Ji bo bernameya 1’ê Îlonê ya li Îzmîrê banga tevlibûnê

  • rojane
  • 11:09 30 Tebax 2024
  • |
img

ÎZMÎR - Hevseroka DEM Partiyê yê Îzmîrê Vezan Karabûlût a têkildarî bernameya 1’ê Îlonê ya li Îzmîrê were lidarxistin agahî dan, li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê bang li herkesê kir ku li qadan aştiyê biqîrin. 

 
Li çar aliyê Tirkiyeyê û Kurdistanê gel xwe amade dikin ku di li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê derkevin qadan. 
 
Li Îzmîrê bi banga Hêzên Ked û Demokrasiyê dê di 1’ê Îlonê de saet di 18.00’an de li Qada Cûmhûriyetê bi dirûşmeya “Berî her tiştî aştî” daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî bê dayîn. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê bi dirûşmeya “Li dijî şer aştiyê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” dê di daxuyaniya girseyî de cihê xwe bigire. Bi tevlibûna parlamenterên DEM Partiyê saet li dora 17.00’an dê bi girseyî li avahiya Îzmîrê kom bibin û ber bi Qada Cûmhûriyetê ve meş bê lidarxistin. 
 
 
Hevseroka DEM Partiyê yê Îzmîrê Vezan Karabûlût, destnîşan kir ku di serî de Rojhilata Navîn li erdnîgariyeke ku bi şeran hatiye dorpêçkirine dijîn. Karabûlût, diyar kir ku li her alî şer û qetilkirina mirovan heye û wiha got: “Li başûrê Kurdistanê dagirkirin heye. Di dîroka herî nêz de 2 rojnamevanên jin ji ber vî şerî hatin qetilkirin. Li Xezayê drama mirovahiyê heye. Şerê Ûkrayna û Rûsyayê didome. Di demekî ku şer evqas nêzî me ne û heta welatê me aliyekî şerî ye de em ê gotina xwe ya aştiyê bidomînin.”
 
‘DIVÊ EM DERKETINA LI DIJÎ ŞER JI XWE RE BIKIN PEYWÎR’ 
 
Karabûlût, bal kişand ku dewleta tirk demekî dirêje di nav şer de ye û da zanîn ku ev rewş gelan ji gelek aliyî ve bi bandor dike. Karabûlût, anî ziman ku budçeya ku desthilata AKP’ê û MHP’ê ji şer re vediqetîne, ji nanê gel tê birîn û wiha berdewam kir: “Di demekî ku gel nan nabîne de fîşek, SÎHA û ÎHA tên kirîn. Operasyonên derveyî sînor tên kirin. Mafê perwerdehiyê yê herî bingehîn ji ber budçeya ji şer re hatiye veqetandin tê sînorkirin. Budçeya ji şer re hatiye veqetandin, pêşkeşî gel hatibûya kirin ne xizanî ne jî bêaramî dima. Astengkirina me ya vê derê encax bi derketina ji şer re dibe. Dema şandina desthilata ku welat terkî xizaniyê kiriye, zûde hatiye. Rêya herî girîng a vekirina rêya aştiyê şandina vê desthilata xwînxwar e.”
 
‘EM JI BO AŞTIYÊ LI QADAN BÊN BAHEV’ 
 
Karabûlût, bi lêv kir ku li dijî polîtîkayên şer dê li Îzmîrê jî li qadan bin û da zanîn ku dê di 1’ê Îlonê de bi Hêzên Ked û Demokrasiyê re li Qada Cûmhûriyetê bi tevlibûneke berfireh daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Karabûlût, anî ziman ku dê DEM Partî bi dirûşmeye “Li dijî şer aştiyê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” tev li daxuyaniyê bibe û wiha got: “Em ê li dijî tecrîd û şerî li qadan bilindikirina dengê aştiyê bidomînin.”
 
Karabûlût, anî ziman ku beriya daxuyaniyê dê saet di 17.00’an de li ber avahiya partiyê bên bahev û ji vir ber bi Qada Cûmhûriyetê ve bimeşin. Karabûlût axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Li dijî hemû bêhiqûqî, newekhevî, bêedaletî û qetilkirina jin, xweza û heywanan a li Tirkiyeyê, li bendê ne ku hemû şêniyên Îzmîrê dakevin kolanan. Werin em hemû li meydanan li hev bicivin û xerabiya şer û bedewiya aştiyê biqîrin. Ji bo ku em xerabiye şer û xweşiya aştiyê bi hev re biqîrin em li qadan werin bahev.”
 
 

Sernavên din

01/09/2024
21:02 Bakirhan serdana Makbûle Ozerê kir
20:53 Bakirhan ji Wanê bang kir: Van polîtîkayên xwe yên şer bi dawî bikin
20:45 Di êrişê de li cem wî bû: Hakîm Lokman ji ber kurdî axivî hate kuştin
19:40 Di çalalkiyên 1’ê îlonê de berteka şer û tecrîdê
19:10 Li Kadikoyê mitînga aştiyê: Polîtîkayên şer bi dawî bikin
18:33 Li Wanê bi hezaran kes li dijî 'şer, dagirkerî û tecrîdê' li qadê ne
18:12 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Birêz Ocalan ji bo aştiyê siyasetmedarên biwêrek digere
17:42 Xizmê Lokman ê di êrişa nijadperest de hate qetilkirin: Bila êrişkar bên girtin
17:03 Li ser sînor li dijî şer meş hat lidarxistin: Muxatabê çareseriyê Ocalan e
16:44 Ji ber axaftina bi kurdî hate qetilkirin
16:06 Li Pulurê polîsan welatiyek bi lêdanê binçav kirin
15:50 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Dîlokê hatin bibîranîn
15:49 Hejmara kesên li Xezeyê hatin qetilkirin nêzî 41 hezaran bû
15:48 Hatîmogûllari: Ji bo aştiyê divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin
14:58 Hinek herêmên Pîranê hatin qedexekirin
14:56 Li cihê Erdogan got ‘Milyarek û nîv TL veberênan lê hat kirin’ vala derket
14:36 Cenazeyên kesên li Bagokê jiyana xwe ji dest dayin birin baregeha leşkerî
14:00 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
12:40 Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê rapora binpêkirinan eşkere kir
12:39 Li Nisêbînê cenazeyê kesekî hate dîtin
12:15 Li Amedê deklarasyona 1’ê Îlonê: Ji bo çareseriyê berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:30 Çiyayê Bagokê hate bombebarankirin
10:40 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:50 Hiqûqnasa giliyê MHP’iyan kiribû hate binçavkirin
09:45 Xwendinên Azadiyê: Ji bo pêkanîna wekheviya jin-mêr de gelekî girîng e
09:44 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
09:42 Zaroka li Nisêbînê ji qata 6’an ketî xwarê jiyana xwe ji dest da
09:41 Balsever: Em ji bo elewiyan statu û temînata qanûnî dixwazin
09:15 ‘Em ê nehêlin li Hasandînê kana madenê bê çêkirin'
09:06 Eren ê DEM Partiyî: Desthilat li pişta êrişên nijadperest e
09:04 Tehliyeya girtiyên ‘poşmantî’ red kirin cara 4’an hate taloqkirin
09:04 Birayê girtiyê hatiye derbkirin: Ewlehiya canê wî nîne
09:01 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2024'AN
08:59 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
31/08/2024
23:29 'Meşa Dirêj' li ber NY’ê bi dawî bû
23:26 Li Wanê stran ji bo xwezayê hatin gotin
20:23 Konferansa Aştî û Demokrasiyê: Saziyên navneteweyî tecrîda Îmraliyê paşguh dikin
16:47 Li Berlînê Konferansa Aştî û Demokrasiyê: Divê Ocalan azad bibe
16:43 Turkoglû: Tekane alternatîfa dê aştiyê pêk bîne niha tecrîdkirî ye
15:45 Bêrîvanên Zozanê Berçelan bertek nîşanî fotokapanan dan
15:34 Weqfa Aştiyê: Tirkiye neçarî aştiya bi kurdan re ye
15:14 Xwestin Kuday û Aykaç bên berdan
14:32 Karkerê madenê hê jî binçavkirî ne
14:29 Dayikên Şemiyê: Windakirina bi darê zorê şerma mirovahiyê ye
14:16 Rejîma Îranê kolbereke din qetil kir
14:06 Li aqûbeta Acar û Gunduz hat pirsîn
14:02 Emîne Şenyaşar: Heta hevdîtin pêk tê ez ê li vir bim
13:56 11 roj in ji Narîn Guran agahî nayên girtin: Apê wê hate binçavkirin
13:31 Makbûle Ozer bêyî agahiya malbatê danîn ber deriyê girtîgehê
12:09 Êriş di roja 330’an de didomin: 40 hezar û 602 filistînî hatin qetilkirin
12:01 Amed ji bo 1’ê Îlonê amade ye: Rêya aştiyê, rakirina tecrîdê ye
11:48 Ji bo meşa li Amedê bang hat kirin: Werin em tecrîdê rakin
11:39 Hatîmogûllari: Em dikarin tifaqa qirêjî ya li Milazgirê bi hêzên demokrasiyê re vala derxînin
10:45 Ji Dayikên Aştiyê banga 1’ê Îlonê: Bê Ocalan aştî pêk nayê
10:07 Bang li ciwanan kirin: Çareserî ne çûna derveyî welat, têkoşîna birêxistinkirî ye
10:06 Abdullah Ocalan: Ez ji bo aştiyê şer dikim
10:05 Makbule Ozer a 82 salî tehliye bû
09:47 Li Girtîgeha Rihayê binpêkirinên mafan: Berdan tune ye, lêpirsîn û zext hene
09:44 Li girtîgehên Serhedê pêkanînên salên 90'î tên sepandin
09:41 Bikaranîna mal û milkê GOÇÎZDER’ê hat bisînorkirin
09:31 Banga ji bo 1'ê Îlonê: Divê em li dijî şer xeta têkoşînê ya hevpar birêxistin bikin
09:06 Oremar ev 40 sal in ji bo çanda kurdî kedê dide
09:03 Debara xwe bi keviran dike
09:00 Li Silopiya dê li dijî şer Meşa Aştiyê bê lidarxistin: Em dengê aştiyê bilind bikin
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2024'AN
30/08/2024
23:01 Nobeda li dijî qeyûm: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bê rakirin
22:55 Berdana girtiyê 30 salan cara pêncemîn hat astengkirin
20:56 Li Samsunê êrişî karkerên çandiniyê hat kirin
19:01 Ji Şaredariya Cizîrê kampanyaya paqijiyê
18:50 MKG û DFG çûn serdana gora Gulîstan Tara
17:03 Li Silopiyayê ji bo 1’ê Îlonê bang hate kirin
17:02 Mîhrîcana Gimgimê bi dawî bû
16:12 Ji bo rojnamevan Gulistan Tara mewlîd hate dayîn
16:03 Rejîma Îranê 15 sal ceza li melayê kurd birî
15:34 Endamê Helwdana 78’an Ûral hate berdan
15:28 Lingê ciwanê ku wesayîta zirxî lê da şikest
15:27 Werîşe Mûradî: Dê têkoşîna jinan a azadiyê serkeftinê bîne
15:05 YNK: Xiyaneta PDK’ê ya 31’ê Tebaxê şermezarî ye
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo 1’ê Îlonê bang kir
14:45 Dest danîn ser pirtûkên Benlî yê hucreyê de tê ragirtin
14:25 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehên Anatoliya Navîn: Binpêkirin, îşkence…
13:51 Cezayê hefsê dan redkarê wijdanê: Ez li pey gotinên xwe me
12:58 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:20 660 hezar lîre ceza li kujerê pezkuvî hate birîn
12:19 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:02 ‘Dewleta tirk li gundên Başûr leşkeran bicih dike’
11:51 Lawê Ertakê hatiye windakirin: Divê dewlet bi pêşerojê re hevrû bibe
11:13 Parlamenterê DEM Partiyê Çîftyurek: Erdnîgariya me bi krîza xurekê re rûbirû ye
11:09 Ji bo bernameya 1’ê Îlonê ya li Îzmîrê banga tevlibûnê
11:08 Xebatên lêgerîna Narînê ket roja 10'an: Birayê wê hate berdan
10:47 DEM Partî di meha îlonê de ‘Seferberiya rêxistinbûnê’ dide destpêkirin
10:31 Derûnas Kolyîgît: Tundî sûdê ji polîtîkayên desthilatê digire
10:26 Roja Kesên bi Darê Zorê Hatine Windakirin: Divê dewlet hiqûqê ji dil pêk bîne
10:00 Dayika Yuceyê: Min soz daye keça xwe ku ez ê têkoşîna aştiyê bidomînim
09:32 Parêzer Altûntaş: Ger dewlet li gor qanûnê tevnegere wê ewlehiya tu kesî tune be
09:31 Stenbolê ji bo 1'ê Îlonê amade ye: Em ê ji bo aştiyê biqîrin
09:00 ROJEVA 30'Ê TEBAXA 2024'AN
07:59 Cenazeyê Tarayê li bajarê wê Êlihê bi awayekî girseyî hate veşartin
29/08/2024
23:03 Nobeta li dijî qeyûm di roja 75’an de ye
22:59 Cenazeyê Gulistan Tarayê li Silopiyayê hat pêşwazîkirin