Ocalan e
16:44 Ji ber axaftina bi kurdî hate qetilkirin
16:06 Li Pulurê polîsan welatiyek bi lêdanê binçav kirin
15:50 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Dîlokê hatin bibîranîn
15:49 Hejmara kesên li Xezeyê hatin qetilkirin nêzî 41 hezaran bû
15:48 Hatîmogûllari: Ji bo aştiyê divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin
14:58 Hinek herêmên Pîranê hatin qedexekirin
14:56 Li cihê Erdogan got ‘Milyarek û nîv TL veberênan lê hat kirin’ vala derket
14:36 Cenazeyên kesên li Bagokê jiyana xwe ji dest dayin birin baregeha leşkerî
14:00 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
12:40 Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê rapora binpêkirinan eşkere kir
12:39 Li Nisêbînê cenazeyê kesekî hate dîtin
12:15 Li Amedê deklarasyona 1’ê Îlonê: Ji bo çareseriyê berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:30 Çiyayê Bagokê hate bombebarankirin
10:40 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:50 Hiqûqnasa giliyê MHP’iyan kiribû hate binçavkirin
09:45 Xwendinên Azadiyê: Ji bo pêkanîna wekheviya jin-mêr de gelekî girîng e
09:44 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
09:42 Zaroka li Nisêbînê ji qata 6’an ketî xwarê jiyana xwe ji dest da
09:41 Balsever: Em ji bo elewiyan statu û temînata qanûnî dixwazin
09:15 ‘Em ê nehêlin li Hasandînê kana madenê bê çêkirin'
09:06 Eren ê DEM Partiyî: Desthilat li pişta êrişên nijadperest e
09:04 Tehliyeya girtiyên ‘poşmantî’ red kirin cara 4’an hate taloqkirin
09:04 Birayê girtiyê hatiye derbkirin: Ewlehiya canê wî nîne
09:01 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2024'AN
08:59 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
31/08/2024
23:29 'Meşa Dirêj' li ber NY’ê bi dawî bû
23:26 Li Wanê stran ji bo xwezayê hatin gotin
20:23 Konferansa Aştî û Demokrasiyê: Saziyên navneteweyî tecrîda Îmraliyê paşguh dikin
16:47 Li Berlînê Konferansa Aştî û Demokrasiyê: Divê Ocalan azad bibe
16:43 Turkoglû: Tekane alternatîfa dê aştiyê pêk bîne niha tecrîdkirî ye
15:45 Bêrîvanên Zozanê Berçelan bertek nîşanî fotokapanan dan
15:34 Weqfa Aştiyê: Tirkiye neçarî aştiya bi kurdan re ye
15:14 Xwestin Kuday û Aykaç bên berdan
14:32 Karkerê madenê hê jî binçavkirî ne
14:29 Dayikên Şemiyê: Windakirina bi darê zorê şerma mirovahiyê ye
14:16 Rejîma Îranê kolbereke din qetil kir
14:06 Li aqûbeta Acar û Gunduz hat pirsîn
14:02 Emîne Şenyaşar: Heta hevdîtin pêk tê ez ê li vir bim
13:56 11 roj in ji Narîn Guran agahî nayên girtin: Apê wê hate binçavkirin
13:31 Makbûle Ozer bêyî agahiya malbatê danîn ber deriyê girtîgehê
12:09 Êriş di roja 330’an de didomin: 40 hezar û 602 filistînî hatin qetilkirin
12:01 Amed ji bo 1’ê Îlonê amade ye: Rêya aştiyê, rakirina tecrîdê ye
11:48 Ji bo meşa li Amedê bang hat kirin: Werin em tecrîdê rakin
11:39 Hatîmogûllari: Em dikarin tifaqa qirêjî ya li Milazgirê bi hêzên demokrasiyê re vala derxînin
10:45 Ji Dayikên Aştiyê banga 1’ê Îlonê: Bê Ocalan aştî pêk nayê
10:07 Bang li ciwanan kirin: Çareserî ne çûna derveyî welat, têkoşîna birêxistinkirî ye
10:06 Abdullah Ocalan: Ez ji bo aştiyê şer dikim
10:05 Makbule Ozer a 82 salî tehliye bû
09:47 Li Girtîgeha Rihayê binpêkirinên mafan: Berdan tune ye, lêpirsîn û zext hene
09:44 Li girtîgehên Serhedê pêkanînên salên 90'î tên sepandin
09:41 Bikaranîna mal û milkê GOÇÎZDER’ê hat bisînorkirin
09:31 Banga ji bo 1'ê Îlonê: Divê em li dijî şer xeta têkoşînê ya hevpar birêxistin bikin
09:06 Oremar ev 40 sal in ji bo çanda kurdî kedê dide
09:03 Debara xwe bi keviran dike
09:00 Li Silopiya dê li dijî şer Meşa Aştiyê bê lidarxistin: Em dengê aştiyê bilind bikin
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2024'AN
30/08/2024
23:01 Nobeda li dijî qeyûm: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bê rakirin
22:55 Berdana girtiyê 30 salan cara pêncemîn hat astengkirin
20:56 Li Samsunê êrişî karkerên çandiniyê hat kirin
19:01 Ji Şaredariya Cizîrê kampanyaya paqijiyê
18:50 MKG û DFG çûn serdana gora Gulîstan Tara
17:03 Li Silopiyayê ji bo 1’ê Îlonê bang hate kirin
17:02 Mîhrîcana Gimgimê bi dawî bû
16:12 Ji bo rojnamevan Gulistan Tara mewlîd hate dayîn
16:03 Rejîma Îranê 15 sal ceza li melayê kurd birî
15:34 Endamê Helwdana 78’an Ûral hate berdan
15:28 Lingê ciwanê ku wesayîta zirxî lê da şikest
15:27 Werîşe Mûradî: Dê têkoşîna jinan a azadiyê serkeftinê bîne
15:05 YNK: Xiyaneta PDK’ê ya 31’ê Tebaxê şermezarî ye
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo 1’ê Îlonê bang kir
14:45 Dest danîn ser pirtûkên Benlî yê hucreyê de tê ragirtin
14:25 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehên Anatoliya Navîn: Binpêkirin, îşkence…
13:51 Cezayê hefsê dan redkarê wijdanê: Ez li pey gotinên xwe me
12:58 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:20 660 hezar lîre ceza li kujerê pezkuvî hate birîn
12:19 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:02 ‘Dewleta tirk li gundên Başûr leşkeran bicih dike’
11:51 Lawê Ertakê hatiye windakirin: Divê dewlet bi pêşerojê re hevrû bibe
11:13 Parlamenterê DEM Partiyê Çîftyurek: Erdnîgariya me bi krîza xurekê re rûbirû ye
11:09 Ji bo bernameya 1’ê Îlonê ya li Îzmîrê banga tevlibûnê
11:08 Xebatên lêgerîna Narînê ket roja 10'an: Birayê wê hate berdan
10:47 DEM Partî di meha îlonê de ‘Seferberiya rêxistinbûnê’ dide destpêkirin
10:31 Derûnas Kolyîgît: Tundî sûdê ji polîtîkayên desthilatê digire
10:26 Roja Kesên bi Darê Zorê Hatine Windakirin: Divê dewlet hiqûqê ji dil pêk bîne
10:00 Dayika Yuceyê: Min soz daye keça xwe ku ez ê têkoşîna aştiyê bidomînim