Şîroveya Bayindir a Wêneya Milazgirê: Têkoşîna kurd dê bi ser keve

  • rojane
  • 17:00 29 Tebax 2024
  • |
img
MÛŞ - Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir bal kişand ser wêneya Serokkomarê AKP’î  Tayyîp Erdogan a bi pêkhatiyên tifaqa xwe ya li Meclisê û fermandaran re li Milazgirê kişandiye û wiha şîrove kir: “Di wê wêneyê de peyamê dan têkoşîna azadiyê ya kurd. Em jî dibêjin ku çi bibe bila bibe, dê têkoşîna kurd bi ser keve.” 
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mûşê bi diruşma “Bi civaka rêxistinbûyî ber bi paşeroja azad ve” 1’emîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), hevserokên şaredariyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, nûnerên saziyên demokratîk ên sivîl, rêxistinên navend û navçeyên Wan, Bedlîs, Çewlîg, Xarpêtê û gelek welatî tev li kongreya li eywanekî dawetê ya li bajar hatiye lidarxistin bûn. Di eywana kongre tê de hatiye lidarxistin de pankartên “Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve” û “Li dijî polîtîkayên şer em bi paradîgmaya azadiyê jinê rêxistin dibin” û “Me ji sala 1925’an heye 1999’an çok daneynî, em ê çok daneynin” hatin daliqandin. 
 
Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir di eywana kongreyê de bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin. Kongre bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtina ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê dest pê kir. 
 
‘EM SERKEFTINA MÛŞÊ DIYARÎ HER DU ROJNAMEGERAN DIKIN’
 
Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir serkeftina Mûşê ya di hilbijartinên herêmî de hatiye bidestxistin pîroz kir. Bayindir wiha axivi: “Em vê serkeftinê diyarî jinan, ciwanan û her du rojnamegerên jin ên li Silêmaniyeyê hatine qetilkirin, dikin. Ji avakirina komarê heya niha dewlet hebûna xwe bi ser înkarkirina kurdan da avakirin û zext û zilma ku mejiyê mirov ranagire, hate meşandin. Lê belê gelê kurd tu caran serê xwe netewand û dê netewîne jî. Têkoşîna ku milyonan kesan daye, dê bi ser bikeve.” 
 
‘XIYANET TU CARAN BI SER NEKET’ 
 
Bayindir wêneyên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di bernameya navçeya Milazgira Mûşê bi pêkhateyên xwe yên li Meclisê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê Partiya Yekitiya Mezin (BBP) Mûstafa Destîcî û Serokê Giştî yê HUDA PAR’ê Zekeriya Yapicioglû re kişandiye û wêneya bi Serokên Giştî yên MHP’ê, BBP’ê û HUDA PAR’ê re li navçeya Xelata Bedlîsê  li gel serfermandaran kişandine bi bîr xist. 
 
Bayindir bi ser her du wêneyan jî sekinî û wiha axivî: “Di van wêneyan de ji AKP heya MHP’ê û heya partiya kontroyan her kes hebû. Di van wêneyê de destên xwe dan hev û xwestin peyamê bidin têkoşîna azadiyê ya kurd. Em jî dibêjin ku çi bibe bila bibe, dê têkoşîna kurd bi ser keve.  Di wê wêneyên de dixwazin welatê me veguherînin dojehê. Em jî dibêjin ku em ê bi zimanê xwe, nasnameya xwe û welatê xwe ve azad bibin. Ev têkoşîn wekî şîrê kurdan ê spî helal e. AKP û MHP’ê her çar aliyê Kurdistanê veguherandin qada şer. Ew dixwazin têkoşîna kurd tune bikin. Têkoşîna azadiyê ya kurd li dijî vê yekê têdikoşe. Ya ku di vî şerî de winda dike AKP, MHP, Tirkiye, Erdogan û Bahçelî ye. Ji bo têkoşîna kurdan tune bikin jî xiyanetê bi destê PDK’ê didin kirin. Gelê kurd vê yekê dibîne. Zarokên kurdan tên qetilkirin. Tu caran xiyanet bi ser neket. Dê gelê kurd dê vê xiyatenê têk bibe û bi ser keve.” 
 
‘GELÊ KURD DÊ RÊ NEDE ŞER’
 
Bayindir diyar kir ku rewşa agahî negirtinê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bibîr xist û diyar kir ku tecrîd, tê wateya şer û wiha derbirî: “Ev 25 sal in tecrîd heye û dewlet gavekê jî bi pêş neket. Rakirina tecrîdê tê wateya çareserkirina pirsgirêka kurd. Muxatabê pirsgirêka kurd birêz Ocalan e. Bi mîlyonan kurd bi wî re girêdayî ne. Em ê bi têkoşînê, birêz Ocalan azad bikin. Heke tecrîd were şikandin dê ji Kurdistanê heya Filîstînê gel azad bibin. AKP û MHP dixwazin vî şerî girantir bikin. Gelê kurd hişyar bû, dê ji têkoşîna xwe gavekî jî paş de neavêje, dê rê nede vî şerî. Em bi gelê xwe, feraseta Rêberê xwe bawer in, em ê bi ser kevin. Tenê em berpirsyariya xwe bînin cih. DBP mala me ye. Êdî em ê bi nasnameya xwe, bi çanda xwe siyaseta xwe di DBP’ê de bikin. Bila her kesek xwedî li mala xwe derkeve.” 
 
Piştî axaftinan rapora xebatên hatine kirin, hate xwendin. Di hilbijartina hatiye kirin de ji Hevserokatiya Mûşê re Nûrten Akman û Ûmût Yilmaz hatin hilbijartin. 
 

Sernavên din

29/08/2024
20:04 Li Amûdê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
18:43 Sebahat Tûncel bi xebatkarên Çapemeniya Azad re hat cem hev
18:24 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê di roja 9'an de ne
17:13 Giliya faîlên li zarokê Sûriyeyî dabûn hate kirin
17:00 Şîroveya Bayindir a Wêneya Milazgirê: Têkoşîna kurd dê bi ser keve
15:58 Guneş ji bo zarokên winda banga civîna awarte kir
14:57 Li Enqereyê banga 1’ê Îlonê: Aştî di têkoşîna gelên bindest de ye
14:54 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Raporên xesara avahiyên nexweşxaneyan eşkere bikin
14:48 Endamê Hewldana 78’an Ural hat binçavkirin
14:47 Şandeya DEM Partiyê serdana Hewş Kafeyê kir
14:18 Gergerlîoglû serdana Şenyaşar kir: Çima Serokê Meclisê xwe bêdeng dike?
14:06 Cenazeyê Gulistan Tara ber bi Êlihê ve hate oxirkirin
12:07 Tekane ajokara jin a otobûsê vegeriya ser karê xwe
12:06 Artêşa Iraqê balefirek şer a Tirkiyeyê xist xwarê
11:25 Xwepêşandana xelkê pêşî li ber dewriyeya hevbeş a leşkerên rûs û tirk girt
11:22 Cenazeyê Rojnameger Tarayê dê piştî merasîmê ji Êlihê re were oxirkirin
10:22 Danişîna doza Werîşe Muradî cara duyemîn hat taloqkirin
10:09 Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nayên bersivandin: Divê her kes deng derxe
09:55 ‘Em ê dest ji windayên xwe bernedin’
09:24 Karkerê ku nijadperestan êrişî wî kir: Em ê vê zilmê qebûl nekin
09:01 Li girtîgehê her kêlî ji bo Emîn Çam xetere ye!
09:00 Banga ji bo meşa 1’ê Îlonê: Heta ku tecrîd ranebe aştî pêk nayê
09:00 Esnaf nikarin sîftehê bikin: Em heta êvarî vala vala rûdinin
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2024'AN
08:46 Tirkiyeyê di meha tebaxê de 13 gundên Minbicê bombebaran kir
08:31 Xelatgirê Nobelê: Êdî dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
28/08/2024
21:20 Li Şirnexê "Xwendinên Azadiyê" berdewam dikin
20:22 Wê cenazeyê Gulistan Tarayê bînin Êlihê
20:18 Li Şirnexê gelek dever heta 15 rojan hatin qedexekirin
18:18 Ciwanên ku li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:24 Li Silopiyayê deklerasyona 1'ê Îlonê: Em dengê aştiyê bilind bikin
17:12 Hatîmogûllari serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:34 Li Narînê derdora Çemê Selmiyê digerin
16:23 Pênc ferdên malbata Gezîcî hatin tehliyekirin
15:50 Qetilkirina rojnamevanan wê bibe mijara rojeva Parlamentoya Iraqê
15:40 ‘Ev 4 hezar û 627 roj in em li edaletê digerin’
15:23 Festîvala Gimgimê di roja duyemîn de berdewam dike
15:01 Dewleta tirk li Bendava Dêrelukê tank bicihkirin
13:53 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hate kirin: Dayikek û kurê wê hatin qetilkirin
13:18 Ji mitîngê re bang: Divê li Wanê dengê aştiyê bilind bibe
13:18 Li Rihayê zarokek hate tacîzkirin
12:38 DEDAŞ’ê ceyrana gundê Haciya Kurdan birî!
12:22 Parlamenter Yesarî: Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike
12:01 Li Girtîgeha Çorlûyê li dijî girtiyan pêkanînên keyfî
10:39 Li Başûrê Kurdistanê di 31 salan de 34 rojnamevan hatin qetilkirin
10:37 DEDAŞê bi leşkeran bi ser gundê Dîrsekliyê de girt
10:36 'Peymana Enqere-Bexdayê konseptek nû ya îmhakirina kurdan e’
10:35 Sala nû ya perwerdehiyê bi pirsgirêkên giran dest pê dike
09:49 Der barê rojnamevan Kûrayê de îdianame: Nûçe û rojnamevanî sûc hatine hesibandin
09:49 Li Wanê amadekariyên 1'ê Îlonê: Ji bo aştiyê divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin
09:39 ‘Şermezarkirina rojnamegeran têr nake, divê helwest were nîşandan’
09:28 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
09:27 Li 31 girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn: Armanc taloqkirina berdana wan e
09:27 Bi şevbihêrkên dengbêjiyê çanda xwe zindî dihêlin
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Li Dîlokê zarokek hate qetilkirin
27/08/2024
23:02 Nobeta li dijî qeyûm di roja 73’yan de ye
22:59 Jinan ji bo Eylem Sevîlenê doza edaletê kirin
19:27 Li Îranê 8 kurd hatin binçavkirin
16:56 Ji DEM Partiyê pêşniyazname: Divê kurdî bibe zimanê fermî
16:54 Arinç ji Emîne Şenyaşar re got: Tirkiye hemû bi doza we dizane
16:53 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga ‘civîna lezgîn’ li ÎHÎK’ê kir
16:29 Rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Serhedê û Behra Reş hat eşkerekirin
16:09 Ji Hatîmogûllari bersiva ‘Milazgirê’: Tifaqa sêva rizî
15:45 Cewad Zerîf vegeriya ser erka xwe
15:18 Can Atalay ji girtîgehê pirsî: Gelo bûyer hate girtin?
14:22 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
14:11 Malbatê piştî gefên kuştinê giliyê girtîgehê kir
13:55 Hatimogûllari: Pêdiviya vî welatî bi nan û edaletê heye
13:53 Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê dest pê kir
13:51 DEDAŞ û leşker bi ser gund girtin û gefa birîna ceyranê li gundiyan xwarin
12:29 ‘Wê çand û zimanê kurdî her tim olan bide’
12:25 Ji DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Îlonê: Wê li sê bajaran mitîngên 1’ê Îlonê bên lidarxistin
11:55 Li Îzmîrê tundiya mêr: 3 zarok hatin qetilkirin
11:37 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:22 Arnott: Heta ku azadiya Ocalan pêk neyê gavek jî nikare bê avêtin
10:35 Bertek nîşanî qetilkirina Tara û Bahadînê dan: Li dijî hemû rojnamevanan hatiye kirin
10:30 Tê xwestin ku xwezaya Goleyê bi kanên madenê bê tunekirin
10:12 Rewşa Bazara Gund ne baş e: Kes nikare tiştekî bikire
09:47 70 madenvanên çalakî kirine hatin binçavkirin
09:46 Geerdînk: Tirkiyeya ku rojnamevanan dikuje sûcê şer dike
09:38 'Li dijî şerê taybet û polîtîkayên tecrîdê tekane rê rêxistinbûyîn e'
09:32 Li Taylandê lehî û hezaz: 22 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:31 Bi hinceta helbesta kurdî 11 roj cezayê hucreyê dan!
09:05 Krîza aboriyê bandor li fistiqa bin erd a Silopiyayê jî kir
09:03 Zarok dê bi ‘şemamokê’ hînî kurdî bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2024'AN
08:31 130 malbatên din yên Şengalî vegeriyan ser cih û warê xwe
26/08/2024
23:11 Di nobeta li dijî qeyûm de rojnamevanên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
23:06 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
22:33 Li Cizîrê 'Xwendinên Azadiyê'
19:24 Rojnameya Yenî Yaşam jî di nav de 82 hesab hatin astengkirin
19:03 Ji bo rojnamevanên hatin qetilkirin çalakî: Wê dengê heqîqetê bilind bibe
16:57 Bartin: Tu kes nikare zimandirêjiyê li partî û tekoşîna me bike
16:02 Bayindir: Divê em berê xwe bidin Rêber Abdullah Ocalan
15:55 Êzidî berê xwe didin Şengalê
15:49 Li Sûdanê bendav hilweşiya: 60 mirî û gelek jî winda hene
15:32 Tevî biryara dûrxistinê jî hate qetilkirin
14:59 Êrişa li dijî karkeran pirsî: Ma guhdarkirina stranên kurdî sûc e?
14:00 Li dijî xwediyê Hewj Kafeyê êrişa duyem: Destê wî derizî